• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Bernameyek li bara daxuyaniyên derbarê diyalogê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê

November 5, 2024
Bernameyek li bara daxuyaniyên derbarê diyalogê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê
Share on FacebookShare on Twitter

lînka bernameyê:

Navenda Kurdî ya Lêkolînan, duh bernameyek derbarê pêşketinên dawî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê, bi beşdariya hevkarên me yên navendê Dr. Tariq Hemo, berpirsê navendê Newaf Xelîl û pisporê karûbarê Tirkiyayê Serkîs Qesarciyan, organîze kir.

Naveroka bernameyê wiha ye:

Serkîs Qesarciyan: Heta niha li Tirkiyayê tenê daxuyanî derbarê aşitiyê de hene, tu gav û înstiyatîf tunene. Ev atmosfêra ku serokê faşîzima MHPyê çêkir, bandor li opozîsyona Tirkiyayê nekir. Piştî daxuyaniyê bi du hefteyan, diviyabû hin gav bihatine avêtin, lê berovajî wê êrîş li dij binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê çêbû û sivîl armanc kirin. Di heman demê de jî duh, li sê şaredariyên DEM Partiyê, qeyûm hatin erkdarkirin. Her wiha serokê şaredariyeke girîng li Stenbolê jî li şûna wî qeyûm hate erkdarkirin. Diyar e ku hewldaneke ji bo avakirina siyasteke hundirîn heye û bihêlin ku DEM Partî û CHP li beramberî çi destûrekî nû an jî hilbijartinên pêşwext bibin hevalbend. Dewleta Tirkiyayê bi êrîşên li ser CHP û DEM Partiyê, armanc dike ku Mensûr Yafaş serokê şaredariya CHPyê li Enqerayê ji nava opozîsyonê derkeve. Bi awayekî giştî mirov dikare bibêje ku hewldaneke ji bo jiûnveavakirina siyasteke navxweyî ya  nû di Tirkiyayê de heye. Ji aliyekî din ve jî, dema behsa aşitiyê dikin, ew banga ji bo Ocalan dikin, ango banga radestbûnê dikin, ne behsa qanûn û mafan dikin. Lê desthilatdariya Tirkiyayê jî baş dizane ku Ocalan vê yekê qebûl nake.

7ê cotmeha 2023yan, bandora xwe ya mezin li ser Tirkiyayê hebû û rewşeke herêmî ya nû çêbû. Hêzên herêmî û navdewletî, êdî nirxandineke wan a nû ji bo herêmê heye û têkiliyên xwe bi hêzên herêmî re ji nû ve di ber çavan re derbas dikin. Îsraîl di Tirkiyayê de pirsgirêkê nabîne, lê di Erdogan de astengiyê dibîne. Axaftina Hakan Fîdan li Londonê diyar kir ku El-Esed û hevkarên wan ne amade ne ji bo noralîmzekirinê bi opozîsyonê re. Tirkiyayê bi vê yekê name da Rûsyayê. Diyar e ku aloziyek di navbera Rûsya û Tirkiyayê de heye. Tirkiya pêşbaziya demê dike li benda serokê nû yê Amerîkayayê ye, ku bibe beşek ji nêrîna Amerîka û Îsraîlê ya nû ji herêmê re, lewra behsa doza kurdan dikin. Tirkiya difikire ku çawa vegere rola xwe ya sala 2010an. Ev jî sedemeke ku daxuyaniyan li ser aşitiyê û biratiya kurdan û tirkan bikin.

Newaf Xelîl: Ev mijara ku çêbûye derbarê aşitiyê de, ne nû ye, beriya wê zêdetirî 10 hevdîtinan li Oslo hevdîtin çêbûn û piştî wê jî diyalog li Îmaraliyê çêbûn û bi salan berdewam kir û gihaşt asteke pêşketî. Lê hişyariya bi baldarî, di encama derbeya ji pişt ve ye ku kurd rastî van derbeyan hatin, ku Erdogan ev diyalog rawestandin û ragihand ku tu agahiyên wî derbarê van diyalogan de tuneye. Bi nêrîna min her vexwendinek ji bo aşitiyê, dengvedaneke xwe ya erênî heye, lê her kes dibêje ku hişyar bin ku dibê ku ev yek kemîn be. Di encama tecrubeya dirêj a PKKyê û tecurebeya partiyan li parlamentoyê ez bawer dikim normal e ku kurd hişyar û baldar bin. Dema ku em li axaftinên Bahçelî vegerin, em ê bibînin ku Bahçelî piştî têkoşîna zêdetirî 40 salan banga radestbûnê dike, bi giştî tu rêyeke aşitiyê tuneye. Dewleta Tirkiyayê gelek caran hewl da ku nakokiyê bixe navbera rêveberên PKK û DEM Partiyê û beriya wê jî HDP, lê nikarîbû tiştekî bi dest bixe, ji ber ku rêveberên PKK û DEM Partiyê jî dibêjin ku Ocalan nûnertiya wan dike. Lê bê gûman Ocalan jî rolan wan paşguh nake. Bi nêrîna min hevgirtineke di navbera wan de heye, PKK, DEM Partî û Ocalan ê xwediyê projeyê.

Dewleta Tirkiyayê ji dema Lozanê heta 1991ê kurd wekî mirov û netewe, înkar dikirin. Lê piştre neçar bûn ku bibêjin doza kurdan û kurd heye. Ji ber vê yekê jî li rêyên nû yên çareseriyê were gerandin û peydakirin. Di vê çarçovbeyê de, ne Erdogan û ne jî Bahçelî dikarin behsa rêyên nû ji bo çareseriyê bikin.

Tariq Hemo: Dozeke mezin wekî doza kurdan û şerekî  ji sala 1980yî ve, bi van daxuyaniyan doza kurdan çareser nabe. Pêwîstiya wê bi rêya çareseriya siyasî û diyalogê heye.  Ji sala 2002yan ve dema ku AKP hate ser desthilatdariyê, ez ê behsa diyalog û danûstandinên ku ji wê demê ve hatine kirine, bikim. Sala 2005an Erdogan li Amedê behsa doza kurdan kir û got doza kurdan heye û ez ê wekî doza xwe bibînim, PKK di heman rojê de agirbest ragihand. Di vê çarçoveyê de hevdîtin hatin kirin û di navbera PKK û dewleta Tirkiyayê li Oslo hevdîtin hatin kirin. Ev hevdîtin ji sala 2005 heta 2009 berdewam kir, lê di heman demê de girtina siyasî li Bakurê Kurdistanê berdewam bû, ango hemleya bi navê “li dij KCK” û di encamê de bi hezaran siyasetmedar, jin, rojnamevan û hwd  hatin girtin. Piştî wê, di navbera Ocalan û Hakan Fîdan di sala 2012an de hevdîtin hate kirin. Piştre sala 2013an şandake HDPyê serdana Ocalan kir, di wê demê de jî siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz û du hevalên xwe li Parîsê hatin qetilkirin. Tevî vê yekê jî PKKyê derfet da dewleta Tirkiyayê ji bo aşitiyê û PKKyê însiyatîf ranawestand.

Di Newroza 2013an de jî Ocalan înstyatîfa aşitiyê ragihand. Di sala 2014 û 2015an de gelekî girîng bû, dewleta Tirkiyayê his kir ku projeya wê têk diçe, lewra dev ji diyaloga aşitiyê bi kurdan re berda, ji ber ku di esasê xwe de dewleta tirk naxwaze doza kurdan çareser bike. Ocalan got ku bi 10 xalan çareser nabe. Di 2015an de hilbijartin çêbûn û HDP 80 parlamenter bi dest xist, lê Erdogan encamên hilbijartinan red kir. Piştî wê komkujî li dij kurdan hate destpêkirin û Erdogan bi MHPyê re hevalbendî çêkir û piştre jî hevserokê HDP û siyasetmedarên kurd hatin girtin. Lewra, tevî daxuyaniyên Bahçelî jî wê dîsa şerê xwe yê qirkirina kurdan berdewam bikin û zirarê bidin wan.

Hişmendiya dewleta Tirkiyayê ya înkarkirina kurdan dewam dike û axaftinên derbarê diyalogê, di çarçoveya hişmendiya qirkirina kurdan tê kirin, ne ku guhatineke mezin çêbûye û an jî bi rastî dixwazin doza kurdan çareser bikin. Lewra, dewleta Tirkiyayê dagîrkirina Rojava dike, êrîş dike û Başûrê Kurdistanê jî dagîr dike û ji hev qut dike, her wiha êrîşa li dij Şingalê jî dewam dike.  Lewra, navnîşana kurdan ya çareseriyê eşkere ye, ew jî Îmralî ye.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN