“Îthad û Tereqî” û mîrasa qirêj a şerê Kirimê

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

 

Têkildarî siyasetên Birîtanyayê yên giştî yên têkildarî Dewleta Osmanî nîqaşên tund hatin kirin, ji wan nêrînên balkêş hebûn ku piştra nêrîna wan rast derket, lê di dema wê da pêk nehat. Di vê çarçoveyê da parlamenter û siyasetmedarê birîtanî Charles Roden Paxton (1875 – 1942) di havîna 1911an da gotarek di “The Sphere”ê da nivîsand, ku wê demê rewş li Konstantînopolîsê pir tevlihev bû. Mizgînîya ewropayî ya bi serdemeka nû li ser destê komîteya Îthad  û Tereqîyê, ji rastîya li ser erdê ya têkçûyî mezintir bû. Lewra Paxton gotara di bin sernavê “Çi li Tirkîyayê çêdibe” nivîsand û tê da berpirsyarî û lêçûna destekdayîna birîtanî ya giştî ji bo berdewamîya desthilatdarîya osmanî anî ziman, her wiha bal kişand ser koka siyaseta birîtanî ku heta dagîrkirina Istenbolê sala 1919an berdewam kir, ew jî serwerîya “mîrasa siyasî ya şerê Kirimê” (1853-1856) li ser gîyanê siyaseta birîtanî têkildarî tevahîya mijara rojhilat ku wê demê Birîtanya û Fransa destwerdana vî şerî kirin da ku Dewleta Osmanî ji têkçûna li hemberî Rûsyayê rizgar bikin. Di vê çarçoveyê da, li herêma Deryaya Reş tundtirîn şer di dîroka wê da çêbû, ku hevalbendîya ewropayî-osmanî dikarîbûn rê li pêşîya dagîrkirina Konstantînopolîsê ji alîyê Rûsyayê ve bigirin, wekî ku çawa li Sant Petersburgê jê ra hatibû plankirin.

Hêjayî gotinê ye ku gotara Paxton “Çi li Tirkîyayê çêdibe” cureyek ji bipaşvekişîna ji hêvîyên ku wî bi xwe di pirtûka xwe ya ku sala 1909an di bin sernavê “Tirkîya di şoreşê da?”” ( Turkey in Revolution) weşand xêz kiribû. Paxton ew şoreş bi gewrtirîn şoreş di serdema nûjen da bi nav kir, ku Tirkîyayê ji qirêjeka rojhilatî ya li sr rûyî Ewropayê veguhast welatekî ciwan û bicoş ku ji nişkan ve dê jîn bibe wekî ku ji malzarokeka paşguhkirî derkeve.

Gotar wiha ye:

Çi li Tirkîyayê çêdibe?

3yê hezîrana 1911an

Charles Roden Paxton

Gelê îngilîz li beramberî karûbarê Tirkîyayê, bi hin berpirsyarîyê hest dikin. Bi rastî, em bi rêya siyasetên xwe yên borî, bûne sedem ku me nikarîbin hejmarek mezin ji xiristîyanan ji desthilata derîyê bilind rizgar bikin, ev yek jî dihêle ku em hinekî nerihet bin.

Me bi awayekî coş şoreşa 1908 ya hêja pêşwaz kir, ku bi xwe ra soza hikûmeteka hêja û bi gîyanekî hevkarî di navbera etnîkên ku ji demeka dirêj ve parçe bûbûn, dihewand. Em li pey hêvîyên mezin çûn, paşê jî em poşman bûn. Lê tiştê çêbûye pir xwezayî bû, tenê bi fêmkirina şertûmercên wê demê. Şoreş ji alîyê komîteya Îthad û Tereqîyê ve hat kirin. Her kesî bi birêxistina wê ya veşartî û komployên wê yên veşartî û lûtkeya dramî dema ku destûr ji destê sultanê dudilî hat derxistin, bihîst. Armac jê ew e ku zilma Sultan Ebdulhemîd hilweşîne û serkeftineka hêja bi dest xist. Lê taybetîyên ku dihêle mirov wêranî bike, ne heman taybetîyên ku dihêle pê avakirinê jî bike. Di wê demê da, dilsozîya bi welat û israr û amadebûna bi fedakarîya bi jîyan û malûmilkan mijareka pêwîst bû û ew bi karê xwe rabûn.

Lê ev faktor tenê têrê nakin dema mijar bibe girêdayî afirandina rêbazên nû yên desthilatdarîyê.

Hin mêrên ku berîya şoreşê bi kiryarên lehengî yên rastî rabûn, ji wê demê da bûne piştgirên tund ên siyaseta neaqilane ya ferizkirina hizirên tirkî li ser neteweyên din. Her wiha, piştî ku komîteyê serkeftin bi dest xist, girseyek ji hevalên xwe yên nerm ku bi nan û masîyan ji rêgezan zêdetir difikirin, tev li wan bûn. Di heman demê da, her çiqas nîyetên birêveberan baş bûn, lê nikarin komeka nû ku nîyetên wan ên baş pêk bînin, ava bikin, lê belê ew neçar in bi rêya kesên ku li ser kevneşopîyên xerab hatine perwerdekirin û ji bandorên bipaşverûyî ra vekirîne, bixebitin.

Di sala borî da, ev siyaset berfireh dibû. Operasyona bêçekkirnê pêk hat, hevdemî lêdan û îşkencekirinê bû li Meqedonyayê. Alban û ereb ji berdêla ku rehet bibin, tengezar bûn. Encama wê du serîhildan bûn ku heta niha jî gur in. Dibe ku ev dema betekîyê ber bi dawîbûnê ve diçe û tekez e di partî di komîteya itîhad û tereqîyê de hene; lîbralî û leşkerî. Parçebûnên vê dawîyê di “Partîya Komîteyê” da ku partîyeka parlemanî ye ji endamên komîteyê pêk tê, da xuyakirin ku kêferat, çi qasî veşartî be jî, lê berdewam e. Endamê lîberal dibe ku amajeyê bi têkçûna siyaseta tund û pêwîstîya lihevkirinê dike.

Têkçûna danûstandinên qerzan di payîza borî da li Parîs û Londonê ji Partîya Ciwanên Tirk ra tekez kir ku heger pereyên xwe li çekan xerc bikin û geşepêdanê paşguh bikin, dê neçar bimînin ku pereyan bi faîde qerz bikin. Bê guman vê yekê jî, helwesta wan kesên ku daxwaza çaksazîya giştî dikin, xurt kir. Berî dema xwe û heta niha hikmê dawî li Ciwanên Tirk hat birîn. Divê ew bi ezmûnên xwe yên qels li hemberî rewşekê rawestin ku mezintirîn mêrên dewletê lê dimînin heyirî. Ew ketin şaşîtîyên mezin, dibe ku jê fêr bibin, piştî wê dê bilikumin, an jî her û her dê noqî herîyê bibin.

Siberoja hikumê baş li Tirkîyayê, pê ra jî siberoja Împeratorîya Osmaî bixwe jî, jê di mêzên de asê ye. Tiştê ku em dikarin bibêjin ew e ku hikûmeta Tirkîyayê ya ciwan, halê hazir, ji berdêlên din baştir e. Divê ku em baldar bin. Û di cihê pêwîst da em rexne bikin, divê em her derfetan keysbaz bikin da ku em alîkarîya doza destûrî ya rast bikin. Raya giştî di nava çînên desthilatdar li Tirkîyayê pir hestyar e li hember rexneyên biyan. Her wiha bandora rojnamegerîya îngilîzî li Konstantînopolîsê bi çi halî be divê neyê paşguhkirin. Ez li bara rewşa Tirkîyayê li gor nêrîna Tirkîyayê bi xwe axivîm. Ji bîr neke ku bandoreka wê ya tekez li berjewendîyên aborî yê Îngelterayê û rewşa navdewletî heye. Lê ev alî ji meseleyê pêwîstîya wê bi giftûgoyê heye. Têrê dike ku em bibêjin ku hikumê baş ê Împeratorîya Osmanî û asta bilind a geşepêdana aborî li ser axa wê paşguhkirî ye, lê xêrdar e, dê gewretirîn qezenc bin ji bo me, li ser asta siyasî û bazirganî. Tu xwestekên me li ser axa Tirkîyayê tunene. Sikeya hesinî ya Bexdadê, heta astekê alîkarîya tirkan dike di çevdêrîya wan a desthilata asyayî û bipêşxistina hewzên Dîjle û Firatê, ku rojekê ji rojan embara libikên Împeratorîya Romanî bûn, heta ji destên me bê, ew hêjayî alîkarîyê ye. Nabe em xwe bi seba metirsîyên veşartî yên desthilat almanî, xwe jê bêpar bihêlin. Normal e ku em destê Almanîyayê li her derê li Rojhilata Jêrîn bibînin. Dibe ku metirsîyên ku em dixwin şaş bin, dema ku em bi bîra xwe bînin berî çend salan destê Rûsyayê her dem cihê şikê bû. Tirsa ji Rûsyayê me ber bi şaşîtîyên mezin ve bir,  em ê hişyarîyê bidin ku tirsa ji Almanyayê jî wiha bi serê me neke.

Lê dema ku tiştek li pêş me tunebe em xema wê bixwin, da ku em hikûmeteka xurt û birêxistinkirî li Tirkîyayê axa bikin, dê rewş ji binî ve cuda be heger şerê navxweyî yê barçebûyî berdewan bike û bipêşketin ber bi edalet û şarvanîyê ve çênebe. Paşê dibe ku careka din Tirkîya vegere rewşa xwe ya berî şoreşê û bibe jêdereka nelihevkirinê di navbera hêzên din de û bibe metirsîyeka berdewam, li ser aşitîya cîhanê. Hizira ku dibêje ji berjewendîyên me ye ku em Împeratorîya Tirkîyayê biparêzin, pîs be yan baş be, adil be yan neadil be, ew mîraseka qirêj a şerê Kirimê ye û em bi hêvî ne ku mêrên dewletê ji hemû partîyan ji vê hizirê rizgar bibin.