Hilweşîna rejîma El-Esed û şerê li dij Rojava

Nivîskar: Tariq Hemo

Dewleta tirk rûdanên li Sûriyayê yê dawî ji bo pêkanîna pîlana xwe ya dagîrkirina Rojava bi kar tîne. Di dema ku HTŞ dest bi êrîşa xwe ya berfireh kir, Heleb, Hema, Humus û Şam girt dest xwe, rejîma AKP/MHP çeteyên “Artêşa Niştimanî” ser bi herêmên  Şehba, Tilrifet û Minbicê ve ajot. Bi hemû hêza xwe dewleta tirk destek da çeteyan û bi belafir û dronan pêşiya êrîşên wan vekir. Jixwe di warên siyasî û ragihandinê de jî, dest bi kampaniyek reşkirina Rêvebiriya Xweser û HSDyê hat kirin.

Wek her hemleya dagîrkirina herêmên  Rojava, desthilatdariya AKP/MHPyê lempa kesik ji çeteyan re pêxist û derfeta kuştin û talankirina kurdan da wan. Li Şehba, Tilrifet û Minbicê, çeteyan bi dehan welatiyên kurd kuştin û bi hezaran revandin û êsîr girtin. Li pêşiya kamîreyan kurd hatin kuştin û infazkirin. Sûcên şer li dij mirovayetiyê hat kirin. Dewleta tirk lez da pîlana kuştin û derbiderkirina kurdan. Xwest pêşveçûnên dawî û derbasbûna HTŞyê ya Şamê, destdanîna li ser iqtîdarê û reva dîktator Beşar El-Esed, ji bo pêkanîna pilana xwe ya kuştin û derbiderkirina kurdan bi kar bîne.

Di medya civakî de dîmenên bi sedan êrîş û sûcên li dij mirovayetiyê tên kirin. Welatiyên kurd li ser nasnameya xwe ya etnîkî tên kuştin û derbiderkirin. Ev hemû sûc li ber çavên cîhanê tên kirin. Çeteyên girêdayî dewleta tirk heta bi nexweşiyên li nexweşxaneyan dikujin. Li gorî agahiyên herî dawî, li nexweşxaneya Minbicê, çeteyan bi dehan kesên ku li wir dihatin dermankirin, kuştin. Di malperên tevna civakî de bi dehan dîmen û vîdyoyên kurt hene, yên ku sûcên çeteyên AKP/MHPyê li dij kurdan diyar dikin.

Li dij Rojava komkujî pêk tên. Ev komkujiyên ku çeteyên girêdayî dewleta tirk dikin, hemû pilankirî ne û bi armanca jiholrakirina gelê kurd li Rojava û tevahiya Sûriyayê tên kirin. Desthilatdariya AKP/MHPyê bawer dike, ku ev hemû sûc dê bê lêpirsîn û hesabxwestin derbas bibin. Ew bawer dike ku eger hat û ev sûc bi rêya rêxistinên parastina mafên mirovan, ji bo dewletan û rêxsitinên navnetewî hatin şandin, dê tu encam jê dernekve. Jixwe dewleta tirk nema guh dide rêxistinên parastina mafên mirovan. Ew xwe wek alîgerê cîhadîst û çeteyan qebûl dike navê “şoreşgeran” li wan dike.

Niha li Minbicê sûcên şer tên kirin. Çete kurdan li ser nasnameyê dikujin û dest didin ser mal û milkên wan. Ew dixwazin kurdan derbider bikin û di cihên wan de kesên li derveyî herêmê bi cih bikin. Wek çawa ku dewleta tirk li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî sûc kir û sivîlên kurd kuşit, koçber û derbider kir, wiha dixwaze li tevahiya Rojava jî bike. Desthilatdariya AKP/MHPyê dixwaze di çend rojan de pilana ku bi dehan sal jê re veqetandinî ye, pêk bîne.

Niha gelekî girîng e ku dezgehên ragihandinê, rojnamevan û hemû çalakvanên medya civakî, sûcên şer ên çeteyên dewleta tirk qeyd û tomar bikin. Divê dosyên berfireh yên ku hemû şêwe û cureyên sûcên şer ên çeteyan nîşan didin, werin amedekirin. Ev dosya dikarin ji bo tevahiya cîhanê werin pêşkêşkirin. Divê rûyê reş yê dewleta tirk û alîkariya wê ya terorê were deşîfrekirin. Ji sala 2011an û heta niha destê dewleta tirk di nava xwîna gelê Sûriyayê, bi taybet kurdan de heye. Divê hemû aliyên vê siyaseta qirêj werin ronîkirin. Alîkarî û destekdayina ji bo DAIŞ û cîhadîstan jî divê were diyarkirin.

Xalek din ya girîng heye, ew jî valaderxistina şerê taybet li dij kurdan, HSD û Rêvebiriya Xweser e. Divê dezgehên ragihandinê yên Rojava hayedar bin û vî şerê taybet vala derbixin. Divê bi nûçe û şîroveyên dezgehên ragihandinê yên dewleta tirk û çeteyan, bawerî neyê kirin. Li dij kampaniya belavkirina nûçeyên derew û berovajîkirina rastiyan, divê odeyek şopandinê were avakirin, da ku li dij şerê taybet bisekine û rastiyê diyar bike. Bi taybet pêkhateya ereb divê bi aliyên vî şerî were agahdarkirin. Divê pêkhateya ereb rûyê reş ê desthilatdariya AKP/MHPyê nas bike û rastiya çeteyên kirêkirî yên wê bizanibe. Jixwe armanca herî sereke ya şerê taybet sorkirina pêkhateya ereb li dij xweserî û HSDyê ye.

Rojava rastî şerekî giştî yê man û nemanê tê. Divê tevahiya gelê kurd û dostên xweserî, HSD û hemû hêzên demokrat, azadîxwaz li cîhanê xwedî li Rojava derkevin. Li vir rola dîplomasî û ragihandina Rojava gelekî girîng û diyarker e.