Eniyên şer ên li dij Rojava û mafê xweparastina rewa

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Herêma  Bakur-Rojhlatê Sûriyê di nava şerekî mezin de ye. Li ser gelek eniyan şerê hebûn û nebûnê dike. Di serî de dewleta tirk û çeteyên wê, DAIŞ û hêzên cîhadîst, rejîma Şamê û komên çete yên girêdayî wê û Îranê, ev hemû Herêma  Bakurrojhlatê Sûriyayê ji xwe re kirine armanc û bi şêweyên cuda yên şer û komkujiyan êrîş dikin. Roj naçe ava, bêyî ku êrîşek ji aliyê van hêzan pêk were û di encamê de şervanek an jî sivîlek jiyana xwe ji dest bide.

Êrîşên ku ev hêz li dijî Herêma  Bakur-Rojhlatê Sûriyê dimeşînin, hin caran bi şêweyekî bi serê xwe ne û hin caran jî bi şêweyekî kordînekirî ne. Her hêzek sûdê ji êrîşa hêza din werdigre. Dema ku dewleta tirk êrîşeke dagîrkeriyê dimeşîne, an jî li binsaziya heremê dide, hêzên din yên girêdayî rejîma Şamê, an jî şaneyên DAIŞê serê xwe hildidin û dest bi êrîş û xerabkirinan dikin. Ev yek gelek caran diyar bûye. Mirov dikare di vê çarçoveyê de behsa navendek hevkarî û rêveberiyê ya di nava hemû hêzan de bike. Jixwe dewleta tirk bi awayekî stratîjî ketiye nava vî şerî û ew bi riya MITê di nava hêzên rejîma Şamê û DAIŞ de xwedî rol û gotin e.

Li dij Herêma  Bakur-Rojhlatê Sûriyê şerekî topyekbûn tê kirin. Ev şer aborî, civakî û leşkerî ye. Ambargo heye. Ava vexwarinê tê birîn. Binsazî tê rûxandin û çavkaniyên jiyanê ji holê tên rakirin. Jixwe di warê leşkerî de her roj bi dehan êrîş hene ku bargeh û şervanên HSDyê, lê her wiha wargeh û sivîlan jî armanc digrin. Ev aliyên dijminên Herêma  Bakur-Rojhlatê Sûriyê kuştinê dikin û derfetên jiyanê têk dibin. Armanca wan xuyaye, ew jî derbiderkirin û koçberkirina bi milyonan nişticihên vê heremê ye. Ev şerê jiholrakirinê û ev komkujiya ku li dij mirovayetiyê tê kirin, li ber çavê tevahiya cîhanê rû dide.

Li himberî vî şerê berfireh Herêma  Bakur-Rojhlatê Sûriyê ev serê çend salan e xwe parastî ye. Ji bo xwe rewşek nû ya jiyan û berxwedanê ava kiriye. Ji ber vê yekê hemû aliyên jiyanê, çi hîndekarî an jî kar û behremedî be, bûye şêweyek ji şêweyên sekinandin û berxwedanê. Mayina li Rojava û Herêma  Bakur-Rojhlatê Sûriyê bi serê xwe berxwedanek e. Ew di kozika tekoşînê de cihgirtin e.

Tevî van êrîşan hemûyan, lê dîsa Herêma  Bakur-Rojhlatê Sûriyê eger hat û bi heremên din yên Sûriyayê re berawird bû, ew wek cihekî ewle ku mirov dikare lê bi nasname û bîr û baweriyên xwe azad bijî. Ev rastiyek e. Rojava û Herêma  Bakur-Rojhlatê Sûriyê ji bo jiyan û ewlekariya mirovan, ji heremên li jêr desthilatdariya Şamê û yên li jêr dagîrkeriya dewleta tirk û çeteyên wê, her wiha yên li jêr kontrola El-Qaîdayê li Idlibê, baştir û xweştir in. Ev herem ji bo tevahiya Sûriyayê bûye mînak. Jixwe neyarên kurdan û xweseriyê ji vê rastiyê ditrsin û ji ber hindê êrîşên xwe zêde dikin û komkujiyan pêk tînin.

HSD û HRE (Hêzên Rizgariya Efrînê) jî li dij van êrîşan xwedî helwest in. Ew her êrîşek ku li dij hêzên wan an jî sivîlan tê kirin, dibersivînin û dagîrker û çetyan ceza dikin. Di van rojên dawîyê, HSD û HRF oprasyonên profsyonal ên tolhildanê li hin gundewarên Minbic û Efrînê pêk anîn, ku di encamê de bi dehan çete hatin kuştin. Di vê derbarê de Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî derbarê çalakiya ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dij nuqteyên çeteyên dewleta tirk a dagîrker li gundewarê rojavayê bajarê Minbicê pêk anîne daxuyaniyek belav kir û tê de got “Di çarçoveya mafê parastina rewa li hemberî kiryar, tawan û êrîşên dagîrkeriya tirk û çeteyên wê ku mînaka herî dawî komkujiya gundê “Fatsa” rojhilatê navçeya Eynîsayê bû û di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da, her wiha weke bersiva komkujiyên dûbare yên li dijî gelê me yê koçber li herêma Şehbayê û weke tolhildana şehîdên gundê “Abdûkê” hêzên me bi hemû pêkhateyên xwe yên leşkerî rêzeçalakiyên serkeftî pêk anîn.

Navneda Ragihandina HSDyê diyar kir ku di dîroka 24ê mijdarê de hêzên me yên Meclîsa Minbicê ya Leşkerî çalakiyeke taybet û berfireh pêk anîn. Di vê çalakiyê de baregehên çeteyên artêşa tirk ên li gundê Biwêhic El-Acemî ku dikeve rojavayê bajarê Minbicê bûn armanca şervanên me. Di van çalakiyan de taktîkên serdegirtin, sekvanî û kemînê hatin bikaranîn û di encamê de baregehên çeteyan û maşîneyên wan ên leşkerî hatin îmhakirin. Her wiha hejmarek çekên wan hatin desteserkirin. Ev çalakiya ku bi awayekî serkeftî pêk hat, baregeheke taybet kire armanc. Hêzên me ketin baregehên çeteyan û ew tarûmar kirin. Li vir pevçûneke dijwar qewimî û di encamê de şervanên me tirs û xofeke mezin xistin dilê çeteyan de. Bi vî rengî hêzên çete belav bûn û hêjmarek ji wan dema xwestin ji derbên şervanên me fîrar bikin, ketin kemînê û derbên girantir xwarin.

Daxuyaniya HSDyê wiha dewam kir: Şervanên me yên ku ji destpêka pevçûnê de însiyatîfa êrîşê di destê xwe de hiştin, refên çeteyan ji hev belav kirin û rê nedan wan ku karibin ji nû ve xwe kom bikin. Her wiha hewldanên wan ên revînê jî ew ji derba şervanên me xilas nekirin. Piştî ku çalakî giha armanca xwe, şervanên me bi giranî çûn ser cenazeyên tevahî çeteyên ku li hundur û derveyî baregehê hatibûn kuştin. Ev grûpa çete ya ku fermandarên wê reviyan, vîna wan a şerkirinê şkest û bi temamî hatin kuştin. Di encama vê çalakiyê de 17 çete ku ji wan hêjmarek fermandar bûn, hatin kuştin û 6 ji wan jî bi giranî birîndar bûn. Di heman demê de 2 maşîne û 3 baregehên leşkerî hatin rûxandin û şervanên me 9 çek ku di nav de top avêj jî hebûn li gel hêjmarek belge û telefonên çeteyan desteser kirin. Ev çeteyên ku ji bermahiya rêxistina terorî ya DAÎŞê pêk tên û gendeliyên mezin li herêmê pêk anîn, her wiha li bajarê Babê êş û azarên giran bi gelê me dan kişandin ku li dij wan xwepêşandanên girseyî pêk hatin, çarenûs û cezayê xwe yê pêwîst xwarin. Piştî ku çalakî bi dawî bû û armancên xwe pêk anî, şervanên me bi awayekî têkûz bê ku tu zerar bigihêje wan vegeriyan baregehên xwe.

HRE di daxuyniyekê de diyar kir ku, di roja 22yê mijdarê de li Xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke sekvanî li dar xist li vê derê çeteyek dagîrker tê kuştin û her wiha li heman cih dema dijmin dixwzaê cenazeyê kuştiyê xwe bigire dibin armance segvanên me û çeteyek din tê kuştin. Her wiha HREyê dîmenê çalakiya serdegirtinê ya ku di roja 23yê mijdarê li xeta Kefer Xaşêr ku ji aliyê şervanên wan de hatibû pêkanîn û di encama de 7 çete hatibûn kuştin 8 jî bîrindar bûbûn, di malpera xwe ya fermî de weşand.

Bi rêya van êrîşên bersevdayîn û tolhildanê tê diyarkirin, ku hêzên parastina Herêma  Bakur-Rojhlatê Sûriyê xwedî vîn, derfet û insyatif in. Ew tu carî rê nadin dijminên vê tecrubeyê ku bi ser bikevin û xwe li axa Rojava bi cih bikin. Ew çeteyê ku dixwaze kurdan derbider bike û di warên wan de bi cih bibe, dê were cezakirin. Bi van rêzeçalakiyên bi bandor, mirov dikare behsa qonaxek nû ya berxwedanê bike. Ev êrîşên bersivdayînê şok ji çeteyan û basikên wan yên siyasî re çêkir. Hêza leşkerî ya Rojava û  Herêma  Bakur-Rojhlatê Sûriyayê peywira xwe bi cih tîne, îca divê saziyên dîplomasî û ragihandinê jî peywira xwe bi awayekî profesyonal bi cih bînin. Divê ew rastiya çeteyan diyar bikin û komkujiyên ku li dij kurdan kirine vebêjin. Divê ev çalakiyên HSD û HREyê wek bersevên li ser bingeha mafên xweparastina rewa ya li gorî zagonên navnetewî werin şîrovekirin û ev rastî bi gelên Sûriyayê, welatiyên ereb û tevhiya cîhanê were fêhmkirin.