John Holloway: Vegerandina rûmetê bi rêya hevnasînê bingeha pirsgirêka Kurd e

CÎHAD HEMÊ

John Holloway mamosteyê zanistên civakî yê Zanîngeha Jubilee ya serbixwe ya Meksîkayê ye. Ew ji nivîskarên rojavayî yên herî zêde ku li ser rêbazên nû yên têkoşînê yên li dijî desthilata sermayeya cîhanê nivîsandiye û heta niha dinivîsîne jî. Pirtûka Holloway ya bi navê ‘Guherandina Cîhanê Bêyî Bidestxistina Desthilatê’ ku li 11 zimanan hatiye wergerandin û pirtûka wî ‘Crack Capitalism’ li cîhanê deng veda.

Pirsa sereke ya ku Holloway di piraniya berhemên xwe de li ser disekine, wiha ye; divê çawa “em” di raman û pratîkê de, ji tora têgehên sîstema cîhanî ya ku di nav aloziyên binyatger de, wekî Covid-19, gefên wêranker ên avhewayê, rengên hegemonyaya serdest, hiyerarşî û otorîterîzmê xelas bikin?

Gelo derfet heye ku em cîhaneke cuda bêyî ku em bikevin nava tora sîstema heyî, ava bikin? Her wiha gelo peyamên tevgerên siyasî yên ku xwe li dijî nimûneyên klasîk nîşan didin, wek tevgera kurdî li Rojava-Bakur-Rojhilatê Sûriyê, tevgera Zapatîsta û tevgerên din ên civakî çi ne? Ev pirs û gelek pirsên din em ê bi rêya Navenda Kurdî ya Lêkolînan, ji zanyarê civakî John Holloway pirs bikin. Her wiha me dît ku em hevdîtinê bikin 2 beş, ji ber mijarên ku tê de werin nîqaşkirin, dewlemend in.

Beşa yekemîn a hevdîtinê wiha ye:

Cîhad: Pandemiya Covid-19 ku aloziyeke herî sereke ya dema niha ye, em ê ji wê dest pê bikin. Wekî hûn dizanin ku pandemiya Covid-19 bi serê cîhanê de hatiye, di encamê de nîjadperestî, tundî, keysbazî û zilm bi awayên cuda zêde bû. Her wiha di belavkirina vaksînên Koronayê de, nîjadperestî (Dewletên dewlemend tenê dikaribûn ku vaksînên Koronayê bi dest bixin) bi awayekî mezin li dijî  bindestan û kesên hatine paşguhkirin çêbûne; kesayetên cur bi cur, jin, kedkar, penaber û herêmên hejar. Gelo em ê bi rêya tecrubeya Covid-19 çi ji sîstema kapîtalîzm fêr bibin? Her wiha texmînên wê der barê vê yekê de çi ne?

Holloway: Ji bo min ev pirseke pir zehmet e. Ez dibînim ku ev aloziya kapîtalîzmê ji du aliyan de ye; a yekê, bi baweriya min pandemiya Covid-19 bi rastî gelek xeternak e û encama wêraniya hevsengiya di navbera mirovan û rengên jiyanê yên din de ye. Ev wêranî jî, encama hewldana sermaye ya bi destxistina qezencê ye. Pandemiya rastiya wêraniya civaka ku em têde dijîn dike. A duyemîn, divê em bibînin ku ev pandemiya di aliyê bandora xwe de, aloziya kapîtalîzmê ye, nexasim bandora wê ya aborî. Beriya aloziyê, piraniya aborînasan digot “Aloziyek dê were, lê em nizanin wê kengî were, lê wê aloziyeke pir mezin be”. Pandemiya bû sedem ku alozî zû çêbibe. Aloziya vîrusa Koronayê beşeke mezin ji dînamîzma kapîtalîzmê ye. Tiştê diyar niha ew e ku tedbîrên siyasî yên ku dewletên cuda girtine, dixwazin sînorekî ji vê pandemiyê deyînin ji aliyekî ve û ji aliyekî din ve jî ji vê pandemiyê sûd werbigrin da ku serweriya dewletê li ser civakê zêdetir bikin. Bawer dikim ku ev yek di hemû cihan de, bi rêya pêşketina çavdêriyê tê kirin.

Di dema niha de, pêkanîna tedbîrên ku dewletê ferz kiriye, bûye diyalektîke balkêş. Lê beriya her tiştî, ez dibînim ku qebûlkirina tedbîrên ewlehiyê, vaksînê û li xwe kirina maskan, rengek ji rengê hevgirtina civakî ye. Em vê yekê ne tenê ji bo parastina xwe dikin, lê belê ji bo parastina derdora xwe dikin. Ji bo min ev mijareke pir giring e. Tişta ku em dikarin texmîn bikin ku  ev alozî wê me bixe rewşekê ku zehmet be em pêşbîniyên wê zanibin. Di du salên borî de, gelek kes bêhêvî ji ber hejarî, windakirina dahata, xizim û hevalan, hwd, bi wan re çêbûne. Bi texmîna min ku di encama vê yekê de, wê teqînên mezin di nava civakê de çêbin, bê guman ev yek rewşa niha ya tê de rave dike, nexasim li Ewropayê. Lê zehmet e mirov girîngî û bandora van teqînan pêşbînî bike.

Cîhad: Bi rêya vê bersivê, te vîrusa Koronayê bi aloziya ekolojiyê ve girê da. Lê gelek rewşenbîr û siyasetmedar hene dixwazin van dozan bi rêya dewletê çareser bikin. Te bi xwe di gotareke xwe de ku di kovara ROAK de hatibû weşandin, ev nêzikatî rexne kiribû. Gelo em ê çawa bikarin li pêşberî aloziya ekolojîk bisekinin bêyî ku em pişta xwe bidin saziyên dewletê?

Holloway: Ev pirs cewherî ye û mezin e jî. Me encamên Lûtkeya Avhewa Glasgow (COP-26) dîtin. Ne bawer im ku aloziya avhewayê di hundirê sîstema kapîtalîzmê ya niha de, were çareserkirin. Eger em bi Marks û nîqaşên wî yên qanûnên karhgehan û sermayeyê bifikirin, diyar dibe ku sermaye ji aliyê têkbirina karkerên ku pişta xwe didê, bi sînorê xwe re nakok e. Lê di çareserkirina vê yekê de bi ser dikeve. Tevî ku neçar e, rojên karkirinê kêm bike. Di baweriya min de, em di rewşekê de ne ku pêşeroja kapîtalîzmê û mirovahiyê ji ber aloziya  ekolojiyê, bi gefên wêraniyê re rû bi rû ye. Gelo em dikarin vê pirsgirêkê di hundirê kapîtalîzmê de çareser bikin? Wekî kesayet, ne bawer im. Di civakê de ku armanca sereke qezenckirin be, ne pêkan e ku aloziya avhewayê çareser bike, madem ku em bawer in pere dînamîzma qezenckirinê ye. Bi gotineke din, di hin rewşan de em pirsa çawaniya xelasbûna ji sermaye û pere, bi awayekî lezgîn re rû bi rû ne.

Di vê rewşê de, texmîn dikim ku bersiva em ji tevgera kurdî, Zapatîsta li Meksîka û gelek tevgerên din digirin, ew e ku em bi xwe li hemberî vê rewşê bisekinin bêyî ku em pişta xwe bidin dewletê. Bi rastî jî, divê em xwe, kirinên xwe û rêbazên xwe yên taybet di pêşketina têkiliyên cuda bi xweza û rengên din ên jiyanê de, bi pêş bixin. Bê guman ev nêzikatî cewherê ramana ekososyalîzm û ekofemînîzmê ye. Divê ev xebata me beşeke sereke di têkoşîna guhartina cîhanê de be. Mijar ne tenê xelasbûna ji sermayê ye, lê belê girêdayî veguhartina têkiliyên me bi jiyanê ji rengên din re ye.

Cîhad: Te di pirtûka xwe ya bi nave ‘Guhartina Cîhanê Bêyî Bidestxistina Desthilatê’ de, gelek têgeh ji nû ve pênase kirin; wekî “kar” li hemberî “xebatê”, “hêz” li hemberî “serweriyê”, “nasîna ji bo” li hemberî “nasîna li ser”, her wiha têgeha şoreşê. Te di pirtûka xwe ya bi nave “Crack Capitalism”ev mijar pêş xist. Dixwazim bizanim ku bandorên siyasî û felsefîk ên ku hiştin hûn ji nû ve bi şoreşê bifikirin, wekî rêbazekê pê rabin bêyî ku desthilatdariya dewletê were bidestxistin an jî di hilbijartinan de bi ser bikevin? Her wiha girîngiya vê yekê di karîgeriya şoreşgerî de çi ye?

Holloway: Beriya ez ji bîr bikim, dixwazim tiştekî bêjim, beriya ku bersiva pirsa te bidim. Wê pirtûka min Guhartina Cîhanê Bêyî Bidestxistina Desthilatê bi zimanê erebî di nava vê mehê de derkeve. Ev ji bo min gelekî bi nirx e.

Cîhad: Ev nûçeyên pir xweş in. Bawer dikim ku dê ji aliyê gelek kesan ve were pêşwazîkirin, nexasim xwendevanên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Tiştê dizanim berhemên wê hîna bi zimanê erebî nehatine çapkirin.

Holloway: Em vegerin ser pirsa te. Ez heta sala 1991’an li Brîtanya û Skotlandê mam. Diyalektîkeke me ya mezin der barê dewletê de hebû. Çavkaniya vê diyalektîkê vedigere “Guftûgoyên dariştina dewletê” ku wê demê ji Almanyayê derketibûn. Rêbaza ku me fêm kiriye, dewlet rengek ji rengê sermayê ye. Ev ji bo me tê wateya ku em nikarin dewletê ji bo têkbirina kapîtalîzmê bi kar bînin. Piştre di sala 1991’an de ez çûm Meksîkoyê. Dema ku serhildana Zapatîstayê dest pê kir, ez li wir bûm. Ji destpêkê de gotin “Em naxwazin dest deynin ser desthilatdarî û dewletê”. Mijar ne bidestxistina desthilatdarî ye, lê belê ji nû ve avakirina cîhaneke nû ye. Diyar e ku ev nêzikatî wekî diyalektîkên teorîk ên ku me li Brîtanyayê nîqaş dikirin.

Cîhad: Gelo “Marksîzma Vekirî” (Open Marxism) rolek di vê yekê de lîst?

Holloway: Bawer im erê. Ji bo me “marksîzma vekirî” di rastiya xwe de hewldana vekirin û rizgarkirina kategoriyên marksîzmê ye. Her wiha fêmkirina van kategoriyan wekî têgihîştinên têkoşînê ye. Bi rastî mijar ne tenê kel û pel e û ne wekî rengek ji rengên hegemonyayê ye, lê belê wekî rêbazekî ji rêbazên têkoşînê ye. Ev yek ji bo pere jî derbasdar e. Ger tu texmîn dikî pere dihêle rêbaz û kiryarên me ber bi rêbazeke diyarker ve bibe, madem pere li ser jiyana me ya rojane hate ferzkirin, bi hezaran kes her roj têne kuştin û sedema kuştina wan jî tundî yan jî birçîbûn an jî xweşkuştin e. Lewra marksîzma vekirî hewl dide em van kategoriyan bi çavê têkoşînê bibînin. Her wiha wekî wê jî, em bi dewletê difikirin ku wekî tiştekî ji jor de li ser kiryarên me tê ferzkirin.

Hizirandina bi dewletê, tê wateya ku em di têkoşîna li dijî dewletê de dihizirin anku tevger di aliyê berovajî de ye. An jî bêjim ku hizirandina bi dewletê, tê wateya hizirandina di aliyê berovajî de, wekî kombûn, meclisên hevkar û komên ku di tevgerên berovajî de tev digerin. Lewra, dewlet rengekî diyarker ê birêxistinkirina civakê ye ku her tim desthilatdarî ji jor de tê û her tim em bi rêxistineke berovajî wê re rû bi rû dimînin. Hin caran pirsek der barê Zapatîsta ku rêbazên wan ên taybet ên birêxistinbûnê hene, derdikeve. Lê taybetmendiya wê tevgerê (Zapatîsta) rêxistineke hevkar e. Ev taybetmendî jî li gel tevgera kurdî, komîn e ku hêzeke navendî ya rêxistina siyasî ye. Ji bo min hizirandina bi “marksîzma vekirî” tê wateya hizirandina bi dewletê ku ne tiştekî ji derveyî me ye, lê belê wekî nakokiyeke ku ji jor ve tê da ku rêbazên diyarker û rêxistinî li ser me ferz bikin. Lewma rêxistina kollektîf “komun” tevgereke berovajî ye. Tevgereke berxwedanê û serhildanê ya li dijî dewletê ye.

Cîhad: Bi gotineke din, armanc ji ‘marksîzma vekirî’ gurkirina nakokiyan di nava kategorî û çînan de ye?

Holloway: Rast e. Lê baştir e em behsa nelihevî an jî dijberiyê bikin (antagonism), ji ber ku nakokî dibe ku di çarçoveya ne civakî were fêmkirin. Ji ber vê yekê jî, ev çîn nelihev û dijber in.

Cîhad: Gelo têrê dike ku desthilatdariya dewletê were derbaskirin? Gelo dibe ku hegomonî û pîramîdî di civakê de, bê dewletê çêbibe? Nexasim Bookchin, Ocalan û David Graeber dibêjin, di civaka bê dewlet de dibe ku pîramîdî û hegominî hebê. Gelo dibe ku civaka bê dewlet, misogeriya azadiya me be?

Holloway: (Dikene) Misogerî ji tu tiştî re tune ye, pirsgirêk ev bi xwe ye. Tiştê em dizanin ku dewlet rengekî ji rengên rêxistinkirî yên zordar e. Her wiha em dizanin ku dewlet hebûna xwe, dispêrê ji nû ve hilberandina sermayeyê. Nexwe dewlet ji kur pereyên xwe qezenc dike? Eger hejmarek rayedarên te di dewletê de hebin ku tiştekî nahilberînin, lewra ji bo ku bijîn divê dahateyek hebê ku xezîneya dewletê têr bike. Ev yek jî ji bilî berhevkirina sermayê nikare pêk bînê. Lewma divê dewlet propogandeya berhevkirina sermayê bike.

Cîhad: Madem em behsa dewletê dikin, David Graeber carekê li ser pirtûka te ‘Guhartina Cîhanê Bêyî Bidestxistina Desthilatê” got, ji aliyê piraniya anarşîstan ve tê xwendin, tevî ku hûn xwe wekî marksî didin nîşandan, nêrîna te li ser vê yekê çi ye? Ez wek kesayet jî ku bi komunîzmê bawer im, bêhtir berhemên te ji yên ku marksiyên din bêhtir bala min dikişîne.

Holloway: (Dikene) Na, ez xwe di çarçoveyekî de diyar nakim. Lê bê guman ez jî ji wê paşperdeyê me. Bawer im marksîzm gelekî giring e; a yekê ji ber dibêje, sermaye pişta xwe dide me. Em texmîn dikin ku em tenê qurbanî û perîşan in, lê di rastiyê sermaye pişta xwe dide me. A duyemîn, bawer dikim ku ev mijara teoriya nirxê kar li gel Marks e ku dibêje: Nirx ji berhema me ye û bi vê yekê sermaye pişta xwe dide me. Bi vî rengî feresat vekirî dimîne, ne girtî. Lewra ev jî rêbazê fêmkirina pêşketina kapîtalizmê ye ku têkoşîna sermaye ya domdar ku êdî pişta xwe nede me. Dibe ku tu texmîn bikî em bin dikevin an jî di 30-40 salên dawî de, bi bindikevin, lê sermaye jî bibin dikeve û hebûna xwe ji berê zêdetir ber bi têkçûnê ve ye. Aloziya darayî ya sala 2008`an û aloziya vîrûsa Koronayê ya niha, nîşaneyê vê têkçûnê ne.

Cîhad: Madem te têkçûn bi bîr xist, gelo ev yek bandorbûna te ji Theodor Adorno vedigere, ku amûrên analîtîk ji bo têgehê redkirinê û derbaskirina sîstemê dane me?

Holloway: Rast e, bandoreke eşkere ya Theodor Adorno û Ernst Bloch “fîlozofê hêviyê” li ser rêwîtiya min heye. Ji ber ku texmîn dikim ku (bi dîtina Adorno) di nava civakê de hêzeke bê nasname heye, ku nasname bi temamî nikare bigire nava xwe. Bi gotineke din, em hemû kategoriyên hizirî û qalibên rêxistinbûna civakî, derbas dikin. Tiştê ku Zapîsta dibêje û ez jî dibînim gelekî xweş e ew e ku “Dema em diçim Spanyayê, tiştê yekemîn ku em ji wan re bêjin: We em kole nekirin, ji ber ku me li ber xwe da û serî hilda, lê belê her tim ji ber ku me liber xwe da û serî hild”. Ji bo min ev cehwerê fikirê Adorno ji bo bê nasnamebûnê ye. Tevî vê yekê jî ne bawer im ku Adorno di aliyê siyasetê de, bi van têgehan dihizirî. Em dikarin ji pere bêjin”Tu texmîn dikin ku te em kole kirine û em ketine bin rêgezên pere de, lê na, te me kole nekirine, ji ber ku me her tim li berxwe da û serî hilda”.  Wekî ku tevgera kurdî, tevgera Zapîsta û gelekê rêbazên din ên di jiyana rojane de dibêjin “Em li gorî mentiqê pere najîn, em ê hewl bidin ku li gorî nirxên derveyî nirxê pere bijîn.”

