Di salvegera 98`an a “Komarê” de, çawa Mustefa Kemal biser ket û Kurd têk çûn?

HISÊN CIMO

Mustefa Kemal Paşa, di 29`ê Cotmeha 1923`an de damezrandina”Komara Tirkiyê” ragihand. Bi vê yekê re, rêwîtiya lezgîn a guhartinên tund bi jinûve avakirina Tirkiyê li ser kavilên bermahiyên Dewleta Osmaniyan ku wî bi xwe binav dikir”Rizgarkirina ji barên gelên ne Tirk”temam bû. Di destpêkê de, ragihandina “Komarê” nedihat wateya bi mîrateya Osmaniya qutkirin çêbibe, lê di hin qadên diyar de hêdî hêdî qutbûn çêbû, lê ne qutbûneke giştî, nexasim nêrîna Komarê li ser gelên ne Musilaman ên ku xwe di nava dewleta”Komarê”de dîtin.  Qutkirina giştî a destûra bingehîn ji mîrateya Osmaniyan a hevbeş ji van gelan re piştî şeş mehan ji ragihandina “Komarê”diyar bû. Taybet   di 20`ê Nîsana 1924`an de, dema destûra nû”derbe” di naveroka xwe de li dijî destûra yekemîn ku di destpêka 1921`an de derket, bû. Ew destûr heta niha Komara Tirkiyê xalên wê yên bingehîn neweşanidye, ji ber ku li ser van herdu xalan hatibû sazkirin: Rizgarkirina dewletê ji dagirkeriya rojava û damezirandina welatekî hevbeş ji bo gelên ku di şerê dawî de yê rizgarkirina Komarê de beşdar bûbûn. Ango şerê serxwebûnê.

Di dawiya roja 29`ê Cotmehê de, bûyerên ku çêbûn ne kesên ji nêz û ne jî ji kesên dûr ve ne zelal bû. Di wê rojê de û piştî wê bi çend hefteyan, ev yek bûbû rojeva çapemeniya Birêtaniyayê.

Di 30`ê Cotmehê de, rojnameya “Yorkshire Post”, manêşta xwe wisa nivîsand: Tirkiyê Komar e…Mustefa Kemal Paşa bû serok. Rojnameyê ku agahiyên xwe spart ajansa Rutersê, ragihand ku biryara nişkivê ya istîfakirina hikumetê, piştî civîneke dirêj hate standin. Ev mijar di civîna CHP`ê de hate nîqaşkirin. Di wê civînê de, li gorî rojnameyê nakokiyên dijwar têde çêbûn. Lewra, gelo beriya bi çend saetan ku Mustefa Kemal Paşa bibe serokkomar, çi çêbû?.

Her wiha rojnameyê li ser zimanê nûçegihanê ajansa Rutersê Ii Enqereyê got:” Piştê ku serokwezîr Fethî Bek (mebest Fethî Okyar) ragihand ku nakokiyên mezin hene, jê hate xwestin dateyan bi daxuyaniyeke fermî eşkere bikin. Lê Fethî Okyar ev yek red kir. Her wiha piştî ku Okyar bûyerên di civîna dijwar de eşkere nekir, renxeyên tund li dijî wî hatin kirin. Mirov dikare xala nakok a sereke ji nûçeya ajansa Rutersê, derx bixîne. Partiya Gel(CHP) ku Mustefa Kemal Paşa di 9`ê Îlona 1923`an de(Beriya ragihandina komarê bi çend hefteyan) ava kir, pêşniyazên Paşa ya hilbijartina wî ji bo serokatiyê erê kir û derfet dane wî ku serokwezîr bi xwe hilbijêre. Tê texmînkirin ku girêdana nameztiya serokwezîr bi îradeya Mustefa Kemal, hin hevrikên Mustefa Kemal û di serî de ji bo Fethî Okyar, proveksyon bû. Eger Okyar, destekdayîna koma leşkerî ya xurt wekî Kazim  Qere Bagîr û Fewzî Çeqmeq wernegirta, bê gûman ew li pêşiya Mustefa Paşa nedisekinî. Lê rojname bi awayekî giştî, neketin van hûrgiliyên nakokiyên beriya ragihandina Komarê.

Şerê Enwer û Mustefa

Di paragrafa piştî wê re ya heman rojnameyê, wêneyê Mustefa Kemal Paşa bi awayekî erênî hatibû nîşandan. Rojnameyê, di vê nirxandina xwe de, xwe spartibûn nêrîna generalê Birêtanî Charles Townsend ku di şerê Elkutê sala 1916`an de dîl hatibûn girtin û du salan di zindanên Anadolê de ma. Li gorî şahidiya Townsend ku nêrîna xwe bi rêya Telgraf ji rojnameya The Times beriya salekê ji ji ragihandina Komarê re rêkir,”Mustefa Kemal bi awayekî baş siyaset û karûbarê Ewropayê fêm dike”. Piştre, rojnameyê, bal kişand ser beşê herî nakok û ne zelal di pêvajoya gihandina Mustefa Kemal ji desthildarî re. Ew nakokî jî di navbera Mustefa Kemal û Enwer Paşa de bû. Diyar e ku nêrîna Mustefa Kemal di demeke kurt e, biser ket. Piraniya rojnameyên Birêtaniyayê, nêrîna Mustefa Kemal a der barê destpêkirina nakokiyan bi Enwer Paşa piştî şerê Galîpolî yê di sala 1915`an de li deryaya Marmarayê, weşandin. Li gorî  rojnameya Yorkshire ji ber “çavnebariyên Enwer Paşa  ji Mustefa Kemal re”, fermana veguhistina Mustefa Paşa ji bo wîlaytên Ereban re hate dayîn, da ku dûrî navenda desthildariyê bikeve. Li gorî heman rojnameyê, sala 1919`an jî, Enwer Paşa bû yek ji wan kesên ji edaletê diriviya. Lewra endamên”Ithad û Tereqî” berê xwe dane Mustefa Kemal da ku bibe serokê wan.

Her wiha rojnameya ” Yorkshire”bal kişand ser axaftineke din ku beşek jê hate weşandin. Di rastiya xwe de, ew axaftin beriya salekê ji aliyê nûçegihanê rojnameyê ve hate belavkirin. Li gorî rojnameyê, dihat gotin ku Mustefak Kemal û alîgirên wê, îdiay kirin ku artêş ji “tunebûnê” ava kir. Tişta ku tê zanîn û Ii gorî pirtûka jînenîgariya Mustefa Kemal, ev îdiay ne Ii gorî rastiyan bû û şahidên ku jînengariya Mustefa Kemal vegotin jî, behsa van îdiayan nekirin. Heta beriya ragihandina komarê bi salek an jî bi du salan, Mustefa Kemal tiştek ji tunebûnê ava nekir wekî ku tê gotin.. Ango beriya ragihandina serkeftina xwe ya dawî di şerê serxwebûnê de. Lewra, gelo çawa axaftinên Mustefa Kemal bi awayekî hêsanî hate weşandin û bûn axaftinên navdar?.

Xwendevanên ku hinek jînengeriya Mustefa Kemal xwendine, wê texmîn bike ku çîrokên ku hatine sazkirin wekî avakirina Mustefa Kemal artêşê ji tunebûnê, encama berhema piştî ragihandina Komarê ye û nîşandana Mustefa Kemal wekî lehengekî ji gel re û sazkarê hemû serkeftinên ji derbeya 1908`an de ye. Lê lêkolîna Ii ser axafinên ku rojnameyê beriya û piştî ragihandina Komarê weşandine, diyar dibe ku nêrînên li ser Mustefa Kemal piştre hatine gotin, encama hewldana Ismet Înano ye û ev nêrîn jî berê hebûn. Ihtîmaleke mezin ku rêya ji pêşiya van gotegotan hatiye vekirin, ji ber ku êdî li qadê dijber neman da ku parastina xwe bikin. Lewra, Sultan Wehîd Eldîn ji kar hate dûrxistin. Tê gotin ku Mustefa Kemal, Wehîd Eldîn rêkir Anadolê û ew erkdar kir ku artêşê komî ser hev bike û li benda fermana êrişê bisekinê. Her wiha Enwer Paşa jî sala 1919`an de hate qewitandin û Qereh Bekir jî ku yekemîn fermandarê parastina yekîneyên xwe ya leşkerî li Kurdistanê û eniya rojhilat kir, hate bêdengkirin. Der barê beşdarbûna çalak a Kurdan di damezirandin û beşdarbûa nava şerê serxwebûnê de, li gorî rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ebdulah Ocalan, ji ber taybetmendiya wê ya takekesî ya vê beşdarbûnê û nerêxistinkirina wê di bin fermandariyeke lêveger a kurdî de, ji holê hate kirin.

Çima Fewzî Çeqmeq gav paş de avêt?

Di 31`ê Comehê de (Piştî du rojan ji ragihandina Komarê), rojnameya Nottingham Journa manşêta xwe wisa nivîsand: Tirkiyê komar e..Mustefa Kemal û Ismet hikûmeta nû birêve dibin. Rojnameyê di rapora xwe ya kurt de, bal kişand ser kesayeta Ismet Înano û rêwîtiya wî ya pêkanîna lihevkirina Mudanyayê sala 1922 bi hikûmeta  Lloyd George ya Birêtaniyê ye. Ev lihevkirin bû zemîna vekişandina Birêtaniyayê ji Qistentîniyê û  tengavan.

Her wiha di 31`ê heman mehê de, rojnameya Daily News a Londonî manêşta xwe wisa nivîsand: Tirkiya nû… Kemal bû serok û Ismet bû serokwezîr. Nûçegihanê rojnameyê yê taybet li Qistentîniyê bi awayekî kurt behsa rêgezên sereke ya Komarê kirin, ango behsa rêgezên ku ji bo Birêtaniyayê giring e wekî hilbijartina ola islamê wekî oleke fermî ya dewletê, kir. Di beşê dawî yê raporê de, rojnameyê nûçeya erkdarkirina Ismet Înano wekî serokwezîr kir. Rojnameyê Înano wekî kesayetekî ku tenê rêveberiya şandeya Tirkiyê li danûstanidnên Lozanê kiriye, nîşan da. Balkêş e ku dema ku nûçeya istîfaya Okyar beriya ragihandina Komarê bi rojekê hate weşandin, du bernamzet ji bo serokatiya hikûmetê hebûn. Li kêleka Ismet Înano, bernamzetekî din hebû ew jî fermandarê artêşê bû Fewzî Çeqmeq. Navê Çeqmeq di kurte rapora rojnameya  Halifax Evening Courier de, di dîroka 29`ê Cotmehê de, hate bibîrxistin.

Rojnameya ” Yorkshire Evening” jî têkildarî mijarê raporeke wekî gotarekê di bin sernavê”Komara nû” de nivîsand û got:”Tirkiyê êdî bû Komar. Eger tiştekî bi vî awayekî beriya niha bi 12 salan pêk bihata, wê di radeya yekemîn de guhartineke siyasî ba. Tevî vê yekê jî, bi destpêkirina şer(Şerê Cîhanê yê Yekemîn) guhartin di rengên hikûmetên niştimanî de dûbare bûn, gihîşt astekê ku nebin xaleke guhartinê ya giring. Di gelek rewşan de, ev guhart nedibûn zemînek ku em li ser wan hêviyên mezin ava bikin “. Her wiha rojnameyê, pesna Mustefa Kemal da û diyar kir ku ev welat yê ku ji ber şer û rêvebirina xirab westiyaye, hêjayî kesayetekî rast wekî Mustefa Kemal ê ku bijardeyên diplomatên Ewropayê têk birin. Rojnameyê di dawiyê de got:”Di bin fermandariya vî kesayetekî de(Mustefa Kemal), Tirkiyê di rêya rast de ye.”

Lihevhatina ku nehate eşkerekirin

Di 31`ê Cotmehê de, rojnameya Sheffield Daily Telegraph  raporek bi sernavê”Lîstoka Mustefa Kemal xeter e”, weşand. Di raporê de hate gotin:”Damezrandina Tirkiyê wekî Komar bi serokatiya Mustefa Kemal Paşa û serokwezîr general Ismet Paşa hate ragihand. Tê payîn ku Amerîka bifikire ku ev nîşaneyên ku Tirkiya neteweyî piştî şer, bi awayekî xurt destkeftiyên xwe parastin. Her wiha şerê di navbera mala Kemal a nû û mala Osmananiya kevin, bi serkeftina Mustefa Kemal Paşa bidawî bû. Lê eger rewş wisa bê, ev yek gûmaneke pir çêdike. Dibe ku Mustefa Kemal di dema bêhêvîtî de ev gav avêtibin, ne ku ji van gavan razî ye. Dibe ku Mustefa Kemal hest dikir ku rewş ber bi ne başiyê ve diçe, lewra biryar da ku Fethî Bek ê nerm ji rêya xwe derxê û bi vê yekê jî zemîna dîktetoriya eşkere hate destpêkirin”.

Her wiha rojnameyê li ser karîna Komarê ya dewamkirinê bi gûman bû. Di heman demê de, rojnameyê li ser vegera Osmaniya li ser desthildarî hişyarî da, nexasim bi hebûna hêzeke xurt a muxalefetê ya di nava Komîteya Itihad û Tereqî de û lawaziya Mustefa Kemal û Ismet Înano li hemberî komployan ji ber ku tenê bi berjewendiyên xwe yên kesayetî difikirîn.

Tiştên ku ji aliyê rojnameya “Sheffield Daily Telegraph” ve hate weşandin, di aliyê teorekî de dûrî bûyeran e. Ji ber ku Komar li ser lingê xwe ma û Itihad û Tereqî ji bo Mustefa Kemal nebû astengî. Lê ji aliyekî din ve jî, rûpela ku heta niha di dîroka rêzikên destpêkê yên  amadekirina Komarê de nehatiye vegotin: Gelo çi lihevhatin di navbera generalên Ithad û Tereqî û “Tîma Komarê”de pêk hat?.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî