• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

“Tirkiyaya nû” û “Sûriyaya kevn” .. Pîrozkirina têkçûnê li welatê Şamê

July 27, 2025
“Tirkiyaya nû” û “Sûriyaya kevn” .. Pîrozkirina têkçûnê li welatê Şamê

Çekdarên hêzên Ewlekariya Giştî yên hikûmeta Şamê li derdora bajarê Swêdayê | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye العربية

Li herêmê niha gelek modelên ji bo avakirina siyasetên cuda ku hewl dide dewletê û peymana wê ya civakî pênase bike, hene. Du ji wan hîna têne avakirin û heta niha negihaştine rengê xwe yê dawî. Lê wekî destpêk mirov dikare behsa du modelên berz bike. A yekê, modela Tirkiyayê ku di rastiyê de ji aliyê kurdan ve hate pêşkêşkirin ji bo jinûveavakirina komarê. Ev model hewl dide ku ji nû ve dewletê pênase bike, bi awayekî ku yekalîbûna netewperestî ya ku ev sed sal in dewam dike bişkîne û derfetê bide kurdan ku bikevin nava xebatên siyasî wekî hevkarên rasteqîn û welatî di komarê de, bê ku dev ji çi herêmên niştimanî yên di aliyê navdewletî de bi navê Tirkiyayê tê naskirin, were berdan. Ev proses jî encama têkoşîna mezin a kurdan e, ne ji ber encama “zanebûna niştimanî” di pênaseya komarê de ye, ji ber vê yekê jî “Tirkiyaya nû” heta niha hîpotezek e, ne destkeftiyeke ku pêk hatiye û îsbata vê yekê jî di modela duyem de ye:

 Jinûvehilberandina “Sûriyaya kevn e” ku bi din serpereştiya cîranê xwe yê bakur (Tirkiya) pêk tê. Ev hevkêşe dilemayek Tirkiyeyê dihewîne, ji ber ku avahiya yekgirtî ya komarê dixwaze modela xwe, ku di hundir de hildiweşe, veguhezîne derveyî welêt, ango Tirkiyaya kevn derbasî Sûriyaya nû bike. Ev krîza Tirkiyeyê bi xwe re û dûrketina wê ya zû ji “Tirkiyeya nû” ya qaşo pir-etnîkî nîşan dide. Di pêvajoya rizgarkirina rejîma El-Esed bi awayekî demkî ji şerê navxweyî ji dema 2017an heta 2024an, diplomasiya Tirkiyayê di çarçoveya Astanayê bi Îran û Rûsyayê re, bi şertê ku rejîma Sûriyayê netewepereset bimîne û dev ji “dewleta neteweperest a yekalî” bernede û di heman demê de jî fişarê li ser El-Esed bike ji bo şerekî bi navê “neteweya erebî” li dij kurdan, pêk bîne. Diyar e ku Wezareta Tirkiyayê ya Hundirîn wê guhartinên destûrî yên mezin pêk bîne-eger ku rêya aşitiyê bi PKKyê re pêk bîne-lê Wezareta Derve ya Tirkiyayê, heta niha li ser rejîma derbeyê ya netewperestî ya sala 1980yî, bi israr e.

Bi heman awayî, modela Sûriyayê ya ku di bin desthildariya Heyet Tehrîr El-Şam hatiye avakirin, ew berdewamiya zihniyeta siyaseta derbeya Partiya Beis a yekem di sala 1963yan de ye. Modeleke girtî ye, ne wekî rewşa pêvajoya aşitî ya kurdan û tirkan ya nû li bakurê welatê Şamê ango li Kurdistan û Anatolyayê ye, lê belê dîmenê bi gotar, helwest û daxuyaniyên ku bi îzolasyonîzma piralî têne xuya kirin, tijî dike. Ew bi awayekî nepenî kolonyalîst li hember Lubnanê, mezhebî li hember elewî û durzî û neteweperest e li hember kurdan, bi planên ji bo komkujiyên veguhêz û guherbar.

Sûriya welatekî ku tu bijarteyên wê yên navîn tuneye, an divê ji aliyê çîna herî zêde ya têkçûyî were birêvebirin, wekî dirêjahiya dîroka xwe ji dema Muawiya û Beno Sufiyan ketin Şamê û avakirina welat bi endezyariyeke demografîk a nû bi anîna kesên din û koçberan hîneke din. An jî qutbûna ji vê dîroka mezhebîbûnê ku heta roja me ya îro tê, di nav de jî qutbûna ji modela El-Esed di temsîlkirina modela Umewî de, biqete û ber bi hevkariyeke nezimmî ve di rêvebirina welêt de biçe. Welatekî bê zîhniyeta kêmneteweyan, lê bi civakên zindî yên ku ne cuda ne û ne jî bindest in. Ew têkiliyeke peymanî ye ku tê de ji kesî nayê xwestin ku teslîm bibe an “bazirganiya koleyan a neteweyî”. Ev tenê dikare ji hêla serokê hikûmetê ve were sazkirin û bicihkirin, ku tê texmînkirin ku aqilane be.

Balkêş e ku tiştê îro di bin sernavê “Tirkiyaya nû” de tê avakirin, li ser esasê jihevxistina “Tirkiyaya kevn e” ku şaştî û dîroka xwe ev sedsal in berdewam dike û Tirkiya 2 trîlyon dolar xerc kir di serhişkiya neteweperestî li dij reformkirina komarê. Ev gotin -ango “Tirkiyaya kevn” xwe dubare bike- rêveberê PKKyê Ebdullah Ocalan heman tiştî ji bo rewşa PKKyê bi xwe jî bi kar anî. Serokkomarê Tirkiyayê Receb Tayyip Erdogan ku hewl dide bibe serokê “Tirkiyaya nû”,  bi xwe itîraf kir li ser berpirsyartiya komara Tirkiyayê li ser “gelek şaştiyên” ku di dema borî de çêbûne, wekî şewitandina gundan û koçberkirina xelkê bi darê zorê di şevekê de, dayîkên ku nehiştin bi zimanê xwe yê kurdî bi ewladên xwe re di hundirê zindanan de biaxivin û erebeyên ji cureya “Toros” ku îstixbaratên leşkerî di operasyonên kuştin û tasfîyekirina sivîlên kurdan, bi kar dianîn.

Derbarê Sûriyayê de, modela netemam a tiştê ku tê texmînkirin “Sûriyeya nû” be ne li ser rexnekirin an derbaskirina “Sûriyeya kevn” e, lê belê li ser mîrasgirtin û dubarekirina wêjeya wê ji destpêkên wê yên xeyalî ye. Ev emewî, ku ne sunî bûn, lê paşê wekî “sunî di şîrovekirina dîrokê de” hatine pênasekirin, ne sunî di doktrînê de, ji ber ku ew li ser doktrîna diyarkeriyê û dûv re jî çarenûsê hatine damezrandin. Dibe ku ev doktrîn tiştê ku herî baş li gorî serdestên nû ye.

Di encamê de, navê vê çîrokê “Sûriyaya nû” ye. Yek ji diyardeyên ev “Sûriyaya nû” mirov dikare bi nav bike “azadbûna derbirînê li ser nefretê” ku alavên ragihandina wê ji xwe re esas digire. Ango, bangên sorkirinê ji bo qirkirinê bikar tînin, wekî fişareke ragihandinê, wekî çawa di hemleya sorkirina eşîran li dij Siwêdayê, an jî beriya wê banga cîhadî li dij elewiyan û piştre jî li dij kurdan ku wê bibe cara çaremîn, piştî Efrînê, Kobanê û Serê Kaniyê. Di heman demê de, diruşmeyên aşkere bi tirs êdî derdikevin holê, wekî dirûşmeya ku di kombûneke biçûk a gelêrî de li bakurê Sûriyayê hate gotin: “Ji bilî xwedê tu xwedê tune ye û kurd dijminê xwedê ne”, ev jî modela neteweperestîbûna nû ye ku hewl dide xwe bi perdeya olê veşêrê, da ku ji wêneyê xwe yê cîhadîst birive, tevî hemû îdiayên teorîsyenên wê di nav sedsalan de, ew tu vebûneke çandî ya rastîn nîşan nade.

Diyar e ku li pêşiya desthildariyê tu bijarte tune ye, ji bilî ku bibe nîjadperest di bingehê de xwe, eger ku”dewleta yekalî”derbas neke, çi neteweyî çi jî mezhebî. Desthildarî li ser modela desthildarî ya ne îlankirî bi israr e, lê di cewherê xwe de aşkere ye ku li ser esasê du tiştan ava dibe “fatihkar û têkçûyî”, ku cihê wekheviya di beşdariya siyasî an jî rêveberî têde tune ye. Bi rastî, rejîma nû hema hema bi tevahî têgihên Partiya Beis a Sosyalîst a Ereb di israra xwe ya yekalî ya li ser avakirina dewletê de deyn kiriye, tewra di dîtina wê ya îslamê de wekî stûnek neteweperest ku yekîtiya Sûriyaya Erebî xurt dike dema ku ew neçar dibîne ku wekî neteweperestek ereb xuya bike. A balkêş ev e ku ev neçarî ne ewqas navxweyî ye ku ew ji derve ve tê rêvekirin, ji ber ku di pêvajoyek lihevhatina neteweyî ya berfireh de tu lihevhatinek civakî ya navxweyî ya berfireh nehatiye bidestxistin, her çend lihevhatinek wiha ji bo jinûvepênasekirina dewletê pêwîst be. Di rastiyê de, “Komara Erebî ya Sûriyayê” amûrên rêveberiya rejîma berê mîras digire, bi taybetî jî hegemonya mezhebî li ser çandên cihêreng ên erebî yên di nav welêt de, di gel israra li ser marjînalîzekirina kurdan, hiştina wan li derveyî desthilatdariyê û heta sînordarkirina wan di nav dewletek navendî ya hişk de.

Li ser asta derve jî, diyar e ku desthilatdarî dît ku tiştê herî bi ewle ji bo dewletê ku xwe bi kirasê “neteweya erebî” veşêre, ango bi rengekî dewleta neteweyî derkeve holê, lê di cewherê xwe de dewleteke îslamî cîhadîst e di naveroka xwe ya hundirîn de. Ev rengê neteweyî yê dewletê, wê bihêle ku di aliyê erebî û herêmî de were qebûlkirin û wê bihêle ku kiryarên dûrxistina mezhebî li dij pêkhateyên di hundir de dewam bike bi rêya ku wan bikin “milet” ku li ser xakekê dijîn ku “bi zorê fetih bûye” li gor mentiqa fethên kevneşop. Li vir mirov dikare xîtabên dijber an jî êrîşên ewlekarî li dij elewiyan û piştre jî duruziyan fêm bike, di nav de jî hemleyên tirsandinê li dij xiristiyanan, ji ber ku ew wekî pêdiviyên cîhadîst yên ne ragihandî dibînin.

Wekî di dîroka îslamê de tê zanîn, xelîfeyê duyem, Umer Bin Xetab, derbarê hin “fetihên” ku bi awayekî aşitiyane li Iraqê çêbûn bi gûman bû, piştî ku hin fermadnarên leşkerî ev peyman têk birin û careke din bi awayekî leşkerî fetih kirin. Ji ber ku tenê fetiha leşkerî mafê xenîmiyetê dide û rêbazê belavkirina dahateyan di navebra leşkeran de diyar dibe, li gorî cewherê şer. Diyar e ku ev zihniyet îro di hin rêbazên desthilatdariyê de heye, ya ku dixwaze bi beşên gel re wekî bindest reftar bike û hukumên teslîmbûna tevahî li ser wan ferz bike û koma “Sûriyaya Nû” bike “mîratgirên” quncik û deverên welat.

