Erdhej berê siyaseta Tirkîyayê ji nû ve vediguherîne.. lê ber bi ku ve?

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Erdheja li başûrê Tirkîyayê û bakurê Sûrîyayê çêbû, gelek veguhartinên siyasî bi xwe ra anîn herêmê. Mirov dikare bibêje wekî derbeyeka ji nişkan ve bû, ku bû sedema kuştina bi hezarên kesan ji bilî bandoreka mezin li aborîyê kir, çi li binesazîya herêmê û çi jî li malbatên belengaz.

Hîn zûye ku em hukum bikin ku dê rêbazê siyaseta Tirkîyayê çawa be, gelo dê bandora xwe wekî erdheja Mermerê ya di sala 1999an da be, ku ew bobelat bandor li tevaya pileya siyasetê di wê demê da kir, dawîya wê jî Bolend Ecawîd bû. Lê belê ev erdhej tu carî rewşa Tirkîyayê venagerîne wekî berî 6ê sibata 2023yan, ev yek jî li ser alîyên siyasî ku kî dikare çîroka erdhejê gorî demê vebêje. Partîya AKPyê niha berê xwe dayê ku helbijartinên ku dê di 14ê gulanê da pêk bihatana salekê dereng bixe, li gorî kesên nêzî AKPyê dibêjin. Ev yek jî dihêle ku partîyên opozîsyonê rê li ber derengxistina helbijartinan bigirin.

Li ser kavilên erdhejê rêça siyasetê jî ji nû ve tê çêkirin û bi awayekî hişk dê hinek bi ser bikevin û hinek bi bin bikevin. Ji ber vê yekê Partîya AKPyê bi hemû hêza xwe hwel dide ku hilbijartin di dema xwe da neyên kirin. Alîkarê serokê Komîteya Karûbarên Hilbijartinê Elî Ihsan Yavuz dibêje: “Dema me nîne ku em behsa hilbijartinan bikin, em niha mijûl in ji bo vê bobelatê, di nav van kavilan da qale hilbijartinan were kirin heqaret e ji bo kesên jîyana xwe ji dest daye.” Di eyînî mijarê da cîgirê serokwezîrê berê Bulent Arinç jî got: “Hilbijartin ne di meha gulanê û ne jî di hezîranê da nayê kirin, ji Xwedê bitirsin! Hîn terim di bin kavilan da ne, divê hilbijartin werin bipaşvexistin.. destûr ne metnên pîroz in”.

Li alîyekî din û ji bo vê meseleyê Serokê Giştî yê Partîya CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, derengxistin red kir û got, “Destûra Bingehîn a Tirkîyayê destûrê dide ku hilbijartin tenê di mercên şer da bên bipaşxistin û em ne di rewşeka şer da ne, lewma jî gerek e dema hilbijartinan bê dîyarkirin, ew kesên ji zîyana  hilbijartinan revîyan (mebest Erdogan e) wê ji her kesî ra zehmetîyê bîne.”

Bobelateka derî hêza mirovan

A rast ew e ku her alîyek bi helwesta siyasî ra pêwendîdar ji bo bipaşxistin an lezkirina hilbijartinan, bi rewşa mirovî ya giştî nahizire. Heger hilbijartin di dema xwe da pêk bên, alîyên opozîsyonê piştrast in ku Erdogan dê têkçûneka dijwar bibîne, ku Erdogan û alîgirên wî bi tu awayî vê yekê red nakin. Ji ber vê yekê ji roja sêyem a erdhejê ve axaftinên xwe guherandin û hemû erdoganî bûn alîgirên bipaşxistina hilbijartinan.

Di vê rewşê da alîgirên Erdogan hewceyî çîrokên nû ne ku tewanbarkirina opozîsyonê red bikin, ango opozîsyon dibêje hikumeta AKPyê bû sedema vê bobelat û kuştinê, bi tayîbet ji hêla binesazîyê ve ku bergirî baş nehatine kirin. Lêbelê alîgirên hikumetê vê yekê red dikin û dibêjin tiştê qewimî ji endezyarî û karê mirovî mezintir e.

Erdogan cara duyem gotina ku erdhej bi qasî bombeyên atomê xurt bû dubare kir û wiha axaftina xwe domand: “Çi dewlet ba dê pirsgirênkên bi vî rengî bi wan ra derbas biba”. Her wiha di nav ra jî dest bi axaftinên ku kesek nikare li ber xezeba xwezayê bisekine bi pêş ketin.

Çîroka bombeyên atomê cara yekê ji alîyê rayedarekî AFADê ve hat derxistin. Rayedarê giştî yê beşê Erdhej û Kêmkirina Metirsîyê di AFADê da, Orhan Tatar destnîşan kir ku enerjîya ji erdheja yekê derketî bi qasî enerjiya 500 bombeyên atomê ye, bi vî awayî bi gotinan hat lîstin wekî 500 bombeyên etomî hatin teqandin, ango bi vê şêweyî ji raya giştî ra hat pêşkêşkirin, bêyî ku eşkere bikin ew enerjîya gihaştiye rûyê erdê, bi qasî bombeyeka atomî ya piçûk jî nîne.

Di vê çarçoweyê da Erdogan li ser du meseleyan hêvîyên xwe çêdike, a yekem derengxistina hilbijartinan heta salekê ye, dûv ra wê bobelatê wekî qedera xwedê nîşan bide da ku xemsarîya hikûmetê rewa bike, ji ber piştî bûyerê bi pênc rojan deverên felaketê tu alîkarî ji tîmên xelaskirina mirovan wernegirtin. Li alîykî din di nav salekê da jî êdî hêrsa gel dê kêm bibe, nemaze herêmên erdhejê jî ji kevn da alîgirên AKPyê ne. Bi her awayî, hêrsa komên ku dengên xwe didan opozîsyonê kêm nabin. Ji ber vê yekê, li gorî alîgirên bipaşxistina hilbijartinan, heyama salekê ji bo nermkirina nerazîtîya alîgirên Erdogan li hember bersivdana neserkeftî ya hikûmetê li hember erdhejê dê salek têrê bike.

Di vê çarçoveyê da dezgehên ragihandina hikûmeta Tirkîyayê bi raporên navneteweyî yên ku erdhejê weke felaketeka awarte bi nav dikin, didin pêş, weke Birêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ku di daxuyanîyekê da biêveberê şaxa Ewropayê ya birêxistinê, Hans Kluge li ser erdhijê nirxand û got “mezintirîn karesata xwezayî ya sedsalê ye” ku li welatekî di nav herêma  Ewropayê da ye.

Her wiha gotegotên ku erdhej komployeka li ser welatê Tirkîyayê hatiye çêkirin di nav civakê da ev gotin pir li pêş in, nemaze rewşa Tirkîyayê di dîrokê da ku her dem bi guman in ango hêzên derve komployan li hember wê dimeşînin. Ji bo vê mijarê bernameya zanistî ya amerîkayî “HARP” û pisporên zanistê neçar bûn ku bersivdana vê gotegotê bikin û nûçeyên şaş ên ku erdhejê bi sedemên çêkirî yên bernameya zanistî ya amerîkî ve girêdidin, red bikin.

Mezinkirina  talanê

Hewildanên xwerevandina ji dayîna berdêla encamên erdhejê û rêlibergirtina dûbarekirina senaryoya erdheja 1999an li ser çîna siyasî ya desthilatdar, hewceyî gelek pilanan e. Wekî mînak, bi mezinkirina meseleya talan û dizîyê di bin avahîyên hilweşandî da, wek teknîkeka civakî ji bo ku bûyer ji kontrolê derkeve û rola dewletê (hikûmetê) di birêvebirina dosyayê da dupat bike û gumanên li derdora wê ji holê rake. Mijara mezinkirina dizî û talanê li cihên ku gelek doz ji hêla rayedarên ewlehîyê ve hatine ragihandin zelal xuya dike. Wekî mînak nehatina tîmên rizgarî û alîkarîyê ku ew kesên ji bin kavilan derketî hemêz bikin, lê belê ew kesên ku derketin, neçar bûn ku hin tişt ji bin kavilan derxin di vê sermê da ku xwe pê gerim bikin. Gelek ji van kesan wekî dizên mezin hatin binavkirin.

Tengezarî her diçe bilind dibe

Mijara bidûrxistina hilbijartinan ji erdhejê ku dê di berjewendîya Partîya AKPyê da be, ev yek ne misoger e. Gelek tengezarîyên civakî hene ku dikarin bibin sedema veguhartina siyasî ya tund di asta civakê da. Mînak, medya û kesayetîyên siyasî texmîn dikin ku “guhertineka demografîk” dê li herêmên erdhijê çêbibe. Nûçegihanê kanala nûçeyan a Haber Turk, Farûk Aksoy di beşdarbûna BBCya erebî da ragihand ku niştecihên xwecihî yên ku wî li parêzgeha Hatayê ya erdhej lê daye li ser sînorê Sûrîyayê bi wan ra hevpeyvîn kir, wan bitirs li ser gengazîya derketina niştecihan ji bajêr bi awayekî her dem dîyar kir û  ev derketin dikare rê li ber xelkê veke  ji cihên din vegerin herêmê, ku dibe sedema “guhertina pêkhateya wê ya demografîk”. Gotûbêja li vir, di nav xwe da pirsa mezhebî dihewîne, ji ber ku herêma Hatayê berê piranîya wê ya zêde elewî bûn, rûbirûyê liv û tevgera demografîk e. Ev yek bi hatina penaberên sûrîyayî ji sala 2011an a li vir, hê zêdetir zêde bûye. Heman tişt ji bo Mereşê jî derbas dibe, ku hejmareka zêde ya elewî lê dijîn û ew herêmek e ku tengezarîya civakî ya dîrokî dijî, bi bloka ku her dem dilsozê desthilatdarîyê ye bi giranî ji tirk ên sinî pêk tê. Heman tişt ji bo Dîlokê jî derbas dibe.

Bi giştî herêma ku erdheja lê çêbû, ji gelek netew û mezheban pêk tê. Ji bilî sinî û elewîyan li parêzgehên ku pir zirar dîtine, li Mereş, Semsûr û Dîlokê jî di navbera tirk û kurdan da parçebûneka neteweyî heye, ku rêjeya kurdan li van her sê herêman 30% heta 60% heye. Hevbendîya wan a siyasî di navbera Partîya Demokratîk a Gelan HDP, CHP û Partîya AKPyê da hatiye dabeşkirin. Di encamê da, hevrûkirin bi erdheja Marmarayê ya sala 1999an ra, ev herêm dikare tengezarî ji nişka ve bi lez û bez hembêz bike, bi taybet jî ku hikûmeta AKPyê tezmînata erdhejê di heyama salekê da bide wekî ku hêvî dike. Her wiha li vê herêmê tîyorîyên komployê zû bi pêş dikevin bêyî ku kes li pişt wan raweste jî hêsan e ku di nava civakê da belav bibe. Ji ber vê yekê, ji bo ku mijar veguhere polarîzasyoneka civakî ya metirsîdar, pêwistî bi destwerdanekê heye, çi qas piçûk be jî ji desthilatê dê bandoreka mezin li civakê bike.