“Destpêkê Amerîka” û paşê ne tiştekî din
Nivîskar: Hisên Cimo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di bîranîna 80yî ya daketina Normandî li Fransayê de, lîderên rojava û destpêkê jî serokê Amerîkayê Joe Biden bi hevrûkirina di navbera Rûsya û Almanyaya Nazî, mijûl bûn. Ev hevrûkirin tu sûdên wê yên ewropayî tune bûn, ji bilî hêviya ku piraniya dengdêrên amerîkayî bi erka cîhanî ya Amerîkayê li dervayî sînorê wê, iqna bibin. Ev hevrûkirin çêbû, di demekê de ku anketên ku çêbûne, nîşan didin ku derfeta serketina serokê berê yê Amerîkayê Trump di hilbijartinên serokatî yên di mijdara pê de, di bin dirûşeya Trump “Destpêkê Amerîka”, xurt dibe.
Di şahiya Normandî de, Biden di xîtaba xwe de, qehremaniyên “Tîma Mirinê” ya Amerîkayê bi bîr anî ya ku piştî daketinê ketin nava çeperên Almanyayê.
Biden di axaftina xwe de, da zanîn ku rewşa beriya daketinê di 6ê hezîrana 1944an de, wekî rewşa “cîhana azad” e, di demekê de ku Rûsyayê êrîşî Ukranyayê dike. Lê, Biden metirsiyên bi navê “lîbralîzma siyasî ya navneteweyî” paşguh nekir, ku herdu beravê zeryaya Etlesê bi hev girê dide (Amerîka-Ewropa), ji hizira tirsnak a serkeftina Trump di serokatiyê de û xurtkirina qutkirina Amerîkayê ji cîhanê.
Ji ber vê yekê, Biden dixwest ku balê bikişîne ser hevûrkirina di navbera du demên têkildar de, dema Normandî ku têkildarî NATOyê ye û dema Hitler ku girêdayî serokê Rûsyayê Pûtin e. Biden dema ku silav pêşkêşî şerkerên ku beşdarî daketina Normandî bûbûn, kir û got: “Bi saya wan, şer berovajî bû. Ew li dij dijminahiya Hitler sekinîn. Gelo gumana kesî heye ku dixwazin Amerîka li dij dijminahiya Pûtin îro li Ewropayê, bisekine?”. Her wiha, di xîtaba xwe de, pirs kir ku kesek heye texmîn dike ew şerker eger îro di nava me de bûne, dixwazin ku “Amerîka bi tena xwe bimeşe?”
Xîtaba Biden pêk hat, di demekê de ku ewropayî bifikar in ku cîhan bê Amerîka bimeşe eger ku Trump careke din bû serok û metoda “Destpêkê Amerîka” berdewam kir ku di heman demê de tê wateya “paşê ne tiştekî din”. Di rastiyê de jî, Trump hişt ku Partiya Demokratîk navendîbûna “Destpêkê Amerîka” kêm neke, lê Partiya Demokratîk a “duyem” li gel wan heye, ew jî hevalbendên Amerîka li Ewropa û Îsraîl û rojhilatê Asyayê ye, her wiha cudabûna ji nêzikbûna herdu aliyan ji “aliyên din ên li Rojhilata Navîn, jibilî Îsraîlê”. Lewra danûstandina bi hevalbendên “asta duyem” li Rojhilata Navîn wê çawa be? Asta pabendbûna Amerîkayê derbarê wan de, eger ku rastî metirsiyên ewlekarî yên mezin hatin? Tecrubeya Biden nîşan dide ku tekane Îsraîl Amerîka pabendî ewlekariya wê ye, ji ber ku Îsraîl tenê hevalbendê “asta yekem” e li Rojhilata Navîn. Ên din jî, di nav de jî Erebistana Siûdî di asta hevalbendiya bi Washington re paşde vegeriya, gihaşt astekê ku Riyad û Ebû Debî di operasyona ewlehiya Deryaya Sor de ya li dij hûsiyan beşdar nebûn, tevî ku têkbirina hûsiyan ji karên sereke yên herdu paytextan e.
Lê pabendbûna Amerîkayê derbarê hevkarên ewlekarî li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, girêdayî eger ku Amerîka wê careke din vê hevkariyê pênase bike ango ji têkoşîna li dij rêxistina DAIŞê ya terorîst derbas dike û derbasî çarçoveyeke ewlekarî ya nû bibe. Lê bi hevsengiya hewldanên Amerîkayê yên wê giraniya xwe ya stratejîk bide herêma Pasîfîkê. Lê di heman demê de jî, Amerîka rastî astengiyên mezin tê, ji ber metirsiyên li ser Îsraîlê û Amerîka neçar e –bi demkî be jî- bi awayekî leşkerî li derdora Îsraîlê be. Di heman demê de, dibe ku Amerîka hemû planên xwe yên dem dirêj ên derketina ji Rojhilata Navîn di ber çavan re derbas bike, di nav de jinûvepênasekirina hebûna xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, da ku bikeve çarçoveyeke stratejîk a giştî de, ne tenê bi şerê li dij rêxistina DAIŞê sînordar be. Lê mîna van guhartinan di aliyê qanûnî de li Amerîkayê ne hêsan e û divê erêkirin ji Kongresê were standin, da ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê (Rêveberiya Xweser) bikeve çarçoveya stratejîk a aramiyê, li kêleka hevalbendên -dewlet- Amerîkayê yên wekî dewletên Kendavê û Urdunê. Ev yek bi ser nakeve, madem ku dîplomasiya Amerîkayê hîna xwe dispêre rêbazên kevn di rastiyeke nû de ku tevahî hatiye guhartin, di nav de jî, xwespartina Amerîkayê li ser rêgezên di destpêka salên 90î de piştî bidawîbûna Şerê Sar, wekî ku Tirkiyayê li beramberî Îranê hêmaneke hevsengî ye, lê ev nêrîneke bêbingeh e, ji ber ku sînorê hevrikî û aloziyê di navbera Îran û Tirkiyayê de, hişk e û zelal e û ne pêkan e ku bikeve aloziyeke awarte, ev yek jî şerê salên dirêj ên li Sûriyayê, piştrast kir.
“Destpêkê Amerîka”
Tiştê ku xîtabên Normandî û encamên hilbijartinên Ewropayê û pêşketina şepêlên rastirgir ên tundraw eşkere kirin ku lîberalîzm li navendên xwe yên dîrokî, rastî derbeyên kuştinê tê. Pêwîstiya vê lîberalîzimê jî bi xîtabeke nû û alavên guhartinê heye. Dibe ku şepêlên rastgir û populîst ev “lîberalîzma berbelav” a xwedî bingehê çepgiriya etlesî neçar kirin ku bi awayekî hêdî li xwe vegere ku ne li gor gava mezin a “lîberalîzma rastgir” an jî “lîberalzma neteweyî” ya lezgîn e. Ji ber vê yekê, hilbijartinên serokatî yên Amerîkayê, wê wekî bûyereke damezrandinê di rêveçûyîna îdeolojiyên mezin ên nû de bin, eger ku Trump bi ser ket ku Ewropa jî amadekariyên baş jê re dike, wê tevahiya cîhanê li pêşiya pêvajoya jinûvesazkirineke tund a serweriya jeopolîtîk bin.
Nivîskar Hal Brands di bin dirûşma “Destpêkê Amerîka” de, nirxandinek li ser siberoja Amerîkayê û cîhanê kir û di kovara “Foreign Affairs” de nivîsî û got: “Kopiyeke bi vî rengî ji Amerîkayê bi tevahiya ji karûbarê cîhanî venakişe. Her wiha di hin dozan de, dibe ku ji ber zêdetir tundir be, lê di parastina rêgezên cîhanî û hevalbendên dûr de, êdî wê giraniya xwe kêm bike. Di heman demê de, wê siyaseta Amerîkayê ya derve wê giranî zêde nede rêgez û nirxan. Ev kopiya Amerîkayê dê desthilateke wê ya mezin hebe, lê wê hestê mezin ê berpirsyariyê li gel wê tunebe.”
Her wiha, Brands dibêje ku wê encamên wê dijwar bin, ji ber ku siyaseta derve ya Amerîkayê di rewşeke asteng de ye û pêkan e ji encama wê cîhaneke bêxêrtir û bikaos peyda bibe.
Sebirê li qîrên Trump bikşînin
Her wiha di gotareke din de, serokwezîrê Awustralyayê yê berê Malcolm Turnbull di Foreign Affairsê de li ser tecrubeya xwe bi Trump re nivîsî, nexasim ew peywendiya bi telefonê ya binavûdeng ku tê de Trump dengê xwe li ser Turnbull rakir, ji ber peymana veguhastina penaberan ji Awustralyayê bo Amerîkayê ku di serdema Obama de ev peyman hatibû îmzekirin.
Turnbull ev axaftina li ser telefonê wiha derbirîn kir: “Tiştekî bi tirs bû ku serokê Amerîkayê di rûyê min de biqîre, lê min xwe ragirt. Di dawiya axaftinê de, Trump bi astengî erê kir.”
Turnbull şîret li hempîşeyên xwe yên ewropayî û hevalbendên Amerîkayê kirin eger Trump bi ser ket, ji wan xwest ku bihêlin bila Trump dengê xwe li ser wan bilind bike, bi hêviya ku di dawiyê de, aram bibe!
Xweradestkirina bi binketinê
Di serdema serokên Amerîkayê de Obama, Trump û Biden de, stratejiya Amerîkayê giraniya xwe dabûn hizireke xweşbîn ku pêwîstiya Amerîkayê qet bi gelek şeran di heman wextê de tuneye. Di pêvajoya rêveberiya Obama de û ji bo rawestandina di rûyê lawazkirina darayî de, Wezareta Parastinê dev ji siyasetên xwe yên dirêj ên amadekariyên ji du şerên mezin re û serkeftina di wan şeran de berda, lê belê giraniya xwe da wergirtina rêbazên pêwîst ên şer û serkeftinê di yek şerî de. Ev gav hişt ku meyla ber bi artêşa Amerîkayê ya piçûk ve bi lez be. Her wiha bijardeyên berdest li pêşiya çêkerên siyaseta Amerîkayê teng kir, ji ber ku pêkanîna wan pereyên bêhtir û belavbûneke bêhtir li derve dixwaze. Îroj, ev stratejî cihê pirsê ye û xuya ye ku nearamiya di navbera du aliyên dûrî hev, pêwîstiya wê bi vegera stratejiyên George Bush ê law heye ku du şerên mezin di demekê de dikir an jî radestkirina bo têkçûna “cîhankirina lîberalîzmê” ku ew jî bûye îdyolojiyeke bêkêr li pêşberî kopiyên nû yên îdyolojiyên neteweyî.