Almanya, Hemas û Erdogan

By Tariq Hemo

 Di hevdîtina ku televîzyona “Welt”ê bi rojnamevanê almanyayî yê bi eslê xwe tirk e Denîz Yucel ra çêkir, Yucel daxwaz ji hikumeta Almanyayê kir ku siyaseta Berlînê ya derbarê Tirkîyayê da jinûve di ber çavan ra derbas bike û got divê Berlîn hewlesteka xurt li beramberî hikûmeta Erdogan ji ber daxuyanîyên wî yên dawî ku tevgera Hemas (endamên Hemasê di 7ê cotmeha borî da êrîşî hundirê Îsraîlê kir û /1400/ sivîl û leşker kuştin û /241/ kes jî revandin) wekî tevgereka “berxwedanê” bi nav kiribû û red kir ku Hemasê bixe lîsteya birêxistinên terorîst, bistîne. Her wiha, Yucel bang li Berlînê kiribû ku fişarê li Erdogan bike û îşaretên jinûvenirxandina têkilîyên aborî û dîplomasî bide, her wiha anî ziman ku Tirkîya ji Almanyayê zêdetir, pêwîstîya wê bi Almyayê heye û divê bersivsa Erdogan were dayîn û rejîma wî were cezakirin, da ku alozîya ku li herêmê belav dike, rawestîne.

Yucel (ku hikûmeta AKPyê salekê ew girtibû ji ber hevpeyvîna wî bi birêveberekî PKKyê ra Cemîl Bayîk di rojnameya “Die Welt”ê ya almanî sala 2015an) Erdogan tawanbar kir ku wî Tirkîya veguherandîye baregeha îslama siyasî û nefreta li dij rojava. Her wiha, Yucel da zanîn ku Erdogan tevgera Hemasê wekî “tevgera rizgarîya niştimanî” bi nav kir û daxwaz ji mislimanan kir ku piştgirîyê bidin Hemasê “bi awayekî ku heta dewleta Qeter jî nekirîye”. Ji ber vê yekê, divê li dij wî biryareka xurt were dayîn û serdana ku dixwaze di nîva mijdara bê da were Berîlê, were betalkirin.

Erdogan di axaftina xwe li pêşîya endamên AKPyê di parlamentoyê da di 24ê cotmehê da, tevgera Hemasê wekî “tevgera rizgarkirîya niştimanî ku ji bo parastina welatîyên xwe û axa xwe têkoşîn dike” bi nav kir. Her wiha, Erdogan destnîşan kir ku Tirkîya “nikare li beramberî tiştên çêdibe bêdeng be” û wê “her tiştî di alîyê siyasî û mirovahî da eger were xwestin di alîyê leşkerî da jî bike”. Di heman demê da, Erdogan di xwepêşandana ku alîgirên wî li Istenbolê di 28ê cotmehê da organîze kiribû, derket ser dikê û  Îsraîl wekî “dewleta terorê” bi nav kir û got “Îsraîl sûcên şer li pêşîya çavên cîhanê dike.” Piştî ev daxuyanîya Erdogan, Îsraîlê tîma xwe ya dîplomasî ji Enqerayê vekişand û got wê têkilîyên xwe bi Tirkîyayê ra careka din di ber çavan ra derbas bike.

Ev daxuyanîyên Erdogan li Almanyayê bû sedema bertekên bi hêrs, ji ber ku Almanyayê bi hestyarîyeka mezin nêzî mijarên cihûyan û dewleta Îsraîlê dibe û parlamenter û siyasetmedarên Partîya Lîbral a Azad (ê di itîlafa hikûmetê da hevkar e)  û Partîya Xirsiyanî ya Civakî ya opozîsyon, daxwaz ji hikûmeta Berlînê kirin ku helwesteka xurt li dij Erdogan û hikûmeta Tirkîyayê bistîne û agahî bide Enqerayê ku sedana Erdogan a ji bo Berlînê nayê hezkirin. Ji alîyekî din ve jî, di dezgehên çapemenîyê yên Almanyayê da, gelek nêrînên rexneyê li dij siyaseta Erdogan û rola wî ya di belavkirina tundî û nefretê da û bandora wî ya neyînî ya li ser xelkê tirk ê li Almanyayê û danûstandina wekî birêveberekî tevgerên îsalama siyasî li cîhanê di nav da jî tevgera Hemasê ku lîderên wê pêşwazî kirin, derketin holê, ku wê demê Erdogan hewl da ku wekî roleka navbeyankar bilîze û sûdê ji alozîyê bigire da ku rol û birêveberîya xwe derxe holê.

Piştgirîya Almanyayê bi Îsraîlê ra mezin bû, nexasim ji alîyê hikûmet û partîyên siyasî ve. Ev piştgirî jî fermî bû li ser bingehinan di siyaseta almanî hatiye avakirin, ku ji “perpirsyartîya dîrokî” ya li bara jînosîda plankirî (holokost) ya ku gelê cihû li ser destê nazîya Hitler rûbirûyê wê man. Di encama jînosîdê da /6/ milyon cihûyên ewropayî hatin kuştin. Hemû hikûmetên Almanyayê dibînin ku dewleta Almanyayê pabend e bi parastina cihûyan û garantîya  ewlekarîya dewleta Îsraîlê wekî beşek ji ewlekarîya Almanyayê di nav da jî eger were xwestin rêkirina yekîneyên artêşa Almanyayê ji bo piştgirîya artêşa Îsraîlê. Piştî êrîşa bi xwîn a endamên tevgera Hemasê, helwesta  Almanyayê ya fermî ji helwestên navdewletî zêdetir piştgirî dida Îsraîlê. Di vê çarçoveyê da, şêwirmendê Almanyayê Olaf Schulz serdana Tilebîbê kir û ji wir piştgirîya Almanyayê ya bi temamî bi Îsraîlê ra ragihand, di nav da watedayîna mafê wê yê parastinê. Di heman demê da, hikûmeta Almanyayê tevgera Hemasê qedexe kir û wekî terorîst bi nav kir (tevî ku Yekitîya Ewropayê ji sala 2003an ve Hemas xiste lîsteya terorê), her wiha toreya “Samîdûn” ku serpereştîya birêxistina meşên piştgirîya Hemasê û dijberîya Îsraîl û cihûyan dikir, qedexe kir. Her wiha, meş qedexe kirin û hêzên polîsan bi awayekî xurt destwerdan kirin ji bo çewisandina xwepêşandarên ku dirûşmeyên dijberîya mafê Îsraîlê di hebûnê da dikirin (mînak- Filistîn ji çem heta deryayê) rakiribûn û heta niha bi sedan ji wan girtine.

Meşên piştgirîyê yên ji çalakîya tevgera Hemasê û şahîyên hin mislimanan bi wê çalakîyê bi rêya belavkirina şîranîyê li kolanan û vegotina eşkere a kêfxweşîya xwe bi kuştina sivîl û leşkerên îsraîlî, careka din nîqaşa derbarê mijarên penaberî, îslamîtî û dijsamîtî li Almanyayê derxist holê. Normal e, hikûmet û partîyên siyasî û dezgehên çapemenîyê, naxwazin behsa vê mijarê bikin (heta îşareta bi rastîyê û hejmarên mezin), ji ber metirsîya wan a bikaranîna van mijaran ji alîyê partîya altirnatîf a Rastgir (ku sala 2013an hate avakirin û /78/ kursîyên wê di parlamentoyê da hene)  da ku pê tekez bikin ku koçberên misliman xwe nexistine krasê civaka wan û cudabûn û tundîya îslamî belav bûye. Dîyar e ku bertekên hin mislimanan derbarê çalakîya tevgera Hemasê û israra xwepêşandanê û piştgirîya bi Hemasê ra, tiştê ku hikûmeta Almanyayê dixwast veşartî bimîne, derxist holê. Her wihavê yekê têkçûna tevlîkirina wan kesan bo civakê û pûçbûna programên ku hikûmetên bi dû hev da pê rabûn dide xuyakirin, ku bi rêya wan programan bi birêxistinên îslama siyasî ra bûn hevkar (kongreya îslama almanî ya di 2006an da hat damezirandin) bi armanca ku mislimanan tev li civakê bikin û demikrasî, dilnizmî û pabendîya qanûna almanî di nav wan da belav bikin. Niha hin deng ji hemû partîyan hene ku daxwaz dikin ku careka din tevlîkirina civakê û dilnizmîyê bi birêxistin û komikên îslama siyasî di ber çavan ra bên derbaskirin, ne tenê wiha lê belê pêşwazîkirina koçberan jî rawestînin.

Her çiqas ku Encûmana Bilind a Mislimanan li Almanyayê (ZMD) û Yekitîya Tirkî Islamî ya Karûbarê Olî (DITIB) çalakîya tevgera Hemasê şermezar kirin û ragihandin ku tu peywendîyên wan bi xwepêşandanên li dij cihûyan tuneye, lê birêxistinên din ên îslamî ev yek nekirin û bêdengî hilbijartin. Lê yên din ku bi awayekî hema bibêje veşartî kar dikin (komeleyên ku têkilîyên xwe bi selefî û bi Partîya Tehrîr a Filistînî ya qedexekirî ra hene) derketin holê û bi kûrahî derbasî nava xwepêşandanan bûn da ku sembol û siloganên xwe belav bikin, ev yek jî di xwepêşandana li bajarê Essenê da di 3yê çirîya paşîn da pêk hat, ku tê da alên birêxistina El-Qaîda û DAIŞê rakirin û ala Filistînê nehatibû hildan. Her wiha di xwepêşandaneka din da li Berlînê, sazîyên ewlekarî yên pispor beşdarîya hejmareka mezin ji selefî û alîgirên Partîya Tehrîr a Îslamî, eşkere kirin.

Lewra niha, xwepêşandanên şermezarkirina operasyona Îsraîlê li Xezayê êdî piranîya xwe teşeyê  îslama tundraw wergirtiye. Tevî hejmara sînordar a xwepêşandanan tevî ku hejmareka baş a mislimanan li Almanyayê heye (gelek xwepêşandanên mezin li Berlînê derketin), lê siloganên tundraw ên dijberî cihûyan û bangên avakirina “xîlafeta îslamê” li Almanyayê bû cihê fikar û tirsa welatîyên Almanyayê û ji hikûmeta ra tengezarîyek çêkir, ku hewl dide vê mijarê derbas bike û tundrawan ji piranîya mislimanên aşitîyane cuda bike. Balkêş bû beşdarîya hin hêzên çepgir ên almanî yên tundraw û hin serberdayîyên ku propogandayê ji tîyorîya plankirinê (muamere) dikin, bi pranî ermanca wan ne piştgirîya qurbanîyên operasyona leşkerî ya Îsraîlî bû, lê belê dijîtîya cihûyan bû.

Cîgirê şêwirmendê almanî û wezîrê aborîyê, Robert Habeck di vîdyoyeka ku li ser medyaya civakî weşandibû da, got ku Almanya dê bi dijsamîtîyê nedilnerm be û xwepêşadanên ku piştgirîya tevgera Hemasê dikin şermezar kir û bang kir ku bên qedexekirin, hemû teşeyên dijîtî û nefreta ku Îsraîlê dike armanc bêne qedexekirin. Her wiha Habeck careka din pabendîya dîrokî ya Almanyayê ya parastina Îsraîlê anî ziman û parastina wê û ewlehîya wê beşek ji berjewendîyên niştmanî yên Almanyayê dît. Encumana Bilind a Cihûyan li Almanyayê (ZDJ) bi daxuyanîya cîgirê şêwirdar, erênî dît ji ber ku “gefê li dijsamîtîyê dixwe û xemên filistînîyan jî di ber çavan ra derbas dike”. Her wiha psrtîyên almanî jî daxuyanîyên Habeck erênî dîtin û wê wekî gefê ji hemû dengên ku xelkê li dij cihûyan gur dikin, banga xwepêşandanan dikin da ku piştgirîya Hemasê bikin, mafê hebûnê yê Îsraîlê tune bikin û di civakên cuda da bijîn, dîtin.

Siyaseta almanî ya kevn ya tevlîkirina nava civakê û belavkirina dilnizmîyê di nav koçberên misliman da bi rêya hevkarîya bi birêxistinên îslama siyasî (bi taybet ên tirk û ereb), niha lê teng hatiye û “qedexeya” ku partîyên siyasî û alavên ragihandinê yên almanî li ser weşana nûçeyên girêdayî binpêkirinên ku koçberên misliman pêradibin û belavbûna tundîya îslamî û nebelîkirina nefreta li dij cihûyan û exlaqên rojavayê bi awayekî giştî, niha zelal bû û bibinketina wê li pêş raya giştî ya almanî hat kifşkirin. Xuya ye ku dem û pereyên ku hikûmetên Almanîyayê li ser vê mijarê xerc kirin, vala vala çûn. Bibinketin sernavê siyaseta Almanîyayê ye di warê tevlîkirna mislimanan bo civakê û belavkirina rewşenbîrî û dilnizmîyê da. Dibe ku girîng e lêvegereka giştî ji siyaseta hevkarîya bi birêxistinên îslama siyasî ra bê kirin û rastîya ku ev birêxtin beşek ji alozîyê ne ne ji çareyê ne bê têgihaştin û ev birêxistin dê hewl nedin ciwanên misliman tev li civaka almanî bikin û wan han bidin da ku demokrasî, wekhevî, dilnermî û rêzgirtina jinê nas bikin, lê belê tersî wê. Her wiha pêwîst e bernameyeka bîrgeşkirinê ya giştî bê danîn, li bara her tiştî, da ku koçberên mislinan tev li civakê bikin û li nêrîn û pêşnyarên zana û lêkolînerên misliman ên bîrgeşkirî yên mîna Besam Teybî, Necla Kelek, Sîran Atêş, Mihened Xorşîn û hwd, bê guhdarkirin.

A ji van hemûyan girîngtir birrîna neynûkên Erdogan û toreyên îslama siyasî û birêxistin Gurên Boz (mezintirîn birêxistina rastgirîya tund li Almanyayê bi naskirina Gerînendeya Parastina Makeqanûnê) e û helwesteka xurt û zelal ji AKPyê û alîgirên wê li Almanyayê bê girtin, her wiha serokê wê yê hevkarê Hemasê jî yê ku wekî serekê îslama siyasî û cîhadîstan li cîhanê, tev digere; piştgirîya nêrîna wan dike, gefê li welatên rojavayî dixwe ku dê tevlihevîyê çêke û kolanên wan bike qadên pevçûn û şeran. Erdogan yê ku gefê li ewlehîya hundirîn a Almanyayê dixwe, bêjara nefretê belav dike û fînanseya îslamîstan dike, ne hêja ye ku berika sor li Berlînê jê ra bê raxistin û wekî hevkar bê pêşwazîkirin. Erdogan ne hevkarê Almanyayê ye, lê belê dektatorek e (wekî ku kovara Der Spieglê li ser bergê kovara xwe di îlona 2016an da belav kir), destwerdanê di karûbarên hundirîn ên dewletên ewropayî da dike, xaka Sûrîyayê dagîr dike û hêzên xwe bo gelek deverên kêferatan  rê dike. Projeya wî projeya îslama siyasî ya tarî ye ku li ser cudakirina olî û rêzbazî ye, her wiha belavkirna hizirên tund, nefretî cudabûn û li dijî bîrgeşkirin, dilnermî û jîyana hevpar e.