Nirxandinek di dualîbûna Rûsyayê de der barê şerê di navbera Îsraîl û Îranê de
Nivîskar: Serkîs Qesarjiyan
Di şerê mezin ê di navbera Îran û Îsraîlê de ku 12 rojan dewam kir, beriya agirbesta ku Serokê Amerîkayê Donald Trump feriz kir, helwesta Rûsyayê nakok bû, ji ber ku wekî aktorekî sereke yê navendî bi amûrên dîpomatîk ên bi girêk ku li ser hevsengiya di navbera hevalbendiya kûr bi Îranê re û hevkariya wê ya taybet bi Îsraîlê re.
Mosko di dirêjahiya 20 salan de, dikarîbû têkiliyên xwe yên balkêş bi herdu aliyan re biparêze, tevî dijminahiya eşkere û nexasim di qada Sûriyayê de.
Nêzîkbûna Rûsyayê ya dualî
Şiyana Rûsyayê ya parastina têkiliyên baş bi Îran û Îsraîlê re koka wê vedigere serdema Yekitiya Sovyetê, ku rêgeza borî taybetiyeke sereke ya dîplomasiya Sovyetê bû, piştî teqandina şoreşa îslamê li Îranê. Serokê Rûsyayê Pûtin dikarîbû vê mîrasê pêş bixe û veguherîne siyaseta pragmatîk û piralî.
Ji aliyekî ve, Îsraîl cihekî wê yê taybet di siyaseta Rûsyayê de heye, ji ber faktorên demografîk, aborî û çandî, di vê çarçoveyê de hejmara welatiyên îsaraîlî yên bi esl rûsyayî ji zêdetirî milyonekî ye. Herwiha, zimanê rûsî bi awayekî berfireh di civaka îsraîlê de, belav bûye.
Rûsya û Îsraîl bi toreke girêk a berjwendiyên aborî, çandî û siyasî bi hev de girêdayî ne. Li kêleka nêzîkbûna gel, hejmareke mezin ji olîgarşên rûsyayî xwedî nasnameya îsraîlî ne, an jî têkiliyên wan ên aborî ên xurt li Tilebîbê hene. Dibe ku kesayeta bi navê Avigdor Lieberman yê ku li Yekitiya Sovyetê ji dayîk bûye û xwedî erkeke bilind di siyaseta Îsraîlê de ye, vê girêdanê şirove dike. Di heman demê de, Lieberman roleke mezin di xurtkirina têkiliyan di navbera Îsraîl û Rûsyayê de lîst, nexasim di serdema Pûtin de.
Di heman demê de, ji şerîketa Gazproma ya rûsyayî re hate pêşniyazkirin ku tevlî pêşxistina zeviyê Tamar ê gazê yê Îsraîlê bibe, tevî ku proje pêk nehat ji ber sedemên aborî. Herwiha, vexwendname ji Îsraîlê re hate şandin ku tevlî yekitiya aborî bibe, ya ku Rûsya bi dewletên Yekitiya Sovyetê yên berê re ava kirine, ev yek jî nîşan dide ku Rûsya dixwaze Îsraîlê bikişîne nava çarçoveya xwe ya borî.
Eger ku têkiliyên bi Îsraîlê re ji ber faktorên nasname û berjewendiyên aborî be, lê têkiliyên bi Îranê re girêdayî stratejiyên kûr in. Îran û Rûsya rûbirûyê cezayên rojavayî ne. Piştî şerê Ukranyayê jî, hevkariya wan gelekî xurt bû û Tehran bû çavkaniya sereke ya çek û cebilxaneyê ji bo Moskoyê. Herdu dewletan peymanên parastê yên hevbeş îmze kirin, wekî nimûneya peymanên di navbera Mosko û Peyongyange.
Ji nava qadên girîng ên ku hevkariya di navbera herdu welatan de xurt dikin; pêşxistina rêya veguhastinê ya navdewletî “bakur-başûr” ku ji Bender Ebas ya Îranê dest pê dike, heta Deryaya Qezwînê û heta digihêje Rûsyayê. Di hema demê de jî, hevkariya di qada pêşxistina zeviyên petrolê, gaz û hevkariya nuklerî di reaktorê Bûşehrê de ku zêdetrî 250 pisporên rûs tê de dixebitin.
Sûriya di serdema rêjîma berê de, nimûneya herî eşkere ya hewldana Rûsyayê ya parastina hevsengiya di navbera Tehran û Tilebîbê bû. Di demekê de ku Mosko bi Îranê re hevkariya avakirina binesaziyê kir, rê da (an jî çavê xwe girt) êrîşên Îsraîlê yên domdar li dij baregehên Îranê di hundirê Sûriyayê de. Di vê çarçoveyê de jî, li gorî hin raporan îhtîmala mezin ew e ku Rûsya hin caran cihê barhilgirên çekên Îranê yên ku dihatin Sûriyayê, didan Îsraîlê.
Ev dualbûn, piştrast dike ku Mosko bi israr e ku nekve şerekî yekser di navbera hevalbendên xwe de. Tevî ku leşkerên Rûsuyayê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin jî, Rûsyayê ev bûyer mezin nekir.
Hevsengiya berjwendiyan û parçebûna navxweyî
Piştî êrîşa 7ê cotmeha 2013an a Hemasê, Mosko xwedî helwesteke alîgirê filistiyan bû, bi rêya bibîrxistina biryarên Neteweyên Yekûbûyî û parastina mafên ereban. Lê di kûrahiyê de, tu helwestên dijwar li dij Îsraîlê negirt, ev yek jî nîşan da ku Rûsya rêbaza xwe ya kevneşop a hevseng ya navbera dirûşme û berjwendiyan de, dimeşîne.
Ji aliyekî din ve jî, elîta rûsî dabeşî du şepêlan bûye: A yekê, ewlekarî û hikumetê ku meyla wan bi ser Îranê re û destekê didin rejîma Îranê û guhartina wê red dikin. A duyem, şepêla aborî, darayî û olîgariyê ye ku meyla wan bi ser Îsraîlê ve, ji ber girêdanên aborî. Anketên ku raya giştî ya Rûsyayê jî eşkere dikin ku, parçebûneke gelêrî bi rêjeya 50-50, ya navbera desteka Îsraîl û Îranê de, heye.
Di dirêjahiya pêvajoya rêveberiya serokê Amerîkayê Trump, Rûsya aktorekî sereke li pişt perdeyê di dosyaya nuklerî ya Îranê de bû. Nûnerê Amerîkayê Steve Vitkov danûstandinên paralel bi Moskoyê re dimeşandin. Herwiha, li ser însiyatîfên veguhastina zêdekirina uranyûma îranî veguhesin Rûsyayê û garantî were dayîn ku li dij Îsraîlê gef çênebin.
Lê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ev yek red dikir, ev yek jî nîşan dide ku armanca dawî ya Tilebîbê guhartina rejîma Îranê ye, ne dosyaya nuklerî ye. Lê bi derketina şerê dawî re, Mosko bêzar bû û yekser dest bi hewldana lîstoka rola navbeyankar kir, ku Pûtin bi hemû aliyan re axivî, di nav de jî Trump.
Lê pirs xwe dide nîşandan: Gelo Mosko dikare navbeyankariyeke bi bandor çêbike, di demekê de ku aloziya Rûsyayê di Ukranyayê de kûrtir bûye? Gelo em dikarin dosyaya Îranê ji dosyayên Ukranya, Taywan û Sûriyayê cuda bikin? Rûsya ku êş û azara fişarên aborî û cezayan dikişîne, rastî astengiyeke rasteqîn tê di wergerandina desthilata xwe de bo navbeynkariyê.
Sêyaneya Mosko-Pekin-Tehranê
Lê Çîn, hewl dide ku aloziya li Kendavê kêm bike, ji ber ditirse ku bandorê li ser projeyên wê yên mezin bike wekî “Kember û rê”. Lê tevî bêdengiya xwe ya eşkere, lê di pişt perdeyê de, hewl dide ku teqîneke herêmî ya berfireh çênebe.
Rûsya, Îran û Çîn bi astên cuda, xîtaba wan li dij serweriya Amerîka û yekalîbûna wê ye û hewl didin ku sîstema cîhanî ava bikin. Ev xîtab di hundirê Neteweyên Yekûbûyî û forumên navdewletî yên wekî BRICS û Shanghai çêdibe, herwiha destekê didin hev di dosyayên hestyar de: Wekî desteka Rûsyayê ji Îranê re di dosyaya nuklerî de, destekdayîna Çînê ji Rûsyayê li Ukranyayê, bi awayekî ne yekser.
Herwiha, her sê alî di bin dorpêçên rojavayî de cefayê dikişînin: Rûsya piştî Ukraynayê, Îran ji şoreşê vir ve û Çîn di hin sektorên teknolojiyê de. Ev yek wan han daye ku li şûna dolar, danûstandina bi pereyên herêmî pêş ve bibin û hewl bidin ku torên xwe yên bazirganiyê, wekî xeta veguhestinê ya “Bakur-Başûr” ku Îranê bi rêya Deryaya Qezwînê bi Rûsyayê ve girê dide û di heman demê de berjewendiyên Çînê di girêdana bejahî de jî pêk tîne.
Îranê sûd ji teknolojiya rûsyayî di pêşxistina reaktorên Bûşehrê de girt û dronên Îranê di şerê Rûsya li Ukranyayê tê bikaranîn. Di encamê de jî, bi awayekî teknîkî, parastina Rûsyayê bi Îranê ve tê girêdan, Çîn jî teknîkên dualî yên bikaranîna sivîl-elşerkî pêşkêşî Îranê dike, lê bi hişyarî. Tevî cezayan jî ew hawirdekerê herî mezin ê hin alavên hesas e.
Li gorî tiştên li jor hatin nivîsandin, mirov dikare behsa eksenekî teknîkî-leşkerî ya neragihandî bike, ku Tehran, Mosko û Pekin bi astên diyarker ji hevkarî û kordîneyê, bi hev ve girê dide.
Li kêleka wê jî, Çîn xwe dispêre petrola Îran û Rûsyayê û yekem kirok e yê neeşkere yê petrola Îranê ye. Rûsya û Îran di “Foruma welatên hinardekirina gazê” de kordîneyê dikin, da ku hewl bidin bandorê li ser biha û siyasetên sûkê bikin. Herwiha, Rûsya û Îran mekanzîmaya “pevguhartina enerjiyê” bi rêya Deryaya Qezwînê, ew jî li ser esasê petrol beramberî madeyên xwarinê an jî alav, bi zanîn û piştgiriya Çînê.
Di heman demê de, hersê dewlet xwedî dîtineke stratejîk in ji bo Asyaya Navîn û Qaefqasyayê ku dibînin valahiya ewlekarî û aborî li herêmê metirsî û derfetê di heman demê de çêdikin. Ji aliyekî din ve jî, Rûsya hewl dide ku ji nû ve serweriya jeopolîtîk di komarên Yekitiya Sovyetê yên berê vegerîne, lê Tehran balê dikişîne li ser xurtkirina “eksena veguhastinê” bi rêya Turkmensitan û Kazakistanê, ji bo berfirehkirina serweriya xwe li rojhilat. Lê Çîn jî, Asyaya Navîn wekî pişika “Kember û rê” dibîne û bi awayekî xurt di xeta tirênê, bender û çavkaniyên xwezayî de, veberhênanê dike.
Li Rojhilata Navîn, Rûsya Îranê wekî hevalbendek pêwîst li Sûriya, Yemen û Lubnanê dibîne û bandora xwe di nav milîs û civakên şîî de bi kar tîne. Her çendî Çîn rolek rasterast li vê herêmê nalîze jî, ew peymanên mezin çêdike (wek peymana 25 salî bi Îranê re) û bêalîbûnek erênî dipejirîne, ji ber fikara li ser astengiyên hawirdekirina enerjiyê, ku bingeha vejîna wê ya pîşesaziyê ye, balê dikişîne ser îstîqrarê. Ew herwiha hewl dide ku rêyên bazirganî û zincîrên hawirdekirinê yên ewle biparêze, ji bilî ewlekirina veberhênanên mezin ku wê dike hevkarek aborî ya neçar ji bo fonên veberhênanê yên dewlemend ên dewletên Kendavê bi taybetî. Ji ber vê yekê, Pekîn hewl dide ku leza nakokiyên herêmî yên Îranê kontrol bike, çi bi Îsraîlê re be an jî bi dewletên ereb ên bibandor ên li herêmê, wekî ku bi peymana dîrokî ya di navbera Tehran û Riyadê de ku ji hêla Çînê ve hate kirin, tê tekez kirin.
Di demekê de ku Rûsya dixwaze bendergehên xwe yên başûr bi bendergehên Îranê ve girê bide û ji wir jî bigihêje Deryaya Erebî, di projeyek stratejîk de ji bo dijberiya kontrola rojavayî ya li ser tengavan, Çîn piştgirîya pêşxistina bendergehên Îranê dike, wek bendergehên Çabahar û Bandar Ebas û dixwaze wan bi bendergeha Gwadarê ya Pakistanî ve girê bide.
Ev proje pozîsyona jeopolîtîk a Tehranê xurt dikin û dihêlin ku ew xwe wekî korîdorek alternatîf bi cih bike da ku ji Kanala Suweysê û Kendava Erebî dûr bikeve, ji ber xeteriyên zêde yên ku ji êrîşên Hûsiyên ku ji hêla Tehranê ve têne piştgirî kirin li ser keştiyên ku bi berjewendiyên Îsraîl-Rojava ve girêdayî ne derdikevin.
Lêbelê, tevî nêzîkbûna wan a siyasî, Çîn û Rûsya bi xwezaya îdeolojîk a rejîma wîlayeta Feqîh li Îranê razî nabin. Ev yek îhtîmala ku her du jî dikarin Tehranê ber bi pejirandina polîtîkayên navxweyî yên nermtir û vekirîtir ve bibin, ji ber xetereyên hilweşîna civaka Îranê di bin bandora êrîşên Îsraîl-Amerîkî de, ku ji ber rewşa aborî ya xirab a welêt têne çêkirin, nîşan dide. Hem Mosko û hem jî Pekîn bawer dikin ku hilweşîna rejîma Tehranê dê hevsengiya hêzê li herêmê têk bibe û bandora Amerîka û Îsraîlê zêde bike, an jî bibe sedema kaosek mîna senaryoyên li Lîbya, Somal, Sûdan û heta Sûriyayê. Ev yek wan han daye ku hewl bidin ku di nakokiyên siyasî û leşkerî yên herêmê de roleke navbeynkar bilîzin wekî welatên ku ji hêla Îranê ve têne pejirandin, ku baweriya xwe bi navbeynkariya Ewropayî nayne û di navbera Îsraîl û welatên Kendavê de, ku bi her du navbeynkarên gumanbar re têkiliyên siyasî û aborî yên aram û mezin hene.
Tirkiya: Di navbera berjewendiyên enerjiyê û fikarên ewlehiyê de
Her çendî Tirkiya rewşê ji nêz ve dişopîne jî, çavkaniyên îranî ew bi wê yekê tawanbar kirine ku roleke nerasterast di hêsankirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê bi rêya qada hewayî ya Sûriyayê û komkirina îstîxbaratê li ser tevgerên leşkerî yên Îranê bi rêya baregehên Incirlik û Kurecik ên NATOyê li ser axa xwe de dilîze. Têkiliyên Tirkiya-Îranê her tim bi rikberiyê ve girêdayî ne, tevî xuyabûna hevpeymaniyê.
Tirkiya demeke dirêj e planên herêmî yên Îranê wekî bêîstîqrariyê dibîne. Lêbelê, girêdayîbûna Enqerayê bi Îranê re ji bo pêdiviyên xwe yên enerjiyê, bandora herêmî ya Tehranê û fikarên Kendavê yên zêde di derbarê polîtîkayên herêmî yên Tirkiyayê de, Enqera neçar kiriye ku polîtîkayên nermtir û lihevhatîtir li hember cîranê xwe yê dîrokî bigire.
Tirkiya di warê enerjiyê de xwe dispêre hawidekirinê, ji %72 zêdetir pêdiviyên xwe yên enerjiyê bi rêya korîdorên xeteriya bilind peyda dike, ku xeteriyên li ser binesaziya sereke, wekî boriya gaza xwezayî ya Îran-Tirkiya û boriya petrolê ya Kerkûk-Yumurtalikê, zêde ne. Her astengiyek li ser van hawirdekirinan dê bibe sedema hilweşîna pergala hilberîna enerjiyê ya Tirkiyayê û berdewamiya pîşesaziya wê.
Di derbarê bandorên nerasterast de, her çend hawirdekirina gaza xwezayî ya Tirkiyeyê ji Qeter û Dewletên Yekbûyî ji hêla erdnîgarî ve ji şanoya şerê Îran-Îsraîlê dûr xuya dike jî, ew di hawîrdorek pevçûnên cîhanî yên zêde de rastî lêçûnên barkirin û ewlekirinê tên.
Di heman demê de, Tirkiya ji bo tranzîta ber bi Asyaya Navîn ve xwe dispêre Îranê û ji cezayên rojava sûdê werdigire da ku pergala xwe ya darayî û aborî vejîne, saziyên Tirkiyayê bi kar tîne da ku van cezayan derbas bike. Ew di heman demê de ji bilindbûna aborî ya Tehranê ditirse heger rejîma heyî hilweşe û rejîmek hevalbendê rojava derkeve holê. Ev tê wateya vegera şehiyrta rojavayî ji bo veberhênanê li Îranê bo rewşek mîna ya serdema Şah ku dibe sedema kêmbûna pozîsyona Tirkiyayê wekî pirek aborî di navbera Ewropa û Asyaya Navîn an Rojhilat de.
Pispor hişyariyê didin li ser pevçûnên bi wekalet bi rêya komên ku ji aliyê Îranê ve li Iraq, Sûriya û Lubnanê têne piştgirîkirin ku dikarin bi awayekî nerasterast berjewendiyên Tirkiyayê armanc bikin. Ev yek bi nîşanên destpêkê yên zêdebûna koçberiyeke girseyî û pêlên nû yên potansiyel ên penaberan re, heke şer berfireh bibe û barê civakî, aborî û enerjiyê yê Tirkiyayê zêde bike, tê tevlihevkirin.
Encam
Helwesta Rûsyayê ya li ser şerê Îran-Îsraîlê modelek tevlihev a hevsengiya dîplomasiyê temsîl dike. Ew bi pejirandina nêzîkatiyek realîst-pragmatîk a li ser rêvebirinê, ne çareserkirina nakokiyan, ji alîgiriya eşkere ya ber bi aliyekî ve dûr dikeve. Ev nêzîkatî hevsengiyek nazik e di navbera hevpeymaniyek stratejîk a mezinbûyî bi Îranê re û berjewendiyên aborî-çandî yên kûr ên bi Îsraîlê re.
Sûriya ji bo vê hevsengiyê qadeke ceribandinê ya girîng bû. Lêbelê, şerê li Ukraynayê û kêmbûna rêjeyî ya lîstina navneteweyî ya Moskoyê pirsan li ser şiyana wê ya pêşerojê ya lîstina rolek garantor an navbeynkar a bibandor di nakokiya herêmî ya heyî de derdixe holê.
Di heman demê de, eksena neragihandî derdikeve holê ku Mosko, Tehran û Pekînê bi hev ve girê dide, hevrêziya aborî û hevkariya parastinê bi hev re dike yek û li dij hegemonyaya rojavayî gotarek hevpar dipejirîne. Di vê çarçoveyê de, Çîn roleke zêde di aramkirina aloziyan de dilîze, ji ber ku pêdiviya wê bi aramiya herêmî heye da ku ewlehiya enerjiyê û berdewamiya înîsiyatîfa Kember û Rê were misogerkirin. Di heman demê de, Tirkiya çavdêreke hişyar dimîne, di navbera ferzên hevkariya aborî bi Tehranê re û fikarên xwe yên ewlehî û stratejîk ên li ser bandora xwe ya herêmî de dihejîne. Li gorî vê, ev gotar digihîje wê encamê ku Mosko di zêdebûna aloziya Îran-Îsraîlê de lîstikvanek girîng e, lê ne biryardar e. Şiyana wê ya bandorkirinê bi guhartinên sereke yên têkildarî krîza wê ya li Ukraynayê û asta hevrêziyê bi Pekîn û Enqerayê ve girêdayî ye, di nav nebûna nêzîkatiyek berfireh de ku ji cemidandina pevçûnan an xurtkirina statuya heyî wêdetir diçe.