Hisên Cimo
Serdana serokê Sûriyayê yê demkî Ehmed El-Şeri li paytexta Amerîkayê Washington guhartineke siyasî ya mezin di guhartinên Rojhilata Navîn de ye, herwiha ev yek jî encama siyaseta Amerîkayê ya li ser esasê razîkirina aliyên herêmî ye, ji bo destekdayîna desthilatdariya nû li Şamê, bi formuleke lezgîn gihaşt asteke ku rêveberiya Amerîkayê li rêbazan digere ji bo derbaskirina qanûnên Congressê derbarê cezayên Qeyserê. Ev mijar jî, balkêş e di çarçoveya rengê rêvebirina dosyayan di Koşka Spî de.
Di vê nivîsê de, em ê nirxandineke destpêkî ya encamên vê serdanê bikin li gorî tiştên ku hatine ragihandin û xebatên siberojê yên di bin serpereştiya Amerîkayê de û veguhartina Sûriyayê bo orbîta Amerîkayê.
Ji ber vê yekê jî, encamên yekser ên vê serdanê çi dibin bila bibin û wê El-Şeri ji van destkeftiyan çi qezenc bike aliyekî din, lê ev hevdîtin veguhartineke mezin di bicihkirina Şamê di aliyê jeosiyasî ji 70î salî ve, ku berê Sûriya di orbîta Sovyetê û rojhilat de bû.
Yekem: Tevlêbûna nava Koalîsyona Navdewletî, nîşaneyeke siyasî ye
Amerîka di dema serdanê de, ragihand ku wê Sûriya beşdarî Koalîsyona Navdewletî ya li dij rêxistina DAIŞê bibe, ku Sûriya bû endama 90î ya vê koalîsyonê. Rayedarekî amerîkayî yê payebilind ji rojnameya Wall Street Journal got: “Sûriya ku wê bibe endama 90î ya Koalîsyona têkbirina DAIŞê, wê bibe hevkarê Amerîkayê ya tunekirina bermahiyên rêxistina DAIŞê û rawestandina derbasbûna şervanên biyanî… Herwiha, wê destûr were dayîn ku Sûriya bayloza xwe li Washington aktîf bike, ji bo kordîneya di têkoşîna terorê, ewlekarî û aborî de”.
Piştî vê ragihandinê, Şam ji dewleteke ku di bin cezayên amerîkayî de bû, veguherî hevkarekî siyasî û ewlekarî di sazûmaniya hevalbendiya rojava de.
Tevî meyla pîrozkirina vê ragihandinê, lê yek ji rayedarên amerîkayî ji “Wall Street Nournal” re piştrast kir ku “Şertûmercên rola Sûriyayê di Koalîsyonê de, heta niha tê nîqaşkirin” û da zanîn ku ev ragihand “Nîşaneyeke siyasî ye ku piştre wê bibe hevkariyeke îstixbaratî û leşkerî ya berfireh a li dij DAIŞê”.
Ev daxuyanî eşkere dike ku tevlêbûna Sûriyayê di nava Koalîsyona Navdewletî de, di pêvajoyên xwe yên destpêkê de, ji piratîkê zêdetir sembolî ye, lê derî li pêşiya jinûvepênaekirina hebûna Amerîkayê li Sûriyayê, di çarçoveya sîwaneke nû de , vedike.
Wall Street Journal li ser navê zimanê rayedarekî din ragihand: “Tu guhartin li ser hejmara hebûna leşkerî ya amerîkayî di Sûriyayê de, çênebûye”, ev yek jî tê wateya ku Amerîka hebûna xwe ya meydanî di bin sîwana Koalîsyonê de dihêle, heta ku entegrasyona di navbera Şam û HSDyê de, temam bibe.
Ji aliyekî din ve jî, tevlêbûna nava Koalîsyona Navdewletî, derî li pêşiya şerekî di nava kom û şaxên desthilatdariya Şamê de vedike, pevçûnek ku hema hema misoger e ji ber fetwayên li pey hev ên ku ji hêla şêxên desthilatdariyê ve hatine dayîn û çawa tevlîbûna hevpeymaniyê nayê wateya “piştgiriya kafiran” li gorî şertên wan.
Duyem: Serpereştiya amerîkayî li ser peymana di navbera HSD û Şamê de
Di dawiya serdana El-Şeri li Washington, daxuyaniya Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê, rojeva danûstandinên pêkanîna peymana 10ê adarê, xist nava armancên sereke yên ku bi Amerîkayê re nîqaş kirin. Tevî ku desthilatdariya Şamê, formuleke bêalî di vê dosyayê de di daxuyaniyên xwe de, nîşan nade û formuleke yekalî nîşan dide ku daxwaza jihevxistina HSDyê dike. Ji ber vê yekê jî, tê texmînkirin ku rêveçûyîna peymanê di rojên pêş de, pêşketin tê de çêbibe û eger peyman çênebe wê Şam temenê wê di aliyê siyasî de bide, ji ber ku HSD gelek caran piştrast kiriye ku Koalîsyona Navdewletî û Amerîkayê her dem wan agahdar dike derbarê danûstandinan de.
Rojnameya Washington Postê ku xwe spart çavkaniyên amerîkayî, ragihand ku Amerîka berjewendiyên wê yên xurt hene di destekdayîna El-Şeri de û sedema vê yekê ji ber ku ev destekdayîn dibe ku bihêle hêzên Amerîkayê werin vekişandin, ya ku heta niha di Sûriyayê de wekî beşekî ji Koalîsyona Navdewletî ya li dij DAIŞê. Wekî tê zanîn ku tevlêbûna Şamê di nava Koalîsyona Navdewletî de, pêwîst dike ku peymana dawî bi HSDyê re were ragihandin û peydakirina formuleke ku tê erêkirin û mentiqî ji bo entegrasyona di navbera herdu aliyan de, ne ji aliyekî tenê ve.
Lê li gorî Navenda Sofan a Lêkolînan, şiyana leşkerî ya hêzên Şamê sînordarkirî ye, ji ber ku pêwîstiya hêzên wê bi dispilîn û rêxistinbûnê heye, ku niha xwe dispêre awayên komên çekdar. ji bilî vê yekê jî, heta niha hin komên çekdar ên di nava artêşê de -di nav de jî bi hezaran şervanên biyanî- girêdayî îdeolojiyên cîhadîst in û dibe ku pabendî şerê li dij DAIŞê nebin. Di heman demê de, lawazbûna pêşketina danûstandinên di navbera Şam û HSDyê de, wê roleke wê ya neyînî di mijara tevlêbûna hikûmeta Şamê di nava Koalîsyona Navdewletî de, hebe.
Rola Amerîkayê ne tenê wekî navbeynakar tê fêmkirin, lê belê serpereştê yekser li ser avakirina sazûmaniya ewlekarî ya sûriyayî ya nû ye, ji bo ku welat di aliyê leşkerî de bibe yek, di çarçoveya sazûmaniyeke hevsengiyan ku Washington serpereştiya wê bike û di heman demê de, garantî bide “HSD” ji bo bi destxistina rengekî ji nenavendîbûnê di nava artêşê de. Bi vî awayî, Amerîka hewl dide ku hebûna xwe ya leşkerî veguherîne hebûneke sazîbûnê ya demeke dirêj, bi rêya tevlêbûna hevalbendên xwe di sazûmaniya fermî ya dewleta Sûriyayê de.
Sêyem: Rawestandina cezayan
Di dema serdanê de, rêveberiya Trump ragihand ku ew ê cezayên li ser Sûriyayê ya li gorî “Qanûna Qeyser” heta 6 mehên din jî rawestînin, piştî ku di dema hevdîtina yekem a El-Şeri bi Trump re li Erebistana Siûdî di nîva sala borî de, 6 mehan hatibû rawestandin.
Tevî vê yekê jî, heta niha cezayên giran li ser Şamê berdewam in û bê erêkirina Congressê bi temamî nayê rakirin. Armanca sereke ya El-Şeri li Washington, fişar bû ji bo rakirina tevahiya cezayan û bihêle ku Trump fişarê li ser Îsraîlê bike, ji bo rawestandina êrîşên xwe li dij Sûriyayê û vekişandina hêzên xwe ji başûrê welat. Lê encam, tenê rawestandina van cezayan bû. Lê tevî vê yekê jî, ev yek ji bo desthilatdariya Şamê destkeftiyeke, ji ber ku di 6 mehên borî de, ku diviyabû desthilatdariya Şamê di bin çavdêriya amerîkayî de bû ji bo pêkanîna şerûmercên dirêjkirina rawestandina cezayan, lê hêzên hikumeta Şamê komkujiya Siwêdayê pêkanî ku heta herêma durzî di bin dorpêçê de ye, lê tevî yekê jî Trump biryar ku ceza werin rawestandin.
Li gorî rojnameya Washington Postê, tevî rawestandina Qanûna Qeyserê ji aliyê rêveberiya Trump ve, gefa jinûvesepandina cezayan rê li ber şîrketên amerîkayî yên ku dixwazin li Sûriyayê karsaziyê bikin digire.
Di encamê de, ev biryar girîng e ji ber ku komkujiya Siwêdayê, ku bû sedema mirina bi sedan kesan, Washingtonê ji berdewamiya bi dirêjkirinê dûr nexist. Ev nîşan dide ku nirxandinên stratejîk ji fikarên mafên mirovan û heta lîsteya şertên amerîkayî girîngtir bûn. Bi rastî, Koşka Spî dest bi îşaretên betalkirina qanûnê bi xwe kiriye û her şertek ku bi vê gavê ve girêdayî be dê tenê sembolîk be, ku armanc ew e ku ji bo biryarê veşartinek siyasî peyda bike ne ku bi rastî tevgera Şamê ya niha sînordar bike.
Çarem: Rehendê navxweyî yê Amerîkayê
Vekirina têkiliyan di navbera Şam û Amerîkayê de, bandorên wê yên navxweyî li ser Washingtonê hebûn. Di vê çaçroveyê de, parlementera cimhûrî Marjorie Taylor Green, Trump rexne kir ji ber pêşwaziya El-Şeri û bang kir ku bala xwe bide karûbarê navxweyî yê amerîkayî. Trump jî bersiva Green da û got: “Rêya xwe winda kiriye”.
Ev nîqaş wê rastiyê nîşan dide ku mijûlbûna bi Sûriyayê re dikare ji bo Trump di nav Partiya Komarî de bibe barekî siyasî, nemaze ji ber zêdebûna tevgerên populîst ên ku beşdarbûna di karûbarên Rojhilata Navîn de red dikin. Beriya serdana El-Şeri bo Washingtonê, zêdetirî 100 keşîşên navdar ên xiristiyan li Amerîkayê nameyek ji Trump re şandin û jê xwestin ku zextê li El-Şeri bike da ku komkujiyên li dijî kêmneteweyan rawestîne û Xiristiyanan biparêze.
Ji ber vê yekê jî, divê Koşka Spî hevsengiyekê li ser vê vekirinê çêbike, bi fişara şepêla muhafiz ku ditirse “Hevkariya bi El-Şeri re”, veguherîne pirsgirêkeke siyasî an jî darayî ya nû an jî sîwaneke komkujiyan dibe ku hêzên girêdayî desthilatdariya Şamê, pêk bîne.
Pêncem: Grawa amerîkayî… di navbera xelat û rîskê de
Bi çavên Washingtonê, Sûriya di bin serokatiya Ehmed El-Şeri de xelatek stratejîk û derfetek kêm e ji bo jinûveşekildana hevsengiya hêzê li Şamê. Lêbelê, ew di heman demê de di hawîrdorek herêmî ya pir nearam de serhatiyeke xeternak e. Her çend Lubnan di hilweşînek siyasî û aborî ya ku bi lez û bez zêde dibe de asê maye û Iraq ji bo milîsên girêdayî Îranê wekî qadeke vekirî dimîne jî, rêveberiya Amerîkayê Şamê wekî yekane stûna guncaw ji bo vegerandina aramiya nisbî li Şamê dibîne. Lê baş tê zanîn ku di navbera rêveberiya Trump û malbata wî de bi hikûmetên herêmî yên ku piştgiriyê didin serokê Sûriyayê re nirxandinên darayî û hevkariyên aborî hene û ne mimkûn e ku ev faktor bandorek girîng li ser siyaseta Amerîkayê ya li hember Sûriyayê bike.
Joshua Landis, rêveberê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Oklahomayê, ev helwest di daxuyaniyekê de ji bo CNNê bi zelalî kurteber kir û got: “Amerîka li ser Ehmed El-Şeri û Sûriyeyê qumarêke mezin dike.”
Encam
Encamên serdanê piştrast dikin ku Sûriya neketiye qonaxek çavdêriya amerîkayî, lê belê bûye pêkhateyek di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî û ewlehiya herêmî de. Tevlîbûna wê ya hevpeymaniyê, her çend tenê ji hêla siyasî ve be jî, rawestandina cezayan û destpêkirina pêvajoya entegrekirina Hêzên Sûriyaya Demokratîk di bin çavdêriya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê de, hemî nîşan didin ku gav bi gav entegrebûnek di orbîta amerîkayî de heye, lê bi hêmanek nû: Şam dê lêçûnên negihaştina rêkeftinekê hilgire. Bi gotineke din, encama herî cidî dê astengkirina rêkeftinek bi HSD re be. Ji ber vê yekê, bidestxistina qonaxa entegresyonê dê karta serketinê ya rejîmê be, nemaze ji ber ku ew ê, di vîzyonek berfirehtir de, garantiyên parastina kêmneteweyan ji her komkujî an binpêkirinan di nav xwe de bigire.
Lêbelê, nîqaşa navxweyî ya li Washingtonê û îhtîmala ku Sûriya bibe berpirsiyariyek siyasî ji bo Trump faktorên ku dikarin sînoran li ser vê vekirîbûnê ferz bikin, rêça amerîkayî-sûriyayî bikin rehîn ji hevsengiya di navbera siyaseta realîst û atmosfera dabeşbûna navxweyî ya li Amerîkayê de.







