Şerê li Ukranyayê; Sedem û encamên wê yên gengaz

Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukranyayê bi giranî berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, hêzên Rûsyayê ku bi pêş ve diçe ji bilî bajarê Kherson,  nikaribû paytextê Kyiv û bajarên din ên mezin bi dest bixe.

Li gorî ajansa nûçeyan a Redovka ya rûsî ku alîgirê Moskoyeyê û  televizyona “BBC” ya ku bi zimanê tirkî weşanê dike û alîgirê Kyiv ye, geşedanên dawî yên şerê li Ukranyayê wiha ne:

-Bajarê Kherson ji aliyê Rûsyayê ve hate kontrolkirin.

-Dorpêçkirina Rûsyayê bajarê Mariupol ê beravî ku li ber ketinê ye.

-Dewamkirina şerê giran li bajarê Kharkov ku heta niha di bin serweriya artêşa Ukranyayê de ye.

Di demekê de ku şerê Ukranyayê bala hemû cîhanê dikişîne, nexasim ku bûye rojeva sereke ya dîplomasiya cîhanî û dezgehên çapemeniyê yên ku 24 saetan bûyerên Ukranyayê dişopîne, lê aliyê wê yê mirovahî nîşaneya karaseetke mezin a ji bo perzemîna Ewropyayê ku ji dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn çênebûye, dide. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya Rûsyayê zêdetirî milyonek ji xelkê Ukranyayê penaber bû. Her wiha Yekitiya Ewropayê jî pêşbînî dike ku 4 milyon kes ji ber şer wê ji Ukranyayê derkevin. Penaberên ukranî jî derbasî welatên cîran ên li rojavayî Ukranyayê dibin wekî Polonya, Romanya, Slovakya, Macarîstan û Moldovayê.

Aliyekî ji sedemên aloziya di navbera Rûsya û Ukranyayê

Bê gûman, sedemên şerekî di navbera du welatan de ne ji nişkeve çêdibin, lê vedgere kombûna nakokiyan û dijberiya berjewendiyan. Ev yek jî tam di navbera Rûsya û Ukranyayê de çêbû. Ji dema hilweşandina Yekîtiya Sovyetê ve, berjewendiyên têkiliyên dualî ya di navbera her du aliyan de bi paş ve vegeriyan. Xalên ku bûn sedem şer di navbera Rûsya û Ukranyayê de derkeve wiha ne:

Alozî di sala 2021`an de dema ku Serokê Ukranyayê Vladimir Zelensky ji serokê Amerîkyayê Joe Biden xwest ku destûrê bide Ukranyaku tevî NATO`yê bibe, zêde bû. Mosko dibîne ku çi dewletek ji welatên Ewropaya rojhilat tevlî NATO`yê bibin, dê ne tenê wekî hevpeymaniyeke li dijî Rûsyayê be, lê belê dê dorpêça li ser wê zêdetir bibe. Rûsya jî vê yekê wekî rengekî ji têkçûna xwe li hemberî serkeftina Washington û hevalbendên wê, dibîne.

Di heyama Şerê Sar de, Yekîtiya Sovyetê li Deryaya Reş hêza serdest bû. Lê piştî hilweşîna împaratoriyê, Rûsya piraniya axa xwe ya li herêmê winda kir, di demekê de ku welatên Sovyeta ji wê dûr ketin û hêdî hêdî zêdetir nêzî rojavayî bûn. Rûsyayê bi Ukranyayê re hevpeymanek îmze kiribû ku destûrê dide Fîloya Deryaya Reş, ku li bendera Sevastopolê mabû , parve bike. Her wiha di sala 2010`an de, Kyiv  hevpeymanê Moskoyê ya kirêkirina fîloyê heta sala 2042`an nû kir. Lê piştî ku serokê alîgirê Rûsyayê Viktor Yanukovych di sala 2014`an de ji Ukraynayê reviya, Pûtîn li ser gavpaşavêtina Ukraynayê ji hepvyemanê gûmanên wî çêbûn.

Ukranya ne beşek ji Yekîtiya Ewropa û ne jî beşek ji NATO`yê ye. Lê belê, ji Ewropa û Amerîkayê desteka madî û leşkerî ya zêde werdigire. Nêzbûna Ukranyayê ber bi bloka rojavayî ve, li gorî nêrîna rûsî bû sedem ku Rûsya hest bike ku rastî “xiyanetê” hatiye, ji ber ku nasnameya neteweyî û dîroka li Kyivê ji dewletên tirk ên li Asyaya Navîn û dewletên Baltîk ên Ewropaya rojhilat ku ew jî beşek ji sazûmaniya Soveyetê bûn, zêdetir girêdayî Rûsyayê ye. Her wiha Ukranya jî taybetmendiya xwe ya rûsî heye, ji ber ku yekemîn dewleta rûsî bi navê “Kiev Rûs” bû ku beriya bi 12 sedsalan berê li Kyivê hate avakirin. Her wiha navê Rûsya jî ji navê vê konfederasyona ne tekûz a dewletên Slaviya rojhilat, Baltîk û Fînlandiyayê derketiye.

Rûsyayê bi rastî jî piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, dewletên Baltîkê winda kirin û ew dewlet jî bûne para Yekîtiya Ewropayê. Her wiha Rûsya ji ber ji destdana Balkanê, bandora xwe ya mezin winda kir, ku Moskoyê berê rojek ji rojan hêzeke herêmî ya pêşeng bû. Di encama vê yekê de jî,  Mosko bi tekezî dibîne ku “Dayîna Ukranyayê ji rojavayî re” ji bo xwe wekî mijara jiyan an mirinê dibîne.

Ev ne cara yekê ku alozî di navbera Rûsya û Ukranyayê de gur dibe. Rûsya di Sibata sala 2014`an de hin herêmên Ukranyayê dagir kir û di encamê de, Kirim bi xwe ve girê da. Ji aliyekî din ve jî, serhildêrên ku piştgiriya Moskoyê digirin, beşek ji kantona Donbassê ya rojhlatê Ukranyayê bi dest xistin. Di rastiyê de, piştî xwepêşandanên ku li paytext Kyiv di Mijdara 2013`an li dijî biryara serokê Ukranî yê alîgirê Rûsyayê ya redkirina peymana ji bo hevbendiyeke aborî ya berfireh bi Yekîtiya Ewropayê, destpê kirin û xwepêşandan bi awayekî lezgîn li piraniya Ukranyayê belav bûn, êriş hate destpêkirin. Ji ber tundiya li rojhilatê Ukranyayê di navbera hêzên ku piştgiriya Rûsya digirin û artêşa Ukranyayê de ji Nîsana 2014`an vir ve zêdetirî 10 hezar û 300 kes hatin kuştine û nêzî 24 hezar kes jî birîndar bûn. Her wiha, şerên demkurt ji wê demê ve, li eniya ku herêmên sînorî li rojhilat ji hev vediqetîne, nesekinîne.

Di Tîrmeha sala 2014`an de, êdî rewşa Ukranyayê bû aloziyeke navdewletî û Amerîka û Yekitiya Ewropayê, dema ku balafireke Malezyayê li esmanê Ukraynayê hat xistin û di encamê de 298 kesên tê de jiyana xwe ji dest dan, bi Rûsyayê re ketin nava pirsgirêk û nakokiyan. Lêkolînerên holendî ku bûyera ketina balafirê di Cotmeha 2015`an de lêkolîn dikirin, gihîştin encamekê ku balafir bi moşekek Rûsyayê ketiye xwarê. Di Îlona 2016`an de, lêkolîneran gotin ku sîstema moşekî ji aliyê Rûsyayê ve hatiye pêşkêşkirin û piştrast kirin ku sîstem ji bo rojhilatê Ukranyayê hatiye veguhestin û paşê vegeriyaye nav axa Rûsyayê piştî ku balafir hatiye xistin.

Di Nîsana sala 2016`an de, NATO`yê ragihand ku wê 4 tabûran li Ewropaya rojhilat belav bike û wê hêzên ku li seranserê Estonya, Letonya, Lîtvanya û Polonya ne li cihê hev nobedariyê bikin, da ku pêşî li êrişa muhtemel ên Rûsyayê li herêmên din ên Ewropayê bigirin, nexasim li dewletên Baltîk. Du lîwayên tankan ên artêşa amerîkî tevlî wan tabûran bûn, yên ku di Îlona 2017`an de li Polonyayê hatin bicihkirin da ku hebûna hevbendiyê ya bergiriyê bihêz bikin.

Ukranya jî ji destpêka şer û aloziya di sala 2014`an de rastî hejmarek êrişên sîber hat.  Di vê çarçoveyê de, di Kanûna 2015`an de li seranserê Ukranya ji ber êrişa sîberî kehbre li ser 225000 kesî qut bû. Her wiha di Kanûna 2016`an de jî ji ber êrişeke bi heman rengî li ser şîrketeke kargêrî ya Ukranya kehrebe li ser beşekî Kiyv qut bû. Di Hezîrana 2017`an de jî, sîstema komputerê ya hikûmetê û bazirganî li Ukranya “NotPetya” rastî êrişeke sîber hatin; Ev êrişa wêranker a ku Rûsya pê hate tawanbarkirin, li ser pergalên komputerê li çaraliyê cîhanê belav bû û di encamê de, bi milyarên dolaran zirar dîtin.

 

Giringiya Ukranya ji bo Rûsya

Rûsya, Ukranya di çarçoveya serweriya xwe ya xwezayî de dibîne. Piraniya wê bi sedsalan beşek ji Împaratoriya Rûsyayê bû û beşekî mezin ji ukraniyan bi zimanê rûsî diaxivin. Her wiha, welat beşek ji Yekîtiya Sovyetê bû heya ku di 1991`an de serxwebûna xwe bi dest xist.

Her wiha li Ukranyayê jî nifûseke mezin a rûsan heye. Moskoyê di deh salên borî de bi dayîna pasaportên rûsî ji zêdetirî 500 hezar kesan re piştgirî da vê nifûsê. Li gorî serjimêriya ku di sala 2001`ê de hatiye kirin, nêzî 8 milyon rûs li Ukranyayê dijîn û bi piranî li başûr û rojhilat dijîn. Ji bilî hesta Rûsyayê ya ji bo Kiyv, rastiyek nifûs jî heye ku ji bo Mosko pir girîng e. Bi kêmanî sêyeka nifûsa ukraniyên ku bi piranî li rojhilatê welêt li nêzî sînorê Rûsyayê dijîn, bi rûsî diaxivin û hest dikin ku ew girêdayî neteweya rûs in. Ji aliyê din ve, ukraniyên ku li herêmên rojava û bakurê welêt dijîn, bi rûsî diaxivin.

Li Kremlin qanûnek heye ku hikûmetê neçar dike “nijada rûsî” biparêze, ku ew bi awayekî ne tekûz tê pênasekirin, her wiha ev qanûn ji bo kesên ku bi tenê bi rûsî diaxivin derbasdar e. Mosko ji bo rewakirina piştgiriya xwe ji herêmên veqetandî yên li başûrê rojhilatê welêt, hinceta parastina berjewendiyên rûsî yên etnîkî bi kar anî. Gihîşt astekê ku Rûsya herêm wekî Novorossiya an jî Rûsyaya nû bi nav kir.

Di aliyê  siyasî û aborî de, Ukranya welatek girîng e ji bo Rûsyayê, ji ber ku ew aliyekî sereke ji bo Rûsyayê ye û xwedî dewlemendî û derfetên leşkerî, pîşesazî û çandiniyê yên berfireh û mezin e. Her wiha wekî cografîkê ku Rûsya ji “Wargeha hêzên rojavayî” cûda dike. Her wiha di navbera herdu welat de pêwendiyên çandî û civakî bi taybetî li deverên sînorî hene.

Ji aliyekî din ve jî, dest danîna li ser Deryaya Reş di dîrokê de yek ji girîngtirîn armancên siyaseta derve ya Rûsyayê ye, ku her tim xeyal dikir xwe bigihîne deryayên germ ên başûr. Li gorî vê armanê, kontrolkirina Deryaya Reş gava yekem e ku paşê bigihîje Deryaya Navîn.

Piştî Şoreşa 1917`an û Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Rûsyayê Nîvgirava Balkanê, ji bilî Yewnanîstanê, bi rêya hevpeymanya Varşovayê bi dest xist. Bi vê yekê, di dema Şerê Sar de Derya Reş veguhirî herêmek bi piranî Sovyetê, lê beşa başûrê Deryaya Reş li dervayî serweriya wê ma ku ew beş jî di nava Tirkiyê de, endamê NATO`yê ye.

 

Ji aliyê stratejik ve, gihîştina Deryaya Spî ji bo hêzên Sovyetê zehmet bû, lê di heman demê de ji bo yekîneyên NATO`yê zehmet bû ku derbasî Deryaya Reş jî bibin û têde bixebitin. Di encamê de, hevsengiya hêzên deryayî ku xizmeta herdu aliyê dike, derket holê.

Lê îro Rûsya bi rêya bicihbûna baregeha deryayî ya Tartus û baregeha esmanî ya Hmeimim li rojhilatê Deryaya Spî ye. Rûsya bi vê yekê, beravên Rûsya û Sûriyê bi rêya Kirima di bin kontrola Rûsyayê de girê daye. Her wiha Tengava Bosforê ya ku di bin kontrola Enqerê de ye, rengek ji rengan di aliyê aborî de girêdayî Rûsyayê ye.

Ev hemû tiştan, Ukranya ji Moskoyê re bû “baxçeyek piştê”, ku dev jê ber nade. Her wiha Mosko naxwaze Ukranya bibe “di bin wesiyeta rojavayî de”. Di heman demê de, Ukranya jî ji bo Rûsyayê bingeha wê ya sereke ya jeostratejîk a Ewropayê ye. Ji ber vê yekê, nebûna Kyiv ji di kembera Rûsyayê de, di ewlehiya stratejik a rûsî-Ewrasyayê û serdestiya cîhanê de valahiyeke mezin çêdike.

 

 

Gurbûna aloziyê

Di Cotmeha 2021`an de, Rûsyayê dest bi birina hêzên leşker û alavên leşkerî nêzî sînorê xwe yê bi Ukranyayê re kir. Ev yek jî bû sedema fikaran a êrişê. Serokê Rûsyayê Pûtîn, Amerîka bi şandina çekan ji bo Kiyv û pêkanîna tetbîqatên leşkerî yên “provokatîf” li Deryaya Reş û li nêzî sînorê Rûsya û Ukranya, tawanbar kir. Lê ji aliyekî din ve jî, Washingtonê der barê liv û tevgerên Rûsya yên “neasayî” li ser sînorê Ukranya, daxwaza zelalkirinê ji Rûsyayê kir. Lê piştre jî, Ukranya piştrast kir ku Rûsyayê nêzî  92 hezar leşker li ser sînorê wê kom kirine. Her wiha Moskov jî Ukranya bi komkirina hêzên xwe li rojhilatê welêt tawanbar kir.

Her wiha wêneyên satelîtê yên bazirganî, postên medyaya civakî û agahiyên istîxbaratî ku di Mijdar û Kanûna 2021`an de hatine weşandin, nîşan didin ku moşek û çekên giran ber bi Ukranyayê ve diçin.

Di Kanûna 2021`an de, zêdetirî sed hezar leşkerên rûs li nêzî sînorê Rûsya û Ukranya bicih bûn. Di heman demê de, rayedarên istîxbarata Amerîkayê hişyarî dan ku dibe Rûsya di destpêka sala 2022`an de dest bi êrişên dagirkeriyê bike. Di nava van tawanbariyan de, serokên Amerîkayê û Rûsyayê di 7`ê Kanûna 2021`an de, bi rêya internêtê civîneke lidar xistin. Serokê Amerîka Biden gef li hempîşeyê xwe yê rûsî Pûtîn xwar ku eger Rûsya biryar da êrişî Ukranya bike, wê rastî cezayên giran ên aborî were. Serokê Rûsya jî bi destpêkirina hemleyeke reşkirinê li dijî Mosko Amerîka tawanbar kir.

Di nîvê Kanûna sala 2021`an de, Wezareta Derve ya Rûsyayê komek daxwaz weşand ku tê de ji Amerîka û NATO`yê tê xwestin ku hemû çalakiyên leşkerî li Ewropaya rojhilat û Asyaya Navîn rawestîne, her wiha  pabendî bi neberfihrebûna NATO ber bi Rûsyayê ve bibe, di heman demê de, destûr nede Ukranya di pêşerojê de tevlî NATO`yê nebe. Lê Amerîka û hevalbendên din ên di NATO`yê de, ev daxwaz red kirin û hişyarî dan Rûsyayê ku eger êrişî Ukranya bike, wê cezayên aborî yên tund li ser wê werin ferizkirin. Di vê çarçoveyê de, Amerîkayê alîkariyên leşkerî wekî cebilxane, çekên biçûk û çekên din ên parastinê, şandin Ukranyayê.

Di destpêka sala nû de alozî gur bû. Di vê çarçoveyê de, di 10`ê Kanûnê de Pûtin û Biden danûstandinê yekser pêk anîn. Ev danûstandin vê carê bi” nerihetî” hate binavkirin.

Di 26`ê Çileyê de, Amerîka daxwazên Moskoyê yên derbarê aloziya di navbera wê û cîrana wê de red kir. Her wiha, şandeyên rûsî-ukranî li Parîsê, bi navbeynkarên Fransa û Almanyayê bi hewldana jinûve destpêkirina proseya aştiyê li rojhilatê Ukraynayê, lihev civiyan. Di heman mehê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken li Cenevreyê bi hempîşeyê xwe yê rûsî Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî. Lê danûstandinên di navbera Mosko û Washingtonê yên wê demê de wek “bêhêvî” hatin binavkirin.

Di destpêka Sibata 2022`an de, serokê Amerîkayê Joe Biden ferman da ku nêzî 3 hezar leşkerên amerîkî li Polonya, Romanya û welatên NATO yên li ser sînorê Ukranya werin bicihkirin, da ku pêşî li hêzên rûsî yên li nêzî sînorê wê bi Ukranyayê re bicîh bûne, bigirin û hevalbendên NATO`yê dilrihet bibin.

Di 10`ê Sibatê de, hêzên rûsî û belarusî li Belarusê dest bi tatbîqatên mezin ên bi navê “Jihevxistina Yekitiyê” kirin. Di 2021`an de, her du komarên Sovyeta berê li hevbendiyeke asêtir di nav de jî li ser asta leşkerî, li hev kirin. Wêneyên satelîtê belavbûna mezin a hêzên rûsî li ser sînorê wê bi Belarusê re ku ji dawiya Şerê Sar ve pêk nehatiye, nîşan dide. Danûstandinên di navbera Amerîka, Rûsya û hêzên ewropî de di nav de jî Fransa û Almanya, çareserî çênebû. Di demekê de ku Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û tê de îdia kir ku dê hejmareke diyarkirî ji hêzên xwe vekişîne, raporên li ser zêdebûna hebûna hêzên rûsî li ser sînorê bi Ukranyayê re derketin holê.

Di 14`ê Sibatê de, Amerîkayê biryar da ku balyozxaneya xwe ji Kyivê veguhezîne bajarê Lviv ê rojavayî welêt. Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Anthony Blinken, diyar kir ku DYA vê gavê bi “lezkirineke girîng a seferberkirina hêzên Rûsyayê re” diavêje.

 

Tawanbarkirin û aloziya di navbera rojavayî û Rûsyayê de heta ku Pûtîn bi rêya xîtabeke televizyonê yê fermî serxwebûna herêmên Donetsk and Lugansk li rojhilatê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve ragihandin, berdewam kir. Lê Pûtin, tevî hişyariyên welatên rojavayî ku ev yek dê Moskoyê ber cezayên tund ve, serxwebûn ragihand.

Di dawiya Sibata 2022`an de, di demekê de ku Amerîkayê hişyarî da ku Rûsyayê dixwaze Ukranyayê dagir bike û bal kişand ser zêdebûna hebûna leşkerî ya rûsî li ser sînorê Rûsya û Ukranyayê, serokê Rûsyayê Pûtin ferman da hêzên rûsî biçin Luhansk û Donetsk. Ev herdu herêmên veqetandî li rojhilatê Ukranyayê ne ku bi awayekî beşî ji aliyê komên alîgirên Rûsyayê ve tê kontrolkirin. Pûtin, îdia kir ku ew hêz erka “Parastina aşitiyê” dikin. Amerîkayê jî piştî çend rojan bersiv da û cezayên li ser herêmên Luhansk û Donetsk û xeta gazê ya Nord Stream-2 birî.

Di 24`ê Sibatê de, di dema civîna Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de ji bo ku Rûsyayê dev ji êrişa li dijî Ukranyayê berde, Pûtîn destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh a bejayî, deryayî û asmanî li Ukranyayê ragihand û baregehên leşkerî û bajarên Ukraynayê li seranserê welat kirin armanc. Biden ev êriş wek “ne rewa” binav kir û ji wê demê ve, cezayên tund li ser Moskoyê bi hevkariya hevalbendên Ewropayê, li dijî bankên rûsî, sektorên neft û gaze û hinardekirina teknolojiya amerîkî ji bo Rûsya, destpê kirin.

Encamên çavrêkirî yên şerê Rûsya û Ukranyayê:

1- Bê gûman tevgera Moskoyê ya li dijî Ukranyayê, ku rojek ji rojan endamê Yekîtiya Sovyetê bû, dê metirsiya li ser ewlehiya dewletên din ên berê yên Sovyeta li Ewropaya rojhilat ji aliyekê ve û hêza pergala navdewletî ya piştî sala 1989`an û bandora Amerîkayê ya li ser wê, çêbike. Dagirkeriya Rûsyayê nîşan dide ku dibe ku Mosko hest bike êdî dikare zextê li ser komarên din ên Sovyeta berê ku îro di nav hevalbendiya rojavayî de ne, wek Estonya, Letonya û Lîtvanya zêde bike. Her wiha dibe ku şer hegemonyaya amerîkî li ser karûbarên cîhanî gefan çêbike. Bi serketina Amerîkayê di “Şerê Sar” de, DYA`yê bandoreke girîng li ser sîstema navdewletî çêkir, lê ew bandor di deh salên borî de kêm bûye û dibe ku êrişa rûsî vê pêvajoyê leztir bike.

2- Şerê li Ukranyayê dê encamên berfirehtir ji bo hevkariya pêşerojê li ser mijarên giring ên wekî sînordarkirina belavbûna çekan, ewlehiya sîber, qedexekirina çekên nukleerî, ewlehiya enerjiyê, dij-terorîzmê û çareseriyên siyasî li Sûriye, Lîbya û deverên din, hebin.

3-Ji aliyekî din ve, Rûsya ne tenê di warê navûdengê xwe de li ser asta cîhanî, lê belê di warê aborî de jî ketiyeke nava çiraveke rasteqîn. Dema dûmahîka şer diyar bibe, aboriya Rûsyayê dê ji bo paşveçûna bêtir amade be. Cezayên rojavayî yên ku piştî dagirkirina Rûsyayê ya li ser Kirimê di sala 2014`an de pêk hatî, tê pêşbînîkirin ku mezinbûna dahuteya Rûsyayê salane ji sedî 2,5 heta 3 puan kêm bûye. Lê vê carê ceza girsetir û bibandortir e û zirarê bide hêza Moskoyê ku xwe bigihîne çavkaniyên darayî yên cîhanî. Her wiha şerîketên rojavayî yên ku berjwendiyên xwe bi Rûsyayê ve girêdayî ne, dê  ji aliyê hiqûqî, siyasî û heta ji aliyê exlaqî ve zehmet be ku bi “dewleta nayê hezkirin ” re danûstandinan bike.

4- Peymanên giring ên genim li DYA`yê di 14 salan de bilind bû. Bazirganên ku hawrideyan tînin piştî ku benderên li Ukranyayê hatin girtin û dabînkirina ji Rûsyayê qut bû, hewl dan rêyên din peyda bikin. Nexasim ji ber ku her du welat bi qasî 29% ji hinardekirina genim a cîhanî pêk tînin, di encamê de wê bihayên xwarinê zêde bibin û zêdebûna helawisana cîhanî de, di demekê de ku dihate payîn warê aborî ji bandora aloziya vîrusa Koronayê xelas bibe.

5- Kêmbûna bikaranîna euroyê ji ber şerê ku li Ukranyayê gur dibe , berdewam dike. Dibe ku bazirgan berê xwe bidin bikaranîna dolaran. Her wiha bêbaweriya bi aborî û jeopolîtîkeya cîhanî diyar dibe.

6- Tevî ku hinardekirina neft û gaza siruştî ya ji Federasyona Rûsyayê ber bi rojavayî ve neketiye çarçoveya cezayan jî, lê rewşa bazarên enerjiyê aloz diyar dibe. Di hefteya borî de, hikûmeta Almanya rawestandina xeta boriya gazê ya Nord Stream-2 ya Rûsyayê ragihandibû, ji ber vê yekê şerîketa projeyê ku bingeh li Swîsreyê ye, neçar kir ku amadekariya xwe ya îflasê bike. Dibe ku bandorên zêdekirina cezayan li ser sektora enerjiyê ya Rûsyayê ji xeta borî ya rawestandî mezintir be. Tenê di du rojên borî de, şerîketa “BP-L” ber bi veberdana veberhênanên xwe yên li Rûsyayê ve çû. Her wiha şerîketa mezin a enerjiyê ya fransî Total (TTE.PA) niyeta xwe ya rawestandina fînansekirina projeyên nû li welêt ragihand. Di demekê de ku zexta ji hêla şerîketên rojavayî ve ji bo rawestandina veberhênana li Rûsyayê, zêde bûne. Li gorî hin çavdêrên bazarê ihtîmala qedexekirina barkirina gemiyên rûsî heye û ji bilî girtina qada hewayî ji balafirên rûsî re ku roja Duşemê hate ragihandin. Ev dê astengiyan li ber veguhestina kelûpelên bingehîn ji Rûsyayê ber bi welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ve çêbike. Ji ber ku 40% ji gaza xwezayî ya ku li Yekîtiya Ewropayê tê bikaranîn û çaryeka nefta wê ya xam ji Rûsyayê tê. Lewra, tevgerên bi vî rengî dikarin bandorek neyînî li aboriya bloka yekitiyê ya 27 welatan bike. Bi nêzîkbûna nirxê her bermîlek petrol bi 120 dolarî re, dibe ku em bibin şahidê têkçûnên tûj û ji nişka ve di sîstemên dabînkirinê û bazirganiya bazarê de, heta asta helawisanê û projeyên geşepêdana aborî û civakî di bûdceya gelek welatên ewropî û rojavayî de.

7- Hewldanên ji bo pêşvebirina eniya Çîn-Rûsya ev çend sal in berdewam in. Ev yek, di sala 2022`an de bi seredana Pûtîn a Çînê re gihîşt lûtkeya xwe ya dawî, ku tê de her du aliyan hevkariya xwe “bêsînor” ragihand. Li gorî vê yekê Çînê red kir ku operasyona leşkerî ya Rûsyayê şermezar bike.

8- Rûsya êdî zêdetir pişta xwe dide Çînê, ku bûye cihê firotina petrol û gaza Rûsyayê. Çîn her wiha, bûye çavkaniya sereke ya Moskoyê ku teknolojiyên çêkirî yên çînî, an jî yên ku ji welatên din têne hinardekirin. Êdî Çîn ji bo paşeroja pêşbînîkirî xeta jiyanê ya Rûsyayê ye.

9- Aloziya Ukranyayê jî dê bibe sedem ku Çîn bertekên rojavayî yên muhtemel ên li ser tevgera wê ya ber bi Taywanê ve bişopîne û encaman jê derxe. Bi vî awayî wê Çîn planên rastîntir amade bike ku li gorî wê guncav be. Di heman demê de tê pêşbînî kirin ku Çîn berhevkirina diravên biyanî li welatên bêalîtir û ne li welatên rojavayî zêdetir bike, nexasim piştî ku dît ka ew çawa dikarin di şevekê de werin rawestandin.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî