Pênc sal ji dagîrkerîya dewleta tirk a li ser Efrînê.. Çawa tawanê rû da?

DR. THOREAU REDCREW

Rêjeya hejmara kurdan li Efrînê tenê ji sedî 30 maye, ji ber qirkirina etnîkî ya tund a ku ji alîyê Tirkîyayê ve tê kirin, heta serê sala 2018an ev rêje ji sedî 96 bû.

Tundrêtîya dewleta tirk a li dij kurdan li Efrînê hişt ku pêkhateya Efrînê ya demografîk, çandî û bîrdozî  were guhertin, ev jî bi rêka jenosîda arkeolojîk, zimanî û çandî û revandin û kuştina bi hezarên kurdan pêk tîne, ne tenê wiha hîn bi sed hezaran darên zeytûnan jî ji holê rakirin da ku hîmên hebûna kurdan li herêmê ji holê rake.

Tirkîya bi armanca ku her tiştê girêdayî kurdan ji bajêr rake, navê qada Azadîyê ya Efrînê guhert û kir meydana Ataturk, Enqera ji qirkirina kurdan a Dêrsimê (1937) vir ve azadî bi tundî û kuştinê guhertiye.

Hema em bi lez di van pênc salên dagîrkerîya Tirkîyayê ya li ser Efrînê ber çavan ra derbas bikin, em ê zanibin ka çi û çi qewimê ye. Hejmara niştecihên ku Enqerayê ji herêmên din ên Sûrîyayê anîne Efrînê 458 hezar kes in, piştî demeka kurt ew li malên kurdan bi cih kirin.

Li alîyê din jî hejmara darên fêkî û zeytûnan ên ku ji kokê hatine hilkirin 311,800 darên zeytûnan e û gelek ji wan sewqî Tirkîyayê bûne. Her wiha hejmara kurdên ku ji bo xwe ji destê terora Tirkîyayê rizgar bikin ji Efrînê revîyan 300 hezar kes e, gelek ji wan li taxa Şehba, li bakurê Helebê, di konan da dijîn. Her wekî din darên zeytûnan ên ku hatin birîn û wek komir hatin firotin 120 hezar darên zeytûnan in û ên ku agir beradanê jî 20 hezar dar e.

8,334 kes li kolanan hatin revandin, piranîya wan hatin îşkencekirin û ji bo fîdyeyê hatin girtin, her wiha hejmara kargehên hilberandin û hilberînê gihaşt 770 hemû hatin dizîn û derbasî Tirkîyayê bûn. Hejmara sivîlên ku tenê ji ber kurdbûna xwe bi sûcên hovane hatin qetilkirin 690 kes in û hejmara jinên winda yên ji alîyê Projeya Jinên Wenda yên Efrînê ve hatine belgekirin 150 jin in.

120 dibistanên kurdî veguherandine navendên leşkerî û zîndanên îşkenceyê, 108 kargehên zeytûnan hatin jihevxistin û şandin Tirkîyayê. Tê texmînkirin ku hejmara şûnwar û girên kevnar ên arkeolojîk ên ku hatine wêrankirin û kolandin ji bo bifiroşin muzeyan 68 cih û gir in.

Û niha piştî pênc salan ji dagîrkerîya Tirkîyayê li ser Efrînê, pir girîng e ku mirov zanibe çawa ev dagîrkerî dest pê kir û çima? Mesele ne tenê Tirkîya dixwaze  bi rengekî nerewa herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê dagîr bike û bixe di bin serwerîya xwe da, lê belê niha di vê demê da komkujîyên herî hovane li dijî kesayeta kurd tê kirin. Vê yekê jî Tirkîyayê wek endamê NATOyê û bi erêkirina welatên rojavayî ku ala têkoşîna li dij terorê bilind dikin dike, di heman demê da jî Enqera piştgirî û piştevaniya terorê dike. Ji ber ku bajarê Efrînê kurd in, Tirkîya hemû kîn û gef û dijberîya xwe li hember vê herêmê derdixe holê û li pêş çavên tevaya dunyayê.

Çima Tirkîyayê êrîşî Efrînê kir?

Bajar û herêma çiyayî ya bi xêrûbêr li derdora Efrînê ji hezar salî zêdetir bûye navendeka çanda kurdî. Bi sedsalan e Efrîn bûbû navendeka balkêş a misilmanên sofîyên kurd ku kêmtir muhafezekar û bêtir laîk tolerans bû ji herêmên derdor xwe. Lewma jî civaka êzidî, elewî û xiristîyan li wir dijîyan û çalak bûn. Ev çanda kûr ku ji cihêrengîyê teşe girtibû lewma jî Efrîn bû penagehek ji bo penaberên ku ji tundûtûjîyê direvîyan li seranserê şerê navxweyî li Sûrîyayê.

Di bihara 2012an da Hikumeta Sûrîyayê ji Efrînê vegşîya, ev yek bû bingeha avakirina Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ku di çileya 2014an da dest pê kir. Wê demê heta berîya ku Tirkîya êrîş bike, Efrîn bûbû nimûneya bajarên pirreng ku derdora 700 hezar kes tê da dijîyan. Ji ber ku bajarekî cihêreng e, etnîkî û mezhebî rihet bi hev ra dijîyan, bêyî nakokîyên mezhebî û cudahîyên çandî û olî qebûl dike, xelkên derbider ji hemû pêkhateyan ên hundirê Sûrîyayê revîyan û berê xwe dan Efrînê .

Rêjîma Recep Tayyîp Erdogan pêkhateya civakî ya lihevhatî ya Efrînê weke metirsîyeka hebûnî û sînor derbas bike dinirxand, ji bo du sedeman yek, tecrûbeya Birêveberîya Xweser ji bo tevahîya herêma Rojhilata Navîn bû modelek bi bandor. A duyan, ev felsefeya pêşverû rexneyek rasterast bû ji bo hevalbendîya Partîya AKPyê û Partîya MHPyê ya tundrew û neteweperest a hevalbendîya Erdogan, li ser şovenîzma etnîkî ya tirk a li dijî kurdan û jinûveşîrovekirina îslama radîkal a faşîst lêkirine, ev yek ji alîyê komên weke DAIŞ û tundrewên din ve tê binavkirin ku heta sala 2018an bûn hevalbendên tenê yên Tirkîyayê li Sûrîyayê.

Ji bo vê yekê jî, Erdogan biryar da ku artêşa tirk li gel cîhadîyên îslamî ji bo dagîrkirin, dorpêçkirin û wêrankirina Efrînê bi kar bîne û pêkanîna qirkirina etnîkî û dagîrkirina wê bi armanca avakirina herêmeka girêdayî Tirkîyayê weke nîvkolonî ligel niştecihyên bîyanî û alîgirên rêjîma wî ve.

Çawa Tirkîyayê Efrîn dagîr kir?

Argumana Tirkîyayê ya di dagîrkirina Efrînê da parastina ewlehîya xwe ya neteweyî bû, lê belê di derbarê metirsîyên li ser ewlekarîya wê ya niştimanî ji Efrînê tu belge nedan. Ji ber ku Enqera hişyar bû ku jîyana leşkerên xwe nekeve xeterê, bi komên îslamî yên tundrew ra hevalbendî kir ku hejmara wan zêdetirî 25 hezar çekdar bûn, ji alîyê Enqerayê ve hatin perwerdekirin, çekdarkirin û lêçûnên wan girtin ser xwe. Di nava van koman da gelek çekdarên cîhadî yên weke Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam û çekdarên berê yên DAIŞê hebûn. Wekî ku ji hêla The Independent ve hat ragihandin. Li pişt wan nêzî 6 hezar û 400 leşkerên hêzên çekdar ên tirk û endamên birêxistina faşîst a tirk Gurên Boz ku piranîya wan xwe dispêrin bombebarana topan û di bombebarankirina bêmerhemet a balafirên tirk da li hember vê jî hêzên Efrînê tu çekên ku wan ji balafir û  tankan biparêzin li cem wan nebûn.

Êrîşa dewleta tirk a dagîrker  li ser Efrînê ku bi navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê”  di 20ê çileya 2018an da bi awayekî fermî dest pê kir, ev êrîş binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî bû, ku bêyî destûra rayedarên fermî êrîşkirina ser axa dewleteka serwer destûr nade. Artêşa tirk bi zanebûn bajar û bajarokên qelbelixa xelkê zêde bûn armanc girtin, di encamê da, hefteyên pêlê da jin, zarok û pîr jî di nav da nêzî 500 sivîl hatin kuştin, Tirkîya her wiha bêserûber gule li penaberên ku ji herêmên pevçûnan direvin barandin û bi gaza kîmyewî êrîşî berxwedêrên kurd kir. Bi vê yekê Tirkîya û komên îslamî yên tundrew ên girêdayî wê peymana Cenevreyê binpê kirin, wê gelek tawanên hovane pêk anî, ku li gorî yasayên navdewletî wek tawanên şer têne binavkirin.

Nêzîkatîyên îdyolojîk ên artêşa tirk a dagîrker di demeka kurt da eşkere bûn, cîhadîyên ku hêzên bejayî yên êrîşkar bûn, gelê kurd ê Efrînê weke “bêol” bi nav kirin  ku mirina wan heq e. Ev yek jî di vîdoyên ku derketî da xuya dikir, ajanên tirk gefa jêkirina serê kurdên ku wan weke “gawir” bi nav dikin, xwarin. Di hinek vîdyoyên  din da, gelek îslamîyên bîyan pesnê şerên berê yên ku tê da şer dikirin didan wekî şerê Tora Borayê (navenda  berê ya Osama bin Ladin li Afganistanê), Grozny li Çeçenîstan û Daxistanê li Rûsyayê. Di dawîya vîdyoya navborî da wiha digotin:“’Niha Efrîn gazî me dike.”

Dema ku şer dest pê kir, gelek vîdyo bi lez derketin holê ku tê da çekdarên  ku Tirkîya piştgirîya wan dike nîşan didin bi cenazeyên şervanên Yekîneyên Parastina Jinê yên kurd (YPJ) ra  û selfî bi termên wan ra dikişînin, vîdyoya herî nexweş a jinek ciwan nû ku bi navê Barîn Kobanê, ku pêsîrên wê qut kirbûn û dûv ra jî bi hev ra digotin “Alahûakber”. Di nav van baweriyên çet da ku çawa gihîşt vê astê, û li kêlek heêza leşkeriye mezin, artêşa Tirk piştî du meh bombebaran Efrîn dorpêç kir û dagîr kir.

Di dema van êrîşan da, hejmarek çavdêrên pêbawer li dij binpêkirina Tirkîyayê helwest dan, wekî  mînak Komîsyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Mirovan, Zêd Bin Reed,  sûcên ku li Efrînê diqewimin ji ber êrişa Tirkîyê bal kişand ser û hişyar kir.

Tirkîyayê li Efrînê çi kir?

Dagîrkirina Tirkîyayê ya Efrînê û gundewarên wê bi fermî di 25ê adara 2018an da dest pê kir, polîtîkayên hovane yên tirk  li Efrînê  pêk anîn ji herêmek cihêreng a bextewar  veguheztin cîhekî belengaz.

Ew ji roja yekem a ketina hêzên tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê, tundûtûjîya Tirkîyayê zelal kir, ew jî karê yekem ên hêzên islamî ye tundrew kirî hilweşandina peykerê sembola kurdan bû ew jî Kawayê Hesinkar bû, ew kesayeta sereke ya Cejna Newrozê ye ku sembola azadîyê li dij zordestîyê ye.

Min di axaftina xwe da jî di îlona 2019an da li pêşberî Meclîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Cenevê kir ku kurdên li Efrînê bi tengasîya civakî, dizîya aborî û tunekirina çandî ra rûbirûn e.

Di milê civakî da kurdên Efrînê ji binçavkirin, êrîş, îşkence, destdirêjî, bazirganîya mirovî, koletîya cinsî, kuştin û wendakirina zorê li nuqteyên kontrolê û bi destên çeteyên tawanbar xelkê derengîya şevê dirivînin, û gundên wan dişewitînin.

Di milê aborî da ji talankirina firoşgehan, desteserkirinqa xanîyan, dizîya otomobîlan, talankirina heywanan,  birina zevîyan, ferzkirina baca şerîetê û zêdetirî pênc hezar kes ji bo fidîyê revandin û  zêdetirî 11,000 hektar daristan şewîtandin, di gel dizîya sîstematîk a zeyta zeytûnan  li Efrînê, ku qaçaxçî teswîqe Ewropayê dikin û li wir difroşin.

Di milê çandî da, ji qirkirina etnîkî ya demografî,  tirkkirna pergalên perwerdehîyê û navên kolanan, hilweşîna kultûra çandî û pîskirina cihên pîroz ên elewî û êzidîyan û birîna darên pîroz, kolandina cihên dîrokî yên kevnar û qaçaxçitîyê ji zêdetirî 16,000 hunerên dîrokî hingê bi neqanûnî li Tirkîyayê têne firotin.

Ji alîyekî din ve, xelkê Efrînê mal û milkê wan mecbûrî difroşin bi bihayên taybetî yên ku ji hêla îstîxbarata tirk ve têne çavdêrkirin, ji hêla çeteyan ve têne kirîn, bi mebesta veguhastina milkê qanûnî li mirovên nû ku ji deverên dûr hatine. Bi gelemperî malên herî mezin û herî geş ji hêla çeteyan ve têne girtin ji hêla serwerîya li ser veguherîna wan bi navendên leşkerî an zindanên êşkenceyê da bikartînin, di vê derbarê da Nûnera Encûmena Sûrîyaya Demoqratîk Sînem Şêrkanî li ser mala malbata xwe wiha nivîsî:

“Mala min li gund e, ku me kevir bi kevir da ser hev û ava kir, niha wan desteser kiriye û veguheztine navenda lêpirsînê, cîranên min ku hinek niha li herêmê ne ji min ra gotin dema berê me didin mala te em dizain ku em dikin eşkence bibin, baxçeyê ku min zaroktîya xwe  tê da derbas kir û rojên xweş jîyam, niha zivirîye cîhekî hovîtî û êşkencekirinê,  ew êşkence jî li  ser gelê min ê kurd e.”

Wekî din jî, raporek di sala 2019an da hate weşandin ji bo Ofîsa Encumena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate destnîşan kirin ku “Mexdûrên revandinên ji hêla komên çekdar ve bi gelemperî kurd in û her wiha sivîlên ku di civakê da xwedî bandor û girîng tên dîtin jî ji ber lepên wan naflitin wekî pizîşk, bazirgan û maldar, wekî din ciwanên ku hema hinekî gûman dikin ku bi birêxistinên kurd ra ku  piştgirîya Xweseriya Demoqratî dikin, ji bo serbestberdana wan 400 dolarê amerîkayî li ser wan ferz dikin.”

Salekê bi şûn da, raporek di îlona 2020î da ji bo “Komîteya Navnetewî ya Serbixwe ji bo rastîyên li ser Sûrîyayê eşkere bike” hate radestkirin, ji danişîna 45an a Encûmena Mafên Mirovan a  Netewên Yekbûyî, komîteyê hinek sûcên şer yên dagîrkerên Efrînê bibelge kirin, ew belge jî dibêje ku çekdarên “Artêşa Neteweyî ya Sûrîyayê” û hêzên Tirkîyayê  “wan bi zorê xelk bi revandin dan, bi tayîbet yên eslê xwe kurd, da ku ji malên xwe derkevin,  ev yek jî bi gefan, çavsorî, kuştin, revandin, îşkence û binçavkirinê pêk anîn.” Her wiha rapor destnîşan dike ku “mal û milkên  kurdan ji hêla endamên Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê ve bi rengekî birêxistinî tê dizîn û desteserkirin”. Rapor di derbarê dizîya milîsên Hamzatan da behs dike ku çawa  mala malbateka kurd  dizîn û zivirandin Enstîtûya Quranê ya Pîroz, ku ji hêla birêxistineka tikî ve tê birêvebirin û parêzgarê dewleta tirk ya Rihayê  hat vekirin.

Xwînmijîya Tirkîyayê

Ji bo zelalkirina kûrahîya bandora “cîhadiyan” ya ku Tirkîyayê di destpêka êrîşa Efrînê da pesend kiribû, Gerînendeya Karûbarên Olê ya Tirkîyayê (ku bi navê Diyanetê jî tê nasîn) bang li hemû mizgeftên Tirkîyayê kir ku li ser fethê Beşa 48emîn a Quranê bixwînin û ji hemû misilmanan xwest ku ji bo êrîşê dua bikin. Piştra ji alîyê Encumena Îslamî ya Sûrîyayê ve, ku navenda wê li Stenbolê ye, fetwa hatin dayîn ku piştgirî ji tawanên şer ên cûda cûda ra dike. Fetwayek hat dayîn ku talankirina milkên xelkê yên taybet wek “cîhada ji bo Xwedê ye” û hema wek “xenîmeta şer” bi nav kir. Fetwayên din jî di gulan û hezîrana 2018an da ji bo  PYDyê hatibûn dayîn ew jî ku PYD nefret, laîk, xapînok û nejirêzê ye, lewma jî diz û talankirina milkê wan helal e. Carekê ji caran welatîyekî Sûrîyayê  ku ji ber şer penaber bûye û hatiye Efrînê, gilî û gazinc ji tevlîhevîya bêqanûnî kir û got:

“Hema carekê li Efrînê bigerin, hûn ê yekser hîs bikin ku tenê hêza çekan li vê herêmê hukum dike. Tiştekî hovane heye, ew jî pirbûna dikanên ku çek û sîlehan difroşin. Sazîya “Dîyanet”ê ya Tirkîyayê jî çavdêrîya xebateka hevgirtî dike ji bo ferzkirina şerîetê û cil û bergên mecbûrî li ser jinan eyînî wekî ku DAIŞê dikir ev tek jî bi wêrankirina perestgehên olî yên kevnar û êzidîyan.”

Di derbarê Êzîdiyan da ku çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya Tirkîyayê hewl dan ku bi qirkirinê wan ji holê rakin li Efrînê mezargehên wan wekî “Bersa Xatûm”, “Cîl Xana” û “Qeregerna” hatibûn binavkirin, her wiha “Şêx Hemîd”, “Xerîb”, “Berekat” û “Menan” hatin wêrankirin. Wekî din jî gundên êzidiîan ên ku hatin hilkirin û valakirin,  ev in: Qestal Cindo, Bavalon, Senka, Qetma, Basûfan, Gazawîya, Îska, Erş Qibar, Îskan Şerqî, Şîh û Eyndara.

Komên îslamî yên ku Tirkîya piştgirîya wan dike, li gelek gundên elewîyan darên temenmezin û pîroz birîn ku qustikên piçûk bi wan daran da girêdidan û miraz û çandeka rohî ye li cem wan.

Her wiha Tirkîyayê deverên arkeolojîk û dîrokî  wêran kirin, ji ber ku êrîşên hewayî yên Tirkîyayê gelek avahîyên kevnar hilweşandin, di nav wan da Dêra Julianus, ku yek ji kevintirîn perestgehên xiristîyanan e li cîhanê û Perestgeha Ayndarayê ya navdar û keşîşxane û gorên bîzansîyan jî hatin hiweşandin.

Ev hovîtîya Tirkîyayê hevdem bû bi talankirina 35 girên dîrokî  yên li deverên cuda  cuda li Efrînê. Di lêgerîna zêr û tiştên giranbuha da gor jî hatin vekirin. Her wiha mezara şoreşger û nivîskarê kurd Nûrî Dêrsimî (1893-1973) tevî hevjîna wî Ferîdayê jî hate hilweşandin.

Tirkkirina Efrînê ji bo tev li xwe bike

Herî dawî jî di derbarê stratejîya Enqerayê ji bo tirkkirinê, dadwerîya wê ya desteserkirina axa Sûrîyayê ji kêlîya yekem a li Efrînê cîhê pirsê bû, dema ku artêşa Tirkîyayê ala xwe li ser avahîyên hikûmetê bilind kir li dewsa ala bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê” bilind bike, piştre jî dewleta tirk bi darê zorê  kir ku xwendekarên dibistanê ala Tirkîya û wêneyên Erdogan hilgirin dest xwe. Her wiha, pirtûkên dersê ku niha bi rêya tirkan hatine ferzkirin, dîroka Împaratorîya Osmanî pîroz dikin, di vê demê da jî dibistanên Efrînê neçar dimînin cejnên fermî yên Tirkîyayê pîroz bikin, lewma jî dîyar dike ku hejmara xwendekarên kurd li Efrînê ji sedî 95 daket ji sedî 30 tenê.

Piştî vê yekê navên fermî yên cih û deveran ji kurdî guhartin tirkî, zimanê kurdî hat qedexekirin û nasnameya tirkî hat dayîn, her wiha kartên rûniştinê yên demkî çêkirin,  lîreya tirkî wek pereyê fermî bi kar anîn, Walî û Qaîmmeqam li Efrînê  hate damezirandin û girêdana wê bi dewleta tirk a Hatayê ra bû. Hêjayî balkişandinê ye ku Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyayê Suleyman Soylu dema ku bi boneya Cejna Qurbanê ya sala 2021ê serdana navenda fermandarîya hêzên taybet ên Tirkîyayê li Efrînê kir, li pişt xwe wêneyên mezin yên Erdogan û Ataturk daliqandin.

Ev hemû jî vê yekê nîşan didin ku Tirkîya qet naxwaze ji Efrînê vegşê, nîyeta xwe heye û dixwaze wê bi domdarî dagîr bike, mîna Hatay (Wîlayeta Îskenderûnê) ji sala 1939an û vir ve û Qibrisa Bakur ji 1974 vir da. Lêbelê, heke hûn bi vê gotinê ne qebûl in, ez ê bi gotinên çavdêrên navneteweyî û mexdûrên Efrînê bi dawî bikim, ji ber ku di dawîyê da rastî ji wan kesên ku neheqî, tundî û koçberî jîyan kirine tê.

Komîsera Komîsyona Dewletên Yekbûyî ya Azadîya Olî ya Navneteweyî, Nadine Maenza (USCIRF):

“Kuştin, destavêtin, revandin, şantajkirin, guhertina bi zorê û wêrankirina cihên olî. Pêwîst e civaka navneteweyî ji bo Efrîna azad rabe ser pêyan û hesabê van sûcan ji Tirkîyayê bipirse.”

Rapora Komîteya Lêkolînê ya Navneteweyî ya Serbixwe di 2020an ji Meclîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ra:

“Li Efrînê di kanûna pêşîn a 2019an da, endamekî payebilind ê lîwayekî Artêşa Niştimanî ya Sûrîyayê hat veguhestin ku derî bi derî li avahîyeka mezin gerîya û wî belgeya xwedîtîya xanîyan tenê ji kurdan xwest. Welatîyekî nikarîbû kaxezên milkî pêşkêş bike, neçar ma ku serî li ofîsa ewlehîya lîwa bide, li wir jî bi devkî destdirêjî lê kirin û jê ra gotin: “heger bi ya min  bûya, min ê her kurdekî  ji 1 salî heta 80 salî bikuşta”. Her wiha gefa binçavkirinê li wî hat xwarin. Piştî vê yekê mêrik ji tirsa ewlehîya malbata xwe ji mala xwe derket û koçber bû.”

Şîroveyên mexdûrên Efrînê

Xwendekarekî kurd li Efrînê

Ez pê hest nakim ku ji virim û ez nizanim ev welat ji bo min tê çi wateyê ji ber ku hurmeta zimanê min nagire. Metiryal beşek ji sîstema siyasî ne û di van metiryalan da behsa hebûna dîrokî ya kurdan li Sûrîyayê nayê kirin û daxwaz ji xelkê dikin ku xwe ji cih û warên xwe dûr bixin û xwe ji koka xwe qutbikin.”

Zarokekî Kurd ê 13 salî rewşa girtîgehê vedibêje:

“Rojê carekê hebek petata û parîyek nan ji me ra derdiket, digotin ev heba petata jî ji we ra pir e ji ber dê û xwîşkên we fahîş in.”

Mêrekî kurd piştî 23 rojan di zindana Tirkîyayê da, nîşan dide ku çawa destên wî bi lingên wî ve hatine girêdan û bi ban ve daliqandin:

“Wan saetek an jî zêdetir ez bi darda hiştim, ger te bersiva pirsên wan neda, te eşkence dikirin heta ku lingên te felc dibûn. Piştî du hefteyan, ji ber ku destên min hişk bûbûn, min nikarîbû destê xwe bi xwarinê bikira.”

Rapora 2021ê ya kovara “Yale”ê ya ji bo karûbarên navneteweyî bi sernavê “Dengên ji Efrînê”:

“Desthilata tirk yek ji nivîskaran ji mala wê li Efrînê revand û birin navendeka girtîgeheka Tirkîyayê  û li wir serpêhatîya xwe vegot. Wê behsa keçeka 11 salî kir ku ji ber êşkenceya li hucreyeka nêz dema ku dengê qîrîna dayîka xwe dibihîst hewl da xwe bifetisîne. Rêbazên din ên êşkenceyê ku wê vegot, şikandina diranan, birîna por, xistina kêrê li stûyê û gefa serjêkirina wan wek heywan têne serjêkirin. Her wiha girtî birçî bûn di nav wan da kal, pîr, jin û zarok jî hebûn.”

Jina kurd a efrînî Leyla Mihemed Ehmed a 63 salî, 17 rojan di girtîgehê da ma û bû şahida 10 jinên ciwan ku ji alîyê endamên “Tûgaya Sultan Murad” ve rastî destavêtinê hatin:

“Hin ji wan ji bo xwe bikujin kember bi kar dianîn, hinan jî pênûs an jî tiştên tûj di qirika xwe ra dikirin. Hin ji wan serê xwe li dîwêr dixistin. Em nêzî 150 kesî bûn. Rojê du caran petata û nîv nan didan me û her şev ji saet 01.00 heta 3.00 li me dixistin û her şev nobedaran hinek ji keçan dibirin û bi gotinên galte yên wekî ’em ê we bibin cem doktor ji bo dermankirina we’ bi kar dianîn.”

Niha jî û piştî van tiştên li jor hatî ziman tu dikarî bibêjî ku tu eleqedar nabî, lê tu carî nikarî bibêjî ku tu nizanî li Efrînê çi diqewim e.

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim