Êrîşên dawî yên dewleta Tirkiyayê bi çavê qanûna navdewletî

By Şoreş Derwîş

Pêşgotin

Tirkiya hewl dide ku ji şêwe û hebûna xwe ya li Sûriyayê ku ji sala 2016an de tê de kêm bike û hebûna xwe bi armanca “parastina” ewlekariya xwe ya neteweyî bi nav bike û navê dagîrkeriyê dûrî xwe bixe. Ev jî xapandek e ku dewletên dagîrker bi kar tînin, ji bo ku ji erk û barê ku jê tê xwestin bo civak û qanûnê, bireve. Her çiqas ku Tirkiya xwe spartiye komên çekdar ên Sûriyayê yên girêdayî xwe an jî encûmenên xwecihî ku bi serpereştiya wê li herêmên dagîrkerî ava kirine, li gorî qanûna navdewletî ya mirovahî, binavkirina dagîrkeriyê kêm nake.

Diyar e ku dijminahiya Tirkiyayê ya dawî li ser herêmên serweriya Rêveberiya Xweser, nexasim êrîşên dawî ku di 5ê cotmehê de dest pê kirî, hewl dide ku çarçoveya dagîrkeriyê bi rêya zirardayîna sivîlan û rûsipiyên sivîl û valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û wan neçar bikin ku bi darê zorê koçber bibin. Ev yek jî hemû pêk tê, bêyî ku nerazîbûneke qanûnî ya herî piçûk li ser esasê rêgezên qanûna navdewletî ya mirovahî, an jî wekî tê binavkirin “qanûna şer”, derkeve holê. Dibe ku reva civaka navdewletî ji erkên xwe yên parastin û rêzgirtina qanûna navdewletî ya mirovahî, rê dide ku Tirkiya rêzexelekên xwe yên dagîrkeriyê û êrîşên li dij sivîlan û binesaziyê û karegehên giştî û zirardayîna debara jiyana xelkê û birçîkirina wan da ku dagîrkeriyê berfireh bike, berdewam bike.

Di kêmî hefteyekê de ji êrîşên Tirkiyayê yên dijî herêmên Rêveberiya Xweser, ango di navbera 5 heta 9ê cotmehê, artêşa Tirkiyayê 104 cih û navendên xizmetguzarî bombebaran kirin. Di encamê de, 20 stasyonên avê, 17 navendên petrolê, 11 stasyonên kehrebeyê, 48 dibistan û cihên perwerdeyê û 2 nexweşxane ji xizmetê derketin. Her wiha 2 kampên koçberan jî armanc kirin û nêzî 50 kesî ku piraniya wan sivîl in û di nava wan de jin û zarok hene jiyana xwe ji des da û herî kêm 60 jî birîndar bûn.

Di vê lêkolînê de, em ê xwe bispêrin made û rêgezên di qanûna navdewletî ya mirovahî de ya di peymanên Lahe ya sala 1907 û Cinêvê ya sala 1949an de û ji bilî wê ji peyman û qanûnan û bidin ber binpêkirinên eşkere yên ku Tirkiyayê pêk anîne. Di vê çarçoveyê de, em ê balê bikşînin ser sê mijarên sereke: Navkirina hebûna Tirkiyayê li Sûriyayê di aliyê qanûna navdewletî ya mirovahî de û lêhatina qanûnên navdewletî li qanûnên navdewletî yên mirovî û herî dawî jî pabendbûna civaka navdewletî beramberî binpêkirina Tirkiyayê ya bi zanebûn ji qanûna navdewletî ya mirovahî re.

 Tirkiya li Sûriyayê: Parastina “ewlekariya neteweyî” ye an jî dagîrkerî ye?

Bi destpêkirina aloziya Sûriyayê re, Tirkiya di destwerdana leşkerî ji bo desteka oposizyona çekdar da hişyar bû, lê belavbûna rêxistina DAIŞê li herêmên bakurê Sûriyayê, bihaneya pêwîst  ji Tirkiyayê re peyda kir, ji bo ku rêkirina leşker û avalên xwe yên leşkerî di hundurê Suriyayê de, biceribîne. Di vê çarçoveyê de, di destpêkê de veguhestina gora Silêman Şah di sibata 2015an de bû, dema ku Tirkiyayê zêdetirî 500 leşker û 150 tank û alavên xwe yên leşkerî rêkirin hundurê Sûriyayê, ji bo pêkanîna erka veguhestina gorê li gundê Aşmê yê nêzî Kobanîyê. Tevî ku Enqerayê dikaribû gora Silêman Şah bibe hundurê Tirkiyayê, lê israra Enqere ya mayîna qereqola gora Silêman Şah, dide xuyakirin ku “heremeka” wê li Sûriyayê heye û bo parastina wê jê tê xwestin leşkeran derbas bike. Lê destwerdana herî cidî bi destpêkirina operasyona “Mertalê Firatê” di tebaxa 2016an de bi hevkariya komên çekdar ên Sûriyayê yên girêdayî Tirkiyayê.

Di wê demê de, Tirkiyayê bihaneya şerê li dij DAIŞê bi kar anî. Li ser vî esasî, Tirkiyayê bajarê Cerablusê dagîr kir. Her wiha, destwerdana Tirkiyayê wê demê, tu bertek ji Amerîka û Rûsyayê derneket, di heman demê de Tirkiya ne neçar bû ku helwesta xwe ya qanûnî jî ji operasyonê şirove bike, berovajî operasyona dagîrkeriya Efrînê ku bi awayekî fermî di 20ê çileya 2018an de dest pê kir. Wê demê, Enqerayê bihaneya “parastina ewlekariya xwe ya neteweyî” bi kar anî û li gorî madeya 51ê ji beşê 7an a mîsaqa Neteweyên Yekbûyî, ev made taybet jî awayê tiyorî yê şerê Rûsyayê li dij Ukranyayê piştre danî û di madeyê de tê gotin “Di vê mîsaqê de tiştek tune ye ku mafê xwezayî yê dewletan kêm bike, çi tek bin, çi jî kom bin, da ku xwe biparêzin çaxa ku hêzeka çekdar êrîşê endameka Neteweyên Yekbûyî bike, ew jî heta ku Encumana Ewlekarîyê bergirîyên pêwîs ên parastina aşitî û ewlehiya navdewletê bigire” Ji ber ku Tirkiya rastî tu êrîşên bi belgekirî û piştrastkirî ji aliyê hêzên kurdan ku parastina Efrînê dikir nehat, her wiha operasyona dagîrkeriyê di çarçoveya siyaseta hundurîn a partiya desthilatdar li Tirkiyayê ku xwe dispêre siyasetên berfirehkirina tirkî pêk hat, ku berovajî qanûna navdewletî û mîsaqa Neteweyên Yekbûyî ye. Di heman demê de, Encûmena Ewlekarî heta van kêliyan tu bergirîyên “parastina aşitî û ewlekariya navdewletî” pêk neanîne, ev yek jî dihêle ku dagîrkeriya Tirkiyayê li dervayî erkên ku qanûnên Neteweyên Yekbûtî li ser dewletên dagîrker ferz dike.

Tirkiya binpêkirina qanûna navdewletî û qanûna navdewletî ya mirovahî di pêvajoya dagîrkeriya Tirkiyayê ji herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî di cotmeha 2019an de dubare kir û her dem bi xwespartina li ser madeya 51ê a ne zelal, ku êrîşên li dij dewletên cîran û dagîrkeriya beşek ji axa wan rewa dike û Rûsya jî ev yek di şerê xwe yê li dij Ukranyayê  bi kar anî. Lê rastî ew bû ku lihevkirina Tirkiyayê bi Rûsyayê re li Efrînê û bi Amerîkayê re li Serê Kaniyê û Girê Spî, sedema yekser a pêkanîna van herdu dagîrkeriyan bûn, ne nivîsa wê qanûnê bû, ku da ber rûyê xwe û pê dagîrkerî kir.

Di rastiyê de, Tirkiyayê li gorî qanûna navdewletî ya mirovahî dewleteke dagîrker e û taybet li gorî peymana Lahe ya ku di sala 1907an de hate îmzekirin, li gorî madeya 42yan a peymana Lahe “xaka dewletê dagîrkirî tê dîtin çaxa ku di bin desthilatdariya yekser a artêşa dijmin de be, ji bilî vî rengî dê ne wekî dagîrkerî bê dîtin” Her wiha, tiştên ku di peymana Cinêvê ya 4an ya sala 1949an de hate gotin, li gorî wê ji Tirkiyayê hin erkên dagîrkeriyê tên xwestin, ku beşê sêyem yê mîsaqê amajeyên bi wê yekê dike ku divê binpêkirin rawestin. Madeya 46anl: pêwîst erêzgirtin ji rûmet û mafê malbatê re bê giritin, her wiha jiyna û milkên taybet, ol û bawerî. Nabe milkên taybet bên desteserkirin, madeya 47an: desteserkirina malûmilkan qedexe ye.

Bi şopandina van madeyan û asta binpêkirinê wan û tiştên ku li herêmên Efrîn û Serê Kaniyê diqewimin, mirov dikare bêje ku Tirkiyayê û komên çekdar ên girêdayî wê, ev made hemû binpê kirine.  Dibe ku reva Tirkiyayê ya domdar ji a binavkirina xwe wekî hêzeke dagîrkeriyê, xwe ji rexne û cezakirinên qanûnî dûr dixe. Her wiha,  herçiqas ku Tirkiya xwe dispêre komên çekdar ên Sûriyayê yên girêdayî xwe, an jî encûmenên xwecihî û hikûmetên tenê bi awayekî şeklî ên ji kwalîsyona oposizyonê derketine, Tirkiyayê ji binavkirina dagîrkeriyê dûr naxe. Bi gotineka din, ne pêwîst e ku Tirkiya serwerîya yekser bi rêya hêzên çekdar ên girêdayî desthilatdariya dagîrkeriyê bi kar bîne, ji ber ku dagîrkeriya şer dibe ku çaxa ku dewleteke biyan desthilatê li hikûmetê bike û wê bike wekîla hikûmeta dagîrkeriyê, hebe. Ev yek jî tê wateya ku heger dagîkerî xwe bispêre wekîlan jî jê re nabe perdeyeke qanûnî û navê dagîrkeriyê ji ser wê ranake.

Girêdana di navbera dagîrkeriya Tirkiyayê ya beşek ji bakurê Sûriyayê re û armanckirinên dawî yên herêmên Rêveberiya Xweser li bakurrojhilatê Sûriyayê, xwe dispêre xwesteka Tirkiyayê ya berfirehbûna çarçoveya dagîrkeriyê bi rêya pêkanna siyasetên tirsandina sivîlan û wêrankirina deverên jiyangîr û xelkê neçar bikin ku koçber bibe, da ku zemîna dagîrkeriyên armancgirtî deyîne. Berê jî serokkomarê Tirkiyayê Erdogan îşaret bi daxwaza welatê wî ya dagîrkeriya tevahîya bakurê Sûriyayê bi kurahîya 30 kîlometreyê, kir.

Piştî êrîşa şervanên PKKyê yên li dij avahiya wezareta navxweyî li paytextê li Enqerayê, wezîrê karê derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan piştî êrîşê bêyî ku lêpirsîn di bûyerê de çêbibe, ragihand ku hemû binesazî û navendên enerjiyê li bakurrojhilatê Sûriyayê “armancên rewa” ên artêşa Tirkiyayê ne. Her wiha, Tirkiyayê bûyera hundurîn bi kar anî, da ku operasyonên ne rewa li dij armancên sivîl û deverên sivîl li bakurrojhilatê Sûriyayê pêk bîne, bi vê yekê re jî rêgezên qanûna navdewletî ya mirovahî paşguh kir, ku ev qanûna xwe dispêre bingehekê di şeran de ew jî “rastiya kêferatê û nerastiya wê, nayê wê wateyê ku pabendiyê bi rêzikên qanûnî neyê kirin.(5)”

Qanûna navdewletî wekî komek ji rêgezên ku hewl dide bandorên mirovahî yên şerên çekdarî, sînordar bike, tê pênasekirin. Her wiha, hin caran jî wekî qanûna “şerê çekdarî” an jî “qanûna şer” tê destnîşankirin. Armanca sereke ya qanûna navdewletî ya mirovahî ew e ku rê li pêşiya rêbazên kuştinê bigire yên dibe ku alîyên kêferatê wê bi kar bîne û garantiya parastin û danûstandina mirovahî ya kesên ku bi awayekî ne yekser beşdarî operasyonên dijminahî bûne an jî êdî beşdarî wan şeran nabin, bike(6). Lewra, li gorî vê pênaseyê û bi rêgezên ku hewl tê dayîn sînorekî ji binpêkirinan re deyînin, mirov dikare bibêje ku êrîşên Tirkiyayê li dij hemû tiştên ku di qanûna navewletî ya mirovahî de hatiye gotin, ji ber ku Tirkiya pabendiyê bi rê û şêweyên şer nake û bi awayekî nemirovî şer dike û sivîlan dike armanc.

Dûrî rêzebinpêkirinên ku ji destpêka destwerdana leşkerî ya yekser li Sûriyayê çêbûne, êrîşên dawî yên li ser herêmên berfireh ên li bakurê Sûriyayê yên girêdayî Rêveberiya Xweser, rewşa jiyana van deveran dide xuyakirin, ku di rûyê makîneya şer a Tirkiyayê de ne, ya ku hewl dide tirsê bixe dilê sivîlan, tevî ku qanûna navdewletî ya mirovahî kiryarên tundiyê an jî gefên bi armanca belavkirina tirsandinê di nava xelkê sivîl de, qedexe dike. Ji 5ê cotmeha borî ve, topavêj û balafirên dron rêzeêrîşên berdewam pêk anîn û li gorî encamên destpêkê 50 kes hatin kuştin, di nav de jin û zarok jî hebûn, her wiha 29 ji wan jî hêzên têkoşîna li dij madeya hişbirê û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Ev yek hemû jî tevî ku qanûna navdewletî ya mirovahî êrîşên yekser li dij sivîlan, qedexe dike. Her wiha, xelkê sivîl jî wekî “hemû kesên ku ne endamên hêzên çekdar ên girêdayî alîyên şer in û ne jî beşdarî hawarçûna gelêrî  bûne” têne pênasekirin(7).

Êrîşên Tirkiyayê, binesazî û saziyên xizmetguzarî, dibistan û nexweşxaneyên bajar û bajarokên Rêveberiya Xweser armanc kirin, ku di qanûna navdewletî ya mirovahî û rêgezên qanûna mirovahî tê naskirin ku ew wekî “deverên sivîl” tê pênasekirin û divê nebin armancên êrîşan an jî kiryarên tolhildanê. Deverên sivêl tê naskirin ku ew e çi devera ku ne leşkerî be (8). Ev yek jî tê wateya ku êrîşên Tirkiyayê yên di 5ê cotmehê de, ew kiryarên tolhildanê ne ku zirar dane navendên ne leşkerî, di nav de jî 20 stasyonên avê. Di vê çarçoveyê de, li gorî madeya 54an a protokola zêdebûna yekem û rêgeza 54an a rêgezên qanûna navdewletî ya mirovahî, qanûna navdewletî ya mirovahî “birçîkirina sivîlan wekî rêbezekî ji rêbazên şer qedexe dike. Her wiha êrîşkirin, rûxandin, veguhastin an jî jikarxistina deverên jiyangîr ên ji bo mayîna sivîlan, qedexe ye, wekî wan jî xwardemenî, deverên çandiniyê, pez, stsyonên ava vexwarinê û toreyên wê ku mebest ji armanckirina wê ji ser sivîlan qut bike, qedexe ye, çi bi mebesta birçîkirina asivîlan be an jî çi ji bo koçberkirina wan be, an jî çi bi mebesteke din be.” (9) Her wiha, ji ber topbarana Tirkiyayê du stasyonên avê zirar dîtin û ji ber armanckirina stasyonên kehrebeyê, 18 stasyonên avê li bakurrojhilatê Sûriyayê ji xizmetê derketin, di heman demê de stasyona Elokê ya stratejîk ji bo Hesekê û gundewarê wê ji xizmetê derket. Her wiha, 11 stasyonên kehrebeyê hatin armanckirin û zêdetirî 2 milyon kes ji ber armanckirinên li herêmên Hesekê, Amûdê, Rimêlan, Tirbespiyê, Qamişlo, Dirbêsiyê û gundewarên wan tevahîyan, zirar dîtin. Ev yek hemû jî dikevin çarçoveya siyaseta birçîkirinê û neçarkirina xelkê a koçberî û penaberîyê. Di heman demê de, stasyonên petrolê ji alîyê Tirkiyayê ve hatin armanckirin û zirardayîna beşê enerjîyê ku wekî stûna aborîya xelkê herêmê ya li ser çandiniyê ye, ku ji ber siyasetên Tirkîyayê yên avê û rêgirtina li pêşîya çemê Firatê û kêmkirina para Sûriyayê ji avê, gelekî bi paş de ketiye.

Lê wêneyê herî hovane yê êrîşên dijminajî, armanckirina dronên Tirkiyayê ji nexweşxane û dibistanan re bû. Di vê çarçoveyê de, du nexweşxane li herêma Cizîrê û Kobanê hatin armanckirin û di encamê de ji xizmetê derketin, tevî ku peymana Cinêvê ya çarem ya sala 1949an di madeya 18an de bi awayekî aşkere got “Di çi rewşê de, êrîşî nexweşxaneyên sivîl ên rêxistinkirî ku birîndaran û nexweşan û kesên temenmezin û jinan derman dikin neyê kirin û divê alîyên şer jî di her demê de parastin û rêzgirtina wê bigirin”(10). Her wiha, 48 cihên perwerde û fêrkirinê hatin armanckirin û di encamê de xebatên perwerdeyê hatin rawestandin û bi hezaran şagirtan zirar dîtin û nikarin perwerdeya xwe ji ber êrîşan berdewam bikin. Di vê çarçoveyê de, li gorî qanûna mirovahî ya navdewletî, dibistan û sazîyên perwerdeyê deverên sivîl in û divê ji êrîşên bi zanebûn werin parastin, lê tenê di rewşekê de ku ji aliyên şer ve ji bo armancên leşkerî were bikaranîn (11). Lê sazîyên ku hatine armanckirin, ji bo armancên leşkerî nedihate bikaranîn.

Ji alîyekî din ve jî, qanûna navdewletî ya mirovahî êrîşên li dij sivîlan û deverên sivîl ku di encamê de “binpêkirinên mezin” têne pêkanîn, wekî “sûcên şer” dinirxîne. Li gorî Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî gotiye, armancên sereke yên qanûna navdewletî ya mirovahî kêmkirina êşên mirovahiyê ye (12). Bi gotineke din, armanca vê qanûnê ne ku şer çênebe an jî rêgirtina li pêşiya şer e, lê belê armanca xwe ya sereke ew e ku aliyên şerê çekdarî qanûnên mirovahî yên ku çawaniya şer hukim dikin pêk bînin. Bi gotineke din, armanc ji pabendbûna qanûnê sînordarkirina zirarên ku şer li ser sivîlan û deverêv sivîl çêdike. Ev yek jî di êrîşên Tirkiyayê yên dawî û dubarekirî de, pêk nehat.  Lewra, sûcên şer wekî binpêkirinên xeternak ên qanûnên şer ku ji aliyê kesan ve bi armanca sûcdarî an jî bi zanebûn an jî bi bêserûberî tê kirin. Her wiha, sûcên şer êrîşên li dij sivîlan bi zanebûn û rehîgirtin û cezakirina komî, digire nava xwe(13). Di heman demê de, siyaseta cezayê komî yê qutkirina xwazrin, av, kehreba û petrolê li ser xelkê deverên armanckirî li têgeha “tawana şer tê zêdekirin.

