Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Navenda Kurdî ya Lêkolînan hevpeyvînek bi siyasetmedarê kurd û yek ji rêveberên PJAK Siyamend Muînî re derbarê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, piştî êrîşên dualî yên Îsraîl û Îranê, çêkir. Herwiha, siyasetmedarê kurd behsa helwesta kurdî bi awayekî giştî û helwesta PJAK bi awayekî taybet ku girîngtirîn partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye, kir. Wekî tê zanîn jî PJAK hewl dide ku dewleta Îranê bîne ser maseya danûstandin û dîyalogê bi hêzên siyasî yên kurdî re, di heman demê de hewldanên wê hene ji bo yekkirina xîtaba siyasî ya kurdî bi awayekî taybet û û bi awayekî giştî jî yekkirina helwesta hemû hêzên oposîzyonê yên niştimanî yên Îranê. Ji aliyekî din ve jî siyasetmedarê kurd behsa helwesta partiya xwe ji pêvajoya”Aşitî û civaka demokratîk”kir ku rêveberê PKKê di destpêka sibata borî de ragihand, ji bo çareserkirina doza kurdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê.
Hevdîtin wiha ye:
1-agahiyên derbarê demografî û erdnigariya Rojhilatê Kurdistanê cem Kurdên beşên dîtir yên Kurdistanê kêmin an jî carna nînin! Hûn dikarin bi kurtî be jî, behsa Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê demografî û cografî bikin?
Sinorê Rojhilatê Kurdistanê di nav sinorên Îranê de herêmek mezin e ku di warê dabeşkirina dewleta Îranê de ji çend parêzgehan pêk tê: Parêzgeha Kirmaşanê, Parêzgeha Îlamê, parêzgeha Loristanê, Parêzgeha çarhal mehal û Bextiyarî û beşek ji parêzgeha Kuhgoloye û buyirehemd, Parêzgeha Kurdistanê ku navenda wê Sine (Senendej) e û Parêzgeha Azerbaycana Rojava an jî Ûrmiyeyê. Herwiha di beşa bakûrê Rojhilatê parêzgeha Xuzistanê jî Lor û Lek û Feylî hene. Dîsan li Xorasanê ku nêzîkî du milyon kurd lê dijîn. Herêmên Kurdan ji aliyê cewherî ve xweş û dewlemend e, piraniya herêmên Kurdan dikeve quntarên çiyayên Zagrosan, beşek jî ber bi navenda Îranê ve diçe, ji Başûr jî taybet herêmên Lornişîn digihîjin kendavê. Gundên çiyayî, çemên mezin ên wekî çemê Sîrwan, Kelwe û gelek çemên din di Kurdistanê re derbas dibin. Ev beşa Kurdistanê di warê maddeyên binerd de zengîne, beşeke mezin ji kanên zêr yên Îranê li ser axa Kurdistanê ne û ev beşeke erdê bibereket û pîroze û li Kurdistanê gelek av heye ku rêjîma Îranê beşeke ji avê bo bajarên din yên Îranê veguhastiye.
Rojhilatê Kurdistanê bi Başûrê Kurdistanê li Iraqê û bakurê Kurdistanê li Tirkiyayê hevsinor e. Rojhilatê Kurdistanê bi qasî 10-12 milyon kurd lê dijîn û heger kurdên Xorasan û Loristanê weke îstatîstîkên Rojhilat bên hejmartin, ev hejmar gelekî zêdetir e. Kurd li vê beşa Kurdistanê bi giştî kurdîaxêv in (soranî, kurmancî, kelhorî-Lekî-Feylî, hewramî û lorî). Di warê çandî de gelek têkiliya wan bi çanda Zagrosê re heye û heta dewlemendiya çanda kurdan jî di erdnîgariya Îranê de gelekî têkiliya wê bi komên etnîkî yên din re heye. Ji aliyê siyasî ve jî Rojhilatê Kurdistanê polîtîzeye û xwedî asteke bilind a perwerde û çanda têkoşîna sivîl û parastina jîngehê ye.
2-Hûn dewleta Îranê ji bo me çawa dikarin binasînin? Îran dewleteke çawa ye û gelo siyaseta wê ya li hemberî Kurdan û neteweyên din ji ya welatên mîna Tirkiya, Sûriya û Iraqê cudatir e?
Dema mijar dibe hikûmeta Îranê, divê mirov fêm bike ku Îran siyaseteke dîktatorî û zordar dimeşîne. Ev rêjîm di Rojhilata Navîn de roleke girîng lîstiye û siyaseta wê ya li hemberî kurdan û gelên din zordarane û ne demokratîke! Bi peyiveke xwarû ew dijmintiyê birêve dibe! Îran dewleteke Îslamî ye ku piştî şoreşa gelên Îranê ya sala 1979an xwe li ser gelên Îranê ferz kir. Sîstema siyasî ya Îranê ji aliyê “Wîlayata Feqîh” ve tê birêvebirin û Rêberê Bilind Xamineyî ye û xwe wekî Îmamê demê dibîne û hemû biryarên mezin di bin çavdêrî û fermana wî kesî de tên dayîn. Di destpêka desthilatdariya Xumeynî de, darvekirinên navxweyî û tune kirin û ji ortê rakirina şoreşger, sosyalîst û mûxalifan bi awayekî sîstematîk pêk anîn. Di dema şerê bi hikûmeta Êraqê re di serdema Sedam de ku 8 salan dewam kir, di wê demê de bi hezaran şoreşger hatin darvekirin û di heman demê de siyaseta derve ya Îranê li ser henarde kirina Şoreşa Îslamî ya Îranê bû û têkiliyên bi welatên derdor re her tim dijminane bûn, vê siyasetê rê li ber qeyranekê di herêmê de vekir.
Îranê piştgiriya rejîma El-Esed dikir û hêzên xwe yên çekdar ên wekîl li derveyî sinorên xwe bi berdewamî xurt kirin. Di heman demê de, ew piştgiriya partîyên şîî dike û ji siyasetên partîyên li Başûrê Kurdistanê pir bifikr nîne. Li Îranê serokkomar, parleman û saziyên cuda hene, lê hemî tenê di çarçoveya ku Xamineyî destûr daye de, dixebitin.Bi awayekî fermî destûr ji tu partiyeke siyasî re nayê dayîn ku xebatên siyasî bikin û divê hemû tevgerên siyasî, sivîl û hawirdorparêz di bin kontrola wan de bin.
Hêza bingehîn a dewletê Pasdarên Şoreşê ye ku bi rengekî mafiyayî tevdigere û armanc dike ku dewlet, sazî û civakê kontrol bike. Zêdeyî 80 ji sedî yê aboriya welêt ji aliyê “Sipaha padarên Şoreşê” ve tê kontrolkirin û weke kartel dixebite. Bi vî rengî Îran dewleteke teokratîk û dîktator e û di heman demê de dewleteke teokratîk e ku temsîla 12 Îmamên Şîa dike û bi awayekî fermî tu oleke din qebûl nake.
3-Niha rewşa siyasî li Îranê çawa ye? Gelo rêjîm piştî vî şerî nafikire pirsgirêkan çareser bike? Hûn nêzîkatiyên rêjîma Tehranê di vê demê de çawa dibînin?
Dewleta Îranê qet li çareserkirina pirsgirêkên neteweyan nefikirîye û heta di hişê sîstemê de jî tune ye ku van pirsgirêkan çareser bike, wek min berê jî anî ziman, ev sîstem desthilatdariyeke despotîk û dîktatorî ye û tenê li ser parastina vê pergalê û berfirehkirin û xurtkirina teknolojiya şer difikire. Ji ber vê yekê, ew çekên nûkleer û mûşekên balîstîk ên bihêz pêş dixe. Ev siyaset tê wateya xurtkirina hêzên wekîl û hinardekirina Îslama siyasî ji derveyî sinorên xwe re. Îsraîlê si’eta yekem a êrîşê hejmareke girîng ji fermandarên payebilind ên Îranê hedef girt û ew kuştin, ku ev ji bo Îranê pir dijwar bû û derbeyek xurt li avahiya artêşa Îranê bû. Şer 12 rojan dom kir û Îsraîlê li gelek hedefên xwe xist.
Tevî vê rewşê jî niyeta dewleta Îranê nîne ku pirsgirêkên navxweyî yên Îranê çareser bike, yan jî bi gotineke din nikare van pirsgirêkan çareser bike . Me dît ku piştî şerê 12 rojan, bi sedan çalakvanên siyasî û sivîl li Kurdistanê hatine girtin û gelek kes hatine dardekirin û komek ciwan jî li benda darvekirinê ne û behaneya Îranê jî ewe ku ew sîxûrên Îsraîlê ne û ev jî tenê hincetek e bo tirsandina xelkê di hundir de û bi taybet kurd,belûç û ereb ji bo ku gel li dij dîktatorî û neheqiyê nefikire.
4– Hêzên kurd li Rojhilat çi qasî nêzî hevin û çawa dikarin yekîtiyekê an jî eniyeke kurdistanî ava bikin?
Partiyên li Rojhilat xwedî derfeta lihevkirinê ne û gelek caran hewil dan mekanîzmayeke hevpar a hevkariyê peyda bikin, lê belê ji ber destwerdana derve nekarîn di çarçoveya platformekê de li hev bicivin. Di sala 2016’an de me weke PJAK serdana hemû partiyên rojhilat kir û di heman demê de di sala 2018’an de me projeyek ji 10 xalan pêşkêş kir, tevî ku hemû alî li ser naveroka wê li hev kirin lê dîsa ji ber astengiyên cuda ev hevkarî neket pratîkê û komek di nava dezgea “parastin” ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Êraqê de gelek caran ev partî asteng kirin, ji ber vê yekê tu encam derneket. Li Rojhilat gelek mirov hene ku hewl didin çareseriyê bibînin. Em wekî PJAK tu mercekê ji bo nêzîkbûna alîyên rojhilat destnîşan nakin. Tenê divê di egerê guherîna hikûmeta Îranê de mafê tu alîyekî nebe ku hêzên çekdar yên xwe hebin û beşa serbazîyê divê hêzeka yekgirtî be û erka vê hêzê jî parastina destkeftiyên azadîyê yên Rojhilata Kurdistanê be.
5– PJAK karê xwe yê siyasî niha li ser çi ava dike û têkiliyên wê bi hêzên kurd û îranî re çawa ne?
PJAK li ser bingeha xwerêxistinkirin û perwerdeya li nava refên xwe dixebite û di heman demê de di qada siyasî ya Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de jî aktîv tvdigere. Siyaseta me li ser bingeha têkiliyên nêz yên bi gelên din ên li erdnîgariya Îranê yên weke Belûç, Ereb, Azerî, Gîlek, Taliş û Tirkmenan hatiye avakirin. Plana me her ew bûye ku têkiliyên xwe yên bi hêzên azadîxwaz û demokratîk re xurt bikin û ji bo avakirina civakeke demokratîk a li Îranê, di qada siyasî de bi hev re hevkariyê bikin.
6-PJAK ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Iranê çi statûyê dixwaze?
PJAK ji bo Rojhilatê Kurdistanê rêveberiya xweser a demokratîk plan kiriye û di çarçoveya Îranê de konfederalîzma demokratîk guncaw dibîne, lê ji nîqaşaên derbarê vê mijarê de re jî vekiriye. Ji bo van projeyan hewl dide hevkarî û hevgirtinekê bi gelê Îranê re ava bike û li Rojhilatê Kurdistanê jî li ser esasê pirjimariya siyasî bi partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê re di çarçoveya platform an eniyeke hevpar de li dij şovenîzma navendperest û paşvero bi hev re tevbigerin û têkoşîneke hevpar bidin meşandin.
Em jî weke PJAKê niha yekane partiya Rojhilatê Kurdistanê ne ku kariye hebûna xwe di hindirê xaka Rojhilat de biparêze û nekeve dafik û xefika rejîma dîktator a Îranê de. Me xwe bi rêxistin kiriye û sedan û hezaran kes di nava Îranê de perwerde kirin da ku bikaribin di têkoşîn û pêşeroja siyasî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê de rolê bilîzin û bi rola pêşengiyê rabin. Em di çarçoveya Îraneke demokratîk û konfederal de li xwerêveberiya demokratîk digerin û li Îraneke demokratîk ji bo neteweya demokratîk têdikoşin. Ev projeya me ya ji bo pêşeroja Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye; di vî warî de bêguman em ê stratejî û taktîka xwe bi cih bînin.
7- Gelo pêvajoya aşîtiyê li Bakur û bi dawîanîna şêrê çekdarî çi bandorê li Rojhilat û PJAKê dike?
Zû ye ku mirov li ser vê mijarê nirxandineke berfireh bike, lê heger li Tirkiyayê ev pêvajo pêk were û êdî pêdivî bi şer û çekan nebe, ev rewş wê bandoreke pir erênî li têkoşîna me bike û rola tevgera azadîxwaz ya Rojhilatê Kurdistanê xurt bike. Projeya Diyalog û Aştiyê wê têkoşîna Kurdistanê bigihîne qonaxeke nû ya siyasî û di pêvajoyekê de pirsgirêkên kurd û gelan li Tirkiye û Îranê bi rêya demokratî û diyalogê dikarin bên çareserkirin. Dewleta Îranê êdî nikare bi nêrîn û siyaseta çewisandinê jiyana xwe ya siyasî bidomîne û heger ev siyaset berdewam bike û bi rewşa xirab a aborî, civakî û siyasî ya rejîma Îranê, Îran wê bikeve nav rewşeke qeyranê û êdî wê nikaribe desthilatdariya xwe bidomîne. Di herdu rewşan de jî PJAK dê siyaseta xwe li gor helwesta Îranê birêve bibe û PJAK dev ji mafên rewa yên gelê xwe bernade û ji bo ku mafên rewa yên gelê me bi dest ve bîne dê bi hemû awayan têkoşînê berdewam bike.
PJAK: Di 4ê nîsana 2004an de hate damezrandin û kongreya xwe ya duyem di çileya 2006an de lidar xist. PJAK ji bo bi destxistina mafên gelê kurd li Rojhlatê Kurdistnaê (Kurdistana Îranê) têkoşîneke siyasî û leşkerî dimeşîne. PJAK (ku heta niha 7 kongreyên xwe lidar xistine) bihêztirîn partiyên kurdî li Îranê ye û ya herî bi bandor e jî û di nava ciwanên kurd de, xwedî alîgiriyeke mezin e, herwiha li tevahiya erdîngariya Rojhilatê Kurdistanê civaka kurdî ji hemû mezheb û baweriya xwedî lê derdikevin. Siyamend Muînî(kurê siyasetmedarê kurdî yê naskirî Silêman Muînî) li bajarê Mihabatê hatiye dunyayê, ji sala 2016an heta sala 2024an bi fermandara Zîlan Vejîn, hevserokatiya partiyê dikir. Niha jî ew endamê komîteya navendî ya partiyê ye.







