Tirkiyê: hevkariya AKP/ MHP û jiholrakirina Kurdan

Bi pênûsa: TARIQ HEMO

Desthilatdariya AKP/ MHP şerekî giştî, li ser hemû astan, li dijî gelê Kurd dimeşînê. Di vî şerî de hemû şêweyên derbirîn, nasname, rêxistin û vîna azad a Kurdan, li hundir û derveyî Tirkiyê, hedef tê girtin. Ji bo qirkirina Kurdan, dîlgirtin û bêkesayetkirina wan, desthilatdariya AKP/ MHP hemû derfetên dewletê bi kar tînin. Ji diplomasiyê bigire heta bi bikaranîna çekên kîmawî, ev desthilatdarî ji bo têkbirin û jiholrakirina Kurdan dide xebitandin. Di warê siyasî de dewletê maseyên şopandina parlementer, serokbajar û çalakvanên siyasî ava kiriye û bi riya vekirina dozan dixwaze siyaseta li Bakur û Tirkiyê qedexe bike. Desthilatdariya AKP/ MHP dixwaze HDP`ê ji meydana siyasetê derxîne û ew 6 milyon dengên wê bişewitîne. Ji bo vê armancê, ew doseyên bi hezar rûpel ( dose: ji bo xwe li hemberî dezgehên navnetewî dadmend, yasayî û bi belgeh nîşan bide) amede dike û bi ser siyaseta kurd ya legal ve diçe.

 

Di warê eskerî de jî, ji 17.04.2022 an ve û heta niha dewleta Tirk şerekî berfireh û berdewam, bi hemû cûreyên teknîka NATO`yê, li dijî hêzên eskerî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşîne û oprasyonan pêk tîne. Her cihî li heremên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û dide ber agir. Çekên kîmawî bikar tîne û xwezayê ji holê radike. Ava Kurdistanê jahir dike, daristanan dişewitîne û jiyanê dikuje. Ev terora li dijî xwezayê li ber çavên hemû cîhanê pêk tê. Jixwe sivîl jî armanca teknîka kuştinê ya dewleta Tirk in. Çi kevir û çi beşer, çi zindî û çi mirî, her kes/tişt li ser axa Kurdistanê dibe armanca agir û guleyê dewleta faşist ya endama NATO`yê, hevkara DYA/ EU û dosta Rûsyayê.

Li Rojava û Şengalê jî her roj bombebaran heye. Li wir jî divê jiyan li Kurdan û dostên wan bibe dojeh û her kes tar û mar bibe û reş girê bide. Bombe tên baran û sivîl di malên xwe de tên kuştin. Armanc kuştina hijmarek mezin ya Kurdan, koçberkirin û derbiderkirina wan e. Her wiha her kesê ku li dijî DAIŞ`ê şer kiriye, dibe armanca belafirên bêmirov yên dewleta Tirk. Desthilatdariya AKP/ MHP tola DAIŞ distîne. Ev komkujya li Rojava jî li ber çavên cîhanê rû dide.

Yek ji şêweyên qirkirina Kurdan jî, ku MÎT bi rê ve dibe, tesfiyekirina welatparêzan e. Bi riya operasyonên taybet, kesayetiyên welatparêz û berxwedêr tên tesfiyetkirin. Ev cûreyekî ji terora dewletê ye. Desthilatdariya AKP/ MHP sûdê ji bêdengiya civaka navnetewî ya ku bi şerê Rûsya û Ukraniyayê ve mijûle, werdigre û lezê dide şerê xwe yê giştî li dijî Kurdan. Hîna vî şerî berfirehtir, kûrtir û qirêjtir dike. MÎT û derdora wê lîsteyên tesfiyetkirinê amede kirine. Her welatparêzê azad, wêrek û bi ceger divê were têkbirin. Ne tenê fermandar li Bakur û Rojava hedef in, lê her wiha welatparêz, rewşenbîr û dilsozên doza Azadiya Kurdistanê. Kesên xwedî ked, dîrok û kevneşopî di nava tekoşîna Kurdistanê de ji aliyê dewleta Tirk ve wek hedef hatine diyarkirin.

Di çarçoveya şerê qirêj de divê welatparêz jiholê bên rakirin û civak bê pêşeng û perwerde bimîne. Divê civaka Kurd bê rêxistin, parastin û amedekarî bimîne, da ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi hêsanî bête têkbirin û ji holê bête rakirin.

– Di 9. 11. 2021 an de li Qamişloyê welatparêzê kurd Yûsif Gulo yê 80 salî tevî 2 neviyên xwe di encama êrişeke bi balafirên bêmirov ya dewleta Tirk de şehîd bû.

 

– Di 28.08.2022`an de, endamê Ecnûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xurşîd Ezîz ( Mamosta Şemal) di encama êrîşeke çekdarî de şehîd bû.

– Di 29. 9. 2022`an de, di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de welatparêz Ebûzêd Abdulla Ubeyd şehîd bû.

Ev her 3 welatparêz kesayetên sivîl bûn. Ew ne fermandar û şervan bûn, lê xwedî ked û dîrok bûn. Di kesayetiya wan de, dewleta teror xwest bîreweriya gelê kurd pûç bike û van kesan ji ber xebat û xwedîderketina wan a li nirx û nasnameya Kurdan a azad, ceza bike.

Li dijî Kurdan îro terora dewletê tê meşandin. Dewleta Tirk eşkere terorê dike û hewl dide hebûna Kurdan ji holê rabike. Li jêr desthilatdariya AKP/ MHP Tirkiyê bûye dewletek terorê ya ku li herem û cîhanê şer û nearamiyê belav dike. Ew cesaretê ji rewşa tevlihev a cîhanê, nakokiyê DYA/EU bi Rûsyayê re werdigre û di vê rewşê de derfetek zêrîn ya jiholrakirina Kurdan dibîne. AKP/ MHP gihîştine wê baweriyê, ku di berfirehkirina şerê li dijî Kurdan de, dê karibin nezelaliyek/ tevliheviyek hundirîn saz bikin, kirîza aborî bi gelê Tirkiyê bidin jibîrkirin, oposyonê qelis bikin û xwe ji têkbirina di hilbijartinan de rizgar bikin. Ji ber hindê her ku diçe şer li dijî Kurdan dijwar dikin û bi riya komkujî, çekên kîmawî, dagirkirin û talankirin, xwe bi cih dikin, ruhê nijadperstiyê xurt dikin û dijberên xwe marjînal dikin.

Li hemberî vê siyaseta şerê giştî divê kurd, çi çekdar û çi sivîl, kozika berxwedanê bigrin. Di rewşa amedekarî û xweparastinê de bin. Hişyarî, tedbîrgirtin divê di asta herî berz de bin, da ev terora ku xwe dispêre ewqas derfet, teknîk û bêdengiya derdorê, pûç, vala û beravêtî bête derxistin.