• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Ocalan.. Civaka demokratîk û dawîya “Tirkiyaya yekalî”!

November 16, 2025
Ocalan.. Civaka demokratîk û dawîya “Tirkiyaya yekalî”!
Share on FacebookShare on Twitter

Made bi zimanê erebî jî heye 

Dr.Tariq Hemo

Careke din, serokê MHP û hevkarê AKPyê di desthilatdariyê de Dewlet Bahçelî, însiyatîf/fermaneke nû derbarê rêveçûyîna pêvajoya çareseriya doza kurdan li Tirkiyayê, ragihand. Di 4ê mijardara 2025an de Bahçelî di xîtaba xwe ya li pêşiya bloka partiya xwe di parlamentoya Tirkiyayê de, bang li “Komîteya hevgirtina niştimanî, biratî û demokrasiyê” kir ku serdana rêberê kurdan Ebdulah Ocalan ê li Îmraliyê bikin û li nêrîn û pêşniyazên wî guhdar bikin û di encamê de jî “Nameyên pêwîst bigirin ku wê bihêlin ev pêvajo bi lez bibe”. Herwiha, Bahçelî eşkere kir ku ew wekî MHPyê “Amade ne beşdarî serdanê bibin”. Di heman demê de, Bahçelî anî ziman ku berdana siyasetmedarê kurd Selahedîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve bi hevalên xwe re girtiye,  wekî “Tiştekî bi sûd” bi nav kir. Li ser ritma axaftinên Bahçelî, serokê parlamentoya Tirkiyayê  Numan Kurtulmuş da zanîn ku çûyîna komîteyê li girava Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re, wê “gaveke pêwîst be ji bo temamkirina pêvajoyê”.

Komîteya “Hevgirtina niştimanî, biratî û demokrasiyê” jî ku di 5ê tebaxa 2025an de hate avakirin, di nava xwe de 51 parlamenteran dihewîne  û heta niha 16 civîn li dar xistine derbarê sererastkirinên pêwîst û guhartinên qanûnî û destûrî yên ku nasname û mafên kurdan di welat de, nas dikin. Bloka DEM Partiyê jî ya di komîteyê de ku sêyemîn mezintirîn blok di parlamentoya Tirkiyayê de ye, hewldanên hin partî û kesayetên tirkî ku  navê komîte bikin tiştekî din wekî, komîteya “Tirkiyaya bê teror”, red kirin. Di heman demê de, DEM Partî israr kir ku nav divê giyanê rasteqîn ê pêvajoyê ku Bahçelî bang kiribû ji ber şerûmercên herêmî ku êdî Tirkiya tengav dikin (Banga Bahçelî di parlamentoya Tirkiyayê de di 22ê cotmeha 2024an). Ocalan bersiva bangê da û nîşaneyên “nexşereyê” jêre diyar kirin û navê vê însiyatîfê kir “Aşitî û civaka demokratîk” ku di 27ê sibata 2025an de, ragihand. Li ser vî esasî jî, navê komîteyê tam li gorî navê însiyatîfa ku Ocalan ragihandî bû.

Ocalan êdî însiyatîf bi rê ve bir û gav bi gav pêşkêş kir, ji bo serxistina pêvajoyê û mayîndekirina “Aşitî û civaka demokratîk”, Ocalan ku bi vê yekê re, xwest bibe altirnatîfê dewleta yekalî ya li ser esasê siyasetên asîmalsyona neteweyî û înkarkirinê. Ocalan, dewlet û komîteya wê ya parlamentoyê derbas kir, êdî komîte li peyî gavên Ocalan dimeşe û xebatên xwe li gorî daxuyanî an jî fermanên wî tevdigere, ku hemû jî di rêya berdewamkirina pêvajoya aştî û çareseriya siyasî/demokratîk in. Di pêvajoya navbera 5 heta 7ê gulana 2025an de, PKKyê kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û xwe fesix kir û têkoşîna çekdarî bi dawî kir. PKKyê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Pêvajoya borî ku hîşt kurdên li Tirkiyayê berê xwe bidin rakirina çekê û bibe rûbirûyê siyaseta dewletê ya înkarkirin û asîmlasyona neteweyî, herwiha rûbirûyê desthilatdariya xwe ya ku herdem xwe dispart çewisandin û rêbazê ewlekarî û leşkerî”. Di heman demê de, di daxuyaniyê de, “şertûmercên navdewletî yên wê demê” şirove kir û behsa “sosyalîzmê û tevgerên niştimanî yên ku çek rakirin ji bo zilm û zordariya rejîmên leşkerî yên totalîter”.

