Gelo “Komar” li dij Peymana Lozanê derket?

Nivîskar: Hisên Cimo

Xizaniya madî ya kurdan beriya Lozanê, hişt ku nikaribin tev li çalakiya navdewletî bibin

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Şandeya Komeleya Niştimanî ya Mezin di mijdara 1922yan de bi rêveberiya Ismet Paşa Înanu û çîneke bijarde ji siyasetmedaran ji nava wan jî Riza Nûr ku bijîşekî Osmanî bû û di wê demê de wezîrek bû di hikûmeta Enqerayê de, berê xwe dane kongreya Lozanê. Di wê demê de, welat di bin desthilatdariya 2 paytextan de bû, ya Enqerayê bi rêveberiya Mustefa Kemal Paşa û ya Stenbolê jî bi rêveberiya Sultanê osmanî. Lê dewletên rojavayî yên ji şeran ji hev ketine û dixwazin bi çi awayî be bêhinvendakê bistînin û avakirin û pêşketinê pêk bînin, derfet da ku Mustefa Kemal bibe fermdnarê aloziya di navbera Enqera û Stenbolê de, da ku rêveçûyîna Peymana Lozanê hêsan bibe. Bi vî awayî, Enqera biryareke dîrokî di yekê mijdara 1922yan de stand û desthilatdariya Sutlaniya Osmanî îbtal kir û ev hebûna siyasî ku temenê wê 600 sal e, bi dawî kir. Bi vê tedbîrê, Mustefa Kemal garantî bi dest xist ku dewletên Ewropayê vexwendnameyê rênakin hikûmeta Stenbolê da ku beşdarî kongreya Lozanê li kêleka hikûmeta Enqerayê, bibin. Bi rastî jî, dewletên Ewropayê şandeya hikûmeta Enqerayê di 11ê mijdara heman mehê de nas kir û 17ê mijdarê de Sultan Mihemedê Şeşemîn bi rêya keştiyeke şer a ewropayî ji Stenbolê derket û sirgûnî San Ramoya Îtalyayê bû.

Bi vî awayî, Mustefa Kemal bû tekane nûnerê bermahiya dewleta Osmanî (Anadol, Kurdistan û Ermenistanê) û hemû îhtîmalên dualbûna nûnertiya siyasî di danûstandinan de, îbtal kir.

Bloka Mustefa Kemal, çûyîna ber bi Lozanê ve bi awayekî baldar organîze kir. Lê nayê zanîn ku aliyên hevrikên Mustefa Kemal bi heman şiyanê dikarîbûn ji bo gava bê pilan bikin. Piştî çend mehan ji danûstandina di Lozanê de û beriya ku bigihêjin lihevkirineke dawî, kesayetên xwedî serwerî li Enqerayê bi lez ketin tevgerê da ku parlamentoyê di 9ê nîsana 1923yan de, ji holê rakin. Ango parlamentoya ku deng da avakirina şandeke hikûmeta Enqera beriya çend mehan, êdî ji holê hate rakirin. Ev parlamentoya ku hate rakirin derbarê peymanê de ne xwedî yek nêrîn bû, lewra encûmeneke nû hate avakirin, wekî ku akademisyen û siyasetmedarê tirk Elber Ortayli di pirtûka xwe ya bi navê “Ataturk” de dibêje ku encûmeneke nermtir û li gor guhartinên bê be. Di vê çarçoveyê de, hilbijartin di tîrmeha 1923yan de çêbûn û yekem civîna encûmenê di tebaxê de pêk hat. Yekem tiştê vê parlamentoyê kir, erêkirina Peymana Lozanê bû, bêyî ku tu bendên vê peymanê red bikin. Wekî ku Ortayli dibêje, Peymana Lozanê kevirê bingehîn ê komarê danî. Ji ber vê yekê jî, gava jiholêrakirina parlamentoyê ya sereke bû da ku rê li ber parçebûneke lezgîn bigirin, di pêvajoya ku hîna desthilatdariya Mustefa Kemal tam cihê xwe negirtibû, nexasim hemû alîgirên Lozanê yên kurd di parlamentoya ku hatiye rakirin de, dane aliyekî. Ew kesên ku dane aliyekî, di nava wan de welatparêzên kurd hebûn ku Lozan wekî qezenceke hevbeş a gelên “Mîsaqa Milî” a kurd û tirkan didîtin, lê wê ala opozîsyonê li dij komarê rakin. Ji bo tirkan, Lozan bingehê komarê bû. Ji bo kurdan jî, komar tenê bikaranîneke xerab a Peymana Lozanê bû û xiyaneta ji aliyekî ve ji Mîsaqa Milî a hevbeş bû re bû.

