• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Girêdana El-Şeri bi “Tirkiya kevn” ve dibe ku “xefikeke plankirî”ya nû çêke

September 25, 2025
Girêdana El-Şeri bi “Tirkiya kevn” ve dibe ku “xefikeke plankirî”ya nû çêke

Erdogan pêşwaziya Ehmed El-Şeri dike | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi erebî jî heye العربية

Gelek malper û platforman daxuyaniya ya bi navê serokê Sûriyayê yê demkî Ehmed El-Şeri ku rojnameya “Milliyet”a tirkî weşandibû, ku têde El-Şeri gef li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û HSDyê xwaribû. Mirvov dikare çend xalên ji hevdîtina El-Şeri ji rojnamevan tirkî re bîne ziman, ku tê de tawanbarî û gef li dij HSDyê hebûn, carekê li ser zimanê El-Şeri bi xwe hatin gotin û careke din jî El-Şeri li ser zimanê dewleta tirk got, ew jî wiha ne:

– Eger ku HSD heta dawiya kanûnê tevlî artêşê nebe, wê Tirkiya li dij HSDyê operasyonê li dar bixe.

-Di nava HSDyê de “hin alî” hene ku peymana 10ê adarê red dikin.

– Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyayê  û HSDyê “Gefek in ji bo ewlekariya neteweyî” ya Tirkiya û Iraqê.

– Civaka Sûriyayê nîqaşkirina sîstemên federalî red dike û hemû daxwazên nenavendî rengek in ji rengên cudaxwaziyê.

Ji xalên borî ve diyar dibe ku, El-Şeri û desthilatdariya xwe naxwazin ku peymana 10ê adarê pêk bînin û ew yekem alî bûn binpê kirin, dema ku di 13ê adarê de danezana destûrî ragihandin ku tê de îşaret bi peymana 10ê adarê nekir û ne jî îşaret bi rewabûna mafê destûrî û mafê welatîbûnê bo civaka kurdî kir, herwiha desthilat tev de di destê xwe de hişt. Di encamê de jî, desthilatdariya Şamê madeya yekem ya peymana 10ê adarê binpê kir, ya ku dibêje mafên hemû gelê Sûriyayê di nûnertî û beşdariya xebatên siyasî û hemû saziyên dewletê de heye, li ser esasê pisporê, ku ol û etnîka wan çi dibe bila bibe. Herwiha di pêvajoya piştî îmzekirina peymana di navbera Mezlûm Ebdî û El-Şeri de, rêzebinpêkirin ji piraniya bendên peymanê pêk hatin, nexasim benda sêyem ku tê de li ser agirbesta li tevahiya axa Sûriyayê piştrast dike. Lê desthilatdariya Şamê êrîş li dij duruziyan li Sehnayê û Ceremana li bejahiya Şamê di dawiya nîsanê de pêk anîn, piştre jî êrîşeke mezin li dij Siwêdayê di tîrmehê de pêk anî û di encamê de bi hezaran ji sivîlên duruzî hatin kuştin û birîndarkirin.

Li ser asta doza kurdî di Sûriyayê de jî, desthilatdariyê tiştek pêşkêş nekir ji bo ku dilê pêkhateya kurd rihet bike, berovajî wê encamên kongreya yekrêziya kurdî ku di nîsanê de li Qamişloyê li dar ket red kir û ew kongre wekî “metirsiyek li ser yekitiya welat” bi nav kir. Di heman demê de jî heta niha şanda ku nûnertiya kurdan bike, pêşwaz nekir. Li ser erdê jî, tu pêşketinên erênî çênebûn, derbarê vegerandina malûmilkên kurdan li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî  û heta niha komên çekdar ên girêdayî “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayê” ku bi awayekî fermî beşek ji artêşa Sûriyayê ye, li wan herêman in û endamên wê dest danîne li ser malûmilkên kurdan. Li aliyekî din jî, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê jî rastî dorpêçkirin û astengiyan tê û hêzên rejîmê balafirên dronan li ser herdu taxan difirînin, da ku welatiyan bitirsînin.

Herwiha, ev koman li ser rêya kurdan li ser nasnameyê digirin û piştre jî pereyên pir dixwazin ji bo ku wan berdin. Di heman demê de, desthilatdarî kurdên li bajarên Sûriyayê yên mezin wekî Heleb û Şamê aciz dike û piraniya caran wan bi dilsoziya bi HSDyê re tawanbar dikin.

Rejîmê ne tenê zimanê hêzê daye pêşiyê û li dijî gelek pêkhateyên gelê Sûriyayê dest bi çalakiyên leşkerî kiriye, ku ev tê wê wateyê ku ew li şûna diyalog, danûstandin û çareseriyên siyasî xwe dispêrin çareseriyek leşkerî, lê belê  zimanê sorkirinê û dijminahî di dezgehên xwe yên ragihandinê de bi kar anî û hemû tawanbariyan li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û HSDyê, bi kar tîne. Desthilatdariya demkî ya Şamê,  dezgehên xwe yên ragihandinê li pêşiya kesên ku proveksyonê dikin, vekirin, yên ku daxwaza şerê navxweyî û operasyona li leşkerî li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dikin û pêkhateyan li dij hev sor dikin. Bi vê yekê re jî atmosfêrekî bi jehr ava dikin, ku tê de zimanê aqil û aramî, lihevkirin û bangên diyalogê û kêmkirina aloziyê, tunene. Dengên ku banga lihevkirina neteweyî û bêtir civînên dualî dikin, hem li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hem jî li paytextê li Şamê hatine bêdengkirin.

Ji daxuyaniya El-Şeri ya ji rojnameya “Milliyet” a tirkî re aşkere dibe ku, hemû rengên nenavendî red dike û îdîa kir ku ew ê ber bi parçebûnê ve biçe û gelê Sûriyayê red dike. Ev yek tê wateya ku ew û desthilatdariya xwe li ser sîstema navendiya tund di Sûriyayê de israr dikin û beşdariya siyasî û lihevkirina niştimanî red dikin. Di encamê de jî, avakirina dewleteke totalîter ku komeke nasnameya û meyla xwe ya îdeolojî eşkere ye, bi rê ve bibe û El-Şeri jî serokê wê be. Herwiha eşkere ye ku El-Şeri xwe spartiye Tirkiya û çîroka ku tê îdîakirin hîn alî di nava HSDyê de hene ku peymana 10ê adarê red dikin, bi kar tîne. Di heman demê de, El-Şeri dibêje ku nenavendî û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyayê metirsî li ser ewlekariya neteweyî ya Tirkiya û Iraqê çêdike, lê El-Şeri nizane ku Iraq wekî dewlet formula federalî ji bo Herêma Kurdistanê erê kiriye û ev yek jî di destûrê Iraqê de hatiye nivîsandin. Herwiha, El-Şeri bi awayekî zanebûn an jî dibe ku qet nizane, bi pêvajoya aşitî ya di navbera PKK ku nûnertiya gelê kurd dike û dewleta Tirkiyayê  û avakirina komîteyeke parlamentoyê bi navê “Komîteya hevgirtina niştimanî û biratî û demokrasî”. Heta niha bi dehan caran ev komîte rûniştî ye û behsa guhart û çeksaziya destûrî û qanûnî kiriye ji bo çareserkirina doza kurdan li Tirkiyayê. Serokê parlamentoya Tirkiyayê li xwe mukir hat ku çewisandina doza kurdî bi rêbazê leşkerî, hişt ku dewleta Tirkiyayê 2 tirliyon dolar winda bike.

Rewş, ew e ku El-Şeri tu dîtinên xwe yên siyasî tune ye û ne jî bingehên xwe yên niştimanî ji bo pêkanîna xalên peymana 10ê adarê, herwiha El-Şeri tu pêkhateyan an jî hêzeke siyasî ya Sûriyayê û ne jî nenavendî qebûl nake. Ji ber vê yekê jî, El-Şeri û rejîma xwe, ne amade ne wekî hevalbend ji bo serkerftina prosesa lihevkirina Sûriyayê ya navxweyî. El-Şeri dosyaya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û HSD û pêkhateya kurdên Sûriyayê wekî “dosyayên ewlekarî”dibîne û dixwaze van dozan radestî Tirkiyayê bike. Tirkiya jî formulên çareseriyê yên li ser esasê nenavendî û lihevkirina niştimanî û beşdariya siyasî red dike, ji ber ku ew dewleteke navendî dixwaze ku di destê wê de be û hevalbendên wê yên leşkerî li ser hakim be, ku Enqera dibêje El-Şeri bi xêra wê giha ser kursiya Şamê. El-Şeri aliyê siyasî yê peymanê red dike û dixwaze wê wekî peymanek ewlehiyê pêşkêş bike. Ji bo vê yekê, ew hewce ye ku xwe bispêre Tirkiyeyê û artêşa wê. Nêzîkatiyek wî ya kevn heye: Tirkiya dijminê kurdan e û ji ber vê yekê dê li kêleka wî bisekine dema ku ew li dijî kurdan, bakurrojhilatê Sûriyayê û Hêzên Sûriyaya Demokratîk hişktir bibe. Ew ji pêşkêşkirina desthilatdariya xwe wekî amûrek fonksiyonel ji bo xizmeta Tirkiyayê, ku dijminê kurdan e, aciz nabe!

Serdana El-Şeri bo Amerîkayê û daxuyaniyên wî yên ku tê de amadebûna xwe ya îmzekirina peymanekê bi Îsraîlê re nîşan da, nayên paşguhkirin. Ew bawer dike ku ev yek dê pozîsyona wî xurt bike û hevalbendên Hêzên Sûriyaya Demokratîk ji piştgiriya wan dûr bixe. Ev nêzîkatî dişibihe ya ku wî di civîna xwe ya bi rayedarên îsraîlî re li Bakû, Azerbaycanê de pejirand, dema ku wî bawer kir ku civîn “ronahiyek kesk” e ji bo êrîşkirina li ser Siwêdayê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlên durzî (El-Şeri paşê êrîşên hêzên xwe yên li ser Siwêdayê wekî dafikek bi zanebûn bi nav kir). El-Şeri û hikûmeta wî jî hêza Hêzên Sûriyaya Demokratîk, şiyanên wan ên leşkerî û ezmûna wan a meydanî ji nedîtî ve tên. Berevajî vê, leza “serhildanên eşîrî” û “seferberiya giştî” piştî dersa Siwêdayê kêm bûye. Hikûmet piştî peymana dawî (bi sponsoriya navneteweyî), ku ji bilî hikûmeta demkî, Urdun û Amerîka jî di nav de bû, daxwazên gelê xwe ji bo nenavendîbûnê qebûl kir.

Hikûmet baş dizane ku her rûbirûbûnek leşkerî ya berfireh bi Hêzên Sûriyaya Demokratîk re dê ji rûbirûbûna ku wê li dijî çend hezar şervanên durzî yên bi çekên sivik li Siwêdayê kir, cuda be. Bêguman ew dizane ku her rûbirûbûnek wiha windahiyên girîng û westandina leşkerî û dibe ku destwerdana biyanî nîşan dide. Herwiha rewşê navneteweyî dike û peymana 10ê adarê vediguherîne “rewşek navneteweyî” ya mîna ya li Siwêdayê, bi ketina garantorên nû nav şer, rola desthilata veguhêz wekî yek ji aliyên peymanê sînordar dike.

 

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN