Îmralî.. qada serweriya bêsînor û rizgariya civakî ye

FERHAD HEMÊ

Ji dema rûxandina pêvajoya aştiyê ya di navbera Ocalan û dewleta Tirk de sala 2015an û şûn ve, hema bibêje rojane atmosfera Kurdistanê, ax û gelê wê, Bakurê Rojhilatê Sûriyê jî di nav de, tên binpêkirin. Ev yek me digihîne wê rastiyê ku tecrîda li ser Ocalan hatiye ferzkirin û bidûrxistina wî li girtîgeha îmraliyê di nava deryaya Marmarayê de, ji nêz ve bi wan binpêkirinan girêdayî ye.

Li gorî vê perspektîfê, Ocalan dest bi vekirina kunekê di hundirê sîstema mafên microvan bi giştî û bi taybetî di pergala doktirîna liberal de, kir, a ku li ser bingeha cudakirina mafê takekesane ji mafê kolektîf hatiye avakirin. “Doza kesayetî“ ya ku li ser Ocalan hatiye sepandin ti wateya xwe ya hiqûqî û ne jî exlaqî nine. Ji ber ku têgihiştina kesê bêyî nasnameya civakî, li gorî Ocalan, ji bilî sofîstên navendî yên Ewropî, ne tiştekî dî ne.

Piştî ku cezayê bidarvekirinê derbarê Ocalan  ji hêla dadgeha destûrî ya Tirkî ve der ket, di dîmeneke komîk û raberkirî de li gorî wî bi xwe, ew ceza yê ku ji hêla dadgeha Ewropî ya mafên mirovan ve cihê rexnedayînê bû, bi taybetî ku dadgeha Tirkî ne serbixwe û bêalî ye, û piştre jî dadgehên Ewropî yên pêwendîdar jinûdarizandina wî red kirin û tenê doza rakirina bidarvekirinê kirin, ji ber ku ew li dijî peymana Ewropî ya mafên microvan e, piştî vê gişî, doza Ocalan ji bîst salan û şûn ve, rastî taloqkirin û piştguhkirinê hat.

Ji hêla xwe ve, Ocalan gelek caran bang li şaristaniya fermî ya Ewropayê kir, a ku meşa mafên mirovan a cîhanê bi rê ve dibe, 9 parêzname pşkêşî dadgeha Ewropî ya mafên mirovan kir da bi wêrekî li ser bingeha mafên rewa darizînê bi rê ve bibe, lê bêyî encam ma.

Demekê meriv disekine û meraq dike, gelo çima Ocalan berê xwe dide parzemîna Ewropayê û saziyên mafên mirovan ên ku doza wî paşguh dikin? Di rastiya xwe de sê faktor li pişt vê hene, faktora yekem ji aliyê Ocalan bi xwe ve yê ku wiha bersiv da: “Guman nakim ku ji dema ku min lingê xwe avêjt Ewropayê heta ku min xistin îmraliyê, bi tevahî di nava hevgirtinekê de pêk hatiye. plansaziya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê de, min qet guman nekir ku rola bijarte ya komarên Tirkiyeyê tenê parastina girtîgehê ye.” Di wateyekê de Ocalan berpirsyariya girtina xwe ya keyfî dide ser milên sîstema Rojava û ev yek li gorî mezinahiya komploya ku ji aliyê tora Gladio ve li ser xeta Atîna, Roma û Moskowê hatiye çêkirin tê fêmkirin. Ya duyemîn jî, Ocalan dibîne ku tevî hemû kêmasiyan mafê wî ye ku di warê mafên takekesî de ji qanûnên Ewropayê sûd werbigire. Li vir mebesta wî binpêkirina mafê penaberiya siyasî, redkirina ji nû ve dadkirinê û ne rêzgirtina ji serweriya qanûnê ji aliyê sîstema NATO, tora Gladio û berjewendiyên sermayeyê ve. Di dema ku Ocalan li pişt faktora sêyem armanca wê ye ku nakokiya siyasî ya pirsgirêka Kurd bigihîne qada giştî ya Ewropayê, ji ber ku di serdema me de şêwazên dadweriyê yên heyî yên li parzemîna kevnare weke şêweyên herî xweş tên dîtin. Ji ber vê yekê ew li dijî qanûn û makezagonên Tirkiyeyê ye ku hevkarê aborî yê Yekîtiya Ewropayê û hevalbendê wê yê ewlehiyê di NATOyê de ye. Li gorî vê yekê Ocalan dibêje, “Ez di bin desthilatdariya rejîmekê me ku li derveyî çarçoweya giştînameyên, qanûn û makezagonên li dijî mehkûm û girtiyên li Tirkiyeyê tên sepandin”.

Divê em ji Ocalan bawer bikin dema ku dibêje jinûvegerandina cezayê wî ne xema wî ya sereke ye û ne jî armanca sereke ya giliyê wî ye. Berevajî vê, nêzîkatiya wî vegerandina dadweriya Ewropî ye, tevî ku pêşniyazên wî yên siyasî ji ber berjewendiyên stratejîk ên NATO-yê têne dorpêçkirin. Ji salên nodî yên sedsala borî ve, Ocalan pê hesiya ku şerê leşkerî wê nekare pirsgirêka Kurd û demokrasiya li Tirkiyeyê çareser bike. Dewleteke bi temamî destûrî be nikare ti mînaka garantîyekê li hember hilweşîna siyasî û saziyên wê bide, lê bê guman ew şertek pêdivî ye ji bo kontrolkirina demokratîk û pêşkeftina aştiyane ya pergala siyasî, ku di Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan de îfadeya xwe ya hevpar dît. Berevajî NATO’yê, Yekîtiya Ewropayê ev pîvan di çarçoveya krîterên Kopenhagê de veguherandiye şertê endamtiyê. Ev reformên ku serweriya qanûnê diparêzin, ne tenê kêmkirina êşkence, windakirin û koçberkirin û wêrankirina mal û milkên wan, herwiha pênasîna bi nasnameya kurdî û xweseriya herêmî û rewakirina zimanê wan e. Ji vî alî ve, çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêkanîna dewleta makezagonî ya bi şêweyê “Komara Duyem” ve girêdayî ye. Ev rêbaz e ya ku Ocalan bi rê ve dibir da têreçûnê di hundirê dewleta Tirk de çê bike.

 

Di rastiyê de, Ocalan ji bo şaristaniya Ewropayê nîqaşan dike, bi heman argumana ku fîlozofê Alman Hegel di pirtûka xwe ya bi navnîşana “Kokên Felsefeya Mafî” de der barê fikra cezakirina tawanbaran de pêşkêşî dike. Li gorî Hegel, derxistina darazê ya li dijî sûcdar, bi qasî ku îfadeya mirovahiya wî ye jî ne neheqî tê dîtin. Rawestandina bê hukm namûsa kêfa exlaq û mirovahiyê di heman demê de ji mirov û neteweyê dûr dixe. Ramanbîrê Îtalî, George Agamben, di danasîna vê nakokiya avahîsaziyê ya di nava şaristaniya rojavayî de, ev perspektîf wek formula ” Homeroskir” bi nav kir, ku tê wateya mirovê tacîzkirî û rû bi rûyê mirin û kuştinê tê dûr ji hebûna wî di sîstema exalqî û yasayî de, çimkî zagonên awarte sîstema mafî hilweşandiye.

 

Dema ku dewletên Ewropî, di bin zexta tora Gladioyê, maf, penaberiyê nedan Ocalan piştî ku ji Sûriyê der ket, aramanca wan ji wê ew bû ku têkoşîna gellê Kurd a bi sembolîzma Ocalan, ji qada giştî ya Ewropî bêyî par bihêlin, û di heman demê de dixwstin ku Ocalan berê xwe bide xwekuştinê, wisa teqez dib edema ku karmendên balyozxaneya Yûnanîstan, li Kenyayê şek radestî wî kirin, ne ji bo xweparastinê weke ku hate îdîakirin, lê bi mebesta ku Ocalan xwe bikuje dema ku kêliya dîlgirtinê nêzîk bibe. Ocalan bi xwe çend caran amaje bi vê yekê kir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2019an de Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ji ber kiryarên nehiqûqî yên li ser doza Ocalan şermezar kiribû, lê revandina Ocalan ji Kenyayê bo Tirkiyeyê sûcekî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nake. Bi ser de jî, ew dîsa jî red dike ku Ocalan ji nû ve dadbar bike, ji tirsa eşkerekirina cewherê revandinê, ku tê de welatên Yekîtiya Ewropî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îsraîl û Rûsya hene. Ocalan li ser vê dualîteya şaristaniya Rojava wiha dibêje: “Tecrûbeya min dilopek avê di okyanûsekê de ye li hember tabloyên herî bi xwîn ên dîroka hêza Ewropa û Amerîkayê, ji şerên hovane yên kolonyal heta şewitandina sêrbazan, ji mezhebî. şer heta şerê neteweyî û ji têkoşîna çînan heta têkoşîna îdeolojîk.” Piştre jî Ocalan di tecrîdê de ma û ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar ma.

Îmralî ji tecrîdê ber bi rizgariyê ve

Bi serweriya netew-dewletê re di warê têkiliyên navneteweyî de, girtîgehên giravan dest bi xurtkirina têgeha serweriyê kirin, û ev yek bû navgîneke hevpar a ji civakê veqetandina şervanên azadiyê û parêzvanên azadiyê bi awayekî fîzîkî û sembolîk. Li gorî antropologê Avusturalya Michael Taussig, zindana giravê mîna karantînekê ye. Her wiha jiyankirina li keviyên cih ên netew-dewletê, tê wateya jiyankirina li ser pêderiyê hiqûqê û ne di çarçoveya wê de. Di vê wateyê de ku jiyana li qadên bi vî rengî yên wekî herêmên veqetandî, herêmên dagirkirî, kampên penaberan, zindan û girtîgehên giravê, her demê di bin serweriya Rewşa Awarte de ye. Ev kevî û pêderî yên ku desthilatdariya zagonsaz, îcrakar û dadwerî tê de wek desthilatdariyek bêsînor nayê cudakirin û ne pêkan e ku rewatiyê û tundîtiyê ji hev cuda bikin. Li vir mirov xizan dibe û ji parastina rewa û exlaqî bêpar dibe.

Di rewşa Ocalan de, ta bi şert û mercên takekesiya hemdem ên qanûnên navneteweyî jî li ser wî pêk nayên. Ew ne xwediyê statûya xwedîtiyê û ne girêdayîbûna malbat û neteweyê ye. Ji ber vê yekê bi salan e Ocalan ji hevdîtina bi parêzer, malbat û gelê xwe re bêpar e. Lê paradoks ew e ku dema bi Ocalan re têkiliyek çê bibe, ev tecrîd vediguhere xwestekek kolektîf a ku çirûskek hêviyê der dixe holê. Ji lew re, girîngiya peyamên wî navenda gotara siyasî û qada giştî digire, bi wî re cîhê marjînal vediguherîne motîvasyonek ji bo ji nû ve teşekirina têgîna aîdiyetê di nav alîgirên dadmendî û aştiyê de.

Tecrîda li ser Ocalan a li Îmraliyê her tim îspat kiriye ku ev qadeke ku hem dewlet û hem jî tevgera Kurd tê de têkoşîna xwe ya siyasî, hiqûqî û hebûnê dikin, dewlet armanc dike ku Îmraliyê bike cihekî sembolîk û bi astengkirina mafê jiyanê û parastina rewa ya neteweya Kurd ku di kesayeta Ocalan de cih girtiye, serweriya xwe ya teqez li ser ferz dike. Ocalan bi têkoşîna xwe ya dîrokî û serkeftina xwe ya ku bi kiryar û nivîsên xwe yên li girtîgehê ava kirine yekane ye, ji bo têkbirina feraseta serweriya netewe dewletê vê bendavê vediguherîne hêlekê. Ocalan cewherê şert û mercên giran ên li vê girtîgeha tecrîd dipejirîne û wiha got: “Bersiva yekem a ku ez dikarim bidim pirsa çawa li ber xwe bidim, wê dîsa bi vî rengî be: Ez bi qasî rastiya xwe ya civakî dijîm”.

Name û nivîs ên Ocalan ên di navbera salên 2013 û 2015’an de di serdema giftşgoyên aştiyê, rêkeftinên siyasî yên demokratîk û lidarxistina konferansan li gorî pêşniyarên wî, ji raya giştî re şandibû, di dilê feraseta serweriya kevneşopî ya Tiekî de qelş çê kirin. Komxebat, civîn û serdanên rojane yên ku ji aliyê aktorên siyasî yên Kurd û Tirk û hevgirtina rizgariya cîhanî ve têne organîzekirin, li Amed, Cizîr, Mêrdîn, Wan, Pirsûs, Hewlêr, Qamişlo, Kobanî û Ewropa bû sedema derketina tevgereke pir navend û pir alî ya rewşenbîr, rojnamevan, ciwan, jin û demokratan. Ev atmosfer bibû vedenga gihiştina laşên civakî û takekesî bo hev û din û di bin sîwana projeya rizgariyê yê ku hêviyên mezin bi xwe re anî.

Ocalan di wê serdemê de careke din li ser veguhertina demokratîk a civaka Kurd û avakirina dewleteke destûrî ji bo bidestxistina mafê çarenûsî şertekî bingehîn girêdide. Lê belê, di bihara 2015’an de hesabên desthilatdariyê, hegemonyaya yekalî û parêzvanên şîdeta dîrokî li dijî pêvajoya aştiyê derketin, bi taybetî dema ku Erdogan nekarî rê li ber mezinbûna populerbûna HDP’ê bigire û rê nede ku derbasî parlamentoyê bibe. Ji ber vê yekê Enqereyê li dijî hemû kesî kampanyaya çewisandin û zexta hîsterîk a sîstematîk û bi taybetî jî li dijî Kurdan dest pê kir, şerê bê merhemet kir. Yek ji hevkarên NATO’yê yên Tirkiyeyê îtîraz nekirin ku Erdogan bi vî rengî li dijî gelê xwe tevbigere. Di dema ku di Encûmena Ewlekariyê de ti kes amade nebû dosyaya hikûmeta Tirkiyê û artêşa Tirkiyê bi tometa pêkanîna tawanên şer radestî Dadgeha Tawanan a Navdewletî bike. Eşkere ye ku rola stratejîk a ku Tirkiye wek baregeh û baregeheke leşkerî li Rojhilata Navîn û wek mertalek parastinê li dijî penaberên herêmên şer dilîze, ji hemû pênasîna bi aştî û mafên mirovan girîngtir e.

Zimanê tundîtî û şer bûye nifirek ku rastiya vî welatê ku ji roja damezrandina xwe ve bêhêz ji dayik bûye, stem dike. Pêşniyazên Ocalan ên ji bo aştî û demokrasiyê di şerekî ku ji sînorên Tirkiyeyê derbas dibe û niha rojane Kurdistana Iraq û Sûriyeyê di nav xwe de dihewîne, bi gelek kampanyayên çewisandin, girtinên girseyî û bombebarana hewayî ya berdewam hatin bersivandin.

Li hemberî vê atmosfera reş, di demên dijwar de jî derfeta rizgarbûna ji bindestî û tundîtiyê tevî ku dijwar e jî lê pêkan e. Divê em bi wê yekê tenê razî nebin ku rejîma Erdogan rojekê bi dawî bibe. Berxwedana çalak pêwîst û gengaz e û Ocalan bi nivîs û daxuyaniyên xwe yên berê bi parêzer û malbata xwe re rê û rêbazan dide. Lewma şikandina tecrîda li ser Ocalan divê yek ji armancên lezgîn be.Têkoşîna Kurd di vê rêyê de sêwî nemîne, ev mijareke azadiyê ye ku bi têkoşîna gerdûnî ve girêdayî ye.

Ji ber vê yekê, divê em di çarçoveya salvegera girtina wî ya bîst û sêyem de vegerin ser tezên Ocalan ên li Îmraliyê û di vê çarçoveyê de tenê em dikarin şîreta ramyarê Fransî Georges Bataille dema Nietzsche dixwînin bikin, ku divê mirov xwîn birijîne. Nietzsche bi xwe dema dinivîsand xwîn jê dihat. Wesfeke ku ji bo xwendina pirtûkên Ocalan ên li girtîgehê jî derbasdar e. Divê mirov rêyeke bi heman rengî ya dijwar jî hilbijêre, bi girîngiya xetên giran ên Ocalan bi edalet, azadî û aştiyê bawer bike.