Çeteyên Tirkiyeyê Efrîn tarûmar kirin… Gelo hesabên El-Qaîde çi ne?

HEDIYA LEVENT

0perasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ya di bin navê”Çiqila Zeytûnê”de tê bîra we gelo? Dema ku min dateyên wê di kovarê taybet ên kesî navdar de dîtin, ez matmayî mam. Ji Seyda Sayan heta Îbrahîm Tatlis û ji Ajda Pîkan heta Yavûz Bîngol, cîhana navdaran li wê qadê bûn. Kamîre di destê wan de bûn û ji devê wan dirûşmeyên ku têkiliyên wan bi bi rastiya meseleyê re nînin, beriz dibû. Navdaran şahîdbûna xwe li ser operasyona dîrokî ku wê Efrîn bibe hemleyek ku neyê jibîrkirin, belge kirin!.

Piştî çend hefte li ser dagirkirina Efrînê re derbas bû, lê cîhana navdaran bêdeng e! Ev tê wateya ku operasyonên li dervî sînor ku armanc jê ne diyar e, her çendî ku propogande di atmosfêrekî fetihkirinê de jêre hate kirin, temenê wê ne dirêj e û zû tê jibîrkirin.

Her wiha, cîhadîstên girêdayî şaxê El-Qaîde yê sûrî, Efrîn dagir kirin.

Gelo çawa ev yek çêbû? Wekî gelek pêşketinên giring li Tirkiyeyê, ev pêşketin derî li pêşiya nîqaş û pirsên giring venekir, tevî ku bêdengbûna Tirkiyeyê sedemeke sereke bû ku zemîna gûmanê ya çavdêran, çêkir. Gelo Tirkiyeyê zemîna vekirina rê ji cîhadîstan re danî? Gelo Tirkiyeyê dixwest xwe ji berpirsyartî xelas bike û endamên Artêşa Sûriyê ya Azad bîne hemberî cîhadîstan? Gelo armanca sereke ew bû ku cîhadîstên li Bakurê Sûriyeyê li dijî Kurdan di aliyê din ê sînor de bikar bîne? Ev texmîn bêdawî ne.

Ji bo fêmkirina tiştên ku çêbû û wê çêbibin, giring e em vegerin sala 2018`an.

Li Sûriyê şerê bi wekaletan hebû. Piraniya dewletan ku bi wekalet beşdarî şer bûn, bi derketina sazûmaniyên radîkal ên wekî DAIŞ`ê, siyaseta xwe pêş xistin. Ji aliyekî din ve jî, hejmarek mezin ji van dewletan ji qada Sûriya derketin, dema ku rewşa Koma Ixwan Muslim li dewletan wekî Misirê xerab bû.

Zemîna vê yekê jî, bi agirbesta li Idlibê bi înisyatîfên Rûsyayê, destpê kir. Bê gûman, Rûsyayê jî dît ku ne gengaz bi dehhezaran ji çekdarên li Idlibê ku di bin serweriya cîhadîstan de, kontrol bike. Lê şert û mercên wê demê, cûda bûn. Armanca Rûsyayê ew bû Tirkiyeyê nehêle bi rêya komên çekdar ên ku piştgirî didayê, şer berdewam bibe.

Herî dawî, agirbesta ku ne gengaz bû destpê kir û Tirkiyeyê dest bi avakirina noqteyên leşkerî li Idlibê û gundewarên wê, kir. Hejmara noqteyên leşkerî di salên piştre bûne bi sedan. Di hîn caran de, rastî êrişê ji aliyê artêşa Sûriyeyê û carne ji jî aliyê cîhadîstan ve, hat.

Di vê çarçoveyê de, şert û mercên bi domdarî dihatin guhartin û şerên germ li Sûriyeyê, êdî kêm bû. Di heman demê de, Rûsyayê jî dest bi hedefgirtina Idlibê kir û fişar li Tirkiyeyê kir da ku jê vekişe.

Efrîn ku cîrana Idlibê bû, di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bû, ku bi awayekî esasî ji Kurdên herêmê, pêk dihat. Li gorî xîtaba fermî, Efrîn li ser ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê, gefek bû. Lê di rastiyê de, armanca sereke ya Enqereyê garantiya rewşa xwe li Idlibê bû.

Ji sala 2018`an ve, Tirkiyeyê kete çirava Sûrî û hîna gavên ku zêdetir bixe çiravê, davêje.

Tirkiyeyê gelek hewldan kir da ku komên çekdar yek bike tevlî xwe bike, ku berê bi navê  Artêşa Sûriyê ya Azad dihat naskirin. Lê tevê vê yekê jî, rastiya van komên çekdar ku bi artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê hevkarî kir, nayê guhartin a ku dûrî dispilînê bû û tu armanceke xwe ya baş tune bû û ne exlaqê wê hebû. Her wiha, karnameya wê ya kiryarên xwe yên reş jî hate keşifkirin. Çeteyên çekdar ên li Bakurê Sûriyeyê ku destek ji Tirkiyeyê digirin di dema Ataturk de, bi “Hêzên gelêrî”hatin şebihandin û navê wan bûn”Artêşa Niştimanî”. Bi vê yekê jî herêmên ku di destê wan de berfireh bûn û êdî ew herêm li dervayî qanûnê man û têde wêrankirin û destdirêjî û hemû cûreyên qaçaxtiyê ji madeyên hişbirê bigire heta mirovan, çêbû.

Di vê navberê de, desteka navdewletî li ser cîhadîstên li Idlibê qut bû. Bi qutbûna peran re, êdî mûçeyên mamoste û karmendan jî nehate dayîn. Her wiha, bi ragihandina Enqereyê ya lihevhatina bi Şamê re, êdî fikar gihîşte asta xwe ya herî jor.

Di rastiyê de, di aliyê îdeolojî û darayî de, di navbera komên çete yên ku ji Tirkiyeyê destekê digirin û û cîhadîstan de, lihevkirin berdewam bû. Bi demê re dema ku ev sedem pêşketin, texmîn bi awayekî rêk û pêk hate bicihanîn. Em vegerin destpêkê, çawa û çima cîhadîstan dest danîn ser Idlibê?.

Bi daxwaza Enqereyê ya lihevhatina bi Şamê re, komên çete yên desteka xwe ji Tirkiyeyê digirin û Tirkiyeyê ji hebûna wan bi fikar bû, bi awayekî tam ji bin kontrolê derketin. Gihîşt astekê ku komeke çekdar a bi navê”Firqet El-Hemzat”ku pere ji Tirkiyeyê digirt, çalakvanekî nêzî komên din ên çete, kuşt. Çalakvanê ku hatiye kuştin, rola Firqet El-Hemzat di qaçaxtiya madeyên hişbirê de beriya ku werê kuştin, lêkolîn dikir. Di encama vê yekê de, komên din ên girêdayî Tirkiyeyê êrişî El-Hemzat kirin û dest danîn ser herêm û navendên El-Hemzat.

 

Lewra, cîhadîstên li Idlibê yên ku çavkaniyên wê yên pereyan miçiqîn, dîtin ku dikarin gelek armancan bi derbeyekê, pêk bînin. Ji ber vê yekê jî, Heyet Tehrîr El-Şam berê xwe da Efrînê û destek da”El-Hemzat” û herêmên ku El-Hemzat winda kirin, careke din vegerandin. Bi gotineke din, ev mînak asta serweriya Tirkiyeyê ya sînordar a li ser çekdaran ku desteka mezin ji wan re veqetandin û bi salane em nizanin ev destek çiqas mezin e, diyar dike.

Tirkiyeyê ya ku nikaribû şer bisekinîne, çend komên din ên çekdar ku beşdarî şer nebûne, kom kirin û komeke nû ji wan ava kir û ji wan xwest ku herdu aliyên şer, razî bike, lê di vê de jî bi ser neket.

Di dawiyê de, Heyet Tehrîr El-Şam serwerî ser Efrînê kir û şervan, tang û erebeyên xwe yên leşkerî vegerandin Idlibê. Ji derve de,” Firqet El-Hemzat” yek ji komên ku ji Tirkiyeyê destekê digire, Efrînê birêve dibe, lê çavkaniyên xwecihî tiştekî din dibêjin!.

Lê gelo, Heyet Tehrîr El-Şam ji bo birêvebirina Efrînê di piştperdeyê de, beşdarî vî şerî bû?

Na, armanca sereke ya Heyet Tehrîr El-Şam ku rolekê wê di qaçaxtiya tevahiya sînorê Bakurê Sûriyeyê de, hebê. Diyar e ku ev armanc wê bi rêya”Firqet El-Hemzat” a ku divê deyînin xwe bide, pêk were.

Armanca din a Heyet Tehrîr El-Şam ew e ku refleksa Tirkiyeyê û Amerîkayê, zanibe. Tirkiyeyê nedixwest ku bi awayekî yekser bi cîhadîstên ku nêzî sînorê wê ne, bikeve şer. Her wiha, gelek leşker û sivîlên Tirk li Idlibê hene. Di heman demê de, wê çawa Enqereyê kuştina Tirkan di şerekî muhtemel de, şirove bike? Nexasim ku nikare daxuyaniyekê bide ku bêje cîhadîstên ku bi awayekî yekser û ne yekser bi rêya noqteyên çavdêriyê destek dida wan, welatiyên wê kuştin. Ev ihtilam pir dûr e, nexasim beriya hilbijartinan bi çend mehan!.

Her wiha, Heyet Tehrîr El-Şam nêzî welatiyên Tirk ên li Idlibê û Efrînê nebû, ji ber ku dijminatiya yekser bi Tirkiyeyê, ne di berjewendiyên wê de ye. Hebûna Tirkiyeyê li Idlibê, garantiya cîhadîstan ji bo parastina baregehên xwe di nav de jî Heyet Tehrîr El-Şam.

Yek ji encamên zelal  ew e ku Tirkiyeyê nikare komên çekdar ên ku destekê dide wan, kontrol bike. Encameke din a rast ew e ku ji ber gendelî û şerê navxweyî û kiryarên ku rastî nerazîbûna niştecihên herêmî hatin, hêza wan komên çekdar li wan herêman kêm bû. nayê zayîn ku armanca Tehrîr El-Şam isbata vê yekê, lê di vê rewşê de Tehrîr El-Şam ji Tirkiyeyê re got:”Ev rewşa komên ku hûn destekê didin wan. Ev ev yek ji bo me ne derbasdar e. Eger hûn dixwazin li vir bin, hûn nikarin me paşguh bikin. Hûn nikarin hêza me ya leşkerî paşguh bikin”.

Di rastiyê de, divê em faktorekî din zêde bikin. Diyar e ku rewşa ne zelal a girêdayî têkiliyên di navbera Şam  û Enqereyê de, rewşa li ser erdê girêktir dike. Ji ber vê yekê, dibe ku fermandarên Tirkan ên li qadê, di biryargirtina ji bo beşdarbûna şerê di hûndirê Artêşa Sûriya Azad de an jî beşdarbûna yekser bi şerê li dijî cîhadîstan, zehmetî dîtin. Di vê pêvajoyê de, em fêm dikin ku ne gengaz e, bi awayekî hêsanî ji Heyet Tehrîr El-Şam xelas bibin. Her wiha, kêmkirina asta wê, şaştiyeke.

Herî dawî, Tirkiyeyê bihêle ku Heyet Tehrîr El-Şam sazûmaniya leşkerî û siyasî ya Kurdan li Rojhilatê Firatê tengav bike, di van şert û mercan de, ne gengaz e. Enqere niha difikire an jî divê bifikire ku çawa bi dehhezaran ji endamên Artêşa Sûriyê ya Azad û Heyet Tehrîr El-Şam ku hêza xwe raber kir, danûstandinê bike!.

Ev pirsgirêk êdî nayê taloqkirin an jî veşartin!.

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA EVERSEL

Werger ji erebî: Kendal Cûdî