Pabendîyên civaka navdewletî derbarê binpêkirinên qanûna navdewletî ya mirovahî

 Tevî ku berçav e ku Tirkîyayê qanûnên navdewletî yên mirovî binpê kiriye, lê civaka navdewletî bi tiştên pêwîst ranebû da ku êrîşên Tirkiyayê yên dûbarekirî li dij bakurrojhilatê Sûriyayê rawestîne. Di rêgeza 144an de a ku di peymanên Cinêvê ya çarem û protokola zêdek a yekem  hatiye gotin, piştrast dike ku “divê dewlet aliyên şer han nedin bo ku binpêkirinên qanûna mirovahî pêk bînin, lê berê divê desthilata xwe bi kar bînin ji bo ku binpêkirinên qanûnên navdewletî yên mirovî rawestînin”(14). Her wiha rêxistinên navdewletî yên din bang li dewletên endam dike ku qanûna navdewletî ya mirovahî rêzgirtinê jê re bigirin ûgarantiya rêgirtina wê bike, nexasim encûmena Ewropayê, NATO, Yekitiya Afrîkayê û rêxistinên dewletên Amerîkayê. Ji ber vê yekê, armanca me ji vê lêkolînê û şirovekirina wê, ku pêwîst e civaka navdewletî bi erka xwe ya qanûnî derbarê binpêkirinên qanûna navdewletî ya mirovahî rabe û rêzgirtina rêgezan û peymanên girêdayî mijarê feriz bike, ne tenê ku aliyên şer bi heman tiştî rabin. Her wiha, ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyayê tu rêbazên fişarê nehatin bikaranîn, nexasim: Nerazîbûna dîplomasî û bergiriyên komî li dij aliyên ku rêzgirtina qanûnan binpê dike, taybet jî ji aliyên dewletên ku destwerdana dosyaya Sûriyayê kirine. Nebikaranîna van herdu rêbazan, dihêle ku civaka navdewletî berpirsyariya exlaqî li ser milê xwe bigire li hember tiştê ku ji 5ê cotmehê de pêk hat ku hîn jî berdewam dike.

Her wiha, ji bilî erkên civaka navdewletî û desteyên navdewletî, Komîteya Navdewletî ya Xaçê bi erkên xwe yên şopandinê wekî ku li herêmên din ên cîhanê dike, ranabe. Di vê çarçoveyê de, tu xebatên komîteyê derbarê şerê Tirkiyayê yên domdar li ser bakurrojhilatê Sûriyayê û ne jî tu raporeke binpêkirinê yên hema bibêje rojane tune bûn, nexasim ku komîteyê di daxuyaniya xwe ya taybet derbarê karûxebatê de armancên xwe wiha diyar kir “rêxistineke ne alîgir e û serbixwe ye û erka wê mirovahî ji bo parastina jiyan û rûmeta qurbaniyên şerên çekdarî û rewşên tundiyê yên din û pêşkêşkirina alîkariyê ji wan re ye”(16).

Balkêş e ku civaka navdewletî derbarê bikaranîna bêsînor a çekên nûjen bê deng e, wekî balafirên dron ku di nava kûrahiya operasyonên dawî yên Tirkiyayê de bûn. Ev balafir, pirsên derbarê pêkanîna qanûna navdewletî ya mirovahî li ser van operasyonan derdixin holê û piştre pirsên derbarê rêgezên ku asta bikaranîna hêza mezin a li dij kesan sînordar dike. Di dema ku qanûna navdewletî ya mirovî pêk dihat, bikaranîna balafirên dron pirs çêdikin li bara hûrbîniya agahiyên armancê û armanckirina xelkê sivêl di armancê de û ka gelo aliyê êrîşkar dikare birîndaran biparêze, an jî wan dîl bigire berdêla kuştinê (17). Di encamê de, li gorî daxwazên sivîlên li bakurojhilatê Sûriyayê, divê siyasetên kuştinê yên Tirkiyayê yên bêdeng di ber çavan re werin derbaskirin, ku di kuştina sivîlan û rûxandina deverên sivîl de xwe dispêre dronan,  bi rêya ferizkirina qedexekirina hewayî, an jî hikûmeta Tirkiyayê tawanbar bikin ku ew rêzê li qanûna navdewletî ya mirovî nagire dema ku van çekan bi kar tîne.

Encam

Ji berê de û heta niha, armanca sereke ya qanûna navdewletî ya mirovahî ku hovtiya şer kêm bike û sînorekî ji tundrawiyê re di dema şer de deyînin, lê ev yek di rewşa êrîşa Tirkiyayê ya li dij bakurrojhilatê Sûriyayê de pêk nehat. Ev yek jî hişt ku xelkê herêmê tu daxwazî an jî hêvî bi qanûna navdewletî ya mirovahî neke, her wiha rola civaka navdelwetî ya parastina têgeh û rêgezên vê qanûnê.

Hestên hikûmeta Tirkiyayê ku ew li dervayî çarçoveya cezakirinê û çavdêriyê ye, dihêle ku kiryarên xwe yên dijminahî li pêşîya çavên cîhanê berdewam bike, Tirkiyayê ev yek jî dema ku dest bi projeyên dagîrkeriyê li bakurê Sûriyayê kir, dît. Ji ber ku binpêkirinên wê yên domdar nebû sedema hêrsekê an jî helwesteke navdewletî ku li ser wî esasî rêzebinpêkirinan ku ji sala 2016an ve mezin dibin, werin rawestandin. Li ser vî esasî, nabe ku ev nêrîn li ser dagîrkeriya tirkiyayê bê bicihkirin, ku ji 5ê cotmeha borî ve şerekî rewa dibîne û li hember wê tu deng dernayê. Her wiha, ev êrîşên Tirkiyayê, li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê feriz dike ku alavên xwe yên qanûnî xurtir bike, da ku têkoşêna xwe ya qanûnî geşedan bike li hember êrîşên Tirkiyayê, li desteyên navneteweyî û navdewletî, ji ber ku tenê belgekirinên ku Rêveberiya Xweser û rêxistinên civaka sivîl pê radibinm bêyî ku rêbazên qanûnî pêk bînin ku bihêlin civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî parastina sivîlan û deverên sivîl bike, têrê nake.

Têbinî: Ev lêkolîn bi zimanê erebî hatiye nivîsîn, di beşê erebî yê NKLyê de hatiye weşandin û wergerî kurmanciyê hatiye kirin. Lewre me xwest ku çavkaniyên vê lêkolînê wekî xwe bimînin, da ku xwendevan karibe li reseniya wan çavkaniyan vegere.

 Çavkanî:

 (1) ميثاق الأمم المتحدة (النص الكامل) https://2u.pw/nzpbFh

(2) القانون الدولي الإنساني مقدمة شاملة؛ نيلس ميلزر، مطبوعات اللجنة الدولية للصليب الأحمر ؛ ص60

(3) الاتفاقية الخاصة باحترام قوانين وأعراف الحرب البرية؛ اتفاقية لاهاي لعام 1907 https://2u.pw/zLcru5

(4) القانون الدولي الإنساني مقدمة شاملة؛ مصدر سابق؛ ص60

(5) قواعد الحرب.. ما موقف القانون الدولي من الصراع بين إسرائيل وغزة؟ الحرة؛ https://2u.pw/esq9A0k

(6) القانون الدولي الإنساني مقدمة شاملة؛ مصدر سابق؛ ص17

(7) المصدر نفسه؛ ص82

(8) المصدر نفسه؛ ص89

(9) الملحق (البروتوكول) الأول الإضافي إلى اتفاقيات جنيف لعام 1977 https://2u.pw/A7K4Ms7

(10) الشارة: مواد ذات صلة من اتفاقيات جنيف 1949 وبروتوكولاتها الإضافية https://2u.pw/PiSx6I2

(11) المدارس ساحات للقتال- حماية الطُلاب والمعلمين والمدارس من الهجمات؛ Human Rights Watch https://2u.pw/HjidBnd

(12) النزاعات المسلحة؛ منظمة العفو الدولية- أمنستي https://2u.pw/yh3Ylnm

(13) كيف ينطبق القانون الإنساني الدولي على إسرائيل وغزّة؟ Human Rights Watch https://2u.pw/OrdWKdL

(14) قواعد بيانات القانون الدولي الإنساني https://2u.pw/BbV4k37

(15) النزاعات المسلحة؛ مصدر سابق

(16) اللجنة الدولية للصليب الأحمر- ولايتنا ومهمتنا https://2u.pw/d6E4uaN

(17) القانون الدولي الإنساني مقدمة شاملة؛ مصدر سابق؛ ص41