Abdullah Hicab: Di sala 2019an de diyalogeke cidî di navbera kurdan û Îranê de hebû

Navenda Kurdî ya Lêkolînan bernameyek bi zimanê kurdî derbarê siyaseta Îranê ya derbarê gelê kurd li hundir û derveyî Îranê, çêkir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hat rêvebirin,  ev mijar bi siyasetmedar û nivîskarê kurd, Abdullah Hicab ê şarezayê rewşa kurdî û îranî, giftûgo kir.

Abdullah Hicab di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser erdîngariya Rojhilatê Kurdistanê û got: “Rojhilatê Kurdistanê di dîroka Kurdistanê û serhildana neteweyî de, cografîyeke girîng e. Hejmara kurdan a nêzî rastiyê li Îranê ji %12 ye, ji wan ji sedî 60-70 li Kurdistanê dijîn, her wiha hinek kurd jî li dervayî Kurdistanê û hinek li Xoresanê dijîn. Di heman hemê de, parêzgehên ku kurd tê de dijîn 4 in û ew jî ev in: Kirmanşan, Ilam, Kurdistan û Azrebîcana Rojava. Di van herçar parêzgehan derdora zêdetirî 7 milyon kes dijîn û ji wan jî %70 kurd in. Ev yek jî tê wateya ku ew cografiya Kurdistanê derdora 6 heta 7 milyon kurd dijîn. Her wiha 4 heta 5 milyon kurd jî li dervayî Kurdistanê dijîn, ji nava wan milyonek heta du milyon kurdên Xoresanê ne li rojhilatî îranê ne. Nîv kurd in sinî ne û nîv jî şîî ne, lê tenê li Kurdistanê ji sedî 65 heta 70 kurdên sinî ne û ji sedî  25 heta 30 jî kurdên şîî ne û ji sedî 5 heta 10 kurdên yaresanî ne.”

Hicab da zanîn ku Rojhilatê Kurdistanê di warê şoreşgerî û neteweyî de paqij maye û wiha dewam kir: “Li Rojhilatê Kurdistanê gel hişyareke wî ya paqij heye, îdeolojoya kurdên Rojhilatê kurdiyetî ye. Rojhilatê Kurdistanê di şoreşên kurdan de gelek şehîd dane. Ev jî bûye nirxekî neteweyî.”

Hicab bal kişand ser xwedîderketina gelê Rojhilatê Kurdistanê ji girtiyên xwe re û ev nirxandin kir: Di van salên dawî de li gel ku xebatên çekdarî sînordar bûye, gel xwedî li hêzên siyasî derkdikeve, dema ku şoreşa “Jin Jiyan e Azadî” dest pê kir, gel li neteweya xwe  xwedî derket. Her wiha dema şerê Kobanê ji Kirmanîşanê heta tevahiya bajarên Kurdsitanê xwedî li Kobanê derketin. Rojhilat li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê xwedî derket û gel neketiye lîstoka partiyan. Xelk piştgriya tevgera neteweyî dike. Gelê Rojhilatê Kurdistanê her kes ji bo kurdiyetê li dij hikumeta dîkteror têkoşîn bike, xwedî li wê hêza siyasî ya kurdî derdikeve. Her wiha, dema ku çalakvanên siyasî têne girtin, gel yekser xwedî li wan derdikeve. Dema ku kesek li ser destê rejîma Îranê tê şehîdxistin, kurdên Rojhilatê Kurdistanê wekî nirxekî xwe dibîne û li her derdê xwedî li wan derdikeve. Rejîma Îranê jî vê yekê dizane û li ser vî esasî dixwaze xelkê bitirsîne û gel xwedî li şehîdên xwe dernekeve.”

Nivîskarê kurd Abdullah Hicab bi berdewamî anî ziman ku hemû rêxistinên kurd ji destpêkê û heta niha herdem gotine pirsa kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi diyalogê çareser dibe, di herçar pêvajoyan de kurdan diyalog kiriye û xwestin pirsa doza kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi hikumeta Îranê re çareser bike û got: “Kurdan asta daxwazên xwe pir kêm kirin jî, lê rejîma Îranê ev daxwaz red kirin û şer li dij kurdan ragihand.”

Hicab got: “Di salên 2010 û 2011an de, hewldanên diyalogê hebûn, lê di vir de jî bi ser neket û rejîma Îranê xwest ku kurdan bixapîne. Ez ê cara yekem ragihînim ku di sala 2019an de diyalogeke cidî di nava kurdan û Îranê de li dewleteke Ewropayê hebû . Partiyên kurdan bi Wazareta Derve ya Îranê re diyalog kirin. Her wiha, PJAKê bi xwe jî bi rêya PKK û partiyên din ên Başûrê Kurdisanê bi Îranê re kete diyalogê û çend caran bi hev re rûniştin. Lê Îranê tiştek nekir û nîşan neda ku dixwaze pirsa kurd çareser bike. Di herçar pêvajoyan de, Îranê dixwast diyalogê li hemberî kurdan bi kar bîne. Lê Îran dixwaze kurdên din ên parçeyên Kurdistanê li dij kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi kar bîne, ev jî metirsiyeke pir mezin e.”

Her wiha Abdullah Hicab diyar kir ku xwestekên Amerîka û xwestekên kurdên Rojhilat cuda ye, Amerîka dixwaze li Îranê rejîmeke navendî be, her çiqas Amerîka li hemberî Îranê ye, lê berjewendiyên wan yek e, ango naxwaze ku Îranê têk bibe. Amerîka naxwaze li herêmê demokrasî hebe ku gel û netewe nasnameyên xwe biparêze, lê Amerîka sîstemeke navendî dixwaze.

Siyasetmedar û nivîskarê kurd, Abdullah  Hicab di dawiyê de got: “Heta komara îslamî li ser kar be, wê li Rojhilata Navîn tevlîhevî hebe, gelê Îranê rejîma Îranê naxwaze. Ez bawer im ku di siberojê de, gel wê zêdetir li hemberî rejîma Îranê bisekine. Amerîka jî dixwaze rejîma Îranê hebe, lewra wê tevlîhevî hebe. Guhartin wê ji hundirê Îranê ve were ne ji derve ve.