Dagîrkeriya Tirkiyayê û stratîjiya xweparastinê

By Tariq Hemo

Herema Bakur -Rojhilatê Sûriyayê rastî êrîşên jiholêrakinê tê. Gelek alî, çi dewlet an jî rêxsitinên terorî, ev herem kirine armanca êrîşên tunekirinê. Di serî de dewleta tirk, ev alî rojane êrîşan dikin. Ew hêzên leşkerî, sivîl û binesaziya heremê armanc dikin. Armanca wan kuştin û derbiderkirina bi milyonan welatiyên wê heremê ye. Ew her weha dixwazin her tiştî talan û wêran bikin. Dixwazin hemû nîşnên jiyan û şarestaniyê li wir têk bibin û heremê dewrî çolistanekê bikin.

Aliyên ku şer li dijî Herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê ne, hevkarên hev in û xwedî heman siyasetê ne. Dibe ku dijberên hev bin jî, lê li dij heremê xwedî heman siyaeta dijminane ne. Li vir mirov dikare van aliyan rêz bike:

  • Dewleta tirk (Endama NATO)
  • Rêjîma Şamê û çekdarên girêdayî Îranê
  • Cîhadîstên global (DAIŞ, El-Nusra û Artêşa Niştimanî)

Her yek ji van hêzan xwedî pîlaneke taybet e, li gorî wê êrîşî Herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê dike û hewl dide vê statûyê ji holê rake. Ev hêz gelek caran, bi awayekî yekser an jî neyekser, di nava hevkariyê de ne. Wek mînak li vir em dikarin behsa êrîşên dewleta tirk ên li ser binsaziya hermê bikin. Ev êrîş 2 caran bi şêweyekî giştî û berfireh pêk hatin. Dewleta tirk xwest binsaziya heremê hilweşîne û çavkaniyên jiyanê birûxîne û sivîlan neçarî koçberiyê bike. Di dema van êrîşan de, rêjîma Şamê, komên çekdar ên girêdayî Îranê û şaneyên DAIŞê êrîşên xwe zêde kirin û hêzên HSDyê armanc kirin. Wan ji bo xwe êrîşên dewleta tirk mîna derfet dîtin û hewl dan sûdê jê wergirin. Ev jî hevkariyek neyekser e.

Dewleta tirk bi hemû neyarên kurdan û dijminên herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê re têkildar û hevkar e. Ew hewl dide van aliyan bi kar bîne û li dijî kurdan bide xebitandin. Li Başûrê Kurdistanê dewleta tirk hêzên dijberên kurd dicivîne ser hev û finanse dike. Ev yek li Kerkûkê diyar bû. Armanca Enqerayê ew e ku kurd nebin hêzek diyarker û nikaribin heremên kurdistanî yên li jêr desthilatdariya Bexdayê careke din bigrin dest. Eger nêzîkatiyek di navbera Bexda û Herêma Başûrê Kurdistanê de derkeve jî, yekser Enqera destwerdanê dike û rê li ber vê nêzîkatiyê digre. Jixwe dagîrkeriyek leşkerî jî heye. Dewleta tirk bi rêya bi dehan bargehên leşkerî û hêlînên MITê li Başûr, destê xwe xistiye sukra siyaseta başûr û gefên destwerdaneke leşkerî ya dagîrkeriyê dixwe.

Li Sûriyayê jî siyaseta rejîma AKP/MHPyê li ser bingeha dijminayetiya kurdan dimeşe. A girîng ji bo Tirkiyayê ew e ku kurd bê maf û statû bimînin û hêzên li Sûriyayê bibin desthilatdar li dij kurdan rabin ser pêyan. Ji ber hindê Enqera çekdarên opozîsyonê civandin ser hev û li jêr navê “Artêşa Niştimanî” ew li dij kurdan dan xebitandin. Bi rêya wan dagîrkeriyek meşand, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagîr kir û bi destê wan kurd derbider kirin. Dewleta tirk wiha bawer dike ku wê ji bo kurdan li Sûriyayê pirsgirekeke mezin durust kir, dikare bi sedên salan dirêj bike û bibe sedema rêlibergirtina demokratîzekirina Sûriyayê, redkirina naskirina kurdan di destûra bingehîn de û erênekirina statûya xweseriyê.

Li himberî vê siyaseta dijminane ya dewleta tirk, divê hêzên kurd hevkar bin. Divê asta xweparastinê bilind bikin û li dij Tirkiyayê û komên çekdar yên girêdayê wê, karibin berxwedaneke mezin diyar bikin. Divê dewleta tirk hesabê hêza kurdan bike û beriya her êrîşê, zanibe ku dê bersiv hebe û dê di warên siyasî û aborî de derbeyan bixwe. Jixwe Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyayê nehçarî xweparastinê ye. Pêwîst e ev herem stratîjiya xwe li gorî konsepta “Aboriya Şer” ava bike. Hemû derfet û imkan ji bo prastina welatî, ax û serweriyê werin veqetandin. Ji bo valaderxstina êrîşên dewleta tirk, pêwîst e bergiriyên leşkerî, lojîstîkî û aborî werin girtin. Tirkiya tevahiya Kurdistanê kiriye herêmeke şer û komkujiyan dimeşîne. Cîhan çavê xwe digire û dê hîna jî bêdeng be. Ji ber vê yekê pêwîst e kurd û xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyayê bi xwe bawer bin û li ser esasê derfet û imkanên xwe bergiriyên xweparastin û bersevdayinê bigrin. Aboriya şer konsepta berxwedan û xweparstinê ye. Konsepta bersevdayîna êrîşên dagîrkeriyê ye.