Cîhad: Di pirtûka te ‘Crack Capitalism’ de, we bi bîr xist ku kada razber (Abstract labour), bi hegomaniya baviksalarî de girê da. Gelo ev tê wateya ku berxwedana li dijî sermaye bi şertê ku jin jî di cihê xwe di vê têkoşînê de bigire, da ku jin rolekê di serhildan û berxwedanê de bilîze?

Holloway: Belê rast e. Kapîtalîzm her tim me dabeşî çîn û kategoriyên cuda dike, her wiha me ber bi kategoriyên zayendî ve dibe. Kapîtalîzm ji me re dibêje”Ji ber taybetmendiyên te yên bedenî, divê tu bi rêbazên diyarker tevbigerî”. Wekî ez fêm dikim, têkoşîna li dijî kapîtalîzmê wekî serî hildana li dijî kategoriyan e, lewra serî hildana li dijî karegoriyên zayendî ye. Ev jî tê wateya ku xwe serî hildana jinan li senifandina zayenda xwe û ev jî ji bo min pir giring e.

Cîhad: Murray Bookchin her tim israr dikin ku çepê pêşverû yê radîkal telîmatên xwe ji “prensîba hêviyê” ya Renst Bloch bigirin, an jî wê bikevin xefka nihilism û bêhêvî. Hûn jî bi Bloch bandor bûne. Gelo wê çawa pirtûkên Bloch ji bo tevgerên çapgir di van demên dijwar de, bibe rênîşan?

Holloway: Rast e, ez gelekî bi Renst Bloch bandor bûm, tevî ku di gelek aliyan de ez ne bi wî re me. Ji bo min bandorên wî pir mezin bûn. Bi rêya xwendina Bloch min Marks û gelek kesên din nas kir. Fikra “Prensîpa Hêviyê” di rastiyê de ew e, ji perspektîfa hêviyê fikirandina derbarê dinyayê de ye. Ev tê wê wateyê ku fikirandin -weke di rûpela yekem an jî duyem de dibêje- ew e ji bo rê-vekirina siberojeke muhtemel, derbaskirina ya heyî ye, fikirandina ku rewşa me ya heyî derbas dike. Divê ev yek di navenda fikrên me de be.

Ji aliyekî din ve jî, madem te behsa pirtûkên ‘Guhartina Cîhanê Bêyî Bidestxistina Desthilatê” û “Crack Capitalism” kir, ez ji meha Tebaxê ve li ser pirtûkeke din di vê rêzê de amade dikim ku wê bi sernavê “Think Hope in Hopeless Times” anku “Di zemanê bêhêvî de, bi hêvî bihizire”. Dibe ku heta du mehên din jî amadekariya wê dewam bike.

Bi awayekî sereke, hêvî li pêşiya pere disekine, ji ber ku eger tu bi hêvî bihizirî (Ev cûreyê ji hewldana ber bi pêşketinê ye û hewldana derketina ji cihê em têde û afirandina cîhaneke cuda) cihê ku em her tim bighêjinê wê her pere be. Tu yê çawa vê yekê bikî eger pereyên te tune bin, nexasim pere her tim me neçar dike ku em rêbazên diyarker bikara bînin. Madem em hemû tiştên xwe naçînin (berhemên xwe), tenê ji ber ku pêwîstiya me bi xwarinê heye, wê demê pêwîstiya me bi pere jî heye. ji ber vê yekê jî, em bi hêza mezin a pere re wekî rengek ji rengên rêxistina civakê re rû bi rû ne. Pirsa rasteqîn wiha ye, eger hûn hêvî cidî bigirin, hûn dikarin bi rêya têkbirina hêza pere de, bi hêviyê bihizin? Dema ez pirtûka xwe xelas bikim, bê guman ez ê bigihêjim bersivê (dikene)…

Cîhad: Ez wekî kesekî ku wêjeya inglîzî bi rêya xwendina xwe ya akademî dişopînim, yek ji tiştên herî xweş di xwendina pirtûkên we de dibînim, hêza helbestê ye. Min dixwest pirs bikim gelo li pişt vê dewlemendiya zimanî ramanekî te yê rexneyî heye?

Holloway: Ev xweş e! Lê ne bawer im ku ez bi rêbazê helbestê dinivîsînim. Xelk ji min re dibêjin”ev xweşik û helbestvan e”. Ji têgeh zêdetir, ez di aliyê hêza bê nasnamebûn û nasnameya ku diherike, dihizirim. Beriya çend rojan, min nivîseke Raoul Vanegim dixwend ku têde behsa helbesta diherikê dike. Bi nêrîna min ev giring e. Bi rastî jî tişta ku em hewl didin bikin, wekî Bloch dibêje derbaskirin e, an jî wekî Adorno dibêje, hizirandina bi hêza bê nasnamebûnê ye an jî têkoşîna nasnameyê li hemberî nasnameyê.

Cîhad: We xwendina min ji Adorno re guhart. Wekî hûn jî dizanin gelek rexne li dijî wî hebûn, ku xwe radestî reşbîniyê kir û rêbazê wî ku dema şoreşa xwendekaran di sala 1968`an de bi polîsan re axivî. We ji me re hêza wî ya şoreşgerî re diyar kir. Wekî tê zanîn bandora Hegel li ser Adorno pir bû. Ji ber vê yekê jî, hûn çima yekser bi Hegel re mijûl nabin û hûn li gel Adorno sînordar dimînin?

Holloway: Bawer im sedema sereke ya ku hîşt bi Hegel yekser mijûl nebin, hinekî tirsa min jê heye û zehmet e ku jê were fêmkirin (dikene)… Lê ez hîs dikim ku Hegel her tim heye. Min dest bi xwendina Bloch kir û ji wir min Lukasz xwend û ji wir jî min Marks xwend. Lewra di dawiyê de, em li pêşberî metoda Hegelî ne. Ez jî gelekî bi Richard Gunn bandor bûm û dema ez li Edinburgh bûm, ew hevalê min bû. Richard gelekî li ser Hegel dixebite, nexasim Hegel ciwan û pirtûka wî ya bi navê “fenomenolojiya giyanî”. Ji ber ku şoreşgerî anarşîst e, Richard bi awayekî esasî Hegel nas dike. Her wiha Richard dibîne ku têgihîştina navendî di felsegeya Hegel de, hev nasîn e. Fenomenolojiya giyan a Hegel li ser wê yekê ye ku, şoreşa Fransayê bi rêya çalakiyên girseyê yên kolanan bi awayek xerab hate danasîn. Ev cihê ku “ez” lê bim, ew “em” û “em” ew e “ez”; anku tevgera hevnasînê ye. Eger tu di vê mijarê de bihizirî, bawer im girêdaneke xwe ya xurt bi mijara rûmetê re heye. Îtîrafkirina bi rûmetê û têkoşîna li dijî inkarkirina rûmetê, di rastiya xwe de têkoşîna ji bo hev nasînê ye. Mijara navendî di meclisan de, eger em bi rêxistineke li dijî dewletê bi hizirin-Eger em bi tevgera Zapîsta, tevgera kurdî û tevgerên din bi rêya komînan û kombûnan bihizirin, ew di rastiya xwe de hev nasîn e û şikandina hêza pîramîdî ya ku me behsê kiriye. Lewma têkoşînên wan tevgeran li dora pêşketina hev nasînê ya rûmetan mirovan digere. Pirtûkeke xweş a Richard Gunn û Adrian Wilding heye ku sala par bi sernavê “Naskirina şoreşgerî” hate weşandin û min jî pêşgotina wê pirtûkê nivîsand. Bawer im cihê Hegel ji bo min ev.

Cîhad: Piştî nifşê Adorno, Herbert Marcuse û Horkheimer, Habermas hat û kevneşopên şoreşgerî yên nifşê berê hilweşandin. Dixwazim nêrînên te der barê vê yekê de bizanim?

Holloway: Nêrînên min ne dûrî nêrîna ku te gotiye, rast e hemû kevneşopên şoreşgerî hilweşandin. Ez bawer dikim ku Habermas tu carî encamên şoreşgerî yên ku nifşên berê li Dibistana Frankfurtê behs dikirin, qet fêm nekir.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî