• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Gelo çi li benda Sûriyayê ye eger ku hêzên Amerîkayê jê vekişin?

September 23, 2025
Gelo çi li benda Sûriyayê ye eger ku hêzên Amerîkayê jê vekişin?

Hêzên amerîkayî li gundewarê Qamîşloyê | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Caroline Rose û Colin B. Clark

Foreign Affairs – 18ê îlona 2025an

Made bi erebî jî heye العربية

Piştî 9 mehan ji rûxandina dîktatorê sûriyayî Beşar El-Esed ji aliyê opozîsyona çekdar ve, Sûriya rastî gelek astengiyên nû tê. Welatê ku îro rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam wê bi rê ve dibe, rastî şerên mezhebî yê dubarekirî, êrîşên Îsraîlê li ser hundirê welat û nakokiyên di refên hikûmeta nû de, tê. Li kêleka van aloziyan, vegera astengiya herî mezin û domdar li Sûriyayê: Rêxistina Dewleta Îslamê, yê bi navê DAIŞê tê naskirin.

Ji dema rûxandina rejîma El-Esed sala 2024an, DAIŞê hemleyeke terorîst li Sûriyayê pêk anî û hikûmeta nû û kêmneteweyên xiristiyan, şîa û kurd hedef girt. DAIŞê di lûtkeya bihêzbûna xwe de sala 2014an, serwerî li ser ji sêyan yek ji axa welat dikir. Tevî ku niha serwerî li ser tu axê di Sûriyayê de nake û hejmara xwe ji 100 hezarî bû 2500î, lê aloziya piştî El-Esed bi kar tîne ji rêxistinkirina hêzên xwe. Ev yek jî aloziyên nû li pêşiya aramiya ku ev demeke dirêj bû li benda wê bûn.

Ji her demê zêdetir, îro şiyanên rêxistina DAIŞê xurt bûn ku dikare êrîşan bi awayekî pispor pêk bîne û cihên dûrî herêmên xwe, hedef bigire. Di hezîrana borî de, xwekujekî girêdayî DAIŞê, êrîşek li dij dêra yûnanî ya ortodoks li Şamê pêk anî û di encamê de, 25 kes hatin kuştin 63 kes jî birîndar bûn. Piştî wê bi du mehan, rêxistinê zêdetirî 20 êrîş li Bakurrojhilatê Sûriyayê pêk anî, ku tê de tektîkên şerê rêbiran, wekî bikaranîna çekên sivik, danîna kemînan, hedefgirtin û mayînan û di encamê de, bendên kontrolê yên leşkerî û erebeyên hikûmetê hedef girtin. Di sala borî de, rêxistina DAIŞê ragihand ku wan 294 êrîş di Sûriyayê de pêk anîne, lê sala 2023yan rêxistina DAIŞê 121 êrîş pêk anîn. Lê li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan, hejmara êrîşan zêdetir e.

Ev êrîş astengiyên mezin in li pêşiya hewldanên rêveberiya nû ji bo pêkanîna aramiyê. Ji xwe rewşa ewlekarî li Sûriyayê gelekî lawaz e, ku her dem şer di navbera civakên sunî, elewî û duruzî rû didin. Bi zêdebûna terorê, hikûmeta nû wê rewabûna xwe ya siyasî winda bike, eger ku di parastina kêmneteweyan de, têk çû. Di heman demê de, gelê Sûriyayê rastî îhtîmala mezin a vegera terorê, tê.

Wê rewş zêdetir bibe metirîdar, eger ku rêveberiya Trump plana xwe pêk anî, ya ku di nîsanê de ragihand bi vekişandina 2 hezar leşkerên amerîkayî ji Sûriyayê. Ji sala 2014an ve, Amerîka roleke pêşeng di “Koalîsyona Navdewletî ya têkbirina DAIŞê de” lîst. Koalîsyona navdewletî jî, ji bo têkoşîna li dij terorê hate avakirin ku bi hêzên xwecihî re kar dike ji bo têkbirina rêxistina DAIŞê. Bi nebûna beşdariya Amerîkayê ya çalak, wê endamên koalîsyonê ku hejmara wan 88 in, zehmetî bibînin di têkbirina DAIŞê an jî destekdayîna hevkarên xwecihî wekî HSDyê. HSD jî komeke çekdar e, xwedî taybetmendiyeke kurdî ye, di demên dawî de gihaşte peymanekê ji bo tevlî Şamê bibe.

Bi kêmbûna hêzên Amerîkayê û zêdebûna aloziyên mezhebî, dibe ku hêzên Sûriyayê rastî zehmetiyên mezin werin di parastina desthilatdariya xwe de. Hêza hevbeş a artêşa Sûriyayê û HSD, diyar e ku têrê nakin ji bo ku DAIŞ careke din venegere. Ji bo pêşlêgirtina rêxistina DAIŞê, divê Amerîka parastina hêza xwe ya leşkerî di Sûriyayê de bike piştî sala 2026an. Wê gelekî pêwîst be, ji bo belavkirina bi sedan leşkerên Amerîkayê ji bo destkedayîna hêzên ewlekarî yên nû bi rêya îstixbarat, çavdêrî,  şopandin û perwerdekirinê. Lê eger ku Washington di qada têkoşîna terorê de, destekê nede Şamê, dibe ku hikûmeta Şamê nikaribe welat bike yek û nehêle ku DAIŞ careke din vegere. Eger ku DAIŞ hêza xwe careke din vegerand, bê gûman wê êrîşan li tevahiya herêmê û dervayî wê pêk bîne. Ji ber vê yekê jî, ji erkê Washigtonê ye ku rê nede rêxistina DAIŞê careke din xwe bi rêxistin bike û aramiya tevahiya Rojhilatê Navîn, xerab bike.

DAIŞ sûdê ji Sûriyaya parçekirî dibîne. Rêveberên DAIŞê hewl didin ku parçebûna mezhebî û îdeolojî bi kar bînin, ji bo ku endamên xwe zêde bike û ji nû ve”xîlafetê” ava bike. Bi rêya êrîşan, rêxistina DAIŞê dixwaze piştrast bike ku hikûmeta nû bê şiyan e an jî naxwaze gel biparêze, nexasim kêmneteweyan. Raporteke dawî ya Tîma Çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî gihaşt wê encamê ku DAIŞ “dê berdewam bike ku bibe gefek derveyî… eger dabeşbûnên di nav welat de rê bidin hawîrdorek guncaw ku ew bikaribe êrîşan plan
bike û pêk bîne.”

Li kêleka zêdebûna êrîşan, propogandeya DAIŞê li dij El-Şeri û Heyet Tehrîr El-Şam zêdetir bûye. Di vê çarçoveyê de, di weşana xwe ya heftane, rêxistina DAIŞê êrîşî El-Şeri û hikûmeta wî kir û bang li leşkerên artêşa Sûriyayê kir ji bo ji artêşê parçe bibin. Rêxistina DAIŞê, El-Şeri bi “El-Colanî” bi nav dike, bi vê yekê balê dikişîne li ser teoriya ku îdîa dike serokê Sûriyayê ku berê bi navê Ebû Mihemed El-Colanî dihate naskirin, wekî sîxûrê Mossada Îsraîlê dide naskirin, ji bo pêkanîna guharinê di berjewenidyên Îsraîlê de. Herwiha, DAIŞ, Heyet Tehrîr El-Şam wekî gawir dide naskirin û wan tawanbar dike ku wekî lîstokekê di destê Amerîka û Îsraîlê de ne. Ji dema ku Tehrîr El-Şam û El-Şeri gihaştin ser desthilatdariyê, Îsraîlê êrîş û derbasbûna xwe di Sûriyayê de zêdetir kirin û alozî zêdetir kir, ku DAIŞ hewl dide ji vê yekê sûdê wergire.

Ya herî metirsîdar e, ew e ku baweriya DAIŞê zêdetir dibe, li kêleka wê jî vekişandina Amerîkayê ya hêdî hêdî ji Sûriya û Iraqê pêk tê, ev yek jî bi xwe re pirsan derbarê siberoja Koalîsyona Navdewletî, tîne. Di îlona 2024an de, Amerîka û Iraqê bi awayekî hevbeş ragihand ku wê Koalîsyona Navdewletî wê erka xwe ya leşkerî di Iraqê de di dawiya îlona 2025an bi dawî bike û di Sûriyayê de jî di di îlona 2026an de, bi dawî bike. Di nîsana borî de, “Fermandariya Navendî ya Amerîkayê” ragihand ku wan hejmara leşkerên xwe di Sûriyayê de ji 2 hezarî, kirin 1400 leşker heta dawiya vê salê. Di vê çarçoveyê de, Washington ji bingeha 8 baregehên xwe li Sûriyayê, 3 jê radestî HSDyê kirin û plan heye ku tenê baregeheke xwe tenê hebe. Tevî ku rayedarên Pentagonê ji rêveberiya Trump re ragihand ku divê herî kêm hejmara leşkeran di Sûriyayê de 500 leşker be, lê rêveberiya Trump ragihand ku îhtîmal heye hejmar kêmtir bibe. Li Iraqa cîran jî, heman tişt pêk tê. Bi diyarkirina dema vekişanda dawî sala 2026an, hêzên Amerîkayê ji Bexdadê derbasî Hewlêrê dibin û plan dike ku hejmara xwe gelekî kêm bike, ku hîna diyar nekiriye, ango tenê şêwirmendên leşkerî bimînin.

Mayîna li ser heman rêyê

Dema ku Trump di gulana borî de bi El-Şeri re civiya, ev yekem hevdîtin di navbera serokê amerîkayî û sûriyayî ji 25 salan ve bû. Piraniya sedema ku rêveberiya Trump ji nû ve bi Sûriyayê re bide û bistîne ew e ku vekişandina temam ji Iraq û Sûriyayê pêk bîne, ev armanc pêk nayê, tenê bi rêyekê wê pêk were, eger ku hikûmeta Sûriyayê ya nû piştrast kir ku şiyanê wê heye ku dikare li pêşiya DAIŞê bisekine. Ji vê yekê jî, Washington destpêkê girîngî da têkoşîna li dij terorê û bi awayekî yekser beşdarî operasyonên li dij rêxistina DAIŞê bû û agahiyên îstixbaratî dane Şamê û di encamê de herî kêm 8 êrîşên DAIŞê hatin bêbandorkirin. Herwiha, rêveberiya Trump fişar li ser hikûmeta Sûriyayê ya nû kir, ji bo ku kedên ji bo jinûveavakirin û yekkirina welat  bi lez bike, wekî tevlêbûna HSDyê di nava hikûmetê de.

Pêşketina rewşa li Sûriyeyê, bi kêmanî beşek jê, bi pabendbûna Washingtonê ya ji bo berdewamiya şerê li dijî DAIŞê ve girêdayî ye. Piştî panzdeh salan ji tundûtûjiya zêde ku ji hêla gelek aktoran ve, hem dewlet û hem jî nedewlet, hatiye kirin, Sûriya, heta di şert û mercên herî baş de jî, rêyeke dirêj ber bi aramiyê ve bi pêş ve diçe. Ango çi vekişanda Amerîkayê wê valahiyekê çêbike û rê bide DAIŞê û rêxistinên din ên terorîst ku êrîşên xwe zêdetir bikin û aramiya welat zêdetir xerab bikin û parçebûnê di nava komên rikber de zêdetir bike û derî li pêşiya tundrawên şîî yên ji Îranê piştgirî digirin, di nav de jî Hizbulah, were vekirin. Eger ku hikûmet li Şamê têk çû, an jî nikarîbû ku kêmeteweyan li welat bikin yek, wê Sûriya careke din bikeve nava şerekî navxweyî.

Li şûna ku bi awayekî lez ji Sûriyayê derkeve ku niha di rewşa belavbûnê de ye, divê Amerîka û hevalbendên xwe di Koalîsyona Navdewletî de, veberhênanên dem dirêj ji bo ewlekariya welat, pêk bînin. Di 10 salên borî de, bi pêşengtiya Amerîka rêxistina DAIŞê bi awayekî mezin lawaz bû û hêzên Amerîkayê bi awayekî çalak bi HSD û hêzên din yên xwecihî re di têkoşîna li dij terorê de, lihev kir. Tevî ku DAIŞ heta asteke mezin hate têkbirin, lê pêvajoya piştî rûxandina rejîma El-Esed, derfet ji bo vegera wê çêkir. Divê hêzên Amerîkayê dema bibîne ku hêzên Sûriyayê dikarin parastina welat ji DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst bike, wê demê bila vekişe. Lê ev dem hîn nehatiye.

Vekişîneke pêşwext a Amerîkayê di kêliyek ewqas nazik de dikare DAIŞê xurt bike û mîsyona ku hêzên Amerîkayê ji bo wê gihaştine Sûriyayê têk bibe. Ji ber vê yekê, divê Washington planên xwe yên kêmkirina hebûna xwe bi cih neyne. Di şûna wê de, divê parvekirina îstîxbaratê bi Şamê re bidomîne da ku êrîşên DAIŞê têk bibe û perwerdehiya xwe ya dijî-terorê bi artêşa Sûriyayê, HSD û hevkarên din ên herêmî re zêde bike. Wekî din, divê rêveberiya Trump rê li ber hevalbendên xwe -wek Îsraîl- bigire ku li hundirê Sûriyayê êrîşên ku kaosê ku DAIŞ dixwaze bi kar bîne gur bikin, pêk bînin.

Di dawiyê de, li şûna ku beşdariya Amerîkayê di hevpeymaniya navneteweyî de bi dawî bike, divê Washington komê berfireh bike da ku Sûriya bixwe jî cih tê de bigire – gavek ku dê perwerdehiya hevbeş, parvekirina agahiyan û operasyonên çêtir çêbike. Ji bo vê yekê, Amerîka û hevkarên wê yên hevpeymaniyê divê şertên ku HTŞ divê bi cih bîne ji bo tevlêbûnê diyar bikin. Endamên hevpeymaniyê yên heyî, bê guman, dê gumanên xwe li ser pêşwazîkirina cîhadîstên berê yên mîna El-Şeri hebin. Lê heke bê xwestin ku DAIŞ bi awayekî mayînde were têkbirin, divê hikûmeta nû ya Sûriyayê beşek ji vê hewildanê be û ji bo pêkanîna wê amade be.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN