Êrîşên li hember Rojava û rewşa Bakur û Başûrê Kurdistanê di bernameya NKLyê de hatin nirxandin

Şevê din 15ê çileyê, Navenda Kurdî ya Lêkolînan derbarê êrîşên dewleta Tirkiyayê yên li dij Rojavayê Kurdistanê û hedefgirtina binesaziya wê bi awayekî hovane, bernameyek organîze kir. Bername ku ji aliyê endamê navendê ve Tariq Hemo hate birêvebirin, rojnamevan û nivîskar Amed Dicle û Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl, êrîşên Tirkiyayê  û bandora çalakiyên gerîlayan li dij artêşa Tirkiyayê û dengvedana vê yekê li nava Tirkiyayê, nirxandin.

Rojnamevan Amed Dicle di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyayê yên li dij binesaziya Rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku rejîma Tirkiyayê êrîşî binesazî, sazî, sivîl û hwd dike, ango bi her awayî êrîşî kurdan dike, çi li bakurê Kurdistanê, çi jî li başûr û rojavayê Kurdistanê û wiha dewam kir: “Stratejiya rejîma Tirkiyayê ku di vê sedsala pêşiya me de kurd tune bin, ango li ser navê kurd û kurdbûnê û Kurdistanê divê tiştekî kurdan tune be. Li gorî vê stratejiyê, Tirkiya êrîşên xwe dewam dikin çi li Rojava û çi jî li başûrê Kurdistanê. Bi awayekî giştî stratejiya dewleta Tirkiyayê ew e ku di sedsela duyem a komarê de, divê pirsgirêka kurd di rojeva wan de nemîne”.

Amed Dicle destnîşan kir ku di nava van 8 salan de, zirareke mezin gihaşt kurdan û gelek şehîdên kurdan çêbûn, her wiha hin herêmên Kurdistanê jî wekî Efrîn û Serê Kaniyê hatin dagîrkirin û got: “Lê tevî vê yekê jî em dibînin ku kurd û tevgera kurd û Kurdistanê têkoşîna xwe dewam dikin û derbe li dewleta Tirkiyayê dixin. Ev êrîşên li dij Rojavayê Kurdistanê jî bêçaretiya dewleta tirk nîşan dide, lewra êrîşî firne û kehrbe û hwd dike. Mirov dikare bibêje ku siyaseta wan li hemberî Rojava xetimî ye.  Êdî ew bi xwe jî dibêjin êdî em nikarin kurdan tune bikin, divê çareyek çêbibe. Ji aliyekî din ve jî, gerîla jî konsepta wan a şer têk bir”.

Dicle di berdewamiya nirxandina xwe de, bal kişand ser bandora çalakiyên gerîla û ev nirxand kir: “Dewleta Tirkiyayê êrîşên xwe yên berfireh ji herêma Amediyê ya başûrê Kurdistanê dest pê kir, ev jî cografiyeke pir girîng e. Mixabin bi alîkariya PDKyê leşker anîn wê herêmê. Dewleta tirk xwest ku vê herêmê dagîr bike û eger dagîr kirin, wê karibin biçin Zap, Garê û Metîna. Lê em dibînin ku sê sala derbas bûn û tevî ku her cure çek bi kar anî di nav de jî çekên kîmyayî, di roja 12 meha çile de, ji cihê ku êrîş dest pê kir, derbeyeke pir giran xwarin û ji ber vê derbeyê Tirkiya şoq ma. Di atmosêfa civîna wan a dawî de, mijar ne tenê kuştina 9 leşkerên tirkan ku wisa ragihandin, lê cihê ku te roja dest pêkê êrîş ji wir dest pê kirî, derbe li wir bixwî, ev şikandineke leşkerî ya mezin e. Gotineke Kissinger hebû digot “Heger ku gerîla têk neçûbe, wê demê gerîla bi ser ketiye”. Di encamê de, li Tirkiyayê sê nêrîn çêbûn, alîgirên Erdogan gotin em ê êrîş bikin, generalên kevn gotin em ji bo çi li wir in, a herî girîng jî helwesta CHPyê bû  ku serokê CHPyê derket û got em her dem dibêjin leşkerên me mirin û serê me sax be, divê em tiştekî çêbikin ku êdî leşkerên me nemirin. Ji ber vê yekê jî ji ber çalakiyên gerîla nakokî di nava Tirkiyayê bi xwe de çêbûye. Her wiha, serokê CHPyê tiştekî din got “Bila Erdogan rast bibêje, çend leşkerên me mirine? Piştî wê Erdogan telefon ji destê generalên xwe yên li şer kişandin û wisa diyar e ku nakokî di nava wan de xurt dibe”.

Rojnamevan Amed Dicle diyar kir ku dewleta Tirkiyayê ne tenê DEM Partî dixwaze bigire, dixwaze partiyên din jî ên Çepgir bigire, bi rastî tiştekî zêde li dij DEM Partî bike, êdî tuneye û wiha dewam kir: “Li Tirkiyayê gelek kes dibêjin ku eger pêşî li siyasetê were girtin, wê demê leşkerî pêş dikeve. Ji bo şer were girtin, divê deriyên siyasî werin vekirin. Ji aliyekî din ve jî, hilbijartin jî nêz dibin, civîna hemû partiyan hebû, partiyên din civînên xwe betal kirin û DEM Partî civînên xwe betal nekirin û li Amed û Wanê alîgirên DEM Partî deng dan. AKPyê di 31ê adarê de, dixwaze şaredariya Istenbolê bi dest bixe, CHP jî naxwaze bide. Lewra DEM Partî deng bide kê, wê ew ser bikeve. DEM Partî ji bo Istenbolê biryara xwe nedaye, ev jî dibe sedem ku AKP li hemberî kurdan û DEM Partî jî wê bixwaze nerm bibe, ji ber ku Istenbol pir girîng e, Di rojên pêş de, wê zêdetir rewş zelal bibe. Di nava van rojên pêşiya me de, ez bawer im wê tiştên siyasî yên nû çêbibin, ev yek jî ji ber çalakiyên gerîla û xetimandina Erdogan. Erdogan neçar e rewşê dijwar bike, yan jî hinekî heta hilbijartinan hinekî siyaseta xwe nerm bike. Her wiha li gorî encamên hilbijartinan, wê konsepteke nû deyîne pêşiya xwe. Piştî hilbijartinan wê itîfaqa MHP-AKPyê xelas dibe û Erdogan jî vê yekê dibîne û ji niha amadekariya vê yekê dike”.

Amed Dicle derbarê nîqaşên di hundurê Tirkiyayê yên debarê vekişandina leşkeran ji başûrê Kurdistanê, ev nirxand kir: “Nîqaşên wiha hene, Erdogan wan dibêjin ku eger em leşkerên xwe li başûrê Kurdistanê nehêlin, em ê nikaribin bi domdarî başûrê Kurdistanê dagîr bikin, lewra dibêje ew leşkerên xwe li wir dihêle. Lê generalên karbes dibêjin ew ê biçin operasyonên xwe li başûrê Kurdistanê li dar bixin û vegerin. Lê yên ku dewleta Tirkiyayê bi rê ve dibe, dizanin ku mijar ne tenê PKK ye, eger PKK tune be wê li hemberî başûrê Kurdistanê û YNKyê û hwd planên xwe yên dagîrkeriyê dewam bikin. Tiştê diyar e ku wê stratejiya xwe ya niha ango dagîrkirina başûrê Kurdistanê dewam bikin. Ev jî mijareke zihnî ye, ji ber ku heta di zihniyetê de guhartin çênebe, ew ê nikaribin tiştekî biguherînin”.

Dicle da zanîn ku yek ji armancên dewleta tirk ew e ku Rojava û başûrê Kurdistanê vala bike û ev siyaset li bakurê Kurdistanê, dewam dike û wiha domand: “Armanca wan a stratejiyek kurdan ji rojavayê Kurditanê derxin û di demdirêj de kesên din bixin cihê kurdan û demografîyê biguhêrin. Gelê me li rojavayê Kurditanê çi kurd çi jî gelên din, niyeta Tirkiyayê baş nas kir. Lewra gelê me fêm kir ku heta dewleta tirk neyê şikandin, ne li başûr, ne jî rojava û ne jî bakur, tiştek ne di garantiyê de ye. Ji ber vê yekê divê dewleta tirk were şikandin û rewş li rojavayê Kurdistanê jî aram be û ancex bi berxwedanê ev yek pêk were”.

Ji aliyê xwe ve jî, berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan, Newaf Xelîl bal kişand ser êrîşên Tirkiyayê yên li dij binesazîyê û got: “Hakan Fîdan derdikeve û dibêje ew ê binesazîyê hilweşînin, ev yek jî şirove jê re pêwîst nake. Dibe ku rewşa navdewletî derfetê nade Tirkiyayê ku êrîşeke bejahî pêk bîne, her wiha amadekariyên HSDyê jî hene. Di heman demê de, Rûsya û Amerîka jî naxwazin şerekî wiha çêbibe. Ev êrîş wê nikaribin heta dawiyê dewam bikin. Divê DEM Partî li gorî derfetên xwe û kurdên bakurê Kurdistanê û bi hêza kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropayê û bi hêza dîplomasî, ev hemû bi hev re dikarin bandorê bikin. Her wiha, divê ji wan re were ragihandin ku eger ev herêm têk biçe, wê DAIŞ vegere û koçberî jî careke din dest pê bike”.

Newaf Xelîl her wiha bal kişand ser helwesta opozîsyona Sûriyayê ya li ser van êrîşên Tirkiyayê û ev nirxand kir: “Ên ku dibêjin em opozîsyona dijî rejîma Beis in, lê ji rejîma heyî xerabtir in, her wiha gelekî kêfxweş in ku Rêveberiya Xweser têk biçe û helwesta xwe li hemberî van êrîşan nîşan neda. Ji aliyekî din ve jî, başûrê Kurdistanê destkeftiyeke kurdan e, her wiha rojavayê Kurdistanê jî destkeftîyeke tevahiyan e çi ji bo PDK çi ji bo YNK. Lewra ev şerê heyî şerê hemû kurdan e”.