Dagîrkerîya Tirkîyayê ji Serê Kanîyê û Girê Spî ra: Qirkirina etnîkî û pêkanîna tirkkirinê

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Piştî dagîrkerîya dewleta Tirkîyayê û bi xurtkirina komên çekdar ên girêdayî Enqerayê li her du herêmên Serê Kanîyê û Girê Spî, êdî dewleta Tirkîyayê dest bi pêkanîna projeyên xwe yên ji bo guhartina demografîya herî mezin û jiholêrakirinê çi hebûnekî kurdan, kir.

Pêşgotin

Di van rojan da, bîranîna çarem a dagîrkerîya dewleta Tirkîyayê ji herêmên Serê Kanîyê û Girê Spî ra ye, ku di 9ê cotmeha 2019an da Tirkîyayê bi hevkarîya komên bi navê “Artêşa Niştimanî” bi rêya operasyona “Kanîya Aşitîyê” ew her du herêm dagîr kirin. Her wiha, “Artêşa Niştimanî” jî çarçoveyek e ku Tirkîyayê ew ava kir ji bo yekbûna milîsên opozîsyona çekdarî û bikaranîna wê li dij gelê kurd û Rêveberîya Xweser li Bakur Rojhilatê Sûrîyayê.

Dagîrkirina Girê Spî û Serê Kanîyê wekî dagîrkerîya sêyem e, ku berîya wê du dagîrkerî pêk hatin, a yekem operasyona leşkerî ya bi navê “Mertalê Firatê” ku Tirkîyayê wê demê gotibû birêxistina DAIŞ armanc kiriye û di encamê da, herêmên Cerablus, Izaz û Bab li bejahîya bakurê Helebê (tebaxa 2016an-adara 2018an) dagîr kir. Her wiha, dagîrkerîya duyem jî di bin navê “Çiqilê Zeyrûnê” pêk hat û di encamê da kantona Efrînê (çile-adara 2018an) dagîr kir.

Dewleta Tirkîyayê xerabtirîn dîyardeyên dagîrkerîyê li ser herêmên Serê Kanîyê û Girê Spî feriz kir û binpêkirinên mezin û hovane li dij welatîyên kurd pêk anîn ku di nav da sûcên kuştin, revandin, koçberkirin desteserkirina malûmilkên welatîyan û serbesberdana endamên milîsên “Artêşa Niştimanî” bêyî tu ceza. Her wiha, siyaseta guhartina demografî û qirkirina etnîkî ya eşkere feriz kir, ku di encamê da pêkhateya kurd hema bibêje bi temamî hate koçberkirin û malbatên milîsên çekdar ên girêdayî Enqerayê, li wê deverê hatin bicihkirin û malûmilkên kurdan li ser wan hatin belavkirin.

Di vê lêkolînê da, em ê balê bikişînin ser bûyerê, bi spartina koka siyaseta dijminahî ya Tirkîyayê derbarê kurdan û formula Rêveberîya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûrîyayê ji dema destpêkirina xwepêşandanên gelêrî û destpêkirina alozîya Sûrîyayê sala 2011an, her wiha birêxistinkirina komên çekdar ji alîyê Tirkîyayê ve, da ku wekî rêbazekî  di dagîrkirin û xerabkirina herêmên Rêveberîya Xweser da bi kar bîne, di heman demê da koçberkirina kurdan ji herêmê û pêkanîna sûcên qirkirina etnîkî û pêkanîna guhartina demografîk bi awayekî plankirî.

 Helwesta Tirkîyayê ji rejîma Sûrîyayê û xwepêşandanên 2011an

Hewleta Tirkîyayê ji xwepêşandanên gelêrî di buhara 2011an da li Sûrîyayê li dij desthildarîya serok Beşar El-Esed gelek alîyên xwe hebûn, ji wan sûdwergirtina ji tevgera gelêrî ya ku daxwaza azadîyê û dewleta qanûn dikir ji bo bixe berjewendîyên Tirkîyayê belavbûna serwerîya  Tirkîyayê û xurtkirina wê , lê bi garantîya mayîna rejîma El-Esed li ser desthildarîyê, lê rejîmeka lawaz bêhtir xwe li ber berjewendîyên Tirkîyayê bitewîne. Lê Enqera wekî piranîya paytextên herêmî bi rêzexwepêşandanên gelêrî ku li gelek welatên ereban di dawîya sala 2010an da pêk hatin û tevgera gelêrî li Sûrîyayê ku li piranîya herêmê belav bû ecêbmayî ma, ku di encamê da du rejîmên siyasî yên xwedî kok li Misir û Tûnisê hatin guhartin. Lê diplomasîya Tirkîyayê kete tevgerê da ku xwepêşandanên li dij rejîma El-Esed sînordar bike, li ser esasê metirsîyên cidî eger ku rewşeka ne seqemgîr û alozî li welatê cîran pêk hat, ku têkilîya Enqerayê bi rejîma El-Esed ra xurtir bû piştî herdu alîyan li ser peymana Edenayê ya ewlekarîyê sala 1998an îmze kirin, heta gihaşt asta damezrandina encumena stratejîk a sûrîyayî-tirkîyayî ya hevbeş sala 2009an. Di vê çarçoveyê da, herdu alîyan got ku hewl didin temamîya aborî di navbera herdu welatan da pêk bînin, lê di rastîyê da ev “temamîya aborî” tenê serwerîya aborîya tirkîyayî bû û hevsengîya pevguhartina bazirganî bi awayekî temam ji bo berjewendîyên Tirkîyayê bû û kelûbelên Tirkîyayê li bazara Sûrîyayê dagîrtî bûn û pîşesazîyên herêmî yên ku nû derketî, ji holê rakir.

Di nava şopandina wê ya ji bipêşketinên alozîya Sûrîyayê da, Tirkîyayê hin pêşek danîn pêşîya xwe: A yekem garantîya ku rejîma heyî ya li Şamê, bi taybetî dema ku dest bi axaftinê li ser pêkanîna hin reforman kir, nasnameya kurdî bi awayekî qanûnî û destûrî nas neke, yan jî qabûlkirina her awayê Rêveberîya Xweser. A duyem: Razîbûna bi tevlîbûna Ixwan El-Muslimîn di nava desthilatdarîyê da û dabeşkirina desthilatdarîyê bi wê ra. Di navbera destpêka buhara 2011an û dawîya havîna 2011an da, gelek serdanên wezîrê derve yê Tirkîyayê yê wê demê Ehmed Davutoglu ji bo Şamê pêk hatin, ev yek jî wekî hewldana hikûmeta Tirkîyayê ya sînordarkirina alozîyê û qebûlkirina rejîma Sûrîyayê li ser şertûmercên Tirkîyayê ku Ixwan El-Muslimîn tev li desthilatdarîyê bike û mayîna sîstema navendî û garantîya neguhartina bingeh û teşeyê dewletê bike (guhartina hin bendên makeqanûnê) ku rê li ber naskirina nasname û mafên kurdan veke.

Lê Tirkîyayê nikarîbû rejîma Sûrîyayê bihêle tawîzan ji hevalbendên wê yên Ixwan El-Muslimîn ra bide. Di encamê da, êdî xwepêşandan ji bin kontrolê derketin û bûn rûbirûbûna çekdarî, li beramberî wê jî rejîma Sûrîyayê tundîya bêsînor li dij xwepêşandaran bi kar anî û ji artêşa rejîma Sûrîyayê û sazîyên wê yên polîsî û ewlekarîyê, parçebûn pêk hatin. Êdî li vir dewleta Tirkîyayê têkilîyên xwe bi rejîma Sûrîyayê ra qut kirin û baylozxaneya li Şamê di buhara 2012an da girt. Ji wê demê ve, Tirkîyayê bi awayekî yekser ket nava alozîya Sûrîyayê bi rêya  destekdayîna komên çekdar û birêxistinkirina kongre û hevdîtinên opozîsyona siyasî (bi birêveberîya hevalbendên xwe yên îslamî), lê bi balkişanda li ser armanca xwe ya sereke: ku rênedayîna çi guhartinê ku dikeve berjewendîyên gelê kurd li Sûrîyayê.

Êdî dewleta Tirkîyayê bû alîyekî sereke di alozîya Sûrîyayê da û hikûmeta AKPyê dest bi komkirina birêveberên komên çekdar û opozîsyona siyasî ya li dij rêjîma El-Esed kir. Ji alîyekî din ve jî, îstixbarata Tirkîyayê dest bi birêxistinkirin û birêvebebirina karê çekdarî kir, ku armanc dike rejîma El-Esed birûxîne û rejîmeka girêdayî Tirkîyayê ku tê da Ixwan El-Muslimîn serwer bin, ava bike. Di vê navberê da Ixwan El-Muslimîn li Misirê bi bidestxistina hilbijartinên qanûnsazî û serokomarîyê, hatin ser desthilatdarîyê. Hevdemî armancên Tirkîyayê yên hilweşandina rejîma El-Esed bi rêya xurtkirin û aktîvkirina xebata opozîsyonê yên çekdarî, Enqerayê plan û projeyên ji bo avakirina “herêmeka ewle/tempon” li bakurrojhilatê Sûrîyayê amade dikir, da ku tê da kampan bi cih bike û bi sed hezaran penaberên sûrîyayî yên ku ji şerê li herêmên hundir revîyane di wir da bi cih bike û hewl bide ku ew negihêjin axa Tirkîyayê.

Lê ev proje di rastîya xwe da, armanc jê ew bû ku herêmên kurdan ji hev veqetînin û xelkê Sûrîyayê yên ji herêmên hundir tê da bi cih bike, piştî ku niştecihên resen ên kurd û pêkhateyên olî yên piçûk (êzidî, ermen, siryan) ji wan herêman koçber bikin. Nîşaneyên projeya dagîrkerîya Tirkîyayê roj bi roj teşe digirt. Tirkîyayê, her awayê Rêvebeîya Xweser li herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê, ya ku nasname û mafên çandî bide kurdan, ji bo xwe weke “gef li ser ewlekarîya neteweyî” didît û li ser vî esasî, di hemû astên navdewletî da li ser vê yekê kar dikir, ku plan û stratejî amade dikir da ku Rêveberîya Xweser birûxîne û dijminên wê yên çekdar fînanse bike, di nav wan da yên cîhadîst jî ku serperiştîya istixbaratî ji hêla fînansekirin û çekdarkirinê dikir û “tranzîta esmanî û “dergehên bejayî” li ber wan vekir da ku cîhadîstên navdewletî li xwe vehewîne, wan perwerdebike û bi barên çekan ra rê bike deverên bakurrojhilatî Sûrîyayê.

Tirkîya û projeya Rêveberîya Xweser li Rojava/Bakur Rojhilatê Sûrîyayê

Bi belavbûna şerê di navbera komên çekdar û hêzên artêşa rejîma Sûrîyayê da, rejîma Sûrîyayê neçar ma ku xwe bide ber rûbirûbûna komên çekdar ku dest datnîn ser herêmên berfireh ji erdnîgarîya Sûrîyayê. Ev yek jî ji bo xelkên bakurrojhilatê Sûrîyayê bû derfetek ku valahîya çêbûye, bi avakirina Rêveberîyeka Xweser a civakî tijî bike. Di vê çarçoveyê da, di 19ê tîrmeha 2012an da, xelkê Bakurrojhilatê Sûrîyayê serîhildanên sivîl organîze kirin û ber bi navendên ewlekarî, îstixbaratî û polîsî yên rêjîma Sûrîyayê ve çûn û bi temamî ew navend kontrol kirin. Her wiha Partîya Yekîtîya Demokrat (ku di sala 2003yan da hate damezrandin) xelk birêxistin kir û di dema kontrolkirina dîyardeyên rejîmê da (cihên ewlekarî, sazîyên xizmetguzarî û sazîyên aborî) serpereştî kir û serîhildana sivîl kontrol da ku şer çênebe dibe ku endamên ewlekarî û birêvberî yên dewletê bihatine kuştin. Lê ji bo şopandina karûbarên gel, dabînkirina pêwîstîyên jîyan û garantîya ewlekarî, navoka projeya Rêveberîya Xweser derket holê û êdî di navbera pêkhateyên kurd, ereb, siryan û pêkhateyên din da peywendî dest pê kirin, da ku formuleka birêveberî were peydakirin ku beşdarbûna di avakirina çarçoveyeka civaka sivîl da li ser bingeha hevkarîya di birêveberî, avakirin û parastinê da, were misogerkirin.

Li ser vî esasî “gelên herêmê birêxistinbûna xwe di nava kantonan da organîze kirin û Rêveberîya Xweserîya Demokratîk li kantona Cizîrê di 21ê çileya 2014an da ava kirin, her wiha li kantona Kobanîyê jî di 27 çileya 2014an da ava kirin û li kantona Efrînê jî di 29ê çileya 2014an da ava kirin. Piştî vê yekê, dest bi xebatên avakirin û damezrandina bi lezgîn di hersê kantonan da hat kirin. Her wiha, kantona Cizîrê ya herî mezin li herêmê bû ku ji sê bajarên navendî pêk dihat Dêrîk, Qamişlo û Hesekê. Di îlona 2018an da jî, piştî ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk gelek herêmên ku piranîya wan ji pêkhateyên ereb bû, rizgar kir, formuleya “kantonan” bi pêş ket û veguherî formuleya tekane birêveberî û bi befirehî, ev yek jî dema ku Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê hate damezrandin, pêk hat.

Dewleta Tirkîyayê dizanîbû ku komên çekdar ên di nava opozîsyona Sûrîyayê da, nikare projeya Rêveberîya Xweser, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê (ku di sala 2013an da hatin damezrandin) û piştra jî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (ku di sala 2015an da hate damezrandin) têk bibe. Herwiha HSDyê jî dikarîbû çekdarên opozîsyonê ji piranîya bajar û herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê derxîne. Di heman demê da, HSDyê bi hevkarîya Hevpeymana Navdewletî ya Dijî DAIŞê, birêxistina tundraw têk bir û rê neda ku di sala 2014an da bajarê Kobanîyê dagîr bike, her wiha bajarê Reqayê di sala 2017an da bin kontrola DAIŞê rizgar kir. Ev hemû bipêşketin û hesabên navxweyî yên Tirkîyayê (têkçûna AKPyê di hilbijartinên parlamentoya di hezîrana 2015an da û tenê bi bidestxistina %41 dengan û rawestandina pêvajoya aşitîyê ya bi PKKyê ra ji alîyê Erdogan ve û êdî Erdogan bi MHPya tundraw ra kete hevkarîya hikûmetê) ev hemû bûn sedem ku dewleta Tirkîyayê biryara destwerdana leşkerî ya yekser bigire. Di vê çarçoveyê da, artêşa Tirkîyayê rêzeoperasyonên dagîrkerîyê di hundirê axa Sûrîyayê da dest pê kir. Destpêk, weke li jorê me behs kir, di sala 2016an da bi dagîrkirina herêmên Cerablus, Izaz û Babê bû, piştra di sala 2018an da dagîrkirina kantona Efrînê û herî dawî jî di sala 2019an da dagîrkirina herdu herêmên Serê Kanîyê  û Girê Spî. Tirkîya dibîne ku têkbirina girseya mirovî bi rêya siyasetên dûvdirêj, bi taybet li Efrînê dê projeya hebûna kurdî yêk bibe, siyaseta wê jî ew e ku niştecihên tirkumen û ereb li şûna kurdan bi cih bike, ku ewlehîya wê ya neteweyî biparêze heger ku xwe vekişand. Plana Tirkîyayê ne tebê Serê Kanîyê û Efrîn e, lê belê tevaya xeta sînorî di nava xwe da dihewîne, di nav da jî gudên erebî, ji ber wê xwe dispêre komika Sultan Murad a tirkumanî ji bo ku xeta sînorî bi dirêjahîya di avbera /3/ û /15/ km da biparêze.

 Dagîrkirina Tirkîyayê ji Serê Kanîyê û Girê Spî ra sala 2019an

Operasyona artêşa Tirkîyayê di 9ê îlonê da bi topbarana dijwar û bombebarana balafiran dest pê kir. Her wiha li ser erdê jî, yekîneyên taybet ên artêşa Tirkîyayê û endamên milîsên “Artêşa Niştimanî” ketin tevgerê. Piştî liberxwedaneka mezin ji alîyê HSDyê ve, HSDyê biryar da ku ji herdu bajaran vekişe ji bo parastina sivîlan û rê neyê dayîn ku artêşa Tirkîyayê taxên sivîlan wêran bike û ev yek jî piştî lihevkirina bi Amerîkayê ra pêk hat.

Li Serê Kanîyê û Girê Spî sûcên mezin derheqê sivîl û koçberan da pêk hatin, nexasim ku endamên milîsên “Artêşa Niştimanî” gule bêserûber li sivîlên kurd dibarandin û malûmilkên kurdan dizîn. Dibe ku yek ji sûcên herî navdar ên komên çekdar ên girêdayî Tirkîyayê qetilkirina /9/ sivîlan bû di nav da siyasetmedara kurd û seroka Partîya Sûrîyaya Pêşerojê endezyar Hevrîn Xelef (36 salî) bû. Komên bi navê “Ehrar El-Şerqîyê” û “Sultan Murad” hatin tawanbarkirin ku ev komkujî bi serpereştîya yekser ji Hatim Ebû Şeqra pêk anîne. Piştra jî dîyar bû ku Hatim Ebû Şeqra dîrokeka wî ya tijî tawan heye ku çalakvanên êzidî wî tawanbar dikin ku beşdarî sûcên li dij mirovahîyê derheqê xelkê Efrîn û Izazê yên êzidî bûye, her wiha Ebû Şeqra bazirganîya malbat û kesên revandine piştî ku komên çekdar ên girêdayî Tirkîyayê ketine wan herêman, kirine. Di heman demê da, Ebû Şeqra têkilîyên wî yên xurt bi alîyên Tirkîyayê yên fermî ra hene, di vê çarçoveyê da di nîsana 2018an da bi serokkomarê Tirkîyayê ra Erdogan civînekê amade bû.

Di heman demê da, hêzên artêşa Tirkîyayê di operasyonên xwe yên leşkerî yên li her du herêman da, çekên qedexekirî yên navdewletî weke fosfora spî li dij  sivîlan bi kar anî. “Li gorî agahîyan, di 13ê cotmehê de /30/ sivîl ji ber fosfora spî ya ku hêzên artêşa Tirkîyayê li herêmê avêtin, rasterast birîndar bûne. Ew birîndar veguhestin nexweşxaneya bajarê Hesekê û nexweşxaneya Tiltemirê. Di vê çarçoveyê da, alîyekî swîsreyî yê pispor dikarîbû fosfora spî di laşê şervanekî HSDyê da ku di encama topbarana Tirkîyayê da birîndar bûbû, nas bike. Her wiha,  pizîşkê swêdî/îranî Ebas Mensûran di civîneka çapemenîyê da ku li paytexta Fransayê, li Parîsê di sibata 2020î da organîze kiribû, piştrast kir ku birînên ji ber madeyên kîmyewî yên ne rewa yên li ser laşên welatîyên ku ji alîyê artêşa Tirkîyayê ve hatin topbarankirin, hene. Lêpirsîneka taybet ku rojnamegereka birîtanî, Lusy Fisher a ji rojnameya “Times”ê li ser kar dikir, got ku fosfora spî ya ku hêzên artêşa Tirkîyayê di êrîşa li bakurrojhilatê Sûrîyayê da bi kar anîne, bi rêya Wezareta Parastinê ya Tirkîyayê ji birîtanyayê hatiye hawirdekirin.

Ji ber topbaran û bombebarana dewleta Tirkîyayê li dij Serê Kanîyê û Girê Spî  “Binesazî wekî stasyonên kehrebe, av, nexwexane, navendên tenduristîyê û firneyên nan zirareka mezin dîtin. Dîyar bû ku êrîş bi zanebûn bû û armanc jê wêrankirina binesazîya bû û xerabkirina çavkanîyên jîyanê bû, da ku bihêle xelkê resen koçber bibe û dewleta Tirkîyayê garantîyê bigire ku bi qasî ji dest werê herdu bajaran vala bixe bin serwerîya xwe û piştra jî di çarçoveya plana wê ya koçberkirina kurdan, kesên din li cihê wan bi cih bike. Di heman demê da, dewleta Tirkîyayê bi awayekî taybet û zelal zindan û navendên ku tê da endamên DAIŞê hebûn armanc kirin. Di vê çaroveyê da Ii Eyn Îsayê bi sedan ji endamên DAIŞê û malbatên wan revîyan.”

Herwiha, çawa ku artêşa Tirkîyayê û komên girêdayî wê derbasî herdu herêman bûn, êdî dest bi kiryarên dizî û talanîyê ya malûmilên kesên ku koçber bûne, hate kirin. Li herdu herêman ku dizî û talanîyeka mezin çêbû, komên çekdar di bin çavdêrîya artêşa Tirkîyayê û serpereştîya eşkere ji îstixbarata Tirkîyayê da, ev kiryarên dizîyê û talanîyê kirin. Di vê çarçoveyê da, komeleyên parastina mafên mirovan bi dehan bûyerên dizî û xerabkirina malûmilkên  welatîyên kurd  bi belge kirin; ku “çekdaran bi awayekî eşkere li ser derîyên malên kurd û ermenan li Serê Kanîyê û Girê Spî û nivîseka stûr “Dabesî” (bi erebî: Mehcûz) nivîsandin, ev yek jî wekî îşareta ku ew mal êdî ne yên xwedîyên wê ne û li kêleka wê jî navê koma ku ev biryar derxistîye tê nivîsandin.”

Ji ber kiryarên talanî û kuştina li ser nasnameyê ku komên çekdar ên girêdayî Tirkîyayê pêk anîn, li herdu herêman (Serê Kanîyê û Girê Spî) koçberîyeka mezin nexasim a pêkhateya kurd çêbû. Di vê çarçoveyê da “çavkanîyên di Neteweyên Yekbûyî da behsa koçberkirina /180/ hezar sivîl di /3/ hefteyên piştî êrîşa Tirkîyayê da kir. Li kêleka wê jî ji ber şer beşek ji bajar wêran bû û hesabdîtin ji xelkê ku piştgirîya Rêveberîya Xweser dikirin xwestin û dest danîn ser erd û malên wan. Paşê kesên ku bi qewetê ji malên xwe hatin qewirandin, kesên biyan di malên wan da hatin bicihkirin.”

Rastîya dagîrkerîyê: Qirkirina etnîkî û tirkkirina bi plankirî

Piştî dagîrkerîya dewleta Tirkîyayê û bi xurtkirina komên çekdar ên girêdayî Enqerayê li her du herêmên Serê Kanîyê û Girê Spî, êdî dewleta Tirkîyayê dest bi pêkanîna projeyên xwe yên ji bo guhartina demografîya herî mezin û jiholêrakirinê çi hebûnekî kurdan, kir. Stratejîya dewleta Tirkîyayê a ji bo guhertina nîşaneyên herdu herêman li ser çend pêvajoyan pêk hat, ji wan wekî tirsandin, koçberkirin, talankirin, dizî û piştra jî desteserkirin û veguhestina neqanûnî ya milkîyetê. Di vê çarçoveyê da, sazîyên sivîl ên parastina mafên mirovan û qurbanîyên şer, bi awayekî giştî û bi date, asta binpêkirin û sûcên li dij mirovahîyê, di nav de qirkirina etnîkî, guhertina demografîk û desteserkirina malûmilkan, bi belge kirin. Herwiha, ji dema dagîrkirina herêmên Serê Kanîyê û Girê Spî di cotmeha 2019an da,  “Komeleya Hevdestî”yê desteserkirina zêdetirî /5.500/ xanîyên niştecihbûnê û /1.200/ dikanên bazirganî û pîşesazî û derdora milyonek donim (100.000 hiktar) ji zevîyên çandinîyê li wê herêmê û valakirina 55 gundên ji niştecihên wê yên resen ji alîyê artêşa Tirkîyayê û “Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayî” ve, bi belge kirin.

Herçiqas ku çar sal bi ser dagîrkirina Tirkîyayê û milîsên wê li ser herdu herêman ra derbas bûne û koçberkirina piranîya xelkê resen ferz kirine, lê sûc û binpêkirinên li dij  xelkê mayî berdewam in. Piranîya caran jî bihane qelp û ne rast in (wekî peywendîya bi Rêveberîya Xweser ra), lê armanca wan perexwestin an jî koçberkirin û desteserkirina malmilkên welatîyan e.

Lewra di vê çarçoveyê da, “daxuyanîyên bawernameyan ya ku /Sûrîyûn/ pê rabûbûn zelal kir ku eşkere kurd tên armanckirin û hejmara kurdan /46/ qurbanî bûn û /16/ rewşên êşkenceyê li dij erebên herêmê hatin bibelgekirin. Piranîya komên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayî/opozîsyon kiryarên wekî binçavkirin û îşkencekirinê kirine.  Lê navên komên taybet ji komên din zêdetir hatin gotin, wekî: Firqeya El-Hemzat a ku herî kêm destê wê di /20/ rewşên îşkencekirin, bedkarîyê da hene, her wiha komika Sultan Murad jî bi kêmanî destê wê di /12/ rewşan da heye û komika El-Mutesem jî /8/ rewş. Gelek kesên ku ji nav destên wan rizar bûne gotin ku sedemên berçav ên binçavkirin, îşkencekirin û bedkarîyê ew bû ku digotin girêdana wan bi Rêveberîya Xweser ra heye. Lê di rastîyê da û li gor gotinên kesên ku dîtine, sedema sereke ya binçavkirin û îşkencekirin ew bû ku bo pereyean bidin û xelk dest ji malûmilkên xwe berdin û dest ji deverên xwe brdin.

Çalakvan û birêxistinên hiqûqî yên ku li ser erdê li bakurê Sûrîyayê kar dikin, behsa kiryarên dagîrkerîya Tirkîyayê wekî guhartina tomara sivîl a xelkê resen li wan herêman û kişandina nasnameya wan a kesayetî û lênûsa malbatî ya sûrîyayî li wan herêman û li şûna wan dayîna ya tirkî, kirin. Di heman demê da, dagîrkerîya Tirkîyayê ziman û lîreya tirkî li wan herêman feriz kirine û xebatên xizmetguzarîyê yên wekî tenduristî, pewerde, post, xurdekarî, kehrebe, av û telefon bi herêmên Tirkîyayê yên beramberî wan herêman ve girêdane. Her wiha, metiryal û xwendina sûrîyayî bi metiryalên tirkî li dibistanan bi hev guhartin. Di heman demê da, desthildarîya Tirkîyayê şaxên hin zanîngehên Tirkîyayê wekî zanîngeha “Heran”ê li Rihayê li bakurê Sûrîyayê vekir. Dîyar e ku bi rêya ferizkirina perwerdeya bi zimanê tirkî, armanc jê avakirina nifşekî di alîyê fikir û nasnameyê da girêdayî çanda tirkî be. Her wiha, desthilatdarîya Tirkîyayê balê dikişîne ser sembolên neteweyî yên tirkî û bilindkirina alên tirkî û wêneyên Erdogan li ser dibistan, nexweşxane, hemû navend û sazî û qadan.

Ji alîyekî din ve jî, niha zêdetirî /350/ hezar koçber hene ku neçar man ku dest ji herêmên xwe yên ku dewleta Tirkîyayê ji sala 2016an ve dagîr kiriye, berdin. Her wiha, dewleta Tirkîyayê rê da komikên çekdar ku gendelî, xerabî û sûcên birêxistinkirî û li dij mirovahîyê pêk bîne. Êdî ev herêm ji ber siyaseta dagîrkerîya Tirkîyayê veguherî herêmên aloz û binpêkirinê ku tenê qanûna hêzê tê da serwer e, ku komikên çekdar malûmilkên kurdan di nava xwe da dabeşkirin û endamên wan koman bi zanebûn welatîyan direvînin, da ku pereyan li beramber berdana wan bixwazin.

Her wiha, sûcên bi bazirganîya bi madeyên hişbir û qaçaxtîya mirovan, sotemenî û kelûpelan li wan herêman di bin dagîrkerîya Tirkîyayê da belav bûne. Li kêleka wê jî, binpêkirinên bi zanebûn li dij her tiştî kurdan be, wekî xirabkirina zîyaretên pîroz ên ola kurdî ya êzidî û guhartina navên deveran ên kurdî bi armanca veşartina nasnameya kurdî. Di heman demê da, dewleta Tirkîyayê siyaseta tirkkirina bi zanebûn dimeşîne, ev yek jî piştî zemîna ku di pêvajoya yekem da çêkir di koçberkirina kurdan û jiholêrakirina hemû dîyardeyên nasnameya kurdan û bicihkirina kesên tirkumenî û penaberên îgorî yên çînî. Her wiha, hikûmeta Tirkîyayê hakimek ji bo birêvebirina herêmên dagîrkirî li bakurê Sûrîyayê li şûna /7/ walîyan ku berê bi armanca kordîneyê erkdar kiribûn, dîyar kir. Ev yek jî tê wateya “yekbûna” ev herêmên dagîrkirî yên sûrîyayî bi awayekî birêveberî û girêdana wan bi Tirkîyayê ve. Li kêleka wê jî, kompanîyên Tirkîyayê yên taybet ku di warê enerjîyê da kar dikin li herêmên Bakurê Sûrîyayê belav bûne, da ku stasyonên kehrebeyê ava bikin û toreyên kehrebeyê belav bikin. Nirx û paceya wan jî buha ye, ev yek jî dihêle ku xelkên devrê ji hev bikevin û derkevin xwepêşandanan di rewşekê da ku aborî têk çûye, zagot tunene û çek di nav destên her kesî da belav bûne.

Rasteqînîya dagîrkerîya Tirkîyayê bi demê racihê xwe digire û bi lez siyaseta tirkkirinê ya bi zanebûn dimeşe. Ev yek jî tê wateya ku siyaseteka bilind heye ji bo girêdana ev herêmên Sûrîyayê piştra bi Tirkîyayê ve. Dîyar e ku dewleta Tirkîyayêdemê bi kar tîne da ku dîyardeyên çand û zimanê tirkî di navbera xelkê da belav bike, armanc ji vê yekê jî avakirina nifşekî nû ku ji nasnameya sûrîyayî qut e û tenê nasnameya tirkîyayî dizane û ferizkirina sembolên siyasî, çandî û zimanê tirkî li ser hemû damarên jîyanê û xortkirina kesên turkmen û radestkirina wan erk û cihên siyasî û leşkerî, bi armanca ku dever ji hêla civakî, aborî û siyasî bê amadekirin da ku di nêzîktirîn derfetê da bêyî ku ji ceza û redkirina navdewletî bitirse, tev li Tirkîyayê bike.

Çavkanî:

Têbînî: Ev lêkolîn bi zimanê erebî hatiye nivîsîn, di beşê erebî yê NKLyê da hatiye weşandin û wergerî kurmancîyê hatiye kirin. Lewra me xwest ku çavkanîyên vê lêkolînê wekî xwe bimînin, da ku xwendevan karibe li resenîya wan çavkanîyan vegere.

Yekem: Bi zimanê erebî

1ـ المجلس الاستراتيجي السوري ـ التركي يختتم أعماله ب 50 اتفاقاً. صحيفة “البيان” الاماراتية. 24/12/2009.

2ـ مصطفى جوبان: ثورة روج آفا. القسم العربي في وكالة ” فرات” للأنباء. 20/06/2023.

3ـ خير الله الحلو: التدخل التركي في شمال سوريا: استراتيجية واحدة وسياسات متباينة. موقع مركز (روبرت شومان للدراسات العليا في معهد الجامعة الأوروبية). 21/12/2020.

4ـ التقى أردوغان وله سجل أسود..هل قتل أبو شقرا الكردية هفرين خلف؟. موقع “قناة الحرة”. 15/10/2029.

5ـ جوان سوز: انتهاكات فصائل تركيا: شمال سوريا…خطف وسرقات. موقع “العربية نت”. 21/11/2019.

6ـ شورش درويش: رأس العين/ سري كانيه في ثلاث محطات. المركز الكردي للدراسات. 20/08/2023

7ـ  انتهاكات حقوق الملكية في شمال سوريا تكرّس التغيير الديمغرافي. موقع “مؤسسة تآزر”. 19/01/2023.

8ـ نبع السلام: التعذيب كأداة للاضطهاد وتكريس التهجير القسري. موقع “سوريون من أجل الحقيقة والعدالة”. 26/06/2023.

9ـ تقارير حقوقية تحدثت عن “تتريك” ممنهج وترسيخ التبعية الإدارية. صحيفة “الشرق الأوسط”. عدد 22/08/2023.

Duyem: Bi zimanê kurdî

Tariq Hemo: Sûriyê û pîlanên dij-kurd. Yeni Özgür Politika 19/05/2012

Sêyem: Bi zimanê almanî

Elke Dangeleit: Einsatz türkischer Phosphorbomben in Nordsyrien belegt. www.telepolis.de. 20/02/2020

Nick Brauns: Der Verrat der USA zwingt die Autonomieverwaltung zum Bündnis mit