Çima hesabên dewleta îbranî bi hevalbenda wê ya misliman (Tirkiya) piştî têkiliyên 70 salî hatin guhartin?
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di tebaxa 2024an de, keda serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di avakirina komîteyeke leşkerî ya Îsraîlê bi armanca lêvegera budceya parastinê û pêşkêşkirina nêrînan ji bo xurtkirina şiyanên artêşa Îsraîlê, bi encam bû. Navê komîteyê li ser navê serokê wê profesor Yakov Nagel serokê berê yê Encûmena Ewlekariya Neteweyî û şêwirmendê nêzî Netanyahu, hate kirin.
Komîte ji 6 endamên girîng pêk tê, di nava wan de fermandarên leşkerî û aborîzanên berê hene, wekî fermandarê berê yê hêzên hewayî general Emikam Norkîn û serokê berê yê Encûmena Ewlekariya Neteweyî general Yakov Amidror.
Erka komîteyê ew e ku lêkolîneke berfireh û giştî li ser siberoja sîstema leşkerî ya Îsraîlê pêkêş bike, nexasim bi balkişandina ser aloziyên ewlekarî yên zêde li herêmê. Ev kom jî wekî rêveberiya hizirî ya hêzên çekdar e ku nêrîn û pêşniyazan ên di asta kûr de pêşkêş dike û di asta yekemîn de divê ev nêrîn û pêşniyaz pêk werin.
Lê di vê hefteyê de, pênşinyazên balkêş derketin. Di vê çarçoveyê de, komîteya Nagel derbarê budceya parastin û stratejiya ewlekarî de ragihand ku divê Îsraîl xwe ji bo rûbirûna yekser bi Tirkiyayê re, amade bike. Her wiha, hişyarî da ku armancên Tirkiyayê yên vegerandin serweriya osmanî, dibe ku aloziyan bi Îsraîlê re zêde bike û dibe ku ev alozî veguherin şer.
Her wiha di raporê de, bal li ser xeteriya hevalbendiya komên çekdar ên Sûriyayê bi Tirkiyayê re hate kişandin û hate gotin ku ev yek gefeke nû û xurt li ser ewlekariya Îsraîlê çêdike.
Di raporê de li gor rojnameyên Îsraîlê yên ku jê girtine û weşandine: “Dibe ku gefa ji Sûriyayê bibe tiştekî metirsîdartir ji gefa Îranê”, her wiha hişyarî da ku hêzên ku ji aliyê Tirkiyayê ve têne destekkirin, dibe ku bibin wekîl û ev yek jî bihêle ku nearamî li herêmê çêbibe.
Di heman demê de, di raporê de hişyarî hate dayîn ku metirsiya ku hêza cîhadîst a sunî ya tundraw li ser sînorê Urdunê çêdike, ev yek bihêle ku komên çekdar li Urdunê derkevin, ku gelek caran Urdunê ji bo ku bi aloziyên Filistînê bandor nebe, têkoşîn kiriye.
Her wiha li gorî raporê, Tirkiya rikberek e di bazara cîhanî ya derfirotina çekan de. Çaksaziya herî pêşketî li Tirkiyayê dihêle ku çareyên leşkerî yên pêşketî çêbibin, bi piranî jî bi nirxên erzan û gihandineke lez, ev yek jî wê dike rikberê sereke ji kompaniyên parastinê yên Îsraîlê re.
Komîte dibêje ku divê Îsraîl cihê xwe yên guncaw û teknolojî bigire û parastina serkeftina xwe bike di bazara parastinê de. Ji aliyekî din ve jî di raporê de hate bibîrxistin ku Tirkiya dibe ku fişarên dîplomatîk li welatên ku difikirin çekên parastinê ji Îsraîlê bikirin pêk bîne, ev yek jî wê bandoreke mezin li ser helwesta stratejîk a Îsraîlê bike.
Tevî têkiliyên berê yên baş di navbera Îsraîl û Amerîkayê de di serdema Trump a yekem de, lê di raporê de hate pêşiniyazkirin ku divê Îsraîl bi xwe bê tu alîkariya dewleteke biyan, şiyana stratejiya xwe ya parastinê pêk bîne. Li ser vî esasî jî, komîteyê pêşniyaz kir ku Îsraîl dest bi avakirina hêz û çekên pêwîst bike, da ku karibe êrîşî Îranê bike û di rûbirûbûna şerê bi Tirkiyayê re bi tenê xwe ragire.
Netanyahu jî piştî ku rapor dît, axivî û got: “Em dibînin ku li Rojhilata Navîn guhartinên cewherî çêdibin, di demekê de ku Îran gefa herî mezin e ji bo me, lê niha hêzên nû ketine qadê. Divê em ji bo tiştên ne texmînkirî, amade bin. Ev rapor, nexşeya siberoja Îsraîlê, ji me re dapîn dike.”
Nirxandina komîteyê hevdemî siyasetên serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyib Erdogan ên li herêmê tê, ku aliyên îsraîlî dibînin ku ev siyasetên Erdogan li dij berjewendiyên demdirêj ên dewleta îbranî ne. Di rastiyê de, mirov dikare bibêje ku Tirkiya di dema dawî de, êdî ket nava hizirandina “dema bê ya dûr” a îsraîlî. Ji ber ku Tilebîb li gorî mentiqê berjewenidyên demkurt bi Tirkiyayê re dide û distîne, li ser esasê ku Tirkiya dewleteke misliman e ev zêdetirî 70 salî ne, bêyî pirsgirêkên olî an jî neteweyî, têkiliyên xwe bi Îsraîlê re hene. Li gorî rapora komîteyê ev serdema hizira Îsraîlê di rêya dawiyê de diçe, êdî Tirkiya cihê xwe winda kir li gel hevalbenda xwe ya leşkerî û ewlehî, di demekê de ku îsraîliyan dest pê kir di “dema bê ya dûr” de bihizirin, ew dibînin ku Tirkiya gefek e nê kêmî gefa dijminên dîrokî yên Îsraîlê ne, mîna Îranê.
Bi her halî, komîteya Nagel nêrîn û pêşinyazên xwe ji Netanyahu û wezîrê parastinê Yisrael Katz, û wezîrê darayî Bezalel Smotrich di roja duşemê 6ê çileya 2024an pêşkêş kir, ku tê de stratejiyeke berfireh a danûstandina bi gefên nû derketine, hebû.
Komîteyê pêşniyaz kir ku budceya parastinê di nava 5 salên bê de bigihêje 15 milyar şîkil di salê de, da ku garantiya amadebûna hêzên parastina Îsraîlê bikin da ku karibin di rûyê kelemêm ku Tirkiya wan ferz dike rawestin, li tenişta gefên herêmî yên din.
Komîteyê ev bergirî ji bo rûbirûna gengaz a bi Tirkiyayê re pêşinyaz kir:
- Bidestxistina balafirên din ên F-15 û balafirên dagirtina petrolê û balafirên dron û satelaytan, da ku şiyanên Îsraîlê ji bo êrîşên dûr werin xurtkirin.
- Xurtkirina şiyanên parastina hewayî yên pirreng, di nav de jî Qubeya Hesinî, Berkaniya Dawûd, Sîstemên Aro û sîstema parastina bi leyzerê ya ku nû ketiye kar.
- Avakirina bendeke ewlekarî li ser dirêjahiya geliyê Urdunê, ku ev yek jî wê guhartineke mezin di stratejiya Îsraîlê ya parastinê de bike, tevî pirsgirêkên dîplomatîk ên gengaz bi Urdunê re.
Pêşiniyazên “Komîteya Nagel” armanc dikin ku artêşa Îsraîlê amade bibe bo rûbirûbûnên şerên herêmî yên demdirêj, ku divê guhartinên jîngeha ewlekariyê di ber çavan re derbas bikin. Tê texmînkirin ku ev pêşiniyaz bihêlin ku budceya parastinê ya Îsraîlê di 10 salên bê de, zêdetir bibe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku avakirina komîteyê hinek nakokî çêkirin, nexasim ku heta niha lêvegereke giştî li ser têkçûnên 7ê cotmehê çênebûye. Di vê çarçoveyê de, hin çavdêr dibînin ku komîte dibe ku hişmendiya ewlekariya neteweyî ya Îsraîlê ji nû ve saz bikin, lê bêyî ku şaştiyên berê çareser bikin.