Di her rewşê de, tu şert û mercên herêmî an navneteweyî nîn in ku rê bidin ku Sûriya bi nav û nasnameya xwe bi fermî wekî dewletek îslamî were ragihandin. Ji ber vê yekê, bikaranîna sloganên erebperestiyê û dewleta neteweyî ya kevneşopî tenê çareseriya guncaw e. Ev wêne – firindeyê neteweyî yê ku di nasnameya dîtbarî de tê bikaranîn – xuyangkirina derveyî ya destûrdar a têkiliyên ereban bi Şamê re temsîl dike. Ji bo ereban, dema ku cîhadîst neteweperestek ereb be, ev pêşveçûnek xweş e. Tevî ku îro şopînerên wê yên sînorkirî ne, îdeolojiya neteweperestiya ereb ji tevgerên îslamî yên cîhadîst kêmtir xeternak e, çi Ixwan El-Muslimîn bin an El-Qaîde bin, tenê di teorîyê de. Ev ji ber ku nêzîkatiya dawî ya ixwanan cudahîyên di navbera erebperestiyê û îslamê de di rêveberiyê de jê biriye, wan kiriye yek, bi awayekî ku tewra wêjeya damezrîner a ixwanan jî tê de nekiriye, wekî hesasiyeta wê ya li hember “zimanê kurdî” û çanda kurdî. Ji ber vê yekê, xeta hikûmetê ya heyî, ji hêla şêwaz ve, bêtir dişibihe manîpulasyonên eşkere yên ixwanan.

Ji ber vê yekê, ew tiştê ku jê re “sponseriya ereb” tê gotin a Şamê li ser piştgiriya dewleta ereb a sunî ye, an jî qet nebe piştgiriya xuyabûna wê ya derve, ku wê wekî beşek ji pergala erebî xuya dike. Ji bo ku hikûmeta Şamê di nav vê pergalê de were pejirandin, formula guncaw ji bo endametiya wê ew e ku xwe wekî “Komara Erebî ya Sûriyayî ya necîhadî” îlan bike. Wekî din, hukumdarên Şamê îro dixwazin ku ew dewletek navendî û bindestkar be, ku “yê ku azad dike biryar dide” û “yê ku hatiye revandin divê ji rizgarkerê xwe nepirse ku ez biçim ku derê.” Balkêş e ku Şama nû hîn jî ji bilî qîrînên mezhebî li meydanên xwe û veşartina êrîşan ji hêla hikûmetê ve, ne gotarek erebî û ne jî îslamî, bêpar e. Herwiha tezeke siyasî ji bo rêveberiyê jî bêpar e. Lêbelê, rêya desthilatdariyê – hêzek bê avahiyek neteweyî ya demokratîk û bê tezek neteweyî ji bo rêveberiyê – li Sûriyayê di vê formula ceribandî ya neteweperwerî û erebîzma olî re derbas dibe, tevî têkçûnên wê yên dubare di demên berê de. Ew prensîba ku dewleta neteweyî ya erebî ya navendî di demên berê de li ser hatibû damezrandin, ango dijminatiya li dijî Îsraîlê, îro êdî tuneye, ji ber meylên belavbûyî yên ku armanc dikin ku Sûriya di peymanên aştiyê yên bi Îsraîlê re têxin nav xwe. Ev yek vê tezê bi tevahî ji mafdariya wê ya dîrokî û siyasî ya kevneşopî, ango rizgarkirina axê, vala dike. Ji ber vê yekê, vîzyona nû ya ku “Sûriyeya nû ya ereb-îslamî” li ser pêş dikeve, parastina yekîtiya tiştê ku mayî – bi rastî – ji Sûriyayê ye, lêgerîna “dijminên” xeyalî yên vê yekîtiyê di hundurê xwe de ye û ji bo şikandin û tunekirina wan bi awayekî pêşwext wekî qerebûyê ji bo nekarîn û têkçûna ragihandî ya di destê hêza herêmî, Îsraîlê de ye, dixebite.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN