Hisên Cimo
Mîrateya serokê Amerîkayê Woodrow Wilson (ji 1913an heta 1921ê ku li ser desthilatdariyê bû) û taybet rêgeza mafê gelan a diyarkirina çarenûsa xwe heta destpêka salên 70yî di sedsala 20an de, di siyaseta derve ya Amerîkayê de bi awayekî beşî çalak bû. Her wiha, ev mîrate ji bo armancên propogandeyê jî dihat bikaranîn, ji bo xêzkirina wêneyê exlaqî ku xwe bike ku ew li pêş Yekîtiya Sovyetê bû, ku Yekitiya Sovyetê di vî warî de ji Amerîkayê û bloka rojavayî bi tevahî bi pêş de bû. Lê dema ku Henry Kissinger erka şêwirmendiya ewlekariya neteweyî di destpêka sala 1969an de wergirt, siyaseta derve ya Amerîkayê derbasî pêvajoya qutbûna ji exlaqê siyasî bû. Kissinger jî di bîranînên xwe yên bi navê “Salên nûkirinê” ya ku sala 1999 hate weşandin dibêje:
“Destwerdana Amerîkayê di doza kurdan de (di bi dehan salên berê de) ji ber sedemên îdyolojî û stratejî bûn. Mîrateya Wilson dihişt ku em ber bi destek û piştgirîya mafê diyarkirina çarenûsa gelê kurd ve biçin, lê di encamê de dubendiya siyasî ya herdem ya Amerîkayê derket holê: Qeydên sînordarkirî yên pabendbûna Amerîkayê ya exlaqî li herêmeke dûr û kaşû kûç ku zehmet e em bigihêjin wê derê, wekî kantonên çiyayî yên kurdan, di demekê de ku gelek dewlet bandorê heta asteke mezin li berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê dikin”. (كيسنجر – سنوات التجديد – دار كلمة، العبيكان – ص 508)
Di jêgirtina borî de, Kissinger behsa du handerên Amerîkayê yên piştgirîya dozekê kir û wekî nimûne doza kurdan, handera îdyolojî û handera stratejî bû. Lewra, tiştên ku Kissinger di siyaseta Amerîkayê de hêdî hêdî pêk anî “îdyolojiya exlaq” di handerên siyasetên Amerîkayê de derxist. Ev yek jî bi awayekî aşkere kir, lê tevî yekê jî heta dawiya jiyana xwe û -bi awayekî sosret- ji kesên ku ji helwesta Washington a “ne exalqî” fêm nekirine, matmayî ma. Di heman demê de, Kissinger herdem hewl da ku Kurdistanê wekî dijwar û çiyayî û dûr bide nîşandan, wekî ku çawa beşek ji axa çolistanê li ser heyvê ye û nikarin bigihêjin wê ku bi awayekî normal destekê bidinê.
Kissinger dikarîbû ku jinûve siyaseta derve ya Amerîkayê di nava atmosfêreke nû de ava bike, lê tiştekî pir girîng da dijminên Amerîkayê ji bo di propogandeya li dij bloka rojavayî bi kar bînin ew jî têkçûna exlaqî ya rojavayî û taybetiyên wan ên çewt û ne rêzgirtî di siyasetê de.
Bi awayek giştî, Kissinger beşdarî têkçûna şoreşa kurdan a li herêma Başûrê Kurdistanê ya sala 1975an bû û êdî navê wî di wêjeya kurdî de bi xapandina ku pêk anî û Mele Mustefa Barzanî xist wê xefkê, hate girêdan. Lewra, heta roja îro jî kurd dema ku behsa Kissinger dikin, tenê behsa vê bûyerê dikin ku wêneyeke reş a siyaseta Amerîkayê da avakirin. Lê ji bo em zemîna têkiliya Kissinger bi kurdan re û nêzikatiyên wî yên cuda di gelek deman de û pûtepêdana wî ya berdewam ku xwe ji tiştê ku bi kurdan hatiye bêrî bike, ava bikin, divê beriya wê em hewldana xwendina fikirê Kissinger û çawa siyasetê dibîne, bikin. Her wiha, ya herî girîng jî ev kesê mezin girêdayî kîjan serdemê ye, ku ji dijminê welatê xwe û hevalên wî yên piçûk ra wêneyê “Amerêkaya nebaş” di cîhanê de, xêz kir, piştî ku heta wê çaxê Washington ji hevalbendên xwe yên rojavayî cuda bû yên mîna Brîtanya û Fransa ku hê jî li ser mîrateya xwe ya dagîrkirin û mêtingeriyê ya nijadperest bûn.
Metternich wekî mamoste
Mirov nikare mêjîyê Kissinger yê di avakirina siyasetê de fêm bike, bêyî ku çavkanîyên ramanên wî di “rasteqîniya siyasî” de diyar bike, ku di dirêjahiya jiyana xwe de ji xwe re esas girt û di encamê de karaset bi ser gelek gelan de li tevahîya cîhanê pêk anî, ji Vitnamê bigire heta Chile û Kurdistanê.
Di vê çarçoveyê de, Kissinger berdewamiyeke nû ji siyasetmedarê navdar ê Awusturyeyê Klemens Metternich e, ku di sala 1809an heta 1848an de wezîrê karê derve yê Awusturyayê bû. Metternich rêgezên milkiyetê bo seqemgîriyê li Ewropayê li dij “buhara gelan” wê demê danî, ku şoreş li tevahiya parzemîna Ewropayê rabû û bi saya hevalbendiyên ku Metternich di navbera rejîma Ewropayê ,ilkdariyê de danî ew şoreş hatin têkbirin. Her wiha, dîplomasiya Metternich serdema Napoleon Bonaparte û çi kesê ku nûnertiya wî dikir di salên bi dû da, bi dawî kir. Her wiha, Kissinger rêgeza “hevsengiya hêzê” û dispilîna sîstema navdewletî dûrî îdyolojiyan, ji xwe re esas girt. Her wiha, Kissinger nêrînên xwe di teza xwe ya derbarê “aşitiya dirêj” li Ewropayê piştî têkçûna Napoleon Bonaparte sala 1815an de nivîsad, ku bal kişan ser çawaniya danûstandina bi mêrên dewletê re yên ku lihevkirina ewropayî parastine bi rêya dîplomasî û hêza leşkerî. Lê Kissinger waneyên ko fêm kirî û piştre dema bû şêwirmend pêk anî, ew bû ku tepisandina hemû serîhildêran çi yên paşverû û çi jî yên şoreşgerî, ji bo parastina rewşa heyî ya seqemgîr.
Di 6ê kanûnê de, akadîmîsyenê amerîkayî yê sosyalîst John Feffer gotarek di “Foreign Policy in Focus”ê de bi sernavekî yekser “Rizgarkirina rasteqîniya siyasî ji Henry Kissinger” nivîsand, Feffer bi sernavekî şaxî jî di wê gotarê de ev yek zelal kir: “Kissinger çû. Werin em mîrateya gendel li alîyekî deyînin, bi rêya paqijkirina cografiya siyasî ji têgihaştinên wî yên qel yên li bara xweşûştina ji exlaqê”.
Feffer balê dikişîne ku Kissinger saetên dirêj di analîzkirina hevsengiya hêzên cîhanî de,ji bo xurtkirina sîstema cîhanî ya guncav ji bo Amerîkayê , derbas kir. Kissinger dixwest parastina “aşitiya dirêj” ku di pêvajoya şerê sar de hate damezrandin bike, tevî ku ev yek tê wateya mirina bi milyonan kes yên ku dûrî Washington, an jî Moskov an jî dîwarê Berlînê, dijîn.
Ji boyî ku em şikê ji ser xwe rakin, lîsteyeke dirêj ji wezîrê borî dihat xwestin, wekî pênîyazên wî yên berfihrebûna şerê Vitnamê li Kamboçyayê û rola wî ya di hilweşandina Salvador Allende li Chileyê. Her wiha piştgiriya wî ya generalên Pakîstanê dema ku bi milyonan kes li Bengladeşê kuştin û erêkirina dagîrkeriya Endonezyayê ya li ser Timora Rojhilat û piştgiriya wî ya ji dagîrkeriya Tirkiyayê ji Qubirsê re û sponseriya peymana di navbera herdu dîktatoran li Îran û Iraqê li dij şoreşa kurdan.
Li vê derê nivîskar dibîne ku Kissinger ji zordarên din ne cuda ye û bi zimanê wan axivî: Mao li Çînê, Brîcinyêv li Yekîtiya Sovyetê, Bînoşê li Chile û Şah li Îranê. Bi vî awayî Kissinger “vegeriya sedsalên berê di awayê hukimê de, çaxa ku hêza çekê li pêş hêza axaftinê bû”. Tiştê ku hişt binavûdeng bibe –li gel zordar û navdaran bi hev re- welatê wî ye. Eger ku Kissinger wezîrê karê derve li Awusturya an jî Almanyayê be piştî şer, wê ne bi vê bandora cîhanî ba. Li şûna vê yekê jî, dema ku ciwan bû beriya Şerê Cîhanê yê Duyem piştî Amerîkayê, “êdî Metternich çekên nuklerî bi xwe re radike”, nivîskar Faffer bi vê yekê îşaret bi mamosteyê ruhî yê Kissinger ku ew jî wezîrê karê derve yê Awusturyayê bû di destpêka sedsala 19an de.
Gelo ma Kissinger pênaseya “rasteqîniya siyasî” şaş kir? Eger em bala xwe bidin têgihaştina yekem, ev têgeh di sala 1853an de derket û ji aliyê tiyorîzanê almanî Ludwig August von Rochau sala 1853 ve hate danîn. Armanca wî jî ku hevalên xwe yên liberal di wê demê de hişyar bike û li xwe mukur werin ku ajalên dirinde ew daristanê bi rê ve dibin. Lê ev nawê wê wateyê ku di pirtûka Rochau de bertek tê wateya xweşûştina ji exlaq. Rochau hevalên xwe yên lîberal bi hêsanî bi bîr xist ku başî û iqnakirina exlaqê dê bi ser nakeve. Li gor wî: “Ger tu bixwazî sûrê Erîhayê birûxîne, di nêrîna siyaseta rasteqînî de, dema ku alavên baştir peyda nebin, dê kesekê ku meriv pala xwe bide wê dê ji bilindtirîn deng, bikêrhatîtir be”. Ji ber wê, rasteqîniya siyasî hewldana yekem bû bo sivikkirina têkoşêna tiyorî û li alavan geriya da ku dîwarê rêjîmên desthilatdar derbas bike. Di rastiyê de jî, Kissinger ev rêgez pêk anî, ku Amerîkayê wekî ku dijminên wê dixwazin, diyar bû. Li ser vî esasî jî, piştgirî da dagîrkeriya Tirkiyayê ya li ser Qubrisê ya sala 1974an ne ji bo tiştekî, tenê ji ber ku Tirkiya mezintir e û di alîyê cografî de zêdetir nêzî Yekitiya Sovyetê ye.
Mîrateya Kissinger di siyaseta Amerîkayê de heta roja îro dewam dike û zirareke mezin dide feqîr û lawazan. Her wiha, rêdayîna Donald Trump a dagîrkeriya Tirkiyayê li ser Sûriyayê, wekî dengvedana desteka Kissinger a dagîrkeriya Tirkiyayê li Qubrisê bû. Di dirêjahiya dehsalên borî de, Kissinger Ukranyayê wekî “gerînendeya serweriya Rûsyayê” didît, tevî ku di dawiya jiyana xwe de piştgiriya endamatiya Ukranyayê di NATOyê de dikir. Lê di herdu rewşan de jî, hesabê gengaziyên senaryoyan cuda li ser esasê nirxandinên wî yên hêzên li ser erdê, dikir. Danûstandina ku dê rê li ber çewisandina van regezan veke, li tenişta çewisandina serdestiya Ukranyayê, wekî ku Kissinger dixwest, dê nûnertiya kirêttirîn cureyên siyaseta rasteqînî bike. Her wiha, hizira ku divê Ukranya “xwe radest bike” ji ber ku Rûsyaya hêza wê ya leşkerî mezintir û bihêztir e. Di encamê de, Amerîka di nava şerekî hizirî yê navxweyî da ye ku heta niha di navbera mîrateya Kissinger û rêgezên qanûna navdewletî û mafên mirovan de negihaye serî. Herdu jî di nava hev de ne û di encamê de siyasetên bi nakok derbarê ji herêmekê heta herêmeke din, derdikevin holê.
Lê ji aliyekî din ve jî, gotarên ku mîrateya Kissinger mezin dikirin, derketin ku em ê piştre bînin ziman, ev jî li gor îdyolojyayê nûnertiya pirhêliyê dike. Çepgir bi awayekî giştî ji tevahiya mîrateya Kissinger nefretê dikin û banga xelasbûna ji gendelên ku di jiyana siyasî ya Amerîkayê de kûr kirine, dikin û Faffer jî yek ji wan e. Lê li beramberî vê jî, dîplomatê amerîkayî yê şareza Martin Indyk gotarek di cotmeha 2021ê de bi sernavê “Sîstema beriya aşitiyê li Rojhilata Navîn” nivîsî ku taybet bal dikişand ser mîrateya Kissinger.
Indyk ku wekî baylozê Amerîkayê li Îsraîlê kar kir, bi çavekî romantik li metoda Kissinger dinêre û dibêje:
Tiştê ku Kissinger hewl daye ji bo sîstemê bû ne ji bo aşitiyê bû, ji ber ku gihaşt wê baweriyê ku aşitî ne armanceka xwestî ye li Rojhilata Navîn. Bi nêrîna wî, pêwîstiya parastina sîstemê li Rojhilata Navîn, bi mayîna hevsengiya hêzê ya seqemgîr, heye. Di teza xwe de ya ku bo bawernameya doktorayê û paşê di 1957an de bi sernavê “cîhaneke ku ji nû re hatiye avakirin” hat weşandin, Kissinger amaje bi çawaniya karkirina dîplomatê awisturyayî, Metternich û mêrê dewletê yê anglo-êrlendî Lord Casrlereagh kir ku ew garantiya 100 salên seqemgîriyê li Ewropayê dike, ew jî bi rêya baldana bi zîrekî ya havsengiya hêzê li Ewropayê û bi wan kesên ku dixwestin seqemgîriyê têk bibin, lîst.
Di roja mirina Kissinger de, 30ê mijdarê, Serokê Encûmana Têkiliyên Derve ya Amerîkayê Richard Haas gotarek Ii ser rêwîtiya Kissinger a “serkeftî” nivîsand û di encama wê gotarê de bi awayekî lezgîn bi bîr xist ku hin rexneyên li dij wî mafdar bûn. Her wiha anî ziman ku serkeftinên wî ji têkçûnên wî gelekî gewre û pirtir bûn. Encam jî -li gor Haas- mîrateya herdem hêjayî danûstandina bi cîhanê re ye.
Têpinî: Made bi zimanê erebî jî heye