Êrişên li dijî Kerkûk û Mexmûrê; kî peyaman dide Kurdan?

HISÊN CIMO

Rêxistina DAIŞ`ê dizanî çawa li valahiya ku ji ber nakokiyên herêmî û civakî çêbûne, bi awayekî hêsanî tev bigere, da ku hebûna xwe ya wêrankar li Sûriyê û Iraqê bi hêz bike. Destkeftiyên wê jî di cîhana siyasetê de wiha tê pênasekirin; Encama nakokiyên sifrî di navbera hêzên fermî yên hevrik de.

Gelek hewldanên danasîna DAIŞ`ê rola “valehiya wêranker” a ku dewletê herêmê çêkirine, paşguh kirin. Ev cûreyê valahiyê, dema ku nakokiyên du aliyan digihêjin astekê ku yek ji wan nahêle yê din valahiya li herêmekê dagire û ew rewş dibe derfeteke dîrokî ji bo DAIŞ`ê.

Rêxistina DAIŞ`ê bi vê yekê sînordar nema, lê belê taktîkeke çalak afirand da ku parastina wê  “valahiyê” bike û wê berfireh bike. Lewra yekser dest bi pêkanîna xizmetên ji dewletên herêmî re kir. Dibe ku dewletên herêmî bi xwe fermana vê yekê nedabin, lê rêxistina DAIŞ`ê li şûna dewletên dorpêçkirî, bi pêkanîna vê xizmetê 4 salan li rûbereke berfireh ma, ku dewletên fermî bi xwe jî nikarin rêveberiya wê rûberê bikin.

Di çarçoveya vê taktîkê de, DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrîşî destekfiyên Kurdan kir û bi vê yekê xizmetên zêrîn ji Tirkiyê re pêşkêş kir. Ev yek jî bû sedem ku Tirkiyê bi DAIŞ`ê itîraf kir. Rêxistina DAIŞ`ê gelek xizmet ji Tirkiyê û hêzên herêmî re pêşkêş kir, lê ev xizmet ne her tim dibûn sedema bihêzbûna DAIŞ`ê. Lewra hevpeymaneke navdewletî ya berfireh çêbû da ku li pêşiya vê hêza leşkerî bisekine. DAIŞ`ê ji ber xizmetên xwe yên herêmî ji Tirkiyê re ji rêxistineke ku xwe wekî stratejiyeke tund a serbixwe dide naskirin, bû çeteyeke stratejîk di lîstoka herêmê de.

Ji Tebaxa sala 2014`an de, rêxistina DAIŞ`ê hemleyeke leşkerî ya hovane destpêkê li dijî êzidiyên li Şengalê dest pê kir. Piştre hewl da ber bi paytexeta herêma Başûrê Kurdistanê ve biçe. Her wiha piştî wê yekê jî dest bi êrişa li dijî herêmên Kurdan li Sûriyê kir û ev yek ji Kobanê de dest pê kir û hewl da herêma Cizîrê dorpêç bike.

Rêxistina DAIŞ`ê ku xema wê ya sereke dirêjkirina hebûna xwe bû, êrîşên li dijî herêmên Kurdan, ji Kerkûkê ta Kobanê ji bo wê ne girîng bû. Her wiha fermandarên rêxistina DAIŞ`ê jî xeyal nedikir ku dewleta ku wan ava kiriye derfeta mayîna wê di demên guncav de ne zêdetirî çend sal in. Lê gelo çima rêxistina DAIŞ`ê dawiya xwe bi xwe anî? Gelo çi hişt rêxistina DAIŞ`ê neçar bibe ku civaka navdewletî li dijî xwe bixe nava tevgerê ku bi civaka navdewletî bi xwe jî ji dûr ve tenê lê temaşe dikir dema ku rêxistina DAIŞ`ê leşkerên artêşên Sûriyê û Iraqê dikuştin û serê wan li kolanan daliqandin?

Bersiva herî nêz di çarçoveya van du xalan de ye: A yekê, rêxistina DAIŞ`ê ji bo ku sûdê ji qada Tirkiyê wergire û bi rêya sînorê wê çekdarên rêxistinê ji hemû deverê cîhanê derbas bike û bi vî rengî jî xizmetê zêde pêşkêş kirin. A duyemîn jî Tirkiyê bi awayekî yekser lîderên rêxistina DAIŞ`ê xistin bin bandora xwe. Lê piştî êrişên li dijî Şengalê û Kobanê, îhtimala yekê lawaz bû û teoriya ku Tirkiyê hemû an jî beşek ji lîderên rêxistina DAIŞ`ê xistine bin kontrola xwe, zêde bû.

Di her halî de, rêxistina DAIŞ`ê bi êrişên xwe li dijî Kurdan ji Kerkûkê heta Kobanê, xizmeteke  sereke ji ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê re pêk anî. Her wiha xizmetek ji tevahiya fikirên neteweyî ya îslamî ya erebî wekî muxalefeta sunnî ya Sûriyê û Iraqê re, pêk anî. Tevî ku komên navborî ku qaşo nûnertiya Erebên sunnî li her du welatên navborî dikin, ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn paşguhkirin û derbekirin. Lê ji aliyekî din ve jî, nayê veşartin ku vê muxalefetê li hemberî sûcên rêxistina DAIŞ`ê li Kobanê, Şengal û Reqayê bê deng man, bi taybet dema qurbanî şervanên Kurd an jî Erebên şîe bûn.

Kî biryara Sebî da?

Mirov dikare di encamnameya ku rojnamevan Firas Kîlanî di lêpirsîneke rojnamevan de li ser jiyanameya lîderên DAIŞ`ê yên nû ku piştî kuştina Ebû Bekir Bexdadî çêkiriye, kûr bibe. Dihate zanîn Ebdullah Qirdaş ji Tirkmenên Iraqê ye, lê di wê lêpirsînê de hate îdiakirin ku ew ji xwediyê Al Beyt e. Lêpirsîna rojnamevan negihîşt encameke dawî, ji ber ku her du îhtilam delîlên xwe hene.

Lê ya balkêş di lêpirsînê de, cara yekemîn bal kişand ser nakokiyên hundirîn ên rêveberên DAIŞ`ê di êrişa meha Tebaxa 2014`an li dijî herêma Şengalê ya êzidiyan. Dema rêxistina DAIŞ`ê biryara hov ku yekemîn car ji dema bidawîbûna împaratoriya serdemên navîn heta sedsala 20`an stand, ew jî Sebî bû, li ser vê mijarê bûn du beş. Li gorî lêpirsîna Firas Kîlanî beşa yekê ku DAIŞ`iyên Iraqê bûn, Sebî red kirin û beşa duyemîn jî banga Sebîkirina êzidiyan û xiristiyanên li deşta Neynewayê kirin.

Balkêş e ku li gorî şahîdên di nava rêxistina DAIŞ`ê de, Ebdullah Qirdaş serkêşiya şepêla duyemîn a tundraw dikir, ango dixwest Êzidî bêne Sebîkirin. Her wiha hevalbendên Qirdaş jî ji lîderên şaxê DAIŞ`ê yên Sûriyê bûn. Lewra Ebû Bekir Bexdadî Sebîkirina xiristiyanan qedexe kir û yên êzidiyan jî erê kir. Teqez ev bû armanca Qirdaş û armanca dewleta ku xizmeta wê dikê, eger birastî xizmeta dewletekê dikê, ev dewlet jî Tirkiyê bi xwe ye.

Qirdaş piştî biryara Sebî, rêxistina DAIŞ`ê ber bi bidawîbûnê ve bir û piştre jî biryareke din a şaş da û êrişî Kobanê kir. Ev her du gavên DAIŞ`ê jî xwekuştin bûn. Kes nikare texmîn bike ku eger DAIŞ`ê êrişî Şengalê û Kobanê nekira, dê çend salan li herêmên sunniyan li Sûriyê û Iraqê nimûneyeke tundraw ava bike.

Li ser vî esasî jî, mirov dikare di navbera biryarên serbixwe ya rêxistinê DAIŞ`ê heta sala 2014`an û di navbera pêkanîna berjewendiyên neteweyî ya Tirkiyê û bermahiyên koma Baas a iraqî, cuda bike. Di vê çarçoveyê de, rêxistina DAIŞ`ê bi taybetî êrişî herêmên kurdistanî yên ji dervayî Herêma Kurdistanê anku herêmên nakok kir û di nava çend mehan de, sînorê Başûrê Kurdistanê vegerandina serdema Sedam Hisên yên di sala 1991`an de.

Bi vê yekê, careke din pirs xwe dubare dike: Çima rêxistina DAIŞ`ê stratejiya xwe ya berfirehiyê ji nişka ve ber bi Kurdan ve guhart û bi herêmên mezin ên ku tu nakokî tê de tune bûn di nav de Mûsil, sînordar nema? Gelo çima rêxistina DAIŞ`ê biryara xwekuştinê da û ew jî dizane ku êrişên li dijî Kurdan û gefên li dijî paytexta Başûrê Kurdistanê, wê bihêle ku destwerdana navdewletî çêbe. Ji ber şert û mercên dîrokî-civakî li gorî raya navdewletî di navbera Mûsil, Reqa, Kobanê, Şengal û Erbîlê de cuda ne.

Li ser esasê biryara li hemberî Kurdan, Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê hate avakirin. Ev hevpeyman jî bi hevkariya hêzên herêmî û ya herî girîng jî bi Hêzên Sûriya Demokratîk, di aliyê darayî, leşkerî û hewayî de ev xîlafet têk bir.

Mirov nikare bêje ku ev biryara DAIŞ`ê biryareke bê zanebûn û bê plan bû, ji ber ku komeke siyasî ya herî biçûn û bê tecrûbe jî li Rojhilata Navîn, dikare encamên pêşwext zanibe. Lewra gelo em ê çawa vê nêzikatiyê ji alfabeya hesabên siyasî dûr e binirxînin?.

Di xîtabeke berdevkê DAIŞ`ê de Ebû Mihemed Ednanî li ser têkçûna wan li Kobanê piştî ku komeke şervanên Kurd heta dawiyê li Kobanê ber xwe dan beriya ku Koalîsyona Navdewletî destwerdan bike, xaleke balkêş derket holê. Ednanî ku piştre di êrişeke Amerîkayê de hate kuştin, di wê xîtabê de got: “Em jê derketin, lê me li pişt xwe wêranî hîşt”. Nirxandina vê yekê ku nefreta li dijî Kurdan diyar dibe, pirseke din derdixe holê: Gelo li cîhanê tu tevgerên xwedî armancên siyasî hene ku xwe bi xwe wêran bike, da ku zirarê bigihîne dijminê xwe? Dibe ku ev yek di rewşên tekakesî de bi rêya êrişên xwekujî pêk were. An jî tevgereke çekdar a tund ku xwedî îdeolojiyeke berfirehiyê ye wekî DAIŞ`ê vî rêbazî kolanê ji xwe re esas bigire. Ev yek jî tê wateya ku êdî li gorî hesabên xwe kar nake, lê belê li gorî hesabên hin aliyên din ên ku kêfxweş dibûn ku wê Kobanê di 24 saetan de bikeve,  kar dikin.

Wekî operasyonên berê yên li dijî Kurdan, êrişên dawîn ên li Kerkûkê û Mexmûrê jî di vê çarçoveya wekaletê de ne. ji xwe wekîl jî pir bûne. Dibe ku wekîlan fermana pêkanîna êrişan nedaye rêxistina DAIŞ`ê, lê bi vekirina derfetê bi rêya kişandina noqteyên leşkerî û kêmkirina hebûna noqteyên li eniyên şer, rê dide ku DAIŞ`ê êriş bike.

Di hin rewşan de, dibe ku rêxistina DAIŞ`ê hemû êrişan pêk neyine, wekî topbarana baregeha Pêşmergeyan li derdora Kerkûkê bi rêya moşekên Katyuşa. Di aliyê derve de, rêxistina DAIŞ`ê êrişan pêk tîne, lê hin alî hene ku bi rêya DAIŞ`ê derbas dibin û êrîşên dijwar pêk tînin.

Der barê Başûrê Kurdistanê de jî, ne rast e ku êrişên dawîn ên li dijî pêşmergeyan dûrî hevalbendên hilbijartinan ku niha dixebitin da ku hikumetê li Bexdayê ava bikin. Her wiha ji daxuyaniyên Eniya Tirkmen ên der barê bidestrxistina cihekî di nexşereya belavbûna hêzên leşkerî li herêmên bi nakok de, mirov nikare dûr bike.

Gelo hin aliyên Iraqî û herêmî hene ku dibînin PDK û YNK amadekariyan mezin dikin da ku beşdarî hikumeta bê ya li Bexdayê bibin? Gelo ev peyamên Tirkiyê ne li dijî hevpeymaneke di demên pêş di navbera Sedr û partiyên kurdî der barê vegerandina Pêşmergeyan li Kerkûkê û diyarkirina parêzgehekî Kurd li Kerkûkê wekî beriya referandûmê? Gelo têkiliya lihevkirina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê ku heta niha nehatiye çareserkirin, bi vê rewşa dawî re heye?.

Di demeke ku êrişkar malên Kurdan li gundê Lehîban dişewtînin, gelo name gihîşt partiyên kurdî ku hêza wan têrê nake bersiva êrişên bi rengî bidin (an jî naxwaze li hemberî bûyerên bi rengî bisekine wekî ku çawa li Şengalê çêbûye). Lewra jî ya herî baş ku daxwazên xwe pir nekin ku negihêje xetên sor ên hêzên ku ev name şandine.

Eger di navbera hêzên siyasî yên sereke de nakokiyên kûr tune bin, DAIŞ weke rêxistinek derfetên wê yên mayînê tune ne, ne bi awayekî şane jî. Her dema ku di navbera aliyan de nakokî kûr bûn, rêxistina DAIŞ`ê di wê valahiyê de derdikeve û lîstika xwe careke din berdewam dike.

Ev derfeta wê li Sûriyê û Iraqê heye, ji ber ku nakokiyên xwecih eger bi rêya diyalogê  çareser nebûn û aliyekî serê xwe hişk kir, wê demê dê hewl bide tiştekî bike, da ku zirar bide aliyê dijberê xwe. Ev tişt di kiryarên rejîma Sûriyê de û reftara ragihandina wî ya li dijî Rêveberiya Xwerser û Hêzên Sûriya Demokratîk de diyar bûn ku kêfxweş dibû dema Kurd rastî êrişên Tirkiyê dihatin. Her dixwest dagirkeriya Tirkiyê bi kar bîne û Rêveberiya Xweser bixe bin destê xwe û Sûriyê vegerîne salên beriya 2011`an.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî