Êrîşa li dij kampa Waşûkanîyê; sûcekî din ê Tirkîyayê ye

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

 

Roja 5ê cotmeha 2023yan, careka din xelkê Serê Kanîyê yê koçber durûtîya cîhanê û qanûnên navdewletî qaşo yên parastina sivîlan nexasim koçber û kampan dikin, eşkere kir. Gelê Serê Kanîyê yê li kampa Waşûkanîyê ku roja 5ê cotmehê amadekarîya salvgera bîranîna bi êş a dagîrkirina bajarê xwe ji alîyê dewleta Tirkîyayê ve dikirin, careka din dewleta Tirkîyayê êrîşî wan kir. Wekî ku duh dewleta Tirkîyayê bajarê wan dagîr kiriye, dîsa hemû ketin nava tirs û xofê, ji ber ku dizanin dijminekî wekî Tirkîyayê temenpiçûk û temenmezin, zarok, jin û mêran ji hev dernaxe; wan dike armanc û dikuje.

Kampa Waşûkanîyê/NKL

Tevî ku di qanûn û bendên navdewletî da, bendeka taybet a parastina kampên koçber û penaberan heye, lê dewleta Tirkîyayê wekî her car ev qanûn binpê kir. Ji xwe dema mijar dibe kuştina kurdan êdî qanûnên cîhanê yên parastina sivîlan bêwate û pûç dibin. Lewra di çarçoveya lêkolînên ku Navenda Kurdî ya Lêkolînan li Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşên 5ê cotmehê yên dewleta Tirkîyayê li dij binesazîya herêmê û kampên koçberan amade dike, di beşê sêyem yê lêkolînan da, em ê balê bikişînin ser kampa Waşûkanîyê ku rastî êrîşa dewleta Tirkîyayê hat.

Roja 5ê cotmehê dewleta Tirkîyayê ji saet 8ê sibehê heta 11ê nîvro /4/ caran derdora kampa Waşûkanîyê ya koçberên Serê Kanîyê bombebaran kir.

Kampa Waşûkanîyê

Sala 2019an dema ku dewleta Tirkîyayê bajarê Serê Kanîyê û gundewarên wê dagîr kir, xelkê Serê Kanîyê neçar bû ji ber zilm û bombebarana balafirên Tirkîyayê, dest ji mal û milkên xwe berdin û piranîya wan berê xwe da bajarê Hesekê. Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ji bo pêşwazîkirina koçberên Serê Kanîyê, li rojavayê bajarê Hesekê kampeka bi navê Waşûkanîyê vekir. Ev kamp ku heta roja îro vekiriye, tê da /16.900/ kes dijîn.

Kampa Waşûkanîyê/NKL

Her çiqas ku ji ber êrîşê tiştek nebû, lê koçberên Waşûkanîyê ketin nava tirseka mezin û careka din ew rojên êrîşên hovane yên dewleta Tirkîyayê li dij bajarê wan, hate bîra wan.

NKLyê ji bo bibelgekirina rewşa kampê ya piştî êrîşê û zelalkirina rewşê, serdana kampê kir û bi rayedarên kampê ra hevdîtin pêk anîn. Di vê çarçoveyê da hevserokê kampa Waşûkanîyê, Berzan Ebdullah bersiva pirsên xebatkarên NKLyê yên derbarê êrîşên dewleta Tirkîyayê li dij kampê, zehmetîyên ku çêbûn piştî êrîşê, her wiha helwesta birêxistinên ku di kampê da dixebitin derbarê êrîşan da û zehmetîyên koçberan derbarê peydakirina av û kehrebeyê, da.

Hevserokê Kampa Waşûkanîyê Berzan Ebdullah/NKL

Hevdîtina NKLyê bi hevserokê kampê ra wiha ye:

NKL: Birêz Berzan, kîjan rojê dewleta Tirkîyayê êrîşî kampa Waşûkanîyê kir?

Ebdullah: Roja pênşemê 5ê meha 10an di saetên sibehê da, di saet 8an da heta saet 11ê nîvroyê êrîş dewam kir. /4/ caran balafirên şer derdora kampa Waşûkanîyê bombebaran kir.

Êrişa dewleta Tirkîyayê bi balafirên şer li derdora Kampa Waşûkanîyê 05/10/2023 / NKL

NKL: Tu zirar di encama êrîşan da çêbû? 

Ebdullah: Êrîş bi taybet li rojavayê kampê pêk hat, ango Ii ser sîwana kampê bû. Her wiha, gelek parçeyên êrîşê di nava konan da ketin. Lewra koçber neçar man ku ji dest ji konên xwe berdin û xwe bispêrin cihên ewle.

Êrişa dewleta Tirkîyayê bi balafirên şer li dij kampa Waşûkanîyê 05/10/2023/NKL

NKL: Bandora van êrîşan bi giştî  li ser kampê çawa bû, ango atmosfêreka çawa di nava koçberan da afirand?

Ebdullah: Roja êrîşê li kampa Waşûkanîyê, konekî çalakîyê yê derbarê salvgera dagîrkirina Serê Kanîyê ku kete sala xwe ya /5/an hatibû vekirin. Di hundirê kampê da, rewşeka pir xerab çêbû, ji ber êrîşên hewayî bi balafirên şer pêk hatin û deng pir xurt bû û ev yek bandoreka mezin li xelkê kir. Gelê kampê ji saetên sibehê ve heta êvarê, di konên xwe da rûneniştin, bi giştî li dervayî konên xwe bûn. Her wiha, xelkê rojavayê kampê hemû ji kampê derketin. Bi rastî rewşeka pir xerab bû. Her wiha, rewşên nexweşîya pîskolojî di hundirê kampê da çêbûn, bi taybet nava zarok û jinan da. Bi gotineka din êrîşeka pir bibandor, hovane û bitirs bû.

NKL: Birêz Berzan Ebdullah, dema ku êrîşên dewleta Tirkîyayê li dij kampê çêbûn, gelo helwesta birêxistinên alîkarîyê û yên mafên mirovan ên ku di kampê da kar dikirin çi bû? Û ji bo parastina sivîlan û hişyarîyê çi kirin?

Ebdullah: Mixabin di rojên wiha da, em dibêjin ku birêxistinên navdewletî û birêxistinên mirovahî di rojên wiha zehmet da di hundirê kampan da divê li derdora koçber û penaberên xwe bin, lê mixabin dema êrîş çêbû derdora /12/ birêxistinên ku di hundirê kampê da bûn, hemûyan nivîsgehên xwe girtin û ji kampê revîyan. Piştî êrîşan bi 3-4 rojan careka din ew birêxistin vegerîyan kampê. Di wan rojên ku birêxistin ji kampê derketin, koçber ketin zehmetîyeka pir mezin da.

NKL: Lê niha rewşa kampê ji alîyê av û kehrebeyê ve çawa ye?

Ebdullah: Ji xwe her kes jî dizane ku êrîşên dewleta Tirkîyayê li dij binesazîyê bûn, taybet li dij stasyonên kehrebeyê û kargeha gazê bûn. Ev yek jî bandoreka mezin li koçberan kir, ji ber ku /2/ rojan av Ii ser kampê qut bû. Her wiha /6/ rojan kehrebe li ser kampê hate qutkirin. Bi awayekî giştî jîyan di kampê da hate rawestandin.

Peydakirina avê bi rêya erebeyan/Kampa Waşûkanîyê/NKL

NKL: Gelo civaka navdewletî çawa dikare alîkarîyê bide koçberên kampa Waşûkanîyê?

Ebdullah: Roja êrîşê me hewl da ku peywendîyê bi birêxistinên navdewletî ra bikin û me name ji wan ra rêkirin û ji wan ra got kampên me têne bombebarankirin, ne tenê kampa Waşûkanîyê, lê belê derdora kampa Rojê û kampa Newrozê yên li Dêrîkê hatin bombebarankirin û rewşa koçberan di hundirê kampan da pir zehmet bû. Lê mixabin tu bersiv bo bangên me yên alîkarîyê heta niha tuneye.

Kampa Waşûkanîyê/NKL