• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Ji  sorkirina li dij HSDyê heta tevlîbûna nava Koalîsyona Navdewletî

November 6, 2025
Ji  sorkirina li dij HSDyê heta tevlîbûna nava Koalîsyona Navdewletî
Share on FacebookShare on Twitter

Şoreş Derwîş

Made bi erebî jî heye العربية

Di çend rojên borî de, li bajarên Sûriyayê kombûn çêbûn û “xwepêşandaran” êrîşî HSDyê kirin, lê tevî ku beşdar di wan kombûnan de gelekî kêm bûn û di  kombûnan de hejmara wan a herî zêde bi dehan kes bûn, lê ev yek du mijaran eşkere dike: A yekem, kesên beşdar yên nêzî hikûmetê û rojnamevanên taybet girêdayî desthilatdariyê yên ku sorkirinê bi rêya platfromên ragihandinê yên ku ji aliyê desthilatdariyê ve têne fînansekirin, dikin, ango xwepêşandan ji aliyê desthilatdariyê ve hatibû organîzekirin. Mijara duyem jî, hewldana têkbirina naveroka peymanên di navbera hikûmeta demkî û HSDyê de bû, bi rêya berizkirina dirûşmeyên yên ku rêgeza hevkariya di wan peymanan de, red dikin.

Piştî hevdîtinên berdewam ên di navbera HSD û Şamê de, hewldanên sorkirin û seferberiya etnîkî pêk hat; di demekê de ku Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Demkî Esed El-Şeybanî ragihand ku di meha borî de 5 hevdîtin pêk hatine. Tîma HSDyê ragihand ku hevdîtinên dawî, bi awayekî giştî erênî bû û mirov dikare li ser ava bike. Di heman demê de, nûnerê Washingtonê Barrack jî ragihand ku “Rewş di rêya xwe ya rast de dimeşe”. Lê desthilatdariya Şamê tiştek negot ku şirove bike gihaştine lihevkirinên nû, nexasim mijarên teknîkî yên ku HSDyê ew eşkere kirin, derbarê avakirina sê firqe û lîwayên ji HSDyê. Jê zêdetir, El-Şeybanî ragihand ku tu gavên piratîk yên pêkanîna peymana 10ê adarê nehatin avêtin, bi gotineke din civînên dawî tu gavên piratîk tê de nehatine avêtin, ku bibin zemîna avakirinê.

Sorkirina berdewam a li dij HSD û taybet li dij peymana 10ê adarê, asta xîtabên piralî yên desthilatdariyê ku ji Amerîka û hêzên derve re dide diyarkirin ku ew pabendî pêkanîna bendên peymanê ye. Lê ji aliyekî din ve jî, alîgirên xwe li dij HSD û peymanê sor dike, bi rêya tawanbariya HSDyê ku naxwaze peymanê pêk bîne, bêyî ku diyar bike nepêkanîn di kur de ye. Ev hemû di rewşek bêserûberî û tevliheviyê de ye di reftar û ewlehî û karê hikûmetê de û israra wê li ser siyaseta deriyên girtî li pêşberî sûriyayiyan ji hemû pêkhate û meylên wan ên siyasî.

Ji bo HSDyê helwesteke erênî ye ku bi xîtaba sorkirinê bandor nebû û ne jî bang li alîgirên xwe kir, nexasim ên li derve ku dikarin kom bibin û bibin alîkar, ji bo şermezarkirina desthildatdariya Şamê û rêbazê wê û dîroka wê ya nêz ya pêkanîna komkujiyan. Ev dispilîna HSDyê, mirov dikare bêje ku nirxandineke aram e ji şertûmercên herêmî ye, ya girêdayî pêvajoya aşitî ya kurdî-tirkî û bandora gurbûna wê li Sûriyayê li ser çalakiyên alîgirên aşitiyê yên di hundirê Tirkiyayê de. Di heman demê de, HSD helwesta Amerîkayê ya serpereşta pêvajoya diyalogê, di ber çavan re derbas kir, di demekê de ku Amerîka di wê baweriyê de ye ku HSD di pêkanîna  erkên xwe li beramberî Şamê de pabend e, taybet jî reşnivîsa dawî ya derbarê avakirina firqeyên leşkerî yên ji HSDyê werin avakirin. Ev yek jî li kêfxweşiya Washingtonê tê, di heman demê de jî Washington destekê dide hizira avakirina “Odeyeke ewlekarî ya hevbeş” ji bo şerê li dij rêxistina DAIŞê. Avakirina vê odeyê dê bi fermî operasyona dijî-terorê bispêre her du aliyan, ku ev tê wateya xurtkirina hebûna HSDyê di warê leşkerî û ewlehiyê de li seranserê Sûriyayê. Dibe ku armanca Washingtonê ji bo hevkariyek wiha ew be ku ew derfetek temsîl dike ji bo kêmkirina rageşiyê û pêşîgirtina li vegera aştiya nazik a di navbera Şam û HSDyê de.

Lê pirsa mezin ew e ku derbarê şiyana desthilatdariya El-Şeri li ser entegrasyona berovajî ye, ango karkirina di bin sîwana Koalîsyona Navdewletî û HSDyê de ye û sûdê ji tecrubeyên wê yên dirêj di şerê li dij terorê de, bigire. Diyar e ku daxuyaniyên (El-Şeri û El-Şeybanî) derbarê şiyana wan a şerkirina li dij DAIŞê, Amerîka qani nake, ji bilî vê yekê jî xîtabên wê yên ji bo rojava derbarê şerên berê di navbera wan û DAIŞê de, nayê bawerkirin û tu delîlên derbarê rastiya vê yekê tune ye.

Tê payîn ku serokê demkî yê Sûriyayê Ehmed El-Şeri di vê mehê de serdana Koşka Spî bike. Yek ji dosyayên ku wê balê bikişînin ser, ragihandina tevlêbûna Şamê di nava Koalîsyona Navdewletî de ya şerê li dij DAIŞê. Ev mijar jî, diyar e ku ji bo desthilatdariyê giran e, ji ber ku ew bi xwe ji paşxaneyeke cîhadîst hatiye û heta demeke ne dûr jî bi DAIŞê re di nava pêşbaziyê de bû ji bo serwerî û bandorê. Lewra, dibe ku tevlêbûna nava Koalîsyona Navdewletî, bi xwe re parçebûnên navxweyî bîne. Di vê çarçoveyê de, desthilatdarî ku diyar bû lawaz e û nikare dosyaya kampa cîhadîstên fransî çareser bike û navbeyankariya cîhadîstên Ozbek û Turkistan qebûl kir, nikare dosyaya DAIŞê bi rê ve bibe. Di heman demê de, dema ku desthilatdariya Şamê şer li dij DAIŞê ragihîne, nikare komên cîhadîst ên biyanî piştgirî ji wan bigire, ji ber vê yekê jî, nêrîna herî nêz ew e ku Şam tevlî Koalîsyona Navdewletî bibe, bê ku pabend be, an jî bi awayekî  cidî li dij DAIŞ û komên tundraw an jî ên di lîsteya terorê de, kar bike.

Di hevdîtina Riyadê de ya 14ê gulanê, serokê Amerîkayê Donald Trump lîsteyeke daxwazan pêşkêşî El-Şeri kir, di nav de jî “Pêkanîna berpirsyartiya xwe” derbarê zindanên girtiyên DAIŞê yên li Bakur Rojhilatê Sûriyayê û destekdayîna Amerîkayê, ji bo ku DAIŞê careke din venegere. Lê ji dema hevdîtinê heta van kêliyan, El-Şeri nikarîbû ku gav neavêtin ku diyar bike wê berpirsyartiya xwe rake. Dibe ku sedema vê yekê jî, ku israra wê vê dosyayê bi tenê rê ve bibe, bê beşdariya HSDyê. Dibe ku nermbûn û pêşwazîkirina Washingtonê ya entegrekirina desthilata El-Şeri di nav civaka navneteweyî de û rakirina hin cezayan nayê wateya nermbûnê di şerê li dijî DAIŞê de û destnîşankirina El-Şeri wekî kesê yekane berpirsiyarê vê dosyayê, ku tê de hevpeymaniya di navbera Washington û HSDyê de serkeftinên berhevkirî bi dest xistiye.

Bi awayekî şeklî, Şam dê ji niha û pê ve xwe wekî aliyek ku li dijî terorîzmê şer dike – yek ji gelek paradoksên dîmena Sûriyayê – pêşkêşî raya giştî ya navneteweyî bike. Lêbelê, tevlêbûna wê ya cidî di vê projeyê de ji kêmasiyek xwerû di nav rejîmê de tê. Ew nikare wekî amûrek ku li dijî tundrewiyê şer dike tevbigere dema ku di heman demê de wê di nav baregehên artêşê, kampên şervanên biyanî, hin mizgeftan de û bi belavkirina îdeolojiya xwe di nav civakên sunî yên nerm de, nifşên ciwan hedef digire, xwedî dike. Lê tevî vê yekê jî, wê desthilatdariya Şamê tiştê ku El-Şeri gotiye dubare bike, dema ku El-Şeri ji telefizyoneke amerîkî re di mijara şerê li dij terorê de ragihand ku ew dikare vî karî bike û bang kir ku dev ji HSDê berdin, di mijara şerê li dij terorê de. Lê pêşkêşkirina xizmetguzariyan, pêwîstî bi hevkariya wekaletên amerîkî, Pentagon û HSDê re heye, ji ber ku hevkariya bi Washington re nayê wateya rakirina HSDê, ji bo hevkarekî ne xwedî bawerî ku heta niha tu delîl pêşkêş nekirine di şerê li dij tundrawiyê de.

Dîyar e ku plana Washington a ku El-Şeri ji cîhadîstbûnê xelas bike, rastî astengiyan tê, eger em nebêjin ku ev hewldan dê bi serkeftinê neyê tackirin, ji ber ku ew pir dişibihe siyaseta berê ya Washingtonê dema ku wê hewl da ku teşwîqan pêşkêşî Beşar El-Esed bike da ku reftara rejîma xwe biguherîne û têkiliya xwe bi tewereya Îranê re qut bike û di pêvajoya normalîzekirina sûriyayî-erebî de nerm bû, lê di dawiyê de ji ber xurtkirina hevpeymaniyan di nav rejîma El-Esed de şok bû.

Rêyeke hêsan heye ku ji bo eşkerekirina cidiyeta El-Şeri di mijara şerê li dij DAIŞê de, ew jî ku bikaribe beriya her tiştî bi HSDyê re li hev bike, ne ku li dij wê sorkirinê bike bi rêbazên bêrûmetî, gef û handana li dijî wê û banga têkbirina peymana 10ê adarê.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN