“Bîrewerîya Sûriyayê” ji paytexta Qeterê

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Di tîrmeha 2011an de, Qeter yekem dewleta ereban bû ku bi awayekî tund nêzî desthilatdariya Sûriyayê bû, piştî bangên ji derve navdewletî-herêmî ji desthilatdariya Sûriyayê ku “reformê” li beramberî xwepêşandanên ku li gelek bajarên Sûriyayê hatibû destpêkirin û destpêka van xwepêşandanan jî Deraa bû. Di wê mehê de, Fransa di nêziktiya bi desthilatdariya Sûriyayê re wekî nêzikatiya nû ya Qeterê bû, piştre jî Tirkiyayê heman nêzikatî raber kir, piştî ku serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê Ehmed Dawud Ogli di 9ê tebaxê de, têk çû. Di heman demê de, serokê Amerîkayê yê wê demê jî Barack Obama bang li serokê Sûriyayê kir ku dev ji desthilatdariyê berde.

Balkêş bû ku ev hêza çaralî: Qeter-Tirkiyayê-Fransaya Nicolas Sarkozy – Washingtona Obama di havîna 2011an de pêşengtiya rûbirûna Şamê bikin, piştî ku di pêvajoya 2007an-adara 2011an de ango “aloziya Herîrî”, êdî bi Şamê re vekirî bûn. Eşkere bû ku ev vekirin, armanc jê ku Şamê dûrî Tehranê bixin, di demekê de Amerîka bi Îranê re ketibû nava aloziyê, piştî ku Îranê di havîna sala 2005an de bernameya xwe ya çêkirina uranyum ji nû ve dest pê kir.

Her wiha, tiştê balkêş di wê pêvajoyê de, kanala El-Cezîre dest bi êrîşa li ser desthilatdariya Sûriyayê dikir. Lê di îlonê de, dema ku şandek ji Heyet Tensîq Wetenî li Dewhayê ji bi Ixwan El-Mislimînên Sûriyayê re danûstandinê bike û “ragihandina Şamê” ji bo avakirina reşnivîsa “Itîlafa Wetenî ya Sûriyayî”, wê demê diyar bû kanala El-Cezîrê di lûtkeya sarbûnê de bû. Dema ku Heyet Tensîq reşnivîs di hefteya duyem a wê mehê de anîn nivîsgeha cîbicîkar, balkêş bû ku qeteriyan ragihandin ku Washington, Parîs û Enqera erkek dane wê ku rêveberiya vê bloka siyasî ya Sûriyayê ya nû bike, ku diviyabû di nîvê duyem ê wê mehê de bi rêveberiya hersê hebûnên siyasî yên borî ji 25 kesan ji wan 9 li dervayî Sûriyayê ne. Di heman demê de, tiştekî din ê balkêş jî hebû ew jî rola ku Ezimî Bişara li dervayî odeya civînê bi şandeya Heyet Tensîq re lîstiye, da ku bihêle ev hêza siyasî ya nû were avakirin.

Di nivîsgeha cîbicîkar a Heyet Tensîq de û bi rêya du civînên dirêj ku di navbera wan de rojek bihinvedan hebû, piraniya beşdarên civînê hest kirin ku senaryoyeke wekî ya Lîbyayê ji bo Sûriyayê amade ye, ango avakirina hêzeke siyasî ya dijber ya berfireh û destpêkirina xebatên çekdarî bi kesên ji artêşê veqetiyane û kesên derve re û piştre jî ev encûmena ku hatiye avakirin, daxwaz ji derve navdewletî-herêmî bike, ku destwerdana leşkerî bike. Hin qutkirin di reşnivîsê de hebûn bi hizira çarekirina veguhastî bi desthilatê re ya ku heyet di hezîranê de li ser ava bû, tevî ne amadebûna hersê nayên heyetê: Na ji destwerdana leşkerî ya derve re, na ji mezhebî re, na ji tundiyê re. Di şeva 14ê wê mehê de, sekerterê Heyet El-Tensq Reca El-Nasir daxwazên Heyetê yên borî anîne ji Riyad Tirk re li mala wî ya veşartî li taxa li Diwêla, bi daxwaza 5an derbarê “naskirina hebûna neteweyî ya kurdan li Sûriyayê û bi hev re kar bikin da ku wê bixin destûrê, da ku ev daxwaz bikevin daxuyaniya avakirina hêza siyasî ya nû. Lê dema ku Ixwan El-Muslimîn û “ragihandina Şamê” ev yek red kirin, Heyet El-Tensîq daxuyaniyeke zelalbûnê derbarê “Itîlafa Niştimanî ya Sûriyayî” derxist, ku tê de kongreya Helbûn di 17ê heman mehê de, diyar bû. Lê Ixwan El-Muslimîn û “ragihadina Şamê” berê xwe dane avakirina “Encûmena Niştimanî”, ku balkêş bû di 15ê wê mehê de bihata ragihandin, lê piştre di 2 meha piştî wê de li Istenbolê hate ragihandin.

Di vê çarçoveyê de, divê em hin xalan bînin ziman: Burhan Xelyûn bilêta balafirê ji Parîsê qut kiribû da ku beşdarî kongreya Helbûn bibe. Lê  ji ber ku ji aliyê Wezareta Derve ya Fransayê ve hate xwestin mijara beşdarbûna di kongreyê de paşguh kir (Berovajî Semîr El-Îta ku ji Parîsê hate Şamê) û piştre jî Xelyûn ji erka cîgirê Kordînetorê Giştî yê Heyet Tensîq îstîfa kir, piştî ku fransiyan jê re gotin ku ew ê bibe serokê encûmena nû. Her wiha, beriya sê rojan ji ragihandina encûmenê li Istenbolê, baylozê Amerîkayê yê Şamê Robert Ford hate nivîsgeha kordînetorê Heyet El-Tensîq Hesen Ebdulhezîm, da ku wî iqna bike ku Heyet El-Tensîq beşdarî hêza siyasî ya nû bibe û bi soza ku wê sêribên kursiyan bidin Heyet El-Tensîq, lê Ebdulezîm ev yek red kir. Piştre jî endamên rejîma Sûriyayê ketin nivîsgeha Ebdulezîm û hin tiştê di nivîsgehê de şikandin, bi bihaneya pêşwazîkirina baylozê Amerîkayê.

Gengaz e ku pêşnûmeya biryarê ya ku piştî du rojan avakirina encûmena Istenbolê, derbasî Encûmena Ewlekarî ya Navdewletî li New Yorkê di 4ê comtehê de bû, wekî ezmûnekê bû ji aliyê ew hêza çaralî ve bû, ji bo Rûsyayê bû, da ku nas bikin wê Rûsya tecrubeya adarê di encûmenê de dubare bikin, piştî ku encûmenê li ser destwerdana leşkerî li dij rejîma Muemir Qezafî erêkirin da bi heman bihaneyê ew jî parastina sivîlan û herêmên ewle, piştî ku “Encûmena Niştimanî ya Lîbyayê” bi rêveberiya Mustefa Ebdulcelîl hate avakirin û piştre jî xebatên leşkerî yên dijberî El-Qezafî hate destpêkirin. Lê Rûsyayê ev yek careke din dubare nekirin û mafê Vîto bi Çînê re li dij pêşnûmeya biryarê, bi kar anî. Piştre Mikhail Bogdanov ji yek ji dijberên sûriyayî re ev yek şirove kir  û behsa “paşmnimaya Rûsyayê û nedubarekirina şaştiya Lîbyayê” kir. Gengaz e ku axaftina Çavdêrê Giştî yê Ixwan El-Muslimîn Riyad El-Şeqfa di kongreya çapemeniyê li Istenbolê di 18ê mijdarê de, derbara “daxwaza tirkî ya leşkerî”, binkeftina senaryoya Lîbyayê li Sûriyayê nîşan dide, piştî Vîtoya Rûsyayê û piştre Rûsyayê keştîgela Deryaya Reş anî bendera Tertûsê. Her wiha nîşan dide ku Serokkomarê Tirkiyayê Erdogan hewldan kiriye da ku fişarê li Washingtonê bike da ku bi tena serê xwe li Sûriyayê kar bike, lê diyar e ku Obama rê neda Erdogan ji tirsa rûbirûna bi Rûsyayê re. Her wiha, li gorî gelek nîşaneyan serokê Amerîkayê Erdogan amade dikir da ku li Sûriyayê bi rola Sarkozy di hemleya NATO-Lîbyayê de ya li ser esasê biryara Encûmena Ewlekarî bilîze, eger ku biryareke wekî ya Lîbyayê derbarê Sûriyayê de derket.

Ji bo ku wêne temam bibe jî, encûmena Istenbolê matmayî ma piştî ku Encûmena Wezîrên Komcivîna Erebî di mijdarê de însyatîfa erebî pejirandin, a ku reşnivîsa wê ya destpêkê endamên Heyet Tensîq nivîsandine piştî fitarê li mala Sekertêrê Giştî yê Komkara Erebî Nebîl El-Erebî, ku ew bi Heyet El-Tensîq re bi danûstandinê vexwendî ye “li cihê Komcivîna Erebî.. da ku li ser nêrîneke yekgirtî li hev bikin bo pêngava veguhastinî ya bê li Sûriyayê, piştî ku Encumana Wezarî ya Erebî li encamê binêre û tiştê guncav bibijêre bo rewabûna opozîsyona sûriyayî” (Rojnameya El-Şerq El-Ewset di mijdara 2011an de).

Tevî ku tu daxuyaniyek ji bo piştrastkirina vê însyatîfa erebî derneket, ku tê de behsa “pêvajoya veguhastinê bi avakirina hikumeteke yekgirtî ya niştimanî û itîlafî bi serokatiya serokê hikûmetê ku ji hêla hêza opozîsyonê ve erêkirî be, opozîsyona ku tev li diyalogê bûye û bi serok re kar dike û erka wî destnîşan dike di pêkanîna hilbijartinên parlementoyê yên zelal de ku pirpartî û pirkesî be”, hat neçarkirin an jî dît ku hêvî tune ku bi Heyet El-Tensîq re bikeve giftûgoyê li Qahîrayê di navbera 24ê mijdarê û 30ê kanûna pêşîn de. Di encamê de, di heman rojê de serokê encûmenê Burhan Xelyûn û cîgirê kodînetorê giştî yê Heyet El-Tensîq Heysem Mena li paytexta Misirê, belgeyek derxistin. Di wê belgeyê de,  lidarxistina kongreyeke sûriyayî ya giştî hebû ku tê de desthilatdariya Sûriyayê û oposizyonê li navenda Komkara Erebî beşdar bibin, lê divê beriya wê kongreyeke opozîsyonê ku diviyabû di 7 meha piştî wê de bihate lidarxistin. Ew kaxez dê projeyek bûya bp yekkirina opozîsyonê di gewdeyekî de ku sîfeteke wê ya nûnertî hebe. Her wiha, ew belgeya ku li Qahîreyê hatibû îmzekirin di roja din de Nivîsgeha Cibcîkar a encûmena Istenbolê red kir û li gorî malpera “syrianrevolution” di 31ê kanûna 2011an de, nivîsgehê daxuyaniyekeeaşkere da û got: “Peymana ku serokê encûmenê pêk aniye, bê ku li endamên mayî yên nivîsgeha cîbicîkar an jî serkerteriya giştî vegere.”

Di vir de, ez dixwazim bibêjim ku hemû tiştên borî ji bo rûbirûna tiştên ku di vê dema dawî de li paytexta Qeterê li ser malpera “syrianmemory.org” derbarê “bîrewerîya Sûriyayê” hatibû belavkirin, bi şahidbûna Burhan Xelyûn û Semîr Neşar ku wê demê nûnerê “Ragihandina Şamê” di nivîsgeha cîbicîkar a encûmenê de bû. Semîr Neşar jî li ser kenala El-Cezîrayê got û dixwazim tiştên ku wî gotine ji pirs û bersiva rojanemya “El-Heye” di 4ê cotmeha 2011an de: “Eger ku NATO nekete nava livûtevgerê, wê çi bi serê bajarê Bengazî bihata? Divê Neteweyên Yekbûyî rêbaz û avalên ku kuştin rawestîne diyar bike, çi bi awayekî darayî û heta leşkerî jî, eger ku pêwîst kir.”

Îro jî û her kesê ku şehadeta herdu kesan di “Bîreweriya Sûrîyayê” de dît, a ku li paytexta Qeterê hate weşandin, wê asta hewldanên bêsûc û paqijkirina kiryar û gotinan û berovajîkirina wê û binçavkirina wê ji aliyê herdu kesên navborî bibîne. Ê ku serpereştiya malpera “Bîreweriya Sûriyayê” dike û dibêje ku ew ê tiştên li Sûriyayê çêbûne ji sala 2011an de bîne ziman, navenda Ezmî Bişara li Dewha ye, ango dewleta Qeter bi xwe ye ku yek ji dewletên çaralî bû: Amerîka-Fransa-Tirkiya-Qeter, ku Qeterê dixwast projeya senaryoya Lîbyayê li Sûriyayê di havînê-payîza 2011an de pêk bîne, lê ji ber Rûsyayê, ev proje têk çû. Her wiha, di çarçoveya meşandina vê projeyê de, Qeterê hemû projeyên çareseriya veguhastinê ku Komkara Erebî pêşkêş kir têk bir û hişt ku hejmareke mezin a gelê Sûriyayê xwe bispêrin destwerdana leşkerî ya derve û tundiya opozîsyonê ji bo hilweşandina rejîma Sûriyayê. Lê bê ku bizanibin ku Sûriya ne Lîbyaya Qezafî an jî Yemena Elî Ebdulah Salih e. Di encamê de, xwîna bi hezaran ji gelê Sûriyayê rejiya û zêdetirî nîvê nifûsa Sûriyayê tarûmar bûn û piraniya binesaziya Sûriyayê, hate rûxandin.

Piştî têkçûna senaryoya Lîbyayê li Sûriyayê, Tirkiyayê û Qeterê piştgirî dane îslamperestên selefî-cîhadîst û Amerîka-Ewropa çavê xwe ji vê yekê re girtin, heta ku rêxistina DAIŞê di havîna 2014an de, derket holê. Her wiha, Enqera û Dewha ew bûne sedem ku “Itîlaf” daxuyaniya Cinêvê ya yekem a sala 2011an red bike, ku di wê daxuyaniyekê de banga li Desteyeke Rêveberiyê ya Veguhastinê dikir, her wiha dîsa Qeter û Tirkiyayê bi rêya Riyad Hicab kongreya Cinêvê a sêyem di sala 2016an de ku tê de hewldan hate dayîna biryara 2254 pêk were, têk birin. Îro jî dixwazin ku bi rêya “Bîreweriya Sûriyayê” çavan ji ser vê tecrûbeya trajîdî bigirin bi rêya çîrokên ku li ser bingehê derewan hatine avakirin û bi awayekî hetine rêsandin ku mîna feûfûtên hin bazirganên sûriyayî yên têkçûyî ye, ango firotina alavên krêt bi rêya zimanê xweş.

Pirsa ku niha xwe dide der: Gelo dê “ev gotinên derewîn” yên ku Bişara wan bi rê ve dibe yên li bara Sûriyaya piştî adara 2011an, dê li ser sûriyayiyan derbas bibe, wekî berê çawa ku xewnên ku herçar aliyên Washington,Parîs, Enqera û Dewha di serê wan de çandin û li ser wan meşiya û ji bilî êş, azar û têkçûnê tu tişt bi dest nexistin.