Siyaseta Washingtonê derbarê Şamê, piştî rûxandina rejîma El-Esed di kanûna 2024an de, guhartineke mezin tê de çêbû. Di vê çarçoveyê de, rêveberiya Serokê Amerîkayê Donlad Trump bi awayekî fermî Heyet Tehrîr El-Şam an jî berê bi navê Cebhet El-Nusra li Sûriyayê dihate naskirin, ji lîsteya rêxistinên terorîst rakir.
Ev biryar, ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ve hate dayîn, ku wezîrê wê Marco Rubio anî ziman ku hikûmeta Sûriyayê ya demkî tedbîrên erênî girtine, piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam xwe fesix kir û soza têkoşîna li dij terorê bi hemû cureyên wê da. Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ev biryar da, piştî ku Trump biryara pêkanînê derxist û cezayên bi dehan salan li ser Sûriyayê rakir. Washington di aliyê derve, armanc dike ku destekê bide hikûmeta nû û rê li pêşiya başbûna aboriya dewletê vebike. Rêveberiya Trump ji hikûmeta Şamê ya demkî hêvî dike ku gavên piratîk ber bi normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê ve biavêje û rola Îran û Rûsyayê li herêmê sînodar bike. Di vê lêkolînê de, di çarçoveya wê yê dîrokî de ku Heyet Tehrîr El-Şam kete lîsteya rêxistinên terorî yên amerîkayî û navdewletî, herwiha hewldanên Amerîkayê yên rakirina wê ji lîsteya terorê û astengiyên li pêşiya Amerîkayê di Encûmena Ewlekarî û rûbirûna qanûna navdweletî, nîqaş bike.
Pêşgotin
Rûxandina ji nişka ve ya rejîma El-Esed di kanûna 2024an de, hişt ku “Amerîka siyaseta xwe bi awayekî mezin ji nû ve di ber çavan re derbas bike”. Piraniya çavdêran di destpêkê de texmîn dikirin ku Washington hêdî hêdî bikeve tevgerê û di danûstandina bi rêveberiya Sûriyaya nû re, dudil be. Di dîrokê de, Washington çi di dema rêveberiya demokratan û çi jî di dema komariyan de, tu berjwendiyên xwe yên girîng bi rêveberiyên Sûriyayê re tune bûn û di gelek caran de jî, dijminê wan bû û ceza li ser feriz dikirin. Lê ragihandina Trump a ji nişka ve ya rakirina cezayan, di dema serdana wî ji Erebistana Siûdî re di 13ê gulana 2025an de, hemû texmîn têk birin.
Ev gava Amerîkayê tê dîtin wekî dixwaze bi awayekî lez, nêzî desthilatdariya Sûriyayê ya demkî bike û peywendiyan pê re veke, piştî ku dewletên Ewropayê gelek gav avêtin ji bo ku peywendiya bi hikûmeta demkî ya Şamê re. Gava bê, Amerîka wê kesan û rêxistinan di Encûmena Ewlekarî de ji lîsteya terorê rake, wekî Heyet Tehrîr El-Şam an jî kesayetên sereke Ebû Mihemed Colanî (Ehmed El-Şeri serokê demkî) an jî Ebû Ehmed Hidûd (Enes Xetab wezîrê hundir di hikûmeta demkî de), Lê ev gava Washingtonê rastî astengiyên qanûnî li ser asta navdewletî tê, ji ber ku navlêkirin û xistina lîsteyan xwe dispêre biryarên Encûmena Elwekarîy a Neteweyên Yekbûyî, wekî biryara 1373 (2001), ku dewletan pabend dike tedbîrên ji bo têkoşîna fînasekirina terorê û cezakirina rêxistinên terorî pêk bîne. Herwiha, biryara 2253 (2015) ku çarçoveya cezayan li dij rêxistina El-Qaîde û yên girêdayî wê berfireh kir, lewra divê projeya Amerîkayê ya ku pêşkêş kiriye, hemû endamên Encûmena Ewlekarî li ser erê bikin û divê tu dewlet mafê Vîto bikar neyînin, herwiha di rûniştinên ku wê Sekertêrê Giştî yê Neteweyên Yekîbûyî û Nûnerê Giştî ji bo Sûriyayê derbarê Sûriyayê raporan bidin û raporên rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan çi yên hikûmî û yên ne hikûmî û şahîdbûna kesan li ser rewşa li Sûriyayê, bandorê li ser dengdayîna projeya Amerîkayê neke. Di vê çarçoveyê de, di daxuyaniya Encûmena Ewlekarî ya Navdewletî de hate gotin ku ji ber zêdebûna kiryarên tundiyê li parêzgeha Siwêdayê ji 12ê tîrmehê ve, ew gelekî bi fikar in. Di daxuyaniyê de, bang li hemû aliyan hate kirin ku pabendî agirbestê bin û garantiya parastina xelkê sivîl bin. Di encamê de, wê erka Amerîkayê ji bo bi destxistina erêkirinê gelekî zehmet be nexasim bi dewletên sereke di encûmenê de wekî Çîn û Rûsyayê.
Çawa Heyet Tehrîr El-Şam kete lîsteya terorê ya amerîkayî
Li gorî qanûna amerîkayî û taybet jî li gorî biryara cîbicîkar 13224 û qanûna koçberiyê û nasnameya amerîkayî, Heyet Tehrîr El-Şam kete nava lîsteya rêxistinên terorîst. Ev yek dihêle ku desthilatdariya Amerîkayê kesayetan an jî aliyên ku destekê didin terorê an jî beşdarî wê bûne, eger ku gefê ji ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê re an jî ji bo berjwendiyên navdewletî çêdikin, bixe lîsteya terorê.
Koma ku niha bi navê”Heyet Tehrîr El-Şam”tê naskirin, cara yekem di cotmeha 2004an de wekî rêxistineke terorîst hate îlankirin, dema ku Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê rêxistina bin navê”Koma El-Tewhîd û Cîhad”(beriya rêxistina El-Qaîde) wekî rêxistinke terorî ya biyanî û cîhanî îlan kir. Di heman mehê de, Neteweyên Yekbûyî”Rêxistina El-Qaîde li Iraqê”/Koma El-Tewhîd û Cîhad”xisteya lîsteya xwe ya terorê. Di kanûna 2012an de, hikûmeta Amerîkayê bi fermî Cebhet El-Nusra wekî nasnavek ji bo El-Qaîdeyê li Iraqê zêde kir. Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşankirina Rêxistina Terorîst a Biyanî (FTO) ya têkildar guherand, di heman demê de Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê navnîşa xwe ya terorîstên cîhanî yên bi taybetî hatine binavkirin guherand.
Di heman demê de, Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê El-Colanî (ku piraniya caran navê wî “Colanî” di belgeyên Amerîkayê de tê nivîsandin) di gulana 2013an de, wekî terorîstê cîhanî bi awayekî taybet, ragihand. Herwiha, Amerîka bi rêya bernameya xwe “Xelatên ji bo edaletê”, wezaretê 10 milyon dolar ji bo çi kesê agahiyekê li ser El-Colanî bide, diyar kir û da zanîn ku “heta niha rêveberê Cebhet El-Nusra” girêdayî “El-Qaîdeyê ye” ku cewherê “Heyet Tehrîr El-Şam e. Di sala 2016an de jî, tevî ku Heyet Tehrîr El-Şam ragihand ku ew êdî ne girêdayî El-Qaîdayê ye, lê Amerîka û civaka navdewletî dîtin ku ev ne gaveke rasteqîn e û têrê jî nake. Herwiha, li gorî belgeyan, hate eşkerekirin ku rêveberiya îdeolojîk û rêxistinî bi hema rêgez û rêbazên terorî yên El-Qaîde, bi bandor e.
Li gorî belavoka baylozxaneya Amerîkayê li Şamê ya di sala 2018an de, ragihand ku Wezareta Derve ya Amerîkayê “kategoriya Cebhet El-Nusra-Şaxê Rêxistina El-Qaîde li Sûriyayê-guhartiye, ji bo ku “Heyet Tehrîr El-Şam” û navên din jî bigire nava xwe. Di vê çarçoveyê de, navên din yên nû jî ketin kategoriya Cebhet El-Nusrayê, ji ber ku rêxistinên terorîst in. Ji bilî wê jî, di rûpela taybet ji bo xistina “Heyet Tehrîr El-Şam” nava lîsteya terorê (adara 2022yan), Neteweyên Yekbûyî li ser girêdanên damezrîner ên koma Tehrîr El-Şam bi rêxistina El-Qaîdayê re, piştrast kir. Di sala 2021ê de jî, Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê “Heyet Tehrîr El-Şam” xiste lîsteya xwe ya” hêzên herî bi fikar bi awayekî taybet “li gorî qanûna azadiya olî ya navdewletî ya sala 1998an” û “qanûna Frank R.Wolf ya azadiya olî ya navdewletî ya sala 2016an “û Heyet Tehrîr El-Şam” bi pêkanîna binpêkirinên xeternak taybet yên azadiya olî” tawanbar kir.
Komîteya Encûmena Ewlekariyê ya girêdayî rêxistina DAIŞ û El-Qaîdayê
Li ser asta navdewletî jî, kategoriyên lîsteyên terorê xwe dispêrin Encûmena Ewlekarî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, lewra komîteya Encûmena Ewlekarî ku li gorî biryarên 1267(1999) û 1989(2011) û 2253(2015) derbarê DAIŞê û rêxistina El-Qaîde û kesên girêdayî wê û kom û rêxistinên girêdayî wan, herwiha biryara 1373(2001)ku dewletan pabend dike tedbîrên têkoşîna li dij fînansekirina terorê û cezakirina rêxistinên terorîst, bigirin. Cebhet El-Nusra ji bo Gelê Şamê di 14ê gulana 2014an de li gorî paragrafên 2 û 3 yên biryara 2083 (2012) wekî rêxistineke bi El-Qaîdeyê re têkildar ji ber “beşdarbûna di fînansekirin, plansazkirin, hêsankirin, amadekirin, an pêkanîna kiryar an çalakiyan de bi, bi hevkariya, di bin navê, li ser navê, an ji bo piştgirîkirina” û “wergirtina ji bo” hatiye navnîşankirin; yan “bi awayekî din piştgirîya kiryar an çalakiyên” El-Qaîdayê (QDe.004) û El-Qaîdeyê li Iraqê (QDe.115).
Di 10ê hezîrana 2024an de, Encumana Ewlekariyê biryara 2734 (2024) pejirand, ku cemidandina mal û milk, qedexeya seferê û ambargoya çekan a li ser hemû kes û saziyên di Lîsteya Cezayan a DAIŞ û El-Qaîdeyê de ji nû ve piştrast kir (paragrafa 19an a vê biryarnameyê bi eşkereyî behsa Cebhet El-Nusra dike) û mandatên Tîma Çavdêriyê û Ofîsa Ombudsman ji bo 36 mehan, heta hezîrana 2027an, dirêj kir.
Herwiha, ji dewletan tê xwestin ku tedbîran li dij rêxistina El-Qaîde an jî DAIŞê û kes an jî kom an jî saziyên girêdayî wan, bigirin.
Kiryar an çalakiyên ku têkiliya kesek, komek, saziyek, an jî saziyek bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) an jî El-Qaîdeyê re nîşan didin ev in:
Beşdarbûn di fînansekirin, plansazkirin, hêsankirin, amadekirin, an pêkanîna kiryar an çalakiyan de ji hêla, bi hevkariya, di bin navê, li ser navê, an piştgiriya kesek, komek, sazî, an saziyek bi Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), El Qaîde, an her şaneyek, girêdayî, komeke parçebûyî, an jî girêdayî wê ve girêdayî; dabînkirin, firotin, an veguhestina çek û kelûpelên têkildar ji bo wan; peydakirina endaman ji bo DAIŞ, El-Qaîde, an her şaneyek, girêdayî, komeke parçebûyî, an jî girêdayî wê, an bi awayekî din beşdarbûna di kiryar an çalakiyan de.
Herwiha biryara 2734 (2024) qebûl dike ku plansazkirin, rêvebirin, an kirina kiryarên ku tundûtûjiya cinsî û li ser bingeha zayendî tê de hene, di nav de destdirêjî, kolekirina kesan, revandin û bazirganiya mirovan, dikarin li gorî pîvanên ku di benda 2yan a vê biryarê de hatine destnîşankirin, ji bo tevlîkirina di Lîsteya Sizayan a DAIŞ û El-Qaîdeyê de mafdar bin, dema ku kiryarên weha ji hêla DAIŞ, El-Qaîde û kes, kom û saziyên pê re têkildar wekî taktîkek terorîzmê têne bikaranîn.
Berdewamiya Heyet Tehrîr El-Şam li ser lîsteyên terora navdewletî
Li ser esasê van biryaran û yên ku pê re derketin, hate destnîşankirin ku rakirina çi navî ji lîsteya terorê, êdî kerta kesk jê re nayê dayîn, derbarê veguhastin an jî rêwîtiyê û ji berpirsyariyê qanûnî xelas nabe. Di vê çarçoveyê de, çi kes an jî komek ji kesan yên ku rastî binpêkirina ji aliyê van komên terorîst ve hatiye, mafê wan heye gilînameyan li welatên xwe an jî li dewletên ku itîrafê bi dozgeriya navdewletî dikin (hin dewletên Ewropayê) li dij van koman an jî kesayetên ji van koman, pêşkêş bikin. Eger ku giliyên wan werin qebûlkirin, mal û milkên heyî tên desteserkirin û dikevin lîsteya înterpola navdewletî û destûr nayê dayîn ku derkevin. Ev li ser bingeha biryara 2178 (2014) ye ku divê hemû dewlet piştrast bikin ku qanûn û rêziknameyên wan ên navxweyî kiryaran wekî sûcên têra xwe giran sûcdar dikin da ku sûcdar bikaribin bi awayekî ku bi awayekî têrker giraniya çalakiyên têkildarî şervanên terorîst ên biyanî yên ku di benda 6an a wê biryarê de hatine destnîşankirin nîşan dide, werin darizandin û cezakirin.
Her wiha, paragrafa (a/2) a pêveka biryara 2734 (2024) ji Tîma Çavdêriyê û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li dijî madeyên hişbir û sûc daxwaz dike ku çalakiyên xwe yên hevbeş, bi hevkariya Rêveberiya Cîbicîkar a Dijî Terorê û Panela Pisporan, bidomînin da ku gefa cîhanî ya ku ji hêla “DAIŞ, El-Qaîde, Cebhet El-Nusra û kes, kom, sazî û saziyên pê re têkildar” ve tê çêkirin, bişopînin, di nav de gefa hebûna DAIŞ û girêdayî wê li Iraq, Komara Erebî ya Sûriyayê, Lîbya, Afganistan û deverên din.
Çirava Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî
Hewldanên Amerîkayê di dawiya dema Serok Joseph Biden de dest pê kirin. Barbara Leaf, Alîkara Wezîrê Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk, piştî hevdîtina bi El-Şeri re li Şamê di 20ê kanûna pêşîn a 2024an de ji rojnamevanan re got ku Amerîka bernameya xelatên ji bo edaletê naşopîne û xelata 10 milyon dolarî ya ku ji hêla Washingtonê ve ji bo girtina wî hatî pêşkêş kirin betal dike. Leaf got ku wê El-Şeri agahdar kiriye ku “pêdiviya lezgîn heye ku piştrast bikin ku komên terorîst nikarin di hundur an derveyî Sûriyayê de, di nav de ji bo Amerîka û hevkarên me yên li herêmê, gefê çêkin.”
Di 14ê gulanê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump li Erebistana Siûdî bi Serokê demkî yê Sûriyayê Ehmed El-Şeri re civiya û niyeta Amerîkayê ya rakirina hemû cezayên li ser Sûriyayê ragihand. Di civînê de, ku zêdetirî 30 xulekan dom kir, Trump ji El-Şeri xwest ku tevlî peymanên normalîzekirinê yên bi Îsraîlê re, ku wekî Peymana Îbrahîm têne zanîn, bibe. Di 30ê hezîranê de, Koşka Spî ragihand ku Serok Donald Trump fermanek rêveberiyê îmze kiriye da ku cezayên li ser Sûriyayê bi dawî bike. Berdevka Koşka Spî Caroline Levitt diyar kir ku fermana rêveberiyê ya li ser Sûriyayê dê di 1ê tîrmeha 2025an de bikeve meriyetê.
Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku divê dewletek endam daxwazek pêşkêş bike da ku Heyet Tehrîr El-Şam ji navnîşa terorîst were derxistin û dûv re pêşniyar ji komîteya têkildar a Encumana Ewlekariyê re tê şandin. Komîte, ku ji nûnerên 15 endamên encumanê pêk tê, divê biryarek yekdeng bide da ku pêşniyarê pesend bike.
Di vê çarçoveyê de, li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên ku bi van hewldanan agahdar in, Amerîka dixwaze cezayên Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî yên ku li ser serokê demkî yê Sûriyayê Ehmed El-Şeri û koma wî ya çekdar a berê hatine sepandin, rake.
Washingtonê pêşnûmeyek biryarnameyek li Brîtanya û Fransayê belav kiriye û tê de daxwaza rakirina El-Şeri, ku berê bi navê xwe yê şer Ebû Mihemed El-Colanî dihat nasîn û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyayê Enes Xetab dike, ji lîsteya cezayên dijî-terorê ya NY ya ku El-Qaîde û Dewleta Îslamî (DAIŞ) hedef digire, dike. Hebûna wan di vê lîsteyê de tê vê wateyê ku ew ji bo çûnûhatina navneteweyî destûra taybetî ya NY hewce dikin.
Nivîsara amerîkayî herwiha berfirehkirina îstîsnayên cezayan ji bo hêsankirina çalakiyên karsaziyê li Sûriyayê û herwiha îstîsnayek sînorkirî ji ambargoya çekan ji bo çend ajansên Neteweyên Yekbûyî vedihewîne, ku dihêle ew bêyî ku alavên wan di bin sînorkirinên karanîna dualî de bin, çalakiyên paqijkirina mayînan û çalakiyên din pêk bînin.
Guhertoya orîjînal a pêşnûmeya amerîkayî herwiha derxistina Heyet Tehrîr El-Şam ji nav lîsteyê wekî saziyek cezakirî vedihewîne. Lêbelê, ji ber dijberiya tê payîn a endamên Encumena Ewlekariyê yên wekî Çînê, Dewletên Yekbûyî ev bend ji nivîsa heyî derxist û li şûna wê dê hewl bide ku komê bi rêya Komîteya Cezayan a Neteweyên Yekbûyî, ku li pişt deriyên girtî dixebite, ji navnîşê derxîne.
Ne diyar e ka navê El-Şeri dê ji navnîşê were derxistin berî ku ew meha bê biçe lûtkeya rêberên cîhanê li New Yorkê, ku tê payîn ku ew yekem axaftina serokkomarekî sûriyayî ji NY re ji sala 1967an vir ve pêşkêş bike.
Berevajî vê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyayê, Tom Barrack, ji rojnamevanan re li Washingtonê got ku NY hîn ne amade ye ku Heyat Tehrîr El-Şam û serokê wê yê berê ji lîsteya reş derxîne, lê ew hêvî dike ku El-Şeri destûra rêwîtiyê wergire da ku beşdarî civînên Civata Giştî ya NY di meha îlonê de bibe ger ew di navnîşê de bimîne.
Barrack, ku di heman demê de wekî Balyozê Amerîkayê li Tirkiyayê jî kar dike, zêde kir ku hîn biryarek nehatiye dayîn ka Serok Donald Trump dê di kêliya lûtkeyê de bi El-Şeri re bicive yan na.
Çîn, endamek daîmî yê Encumena Ewlekariyê, astengiya herî mezin a ji bo derxistina komê ji navnîşa cezayan temsîl dike. Pekîn hîn jî di derbarê entegrekirina şervanên Uygur ên ji Partiya Îslamî ya Turkistanê, rêxistinek cîhadîst a transnasyonal ku armanc dike dewletek Îslamî li Xinjiang û Asyaya Navîn ava bike, ji hêla Artêşa Sûriyayê ya nû ve bi fikar e. Çend endamên partiyê di Artêşa Sûriyayê ya nû de meqamên bilind wergirtine, ku Firqeya 84an bi taybetî ji bo bicihkirina Uygur û şervanên din ên biyanî ava kiriye.
Rûsya, ku berê hevalbenda El-Esed bû, di nav wan welatan de ye ku derxistina rêxistinê ji lîsteyê wekî pêşwext dibînin û daxwaz dike ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyayê di derbarê şervanên biyanî û parastina kêmneteweyan de gavan bavêje.
Li gel fikarên xwe, Rûsya bi awayekî çalak bi hikûmeta nû ya li Şamê re mijûl dibe. Hefteya borî, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskowê bi Wezîrê Derve yê Sûriyayê Esed El-Şeybanî re civiya, ku ev serdana yekem a rayedarekî payebilind ê Sûriyayê ji dema hilweşîna El-Esed ve ye. Nîşanên vegera Rûsyayê bo Sûriyayê dest pê kirine û raporên ku dibêjin hikûmeta Sûriyayê bi vegera dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê bo parêzgehên başûrê welat eleqedar e, derketine holê. Dibe ku Mosko bikaribe di têkiliyên di navbera hikûmeta Sûriyayê û Îsraîlê de navbeynkariyê bike. Ev helwest piştî ku hikûmeta Rûsyayê hikûmeta Talîbanê li Afganistanê nas kir, ku tenê welatê ku vê yekê kiriye û bi fermî pê re mijûl dibe, derket holê.
Ji hêla qanûnî ve, li gorî Annex II ya Biryara 2734 (2024), Paragrafa 63, Encumana Ewlekariyê ji bo berhevkirina agahiyan çar meh, ji bo diyalogê du meh, ji bo nîqaşê panzdeh roj û ji bo agahdarkirina biryarê şêst roj hewce dike. Di vê heyamê de, tîma çavdêrî û şopandinê mafê wan heye ku raporên rêxistinên navneteweyî, mirovî û mafên mirovan û şahidiyên takekesî bibihîzin.
Ev şantaj e yan realîzma amerîkayî ye?
Dema ku komek wekî rêxistineke terorîst tê destnîşankirin, hemî vebijarkên siyasî ji bo wê têne girtin û fînanse û piştgirî jê re tê redkirin. Lê rakirina destnîşankirinê tê çi wateyê? Ew tenê “daxwaznameyek bi şert” e ku li gorî qaîdeyên aliyê bihêztir vegere nav civaka navneteweyî. Lêbelê, pisporên hiqûqa navneteweyî pêşniyar kirine ku rakirina Heyet Tehrîr El-Şam û El-Colanî ji navnîşên terorîst were paşxistin heya ku tevgera wan were verastkirin, garantî ji bo veguheztinek nerm li Sûriyayê, rêzgirtina mafên kêmneteweyan, pêşîgirtina li karanîna Sûriyayê wekî bingehek ji bo terorîzmê û gelek tiştên din werin peyda kirin.
Ji bo ku ji lîsteya terorîstan were derxistin, divê Heyet Tehrîr El-Şam û serokê wê bi tevahî û teqez têkiliyên xwe bi her komeke tundrew re qut bikin û guhertinek rastîn di gotar û tevgerên xwe de nîşan bidin. Divê Heyet Tehrîr El-Şam jî beşdariyek berbiçav bike ji bo xurtkirina aramiyê li deverên di bin kontrola xwe de û têkiliyên erênî bi civaka navneteweyî re ava bike. Wekî din, girîng e ku garantiyên dawîn werin dayîn ku îspat bikin ku ew êdî gefek ewlehî an siyasî çênake. Mesele ne tenê ragihandina guhertinê ye, lê belê nîşandana wê bi çalakiyên berbiçav ên li gorî standardên navneteweyî yên ji bo dij-terorîzmê û xurtkirina ewlehiyê ye.
Ji ber vê yekê, heger hewldanên Amerîkayê ji bo derxistina Heyet Tehrîr El-Şam û Ebû Mihemed El-Colanî ji navnîşên terorîstan bêyî ku van mercan bi cih bînin bi ser bikevin, ev tenê ji ber hewldanên Amerîkayê ye, nemaze yên Serok Donald Trump, ku wekî her carê, bêyî gelek şêwiran biryara rakirina cezayan da. Heta şêwirmendên wî yên Rojhilata Navîn jî ji vê biryarê matmayî man. Ev ê presedanek xeternak ava bike, ji ber ku ew ê argumana rêxistinên terorîst ên li çaraliyê cîhanê bide ku heya ku ew karibin desthilatdariyê bi dest bixin, pirsgirêkek bi pratîkkirina terorîzmê re tune ye û ew ê ji navnîşa terorîstan werin derxistin. Ev yek di civîna ku ji hêla Balyozê amerîkayî li Tirkiyayê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyayê, Thomas Barrack ve hatî dayîn de hate eşkerekirin ku Amerîka dê li Sûriyayê “avakirina neteweyî” pêk neyîne. Wî zêde kir ku Serok Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio “ji bo modela demokratîk ku divê li gorî avahî an daxwazên wan were bicîhkirin, ferman nakin, daxwaz nakin û çarçoveyek peyda nakin.” Berevajî vê, El-Şeri qebûl kiriye ku piraniya welatên herêmê û Amerîka – bi kêmanî – demokrasiyê li welat nadin pêşiyê, ji ber vê yekê ew pêşîniyê dide yekkirina hêzê û pêşkeftina aborî.
Axaftina derxistina Heyet Tehrîr El-Şam ji lîsteya terorîstan guhertinên di siyaseta navneteweyî de nîşan dide, ku di bin slogana “Hûn bi min re ne an li dijî min in” de bûne qadeke şantajê. Piraniya daxwazên amerîkayî bi ewlehiyê ve girêdayî ne û herwiha zext li ser Sûriyayê heye ku tevlî Peymana Îbrahîm bibe û têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal bike. Rêveberiya amerîkayî li ser vê mijarê disekine, ne li ser mijarên demokrasiyê, mafên jinan, an jî tu mijarên têkildarî rêveberiyê. Ev yek di tundûtûjiya ku li seranserê peravên Sûriyayê, deverên Eşrefiyê Sahnaya û Ceramana, bombebarankirina Dêra Mar Îlias li Şamê û herî dawî li Parêzgeha Siwêydayê li başûrê welat, bi binpêkirinên belgekirî yên ji hêla hêzên hikûmetê û hêzên hevalbendên wan ve, diyar bûye.
Dawî
Hewldanên Washingtonê, bi taybetî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji bo derxistina Heyet Tehrîr El-Şamê (berê Cebhet El-Nusra) û serokê wê Ebû Mihemed El-Colanî (Ehmed El-Şeri, serokê demkî yê Sûriyayê), ji lîsteya terorîst a Encumena Ewlekariyê, ji ber astengiyên qanûnî û rêze biryar û daxuyaniyên Konseya Ewlekariyê yên ku qada manevrayê di derxistina her sazî an kesekî ji lîsteya terorîst de sînordar dikin, ku dibe ku gefê li aştî û ewlehiya navneteweyî bixwe, asteng dikin. Hewldanên Amerîkayê di heman demê de bi lihevkirina navneteweyî û herêmî û pirsgirêkên navxweyî yên li Sûriyayê re jî li hev dikin, ji ber ku ev alî dê hewl bidin ku bi Washingtonê re li ser mijarên herêmî û navneteweyî lihevkirinan bikin. Hin ji van peymanan dibe ku bi dûrketina ji bikaranîna hêza xwe ya vetoyê di Encumana Ewlekariyê de bibin sedema vegera Rûsyayê bo Sûriyayê. Bi vî rengî Amerîka dê bibe mîna metelokê: “Av bi avê şirove kir.”







