Îran û şerê Xezayê: Ji “rizgarkirina Filistînê” ber bi parastina Komara Îslmî ve

By ŞOREŞ DERWÎŞ

Tehran du rêyan dimeşîne; dîplomatîk, ku bi çalakbûna nexweş a wezîrê karê derve Hisên Emîr Ebdullehyan da ku fişarê li Washingtonê bike û Washington jî fişarê li Tilebîbê bike ji bo sînorekî ji planên çaverêkirî yên destpêkirina şerekî bejayî li ser erdê li dij Xezayê deyîne, lê rêya duyem a ku Îran dimeşîne û wekî temamkarê rêya yekem e, êrîş û nameyên leşkerî li dij bargehên Amerîkayê li Iraq û Sûrîyayê ye.

Yekemîn peyvên spasîyê yên tevgera Hemasê piştî pêkanîna operasyona 7ê cotmehê, pesn û spasîya Komara Îslamî ya Îranê bû. Ev yek ji nişkan ve bû heta asteka dûr, ji ber ku reftara Hemasê ne tenê peywendîyên xweş û berjewendîyên hevbeş ên di navbera wê û Îranê da rave dikir, lê belê daxwaza wê raber dikir ku Îran bi rêya şaxên xwe li herêmê wê rizgar bike û cezayên Îsraîlê yên texmînkirî, li ser wê sivik bike. Lê Îran hişyar bû, heta gihaşt astekê ku du caran bifikire berîya ku li dij Îsraîl, Amerîkayê û hevalbendên wan ên rojavayî, bikeve şerekî vekirî. Tevî ku enîya Hizbulahê bi Îsraîlê ra rojane pevçûn hene, her wiha operasyonên milîsên Iraqê yên bi ser Îranê ve bargehên Amerîkayê li Iraq û Sûrîyayê armanc dikin û Tevgera Ensar Alahê li Yemenê amadebûn û destekyîna xwe ji dûr ve dîyar dike, lê mijûlbûna Îranê tenê tê wateya guhartineka piçûk a rêgezên pevçûnên Îran-Amerîka û Îsraîlê li herêmê.

Gurkirin şermê li ser Îranê radike

Heta van kêlîyan, tevgerên birêveberîya Joe Biden ên bi lez bi rêya hevgirtina menewî û leşkerî ya vekirî bi Tilebîbê ra, dikarîbû heta astekê şer dorêç bike ku dixwaze tenê li Xezayê sînordar bike û destekdayîna wê ya herêmî rawestîne. Serdana Biden a lezgîn bo Tilebîbê, hevgirtineka menewî ya pêwîst pêşkêş kir, da ku wêneyê hevkarî û hevalbendîya xurt di navbera Washington û Tilebîbê, ava kir. Ji dema birêveberîya serok Abraham Lincoln, ev yekem serdana serokê Amerîkayê ku derbasî herêmeka şer dibe ku tê da artêşa Amerîkayê ne serwer e. Her wiha, wekî beşek ji tedbîrên sînordarkirina çarçoveya şer û dîyarkirina desteka ji Îsraîlê ra, Washington bi awayekî lez hebûna xwe li Deryaya Spî bi rêya keştîya balafiran “USS Eisenhower” xurttir kir, da ku tevî keştîya  “Gerald Ford”ê ku piştî êrîşa Hemasê li herêmê bi cih bûbû.    Di heman demê da, Amerîkayê komek ji çekên bipêşketî radestî artêşa Îsraîlê kir. Ji alîyekî din ve jî, Washington amadebûna hêzên xwe yên bejayî da xuyakirin û ket rewşa amadebûnê ku dê dron û moşek bi ser baragehên wan ên li Sûrîya û Iraqê bên.

Daxuyanîyên Amerîkayê yên ku banga xweragirtinê li Îranê dikin, her wiha îşaretên Îranê yên ku naxwaze bikeve vî şer tenê eger ku ewlekarîya wê rastî metirsîyan hat, rastîya rewşa li ser erdê nîşan nade, ji ber ku metirsîya gurkirin û berfirehbûna şer heye. Di encamê da, her meyleka ber bi şerekî vekirî ve, ev yek tê wateya jinûvedanîna sîstemeka herêmî ya nû ku cehwerê wê ne dîyar e an jî, alîyê ku tê da bi ser bikeve jî ne dîyar e. Lê di her halî da, tiştên ku komên ku piştgirîya xwe ji Îranê dikirin, li herêmê dikin, nagihêje asta gurkirina yekser, lê dikeve çarçoveya siyaseta hwandinê ya ku Tehran dizane vê yekê bike. Tiştên girîng û destpêkê yên ji Îranê ra di vê navberê da şerekî heremî ye, lê armanca sereke parastina tiştê ku wê ji tevgera Hemasê bimîne. Ji ber vê yekê, Tehran du rêyan dimeşîne; dîplomatîk, ku bi çalakbûna nexweş a wezîrê karê derve Hisên Emîr Ebdullehyan da ku fişarê li Washingtonê bike û Washington jî fişarê li Tilebîbê bike ji bo sînorekî ji planên çaverêkirî yên destpêkirina şerekî bejayî li ser erdê li dij Xezayê deyîne, lê rêya duyem a ku Îran dimeşîne û wekî temamkarê rêya yekem e, êrîş û nameyên leşkerî li dij bargehên Amerîkayê li Iraq û Sûrîyayê ye.

Di nav wan nameyan da, hêzên Amerîkayê yên li baregeha Eyn El-Esedê ya rojavayê Enbarê û baregeha Herîrê ya asmanî ya nêzî Hewlêrê, rastî êrîşan hatin. A balkêş ew bû ku awayê yekbûna birêxistinî ya milîsên Iraqê derket holê ku di bin navê cuda da kar dikirin, lê niha di bin sernavekî giştî da “Liberxwedana Îslamê li Iraqê” kar dikin  û di çarçoveya xebatên xwe da, baregeha Tenef, Konîko û zevîyê El-Umer û baregeha Amerîkayê ya nêzî Dêrîkê li Sûrîyayê armanc kirin. Di heman demê da, milîsên Îranê yên girêdayî Hizbulahê li ser sînorê bi Colanê ra, bi awayekî zêde belav bûn. Mirov dikare operasyonên ku şaxên Îranê yên girêdayî “Feylq El-Qudis” dikin ji bilî ku nameyên Îranê ne digihêjin baregehên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê bi nav bike, di heman demê da wekî şerekî pêşwext ê parastina Îranê bixwe û berfirehkirina serwerîya wê li Sûrîyayê û Iraqê û her wiha li Libnanê.

Her wiha, li başûrê Libnanê jî ku tê da tevgerên êrîşan ên sînordar hene, nagihêjin asta şerekî vekirî ku Hizbulah bi dirûşmeya “yekbûna qadan” nîşan da, qada herî nêzî tiştê ku li Îsraîlê diqewime. Lê hesabên stratejîk ên baldar ên Îranê, wê hewl bide ku Hizbulah nekeve şerekî vekirî, dibe ku ev şer wêrankar be û nîşaneya şerekî herêmî ku Hizbulah lawaz bike ku ew wekî “cewhera tacê” ya împeryalîzma Îranê li herêmê tê binavkirin. Eger ku senyaryoya derbasbûna Hizbulahê wê ji bo Îsraîlê bi êş be ji ber ku ji şerê 2006an ve faktorên pisporîya leşkerî zêde bûye û bi dehhezaran moşek di destê Hizbulahê da hene, ji ber vê yekê jî ihtîmala derbasbûna Amerîkayê û heta Almanyayê nava şer heye. Ev tev de di hundirê derdoreka siyasî, civakî û aborî ya qelp da li welatî qels mîna Libnanê, ev yek dê bihêle Îran li beravên Deryaya Naverast bêhtir desthilata xwe ji dest bide.

Şerê li Xezayê hewldanên Amerîkayê yên pêkanîna normalîzekirina di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê heta astekê asteng kir. Armancên Amerîkayê yên avakirina enîyeka herêmî ya nû dikarîbû li pêşîya belavbûna Îranê li herêmê bigire û di encamê da, giranîya hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn sivik bike, bi vê yekê ra jî wê Amerîka hîna zêdetir bala xwe bide rûbirûna bi Çînê û tiştên li Ukraynayê çêdibin. Lê ev astengî êdî bû girêdayî dirêjbûna şerê îsraîlê li dij Xezayê û bertekên ereban di vê derbarê da. Ev yek ji bilî ku normalîzekirin wê li ser şertê erebî (Siûdî) yê jinûvevejandina xebatên aşitîyê li ser esasê çareya herdu dewletan girêdayî bimîne. Ev yek jî wê bi awayekî temamî tevgera Hemasê ji çarçoveya danûstandinên Îsraîl-Filistînê derxîne, eger ku şerûmercên xweyîtî û boçûnî peyda bûn.

Lê li hemberî vê yekê jî, Îsraîl pê hesîya ku şerê li Xezayê dibe ku şopandina wê ya ji nêz ve li tiştên ku li Sûrîyayê û Libnanê çêdibin, tevlihev bike. Ji ber vê yekê jî, dest bi bombebarana li pey hev li dij balafirgehên Heleb û Şamê kir û di encamê da herdu balafirgeh ji xizmetê derketin, da ku leşker û çek bi rêya wan derbasî Îsraîlê nebin.  Lê asta belavbûna milîsên girêdayî Îranê li Sûrîyayê êdî nayê kontrolkirin, di demekê da ku rewşa ewlekarîyê li ser sînorê Sûrîya û Iraqê lawaz e û Îran derbasî Sûrîyayê û xeta sînorê bi Iraqê û Libnanê û herêmên cîranên Colanê bûye. Ev yek jî dibe ku Îsraîlê di hundirê axa Sûrîyayê da êrîşên xwe zêde bike û çalakîyên Îranê armanc bike, ev yek jî dibe ku rejîma El-Esed lawaz bike, eger ku serwerîya Îranê di sînorekî dîyarker da, ranewestandin. Dibe ku ev yek bala Şamê bikşîne ku danûstandina bi tevgerên Îranê ra gelek lêçûnan dixwaze û ev yek dê lihevkirina wan tevlihev bike.

Temenekî din heye dê li ser milê Îranê e heger piştgirîya ragihandî a “Hemasê” bike. Washington û Bruksel li hindik ma ku biryarekê bidin ku çi dewlet û hebûnên ku vê tevgerê fînanse dikin dê bên cezakirin û dê tevgerên wan ên diravî di nav da jî pereyên şîfretkirî, bên girêdan. Piştî operasyona 7ê cotmehê rexneyên tûj li siyasetên serokwezîrê Îsraîlê, Benyamîn Netenyaho hatin kirin, ku bi fînansekirinên Qeter û Îranê yên bo tevgerê ne sirt e û çavê xwe ji ser “çenteyên dolaran” yên ku bi ser tevgerê da hatin, girt. Ji ber wê hêsan e ku Qeter xwe vekişîne, lê zehmet e ku Îran raweste, lê ew dê di bin çavdêrîya Îsraîl û rojava da be û siyaseta fînansekirinê bibe karekî metirsî dar ku dê cezaya bi ser Îranê da bibarîne, ku ew jî ne kêmî van cezayan e.

Tevlîbûna Hizbulahê di şerekî vekirî da, ji bilî şerê moşekan ê sînordar, dê zîyaneka mezin bigihîne Îsraîlê û dê şerê xwecihî veguherîne şerekî herêmî. Lê tevlîkirina Hizbulahê dê bihêle Amerîka li xwe vegere da ku di rûyê wê da raweste, bi taybet ji ber ku alîyên navbeynkar ên mîna Fransayê bang kir ku Libnan û Hizbulah dûrî tiştê ku li Xezayê rû dide, bikevin. Di dawîyên da welatên rojavayî dê bi biryara Amerîkayê ra bin da ku di rûyê Hizbulahê da rawestin.

Bi awayekî giştî li pêşîya Îranê rûbereka teng heye da ku lê tevbigere û amajeya şerekî vekirî bike. Ew rûbirûya berhevkirineka bi êş e; Erêkirina hilweşandina tevgera Hemasê wekî parçeyekê ji kevala serdestîya wê li deverê, an jî ber bi rewşekê ve biçe ku dê parçeyên din ên kevala serdestîya xwe ji dest bide, ew jî bi rêya tundîya ji her du alîyan. Di encamê da, gihandina şerekî herêmî, wê girîngîyên Îranê û siloganên wê werin guhartin, ku dê Tehranê ji silogana “Rizgarkirina Filistînê” veguhêzîne “Parastina Komara Îslamê li Îranê” ev yek jî xweragirtineka berfireh û şansên mezin dixwaze, da ku zemînên pevçûn ji rêya xwe dernekevin.