Bi çavê siyaseta giştî, komar xwdiya dozên mayî yên pişûk bû piştî ku li ser Lozanê hat avakirin, heger em hevrû bikin, dozên komarê li ber yên osmaniyê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem piçûk bûn û xewnên wê kêmtir bûn. li gorî pîvanan êdî bû “dewleteke neteweyî”, komareke xwedî ziman, ol û ax, ev yek tersî rêya îslamî bû ku bi paş ketiye û piraniya wê ketiyê bin raspêriyê.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyayê Ehmed Dawud Oglu di pirtûka xwe ya bi navê “Kûrahiya Stratejîk” de, vê pêvajoyê di çarçoveya rêveçûyînên hêza herêmî û navdewletî de, dinirxîne. Bi vî awayî, meylên îslamî û netewperestiya tirkî rola xwe ya rasteqîn winda kirin, di avakirina du zemînên girîng bo karîna avakirna “baxçeyekî paşîn” wekî rûberekê ku lê berjewendî pêk werin di hewzê hêza siyasî de, ku tewereya Anadol û Balkanê dihewîne, ya Stenbol navenda wê bû. Ev rewş hişt ku rêveberiya komarê ragihîne, ku dibe ji aliyê navdewletî ve were erêkirin. Ev îlankirin jî ya ku dewletê ew ragihand tê de tê gotin ku divê komar dest ji hemû berpirsyarî û xewnên xwe yên navdewletî berde, tê de du xalên sereke hene:

A yekê: Pêkanîna stratejiya parastina sînorê neteweyî û dewleta niştimanî, li şûna stratejiya xwediya rehenda navdewletî.

A duyem: Şertê ku dewleta Tirkiyayê bibe beşek ji rojavaya ku mezin dibe, nebe altirnatîf an jî dijbera wê. (Kûrahiya Stratejîk-r.91)

Peymana Lozanê, Komara Tirkiyayê ji axa ku ji bermahiyên dewleta Osmanî mabû derxist û derbasî qada dîrokî kir. Bi vî awayî Ehmed Dawud Oglu vê peymanê di pêvajoya 100 salî de dibîne. Ji bo wî, Lozanê li ser Tirkiyayê 2 nasnameyên dualî û dijberî hev feriz kir:

Lozanê nasnameya derve ya dewletê diyar kir, ku ji nasnameya wê ya hundirîn cuda ye; ango bi rêya wê dev ji nasnameya îslamî hate berdan. Lê di siyaseta hundirîn de, hêmanên dewletê li ser esasê piraniya tirkî xwedî nasnameya îslamî û kêmnetewe jî li ser esasê kesên ne musilman, hatin diyarkirin. Di demekê de ku, dewleta Osmanî ji dika dîrokî ya xwedî pirrengiya olî û kêmeteweyan derket, li şûna wê Komara Tirkiyayê ya li ser esasê civakeke xwedî yek olî, lê ew dewletek e ku dûrî sembol û berpirsyariyê olî çû, ew jî bi rêye girtina saziya xîlafetê. (Kûrahiya Stratejî-r.92)

Girîng e em dubare bikin ku Lozan ji gelek hêlan ve tê nirxandin. Wekî me li jor jî anî ziman, ji bo tirkan, Lozan bingeha Komarê ye. Ji bo kurdan jî, komarê bi awayekî xerab Peymana Lozanê bi kar anî û ji yek alî ve xiyanet li Mîsaqa Milî a hevbeş kiriye.

Her wiha di vê çarçoveyê de, girîng e ku hêza neteweyan di vê demê de çiqas heye li ser maseya çêkirina biryara navdewletî amade bin. Bi gotineke din, beriya Lozanê, civaka kurdan di aliyê hêzê de wekî hêza civaka tirkan bû û dikaribû ku hêz û şervanan kom bike, da ku lihevkirinên navdewletî asteng bike, lê nûnertiya wan di pêvajoyên lihevkirinên mezin de tune bû. Heta di Peymana Sêverê de, general û dîplomatê osmanî yê kurd Şerfî Paşa bi hêz bû, lê tenê hevalbendan dîtin ku divê nûnerekî kurdan hebê û ji bilî Şerîf Paşa nedîtin ku dikare li Ewropayê tevbigere, her wiha kurdan jî ji bilî Şerîf Paşa nedîtin. Lê li beramberî vê jî, kanala peywendiya Tirkiyayê di lûtkeya hêza xwe de bû, ku xwe dispêre mîrasa çalak a têkiliyên dîplomasiya osmanî-ewropayî û çalakbûna baylozxane  û raporên xwe li ser kesayetên dewletê. Ji ber vê yekê, berovajî çalakbûna kurdan ku cihê herî dûrî ji Kurdistanê ji bo wan, Stenbol bû! Ev ne tenê vedigere wê sedemê ku hişmendî li gel bijardeya siyasî ya kurdî kêm, lê belê karînên vê bijaredeyê û tevahiya gelê kurd jî, ên diravî jî qels bûn, ku pereyên wan bi qaseyên mezin di erdan de bû, lê pereyên hişk di destên wan de tune bû, vê yekê hişt ku nikarîbin bi rolên serbixwe di navbera paytexdan de rabin.