Di 11ê tîrmeha 2025an de jî, ji bo pêkanîna banga rêberê xwe Ocalan û diyarkirina israra li ser pêvajoya aşitî û çareseriya demokratîk, komeke ji gerîlayan (30 şervan) bi merasîmeke sembolîk çekên xwe yên ferdî, şewitandin. Di 26ê cotmeha 2025an de jî, bi kongreyeke çapemeniyê li çiyayên Kurdistanê, yek ji fermandarên PKKyê Sebrî Ok, ragihand ku yekem yekîneyên wan ên leşkerî ji hundirê Tirkiyayê vekişiyane. Piştî wê, şanda Îmralî, ku ji endamên DEM Partiyê pêk tên, taybet di 30ê cotmehê de bi serokkomarê Tirkiyayê Erdogan re civiyan (Ev jî hevdîtina sêyemîn bi Erdogan re bû, piştî hevdîtina di 10ê nîsan û 7ê tîrmeha 2025an) û behsa pêşketinên pêvajoya aşitî û çareseriya demokratîk kirin. Piştre, şandeya DEM Partî, berê xwe da Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir û rewşa dawî nirxandin. Di 5ê mijdarê de, Erdogan ji endamên parlamentoya AKPyê re axivî û da zanîn ku wî danûstandinên bi encam bi şanda DEM Partiyê re kir (şanda Îmralî) û anî ziman ku ew ji bo pêşniyaza şandeyê ku Ocalan vexwînin parlamentoyê û xîtabekê bide, vekiriye. Di heman demê de, Erdogan, îşaret pê kir ku derbrê çareserkirina doza kurdan li Tirkiyayê, atmosfêr erênî ye.

Niha, çav li Ocalan in, ku di xêzkirina pêvajoyê û dayîna nîşaneyên “Tirkiyaya nû” û jinûvepênasekirina têkiliyên dîrokî yên di navbera herdu pêkhateyên sereke de berdewam e: kurd û tirk û di encmê de jî, “Biratiya hezar salî” bikeve çarçoveya xwe ya pêwîst. Ev biratî/çîrok, a ku Ocalan ji dema destpêkirina têkoşînê û tevlîbûna xwe karûbarên siyasî û hizirî di avakirina PKKyê de, ragihandiye ji bo ku kurd li beramberî siyasetên înkarkirin û asîlmasyona neteweyî, li ber xwe bidin û heta niha jî Ocalan li ser vê hizira xwe ye. Ocalan bi vê yekê xwe dispêre şoreşgerî, exlaqî û mirovahî û rûbirûyê sûc û binpêkirinên ku di “dewleta neteweyî ya yekalî”de hatin kirin. Di heman demê de, Ocalan li beramberî gotinên neteweyî yên vala û êrîşên”meyla neteweyî ya prîmîtîv”ya ji aliyê tevgera siyasî ya kurdî di hundir û dervayî Tirkiyayê de dihate kirin, sekinî û li ber xwe da.

Ocalan dixwaze dewleteke bi avahîsaziyeke nû be, ku tê de kurd wekî pêkhateyeke damezrîner li kêleka tirkan bin, bi garantiya mafên hemû nasnameyên cihêreng û rêdayîna ku xwe pênase bikin. Tirkiyaya demokratîk a pirreng, ku divê vegere li ser dîroka kevn a hevbeş û giyanê xwe ya erdîngariya Anatoliya û Mezopotamyayê zindî bike û di bin sîwana peymaneke civakî de ya pêkhateyên niştimanî û bidawîkirina otorîterîzm û girtina dîrokî ya mezin, ava bibe. Ocalan balê dikişîne li ser(çi di nameyên xwe ji bo çalakiyên kurdan çi jî di nirxandinên xwe yên ji bo şanda Îmralî) mekanîzmeyên avakirina civaka demokratîk û rêbazên hişyarbûnê û rêyên rêxistinkirina civakan li Tirkiya û Kurdistanê û vakirina hevalbendiyan mayînde di navbera hêz û partiyên siyasî, ji bo avakirina eniyeke dmokratîk (ku têde siyasetmedarên serbixwe, mafnas, rewşenbîr, endîkayên pîşeyî, yekitiyên jinan, rêxistinên civakî û olî yên hemû pêkhateyan), ya ku bikaribe daxwaz û armancên gel pêk bîne. Di encamê de jî, ji encamên hizira netewperestî û ji olîgarşiya ku ji rewşa sorkirina netewperestî ya nîjadperestî sûd digire û ji “civak û aboriya şer”xelas bibin, ku pereyên mezin têne xerckirin ji aliyê saziyên di nava dewleta kûr û artêşê, îstixbarat, ragihand û aborî.  Civak û aboriya şer ku xwe bicih kiriye ji bo şerkirina li dij tevgera kurdan bi salên dirêj û di encamê de hîşt ku dewlet derdora 2 tirilyon dolar winda bike, ku ev yek ji aliyê pisporê aborî û serokê parlamentoya tirkî Numan Kurtulmuş hate gotin.

Veguhestina PKKyê ji têkoşîna çekdarî bo xebatên siyasî li Tirkiyayê û rakirina bendên ferizkirî li ser xebatên rêxistinkirî li wîlayetên Kurdistanê(ku têde HDPê di hizêrana 2015an de, 50 kurî di parlamentoyê de bi dest xistin û AKPê tenê 9 bi dest xistin), wê hêza kurdan û hebûna wan di herêmên wan ên dîrokî de, xurtir bike û li tevahiya Tirkiyayê jî, bi rêya xwe spartina dengên kurdan (ku li Istenbolê tenê 7 milyon kurd hene) û hevgirtina navxweyî ya niştimanî bi hêzên demokrat ên tirkî. Ocalan di vê çarçoveyê de, her dem balê dikişîne li ser avakirina eniyeke niştimanî, ku bikaribe guhartinên demokratîk pêk bîne û têkoşîna li dij gendelî û pêkanîna pêşketina aborî û xelaskirina welat ji girêdana bi derve û tirsa parçebûnê û avakirina dewleta hemwelatîbûn û qanûnê. Di heman demê de, rûxandina avahîsaziya kevn a ku têde hizira netewperest a nîjadperest heye û avakirin nasnameyeke pirreng, bi rêya “aşitî û civaka demokrat”, ku wê Tirkiya û gelên wê ji tirsa”guhartina nexşeyan” ya bê rizgar bike û wê azadî û hêvî bide Tirkiyayê û herî dawî wê nehêle ku Tirkiya tenê di”Anatoliyayê”de, sînordar bimîne. Ev yek jî Ocalan di destpêka ragihandina pêvajoyê de behsê kir û hişiyarî da(Tirkiya tenê di”Anatoliyayê”de, sînordar bimîne). Lewra, derket holê ku tenê Ocalan di destê wî de, mifteya rizgarkirin û xelasbûna Tirkiyayê ji zindana xwe ya dîrokî/îdeolojî heye û Tirkiya derbasî kategoriya hêzên pêşketî bike, berovajî Tirkiya ku xwe radestî derve kiriye û jê ditirse. Tirkiya hevgirtî, ya xwedî eniyeke navxweyî ya xurt, ku têde kurd, tirk û erebên wê hevgirtî bin û bi hev re, bi awayekî aşitiyane, bijîn.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN