“Ji ber ku em Kurd in”…çîroka komkujiya “Roboskî” û derewa sîstema dadwerî ya Tirkyêyê

BEDIRXAN ELÎ

Beriya niha bi çend rojan û wekî her sal, ev 7 sal in bi awayekî domdar, xelkê gundê”Roboskî”yê li Bakurê Kurdistanê(Kurdistana Tirkiyê) a bi ser sînorê Herêma Kurdistanê(Başûr), her wiha hevxemên wan tevî partiya HDP`ê ya muxalif, komkujiya”Roboskî” bibîr tînin. Komkujiya “Roboskî”ji aliyê artêşa Tirk ve li dijî xelkê vî gundî şeva 28`ê Kanûna 2011`an pêk hat. Di encamê de, 34 Kurdên kolber hatin kuştin, ên ku di navbera sînorê Tirkiyê û Iraqê de, li pêşiya çavên artêşa Tirk qaçaxtî dikirin û artêşa Tirk çavê xwe li vê yekê digirt û karê wan hêsan dikir. Lê wê şevê, artêşa Tirk nêrîneke xwe ya din hebû, ku bû kabûseke mayînde ji bo şêniyên herêma sînorî û heta roja jî ev kabos dev ji wan bernade. Balafirên dewleta Tirk karwanê kolberan wê şevê bombebaran kir. Di encamê de, komkujiyeke mezin çêbû û 34 mêr û zarok di wê şeva bi tirs de hatin qetilkirin. 19 ji wan temenê wan jêrî 18 salî bûn û 16 ji wan jî ji yek malbatê bû”Malbata Înco”. Ev komkujî ji bo şêniyên qurbaniyên vê komkujiyê gelek dijwar bû. Cenazeyên qurbaniyên komkujiyê ku bi betaniyan hatibûne pêçandan, li ser pişta hêstiran ji malbatên wan re vegeriyan.  Ji ber ku hêstir yekane navgîna çûnûhatinê li ser rêyên dijwar ên Kurdistanê ye ku wekî van rojan, di nava berfê de maye.

9 ji wan qurbaniyan, ji gundê Roboskî ne ku bombebaran li nêzî gund pêk hat. Ev gund (Roboskî) di karnameyên fermî yên desthildariya Tirkiyê de, bi navê”Ortasu”hatiye qeydkirin. Her wiha 25 qurbaniyên din jî ji gundê Kul Yaz in ku di nava Kurdan de bi navê gundê Paju tê naskirin û nêzî gundê Roboskî ye. Di karnameyên fermî yên dewleta Tirk de, ev komkujî bi navê”Bûyera Oludereyê”hatiye qeydkirin. Oluder, navê tirkî yê herêma ku gundê Roboskî û Paju di nava xwe de dihewine. Ev herêm jî girêdayî parêzgeha Şirnexyê ya sînorî ye.

Ji wê roja karaseta trajîk de, malbatên qurbaniyan serdana gorên ewladên xwe dikin û kombûnên girseyî lidar dixin. Her wiha malbatên qurbaniyan, bi lidarxistina çalakiyên cûda li pêşiya desthildariya Tirkiyeyê diseknin û tînin bîra wan ku vê bûyerê ji bîr nekin û efû nekin. Di heman demê de, daxwaza pêkanîna lêkolîneke eşkere û zelal dikin û eşkerekirina berpirsên vê sûcî dikin û wan sûcdaran pêşkêş dadgehê bikin û edaletê pêk bînin. Lê desthildariya Tirkiyê dosyaya komkujiyê girt. Ev yek jî bi rêya sextekarî, derewan û revîna ji komkujiyê, zexta li ser malbatên qurbaniyan û girtina hinek ji wan da ku dev ji daxwaza xwe ya eşkerekirina berpirsên komkujiyê û cezayên xwe bistînin berdin, pêk anîn. Lê malbatên qurbaniyan wekî rojên destpêkê yên komkujiyê bi israr pêşniyaza desthildariya Tirkiyê ya wergirtina pereyan li beramberî her qurbaniyekê, red dikin. Tevî ku tevahiyan gundiyan, feqîr in feqîr in û ji bo debara xwe ya rojane gelek êşê dikişînin û dibêjin: Tu altirnatîf, ji bilî eşkerekirina berpirsên qetilkirina ewladên me û cezakirina wan bi awayekî adil  û lêborîneke fermî ji dewletê û soz bide tiştên wisa dûbare nebin, tune ye”.

Ji aliyekî din ve jî, HDP`ê ku piştevaniya doza kurdî dike, dosyaya komkujiyê bi rêya parlamenterên xwe, çapemenî û rêxistinên xwe, girte ser xwe. HDP`ê hewl dide balê bikişîne ser vê komkujiyê û daxwaza vekirina dadwarî ya zelal û cezakirina berpirsên komkujiyê dike. Balkêş e ku dayîkên qurbaniyan û xwişkên wan qurbaniyên komkujiyê bibîr tînin û banga pêkanîna edaletê dikin; Her roja Pênşemê bê qutbûn, ji dema oxirkirina qurbaniyan, dayîk û xwişkên qurbaniyan serdana gorên wan dikin û wan bi bîr tînin.

Di salvegera 8`emîn a komkujiyê de, beriya niha bi çend rojan, Hevserokê HDP`ê Sazayî Tamale piştrast kir”Êşên ku ji ber bûyerê çêbûne, heta niha di dilê me de zindî ye”. Tamale anî ziman ku ew beşdarî çalakiya piştgiriya wan bûne û diyar kir ku wê partiya wî berxwedana ji bo pêkanîna edaletê bidomîne û wiha dewam kir:Em ji vê rastiyê êşê dikişînin, ji ber ku em li pêşiya komkujiya Roboskî nesekînin û hesab ji wan nexwest. Eger me hesab li ser komkujiya Roboskî bixwestine, dibe ku komkujiyên din pêk nehatine. Em ê berxwedan û têkoşînê ji bo pêkanîna edaletê li ser vê axê dewam bikin. ji ber ku em dizanin ev herêmê, herêma komkujiyan e”.(Rojnameya Zeman a Tirkî-Elektronîk-29/12/2019)

 

Rojnamevana Holandî Frederica behsa çîroka komkujiyê dike

Pirtûka”Zarok Mirin-Komkujiya Roboskî û Doza Kurdî li Tirkiyê”dibe ku ya herî zêde behsa hûrgirliyên bûyerê, belgekirina wê û bersiva desthildariya Tirkiyê ji encamên wê re, kiriye. Nivîskara pirtûkê”Fréderike Geerdink” e. Ew bi xwe rojnamevaneke Holandî ye. Jiyana xwe ya pîşeyî bi nivîsandina li ser mafên mirovan dest pê kir. Di navbera salên 2006 û heta destpêka sala 2015`an li Tirkiyê dima. Lê piştre, desthildariya Tirkiyê ji Tirkiyê qewitandin û qedexe kir ku derbasî Tirkiyê bibe. Geerdink li kêleka Inglizî û Holandî, bi awayekî baş xwe fêrî zimanê tirkî kir û heta astekê jî xwe fêrî zimanê kurdî kir. Her wiha wekî rojnamevaneke pispora karûbarên Tirkiyê û doza Kurdan li Tirkiyê hate naskirin. Pirtûka wê “Zarok Mirin-Komkujiya Roboskî û Doza Kurdî li Tirkiyê” sala 2014`an ji aliyê saziya “Bruss Prize” keta nava lîsteya pirtûkên herî baş yên rojnamgeriyê. Pirtûka navborî, ji aliyê wergervanê sûrî ermenî”Kevok Xatûn Wanîs” ve bi zimanekî vekirî û baş, wergerî erebî hate kirin û sala 2018`an ji weşanên Farabî derket.

Girîngiya pirtûkê di şopandina bûyerê de ji kêliya ku çêbûye ye, bi rêya lêkolînên rojnamevanî yên meydanî, mayîna di nav malbatên qurbaniyan de, awayê bidest girtina çapemeniya Tirk bi komkujiyê re, mekanîzmaya avakirin û xebata komîteya dadwerî ya ku ji aliyê Parlementoya Tirkiyê ve hate avakirin. Her wiha berovajîkirina bihaneyên hikûmeta Tirkiyê û nêrîna wê ya bêliyan derbarê bûyeran de. Piştî çend rojan ji pêkanîna komkujî ku çapemeniya Tirkiyê wekî operasyoneke li dijî”Terorîstan” binav dikir, “Fréderike Geerdink” ji Istenbolê berê xwe da cihê bûyerê, da ku bi xwe rastiya bûyerê wekî destpêkê ser zimanê malbatên qurbaniyan, lêkolîn bike. Jinên Kurd ên wan gundan jî nikaribûn navê “Fréderike Geerdink”, binav bikin û ew bi navê”Ferîda” bang dikirin.

Qaçaxtî bi agahiyên artêşê pêk dihat

Mijara yekemîn a ku nivîskar pirtûkê di lêkolîna xwe ya meydanî de, gihîştiye encamê; ew e ku hemû qurbanî sivîl bûn û piraniya wan zarokên temenê wan di bin 18 salî de ne ku qaçaxtî dikirin. Di demekê de ku zarok li Holandayê rojnameyan belav dikir, zarokên li vî beşê li Tirkiyê karê qaçaxtî dikir. Karekî giran e, xeter e û ne qanûnî ye, lê tenê ew kar heye. Her wiha,  zarokên li vir bi awayekî lezgînî temenê wan mezin dibe; ji bo wan temenê zaroktî dema dibin 12 salî bidawî dibe. Ew di rêwîtiyeke qaçaxtî ya di navbera sînoran de bi awaykî rotînî de bû. Qaçaxtî jêdera debarê ya şêniyên wan gundên sînorî ye. Ew şênî, li dijî bikaranîna gotina “Qaçaxtî”ne, ji ber ku axa li ser herdu aliyên sînorî, li gorî wan tevahî Kurdistan e. Her wiha qaçaxtî jî di bin çavê artêşa Tirkiyê de pêk tê û wan ev yek erê kiriye. Di heman demê de, wekî her car bi rêya muxtaran û “cerdevanan” ên ku ji aliyê desthildariya Tirkiyê ve hatine erkdarkirin, qereqolên leşkerî yên li ser sînor der barê hebûna operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk li dijî şervanên PKK`ê, agahî nedane kolberan.

Nivîskara pirtûkê dema ku li herêmê bû, dixwest bi xwe tecrûbeya qaçaxtî bi kolberan re bijî û ji gundê Roboskî destpê bike. Nivîskara pirtûkê, bi xwe keşif kir ku karê qaçaxtî bi kordîneya bi noqteyên leşkerî re pêk tê û dibêje:”Gûmana min a dawî ku dewlet dihêle karê qaçaxtî were kirin an na, ji holê rabû. Ne tenê ku min leşker di rêwîtiyê de dîtin û wan jî ez dîtim, an jî ji ber hebûna noqteyên leşkerî li lûtkeya çiyayan ku wekî keviran li ser rêya kolberan bû û li cihê pêkanîna komkujî bûn. Lê di heman demê de, ji ber jiyana rojane ya li gundê Roboskî min ev yek piştrast kir ku qaçaxtî bi kordîneya bi noqteyên leşkerî pêk tê.”

Nivîskara pirtûkê bi domdarî dibêje:”Herêm tij leşker bûn. Bê agahiya artêşê, ne pêkan bû ku qaçaxtî pêk were. Qereqolên polîsan li ser çiyan bûn. Her wiha balafirên dron jî bi awayekî domdar li ser herêma sînorî digeriyan. Ew dron ên Iraqê an jî yên Tirkiyê ne(Yên Amerîkayê ji aliyê Iraqê ve li ser çiyan bû û yê din jî Tirkî bûn ku çavkaniya wan Îsraîlî bûn ji aliyê sînorê Tirkiyê ve). Amerîka agahiyên ku bi rêya balafirên “Dron”kom dikin, bi Tirkiyê parve dikirin û pisporên artêşa Tirkiyê ye wêneyan bi awayekî domdar lêkolîn dikin. Ne pêkan e ku desthildariya Tirkiyê di dirêjahiya van salan de, komek ku ji 20 kesan heta 50 kesan pêk tê û hejmara hêstiran jî diyar bûn û di mehê de 8 heta 12 caran diçûn û dihatin, nedîtine. Ji ber ku kolberan, di heman wextê de kar dikirin û rêya ji derbasbûna ji Tirkiyê nava Iraqê û vegeriya di heman rê de bû. Ev yek tê wateya ku gotina Serwet dibêje, rast e: Kolber her tim eşkere ne û kes nêzî wan nabe.

Lê gelo çima dewlet destûra qaçaxtiyê dide, nivîskara pirtûkê dibêje:”Ji ber ku rêbazekî din ê şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) ye. Mijûlbûna xelkê nexasim ciwanan bi qaçaxtîr û wergirtina pereyan, derfeta tevlîbûna wan nava serîhildêran de, pir kêm dike û desthildariyeke diyarker jî bi dest dixin. Eger ku kolber werin girtin, di nava wan de her kesê ku qaçaxtî dike û ne dilsozê dewletê ye, nabe xizmetkarê cerdevanan, hesab jê tê xwestin. Bi vî rengî, şerê Ii dijî qaçaxtiyê ne giringiyên destpêkê yên dewletê ne. Lê ji bo hevsengiyê, rê dide xelkê ku bi rêya xebatên nîv qanûnî pereyan qezenc bikin, di heman demê xelk jî dibe dilosozê dewletê. Ji bo parastina vê hevsengiyê, ne tenê destûrê didin ku qaçaxtî bi rêya sînor bikin, lê hêsankirina rêyên ku madeyên qaçaxtî têre derbas dibin û kes nêzî qaçaxtiyê nabe. Lê tenê ji bo ku ji gel re bidin diyarkirin dewlet li dijî çalakiyên ne qanûnî ye, di hin demên diyar de hin çalakiyên qaçaxtiyê asteng dikin.

Komîteya lêpirsînê ya ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye avakirin

Di bin fişara tirsa bûyerê û bi belavkirina wêne û dîmenên bi êş ku çapemeniya tirkî di destpêkê de hewl da wekî operasyona li dijî “Teroran” nîşan bide, parlamentoya Tirkiyê komîteyeke lêpirsînê da ku “Di îdiaya qetilkirina 34 sivîlan de” lêpirsînê bike, ava kir. Ev komîte ji 8 endaman pêk dihat;5 ji wan ji AKP`ê ne ku endamekî wê rêveberiya komîteyê dikir, yek ji CHP, yek ji MHP`ê ya tundraw û yek jî ji BDP`ê ya ku piştgiriyê dide doza Kurdan. Komîte li gorî nêrîna piranî û rapora dawiyê tev digere, gelek belge weke “nepenî – veşartî”hatine xitimkirin.

Ev yek jî tê wateya ku komîte nikaribû xwe bighîne wan belgeyan û biryardarên siyasî û leşkerî yên payebilind ji hevdîtina bi komîteyê re hatin dûrxistin. Nivîskara pirtûkê dibêje:”Ev hemû tedbîr nîşan didin ku li şûna hewldana keşifkirina rastiyê, erka komîteyê ew bû serokwezîrê wê demê Erdogan û fermandarên leşkerî ji bûyerê dûr bixin. Lê ji aliyekî din ve jî, du rêxistinên serbixwe yên girêdayî mafên mirovan wekî IHD û MazlumDER piştî serdanê û naskirina cihê bombebaranê piştî rojekê ji pêkanîna komkujiyê, raporeke hevbeş derxistin. Herdu rêxistinan ev pirs kirin: Gelo çima wekî her carê, şêniyên gund li ser operasyoneke muhtemel a li dijî PKK`ê, agahdar nekirin?Gelo ma balafirên bê mirov”Dron”agahî li ser madeyên ku kolberan rakiribû dabûn  û gelo agahî dabûn ku di nava wê komê de sivîl hebûn an na? Li gorî axaftina şahidan, çima piştî bombebaranê yekser, alîkariyên tenduristî nehatin pêşkêşkirin, gengaz bû ku hejmara qurbaniyan bihate kêmkirin?

Li gorî endamê BDP`ê Ertugrul Gokçu ku nûnerê partiyê di komîteya lêkolînê de bû, wî tevî endamên komîteyê bi alîkariya pisporên şirovekirina wêneyan, dikaribûn dîmenê ku bi rêya balafira”Dron”a tirkî hatibû girtin bibînin. Ev wêne axaftina hikumetê ya ku îdiaya dike bûyer”Ne bi mebest bû”lawaz dihêle. Ji ber sedema sereke ew bû ku çûyîn û hatina komê tevî hêstirên xwe ji Tirkiyê heta Iraqê di heman rê de bû. Ev yek diyar dibe ku ne karekî mentiqî ye ku komeke şerker a serîhildêr pê rabin. Eger komeke şervan bûne, wê belav bûbûne û li cihên xwe veşartine bigeriyane da ku zêde nebin qurbanî. Lê tişta ku vê komê kiriye berovajî bû, bi erdê ve xwe ber bi hev re kaş kirin û bi awayekî xurt hev girtin û xwe veşartin. Gelekî tirisiyan û piraniya wan zarok bûn.

Lê piştre, Wezareta Hundirîn di rapora xwe de, navê lîderekî PKK`ê Fehman Hisên(Bahoz Erdal) xiste rapora xwe û îdiaya kir ku li ser sînor bû, da ku bomebarana xwe rewa bike. Lê di heman raporê de li gorî fermandarên leşkerî  hatibû gotin ku herêm di nava aramiyê de bû û ne herêmeke çalakiyên “terorîstan “bû, lê belê herêmeke qaçaxtî bû.

Di Adara 2013`an de, di rapora dawî ya komîteyê de, îdiayeke nişkevê derket ku muxbîrekî ne diyar, piştî 5 rojan ji bombebaranê ji desthildariya Tirkiyê re gotiye ku wî li Bakurê Iraqê(Başûrê Kurdistanê) bi du şervanên PKK`ê re rûniştiye û wan şervanan ji wî re gotine wan niyet dikir bi kolberan re derbasî Tirkiyê bibin. Lê tu delîl an jî belge ku vê îdiayê piştrast bike, tune bû û ev hersê kes diyar nebûn. Lê nûnerê BDP`ê yê di komîteyê de, daxwaza isbatkirina vê yekê bi wêneyan kir, her wiha daxwaza wêneyên ku ji aliyê balafirên Amerîkayê de ku ji aliyê Iraqê ve hatine girtine kir, lê daxwaza wî hate redkirin. Di dawiyê de, raporeke din berovajî rapora komîteyê derket. Rapora ku ji aliyê pisporên şirovekirina wêneyan di şerîketa “Aselsan”ve derketiye û mezintirîn şerîketa Tirkî ya pisporê karûbarê parastinê ye û girêdayî artêşa Tirkiyê ye, diyar dibe ku tu nîşaneyên ne normal ên komê tune bû. Lê endamên komîteyê yên ji partiya desthildar (AKP) encamên rapora şerîketa”Aselsan”guhartin. Ev hemû jî da ku bombebaranê rewa bikin.

Li gorî Korkjo bi xwe:”Komkujiya Oludereyê operasyoneke bi mebest û armanckirî bû ku ihtimala kuştina sivîlan di ber çavan re hatibû derbaskirin. Armanc jê kuştina yek ji lîderên PKK`ê bû, eger ku bigihîştine armanca xwe wê behsa qurbaniyê sivîl nekiribûne, lê belê dibe ku ew wekî alîgirên PKK`ê bidana nîşandan. Her wiha wê ji ber bombebaranê şahî çêbikirana wekî “Serkeftinê” binav bikarana”. Her wiha nivîskar dibêje:”Rayedarên Tirk pêwîstiya wan bi serkeftineke bi vî rengî hebûn. Siyasetmedaran ji ber kuştina 24 leşkerên Tirkiyê û birîndarkirina 22 leşkerên din di şeva 18-19`ê Cotmehê de di êrişa PKK`ê li parêzgeha Colemêrgê, sond xwaribûn wê tolhildanê rabikin”.

Hêjayî bibîrxistinê ye tevî negengazbûna wê; Piştî bûyerê, hin rojnameyên nêzî artêşa Tirkiyê rapor belav kirin ku saziya îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyê “MÎT” nexasim serokê wê Hakan Fîdan ku heta niha destê rastê yê Erdogan e, berpirsê wê yekê ye ku bi mebest agahiyên şaş der barê hebûna lîderekî PKK`ê Bahoz Erdal wê şev”Bombebarana şaş” li ser sînor dane artêşê. Her wiha derdorên alîgirên Fetullah Gulen, hevalê berê yê Erdogan û dijminê wî yê niha jî, behsa van raporên ku rojnameyan belav kirin dikir (Lê nivîskar amaje bi wê yekê nekiriye, ji ber ku weşandina pirtûkê berî dijminatiya Erdogan û Gulen derketiye, ku di encama wê dijmantî de dosyayên veşartî hatin belavkirin û hevdu tewanbar kirin.”

Hikûmet bê ku lêborînê bixwaze, pereyan dide û malbatên qurbaniyan jî red dikin

Malbatên qurbaniyan, baweriya xwe bi tu komîteyên lêpirsên yên tirkî nekirin û xwestin ku Komîteya Mafên Mirovan a girêdayî Yekitiya Ewropayê, lêpirsînê bike. Malbatên qurbaniyan li ser vê sûcê dibêjin:”Em kuştin ji ber ku em Kurd in”. Ev şiroveya gelêrî ya sade ye ku xwe dispêre hevjiyana demdirêj û dîrokeke tijî hemleyên qirkirin û wêrankirinê. Her wiha malbatên qurbaniyan bi awayekî rast û sade dibêjin:”Eger em ne Kurd bûne, eger em ne lawaz bûne û bê parastina qanûnî û mirovahî bûne, wan nedikarî xwîna me birjînin û ewladên me bi vî rengî hêsan bikuştine”. Ji vê hestê, red dikin ku pereyan li şûna qurbaniyên xwe bigrin.

Nivîskar dibêje: “Malbatên qurbaniyan qebûlnekirina wergirtina pereyan, bi awayê pêşkêşkirinê ve girêdayî ye. Malbatên qurbaniyan wergirtina pereyan wekî berdêla bêdengiya wan dîtine, ne wekî tewîza zerar ne. Bê gûman dayîna pereyan di bûyerên bi rengî de heye, lê divê bi hin şert û mercan be. Wekî ku sûcdar poşmaniya xwe ya ji bo kiryara xwe diyar bike û lêborînê bixwaze. Paşê behsa dayîna pereyan tê kirin. Lê ev yek di vê bûyerê de pêk nehat. Lê tişta giring ji bo şêniyên gundên Kul Yazî û Ortasu, hûrgiliyên bombebaranê were zelalkirin, da ku bûyerên bi vî rengî neyên dûbarekirin. Di dawiyê de jî dixwazin ku kê biryara bombebaranê daye nas bikin!.”

Yek ji wan jinan dibêje: “Hikûmet dizane ku xelkê vê herêmê feqîr in, ji ber vê yekê texmîn dike ku bi dayîna pereyan dikare her tiştî çareser bike. Ez qebûl dikim ku giha bixwim, lê pereyên ji hikûmetê wernegirim”.

Jineke din bi navê Zahîde ya 45 salî ku dayîka şeş zarokan, ku du ji wan kur in, ya mezin 26 salî ye. Ew kurê mezin beriya niha bi heşt salan dema ku diçû daran kom dikir, mayînek bi wî de teqiya û ji wê demê ve êdî nikare alîkariya malbata xwe bike. Lê kurê herî biçûk Aslan di dema bombebaranê de hat kuştin. Zahîde dibêje: “Em nizanin ku çawa bijîn? Lê na, saniyeyek jî nefikirîme ku ez pereyên ku Erdogan pêşkêş kirine qebûl bikim. Ez bawer im ku wê xwedê alîkariya me bike.”

Wê demê Racap Tayyip Erdogan, desthilata herî bilind  li welêt bû, bi rêbazê xwe ya gelêrî û reva ber bi pêş ve ku pê tê naskirin, carekê behsa bûyerê kir û got; Her beravêtinek “Oludera”ye, ango wî bûyer bi awayekî din bikar anî (gotûbêjên der barê beravêtinê de).

Nivîskara pirtûkê bibîr dixe ku Erdogan di dawiya meha Mijdara 2011’an de ji bo komkujiyên Dêrsimê yên di salên 30`î yên di sedsala borî de dema ku artêşa Tirk li dijî bi hezaran sivîlên Dêrsîmê kuştin, şewitandin, wêrankirin û înfazên komî pêk anîbû û di encamê de, herêm vala bû, li parlamentoya Tirkiyê lêborîn xwest. Ev lêborîna nefermî di çarçoveya rikberiya xwe bi Kiliçdaroglu, serokê CHP`ê yê muxalif hat. Dema ku nîqaş ji aliyê endamê CHP`ê ve hate vekirin, ku wî komkujiyên wê demê li dijî xizmên malbata wî hatin kirin, şermezar kir. Erdogan ev mijar girte dest û dît ku ev mijareke baş e ji bo djiberê xwe têk bibe û got:” Yê ku lêborînê bixwaze ne partiya me ye, CHP`ê ye, ji ber ku Ataturk damezrînerê vê partiyê ye û wê demê serokê partiyê bû”. Ev her tişt di “Lêborîna”Erdogan de bû!. Nivîskara pirtûkê dilgiraniya xwe ji vê rêbaza nîşandana bêrûmet tîne ziman û dibîne ku “rêyek şerm e ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî li ser hesabê êşa bi hezaran kesan. Lêborînek bi niyeta baş berî her tiştî hewcedarê destpêkirina aramî û rastgotinê li ser bûyera ku çêbûye; Çima çêbû? Çima divê lêborîn were xwestin?.

 

Di havîna 2013`an de, bi însiyatîf û fişara DBP û rêveberê wê yê ciwan Selahedîn Demîrtaş , 6 ji malbatên qurbaniyên Roboskî bi Erdogan re civiyan ku bi nerazîbûn însiyatîfa Demîrtaş qebûl kirin. Nivîskara pirtûkê li ser vê însiyatîfa Demîrtaş mixabiniya xwe anî ziman ku beriya niha  gelek caran Erdogan wekî berpirsê komkujiyê binav kir û got komkujî”Bi îmzeya Erdogan”pêk hatiye. Ev hevdîtina malbatên qurbaniyan bi Erdogan re erênî hate binavkirin, lê berovajî nêrînên malbatên qurbaniyan ên ku nivîskarê ew dîtine;”Ji ber ku Erdogan tiştek ji wan re pêşkêş nekir, bê hêvî bûbûn. Her wiha yek ji kesên hatine vexwendin jî dev ji civînê berda û bi hêrs û bêhêvî derket.”

Nivîskar dibîne ku ev lîstok ji aliyê tevgera siyasî ya kurdî ve ye. Lê diyar dike ku ev ev însiyatîf di çarçoveya danûstandinên di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de û nameya vekirî ya Ocalan di Newroza 2013`an de ye ku daxwaza aştiyê kiribû, pêk hat.

Di Çileya 2014`an de, Serdozgerê Giştî yê Leşkerî biryar da ku artêş sûcê wê di bombebaranê de tune ye, lewra tu rûniştinên dadgehê nehatin kirin û bi fermana serokwezîr Erdogan, doz di aliyê qanûnî de hate girtin.

Ji bilî hûrgiliyên komkujiyê, awayê ku dewletê nêzî  dosyaya wê ya qanûnî bûye, naskirina jiyana gundiyan û zarokên wan di dema hevjiyana nivîskar bi niştecihên herêma Kurdan re, pirtûk agahiyên giring der barê doza Kurdan li Tirkiyê û siyasetên Tirkiyê yên li peyî hev li dijî Kurdan li vî welatî, dide. Di hemû mijarên girêdayî Kurdan de guh nade gotinên fermî yên Tirkiyê, bi hestekî mirovahî yê nazik, ji her tiştî bêhtir doza mafên mirovan û galan bilind dike.

“Zarok Mirin”

Hevoka “Derewa sistema dadwerî ya Tirkiyê“ ku di vê sernivîsê de hatiye, ji aliyê nivîskara pirtûkê ve hatiye bikaranîn. Lê wê ji bo şîrovekirina aliyekî bikar aniye, girêdayî hin aliyên destûrdayina zimanê kurdî, ez dibînim ku pir li gorî naveroka pirtûkê ye, ango Roboskî, ji ber ku ew mînaka herî baş a kargêriya daraza Tirkiyê û qanûnên Tirkiyê yên der barê Kurd û pirsgirêka Kurdan de ye. Her çiqas li Tirkiyê qanûn serbixwe be jî (mînak hilbijartinên pak), li gorî derdorê (mîna Sûriyê), lê ev aliyê qanûnê carna winda dibe, dema ku mijar dibe sûcên artêşa Tirkiyê yan hin rêxistinên veşartî li dijî Kurdan, yan jî dema dibe behsa gotobêja mijara kurdî têkirin, ku li Tirkiyê gelekî din ji bilî Tirkan heye, hijmara wî nêzî 20 milyon kesan e, û her tiştê girêdayî vê rastiyê di aliyê siyasî, çandî, qanûnî. Wê çaxê serbixwebûna qanûnê dibe derew.

Lê navê pirtûkê “Zarok Mirin”li gorî min ev hevok di hêla wêjeyî de qels e, vegotineke gotarî ye û ne li gorî vê pirtûka ku zimanekî nazik, derbirîneke bi hostayî hatiye nivîsîn, ta min hevpeyvîna ya nivîskar bi Sermîra re dît. Hevdîtin wiha ye:Payîza sala 2012`ê ye û (Semîra) nû bûye 18 salî. Semîra çend sal berê dev ji xwendinê berda û dibe ku demek dirêj neçe heta ku bizewice. Ez hewl didim ku pê re li ser bombebaranê ku di encamê de birayê wê Bedran jiyana xwe ji dest da, neaxivim û tenê sohbetek normal pê re bikim. Min jê pirsî: “Tu li zewacê difikirî?” Bi tundî li min nêrî û got: “Ez qet nezewicim.” Min jê pirsî: “Çima?” Bersiv da: “Zarok mirin!”.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî