Îran û herêm.. Rêya berfirehbûna ber bi rojava ve
Nivîskar: Mihemed Seyid Risas
Bi avakirina dewleta Axameniyan di sala 550yî de beriya zayînê, ji aliyê Kuruş ve, sêgoşeya hêzê li herêmê ku derdora 2 hezar salî ji geliyê Nîlê, herêma Mezopotamya û deşta Anatoliyayê pêk dihat, hate şikandin. Di pêvajoya du sedsalan de, seweriya Îranê ya yekalî li herêmê di nav de jî kenarê sêgoşeya borî, çêbû. Iskenderê Meqdonî (322-356 BZ) yekaliya farisî têk bir û ji holê rakir û êdî ew bû serwer, beriya ku hevalbendên xwe li rojhilat li herêmên serweriya wî belav bibin û bi hev re têkevin nava şer. Vê yekê jî hişt ku careke din hêza Îranê ji nû ve çêbibe bi dewleta Sasaniyan (ji sala 229 PZ), ku piştre li ser serweriya Kevana Zêrîn bi romayiyan û piştre jî bîzansan re kete nava şer, lê dewleta îslamî ya nû di şerê Nehawendê de yê sala 642yan, ew têk bir. Ji wî şerî ve û heta avakirina Dewleta Sefewî di sala 1501ê de, ku xwe spartin mezheba şîî ya dozdekî navendeke îslamê ya rikberê îslama sunî ava kir. Lê ev yek buyîhiyên şîî (dilîm) di serweriya xwe ya li ser Bexdada Ebasiyan di navbera sala 945 û 1055an de nikarîbû ev gav biavêtine. Ji aliyekî din ve jî, Îran (ku di metnên îslamî ya erebî de bi navê Welatê Persê tê naskirin) nebû hêza dewletê ya rikberî wekî di serdema dewletên Axaminî û Sasanî de. Lêbelê, gelên Îranî (xurasanî û faris) di hilweşandina dewleta Emewiyan, bilindbûna Ebasiyan û çareserkirina nakokiya di navbera El-Emîn û El-Memun de hêzek civakî ya diyarker pêk anîn. Ev paşê bû sedema serdestiya bûyiyan, ên ku li pişt perdeya Xelîfetiya Ebasiyan hukum kirin, berî ku selçûkî werin ser dewleta Ebasiyan. Selçûkî koçerên deştê yên tirkî bûn ku fetihkirina wan a Rojhilata Navîn di sedsala dehem de li Asyaya Navîn, di nav Îranê re derbas bû, dest pê kir.
Di şerê Çaldîranê de yê sala 1514an, ê di navbera Sultanê Osmanî Selîmê Yekem û damezrînerê dewleta Sefewî Şah Îsamîl, dabeşkirina cîhana îslamî di navbera herdu navendên siyasî yên olî, sune û şîî zêdetir bû. Herwiha, sînorê erdîngariya van herdu navendan diyar bû, lê herêmên rûbirûnê Iraq û Azerbaycan man. Diyar e ku hêza Osmaniyan a rojava, hişt ku desthilatdarên firs bifikirin li Asyaya Navîn û Qefqasyayê berfireh bibin, berovajî berveçûyîna kevneşop a hakimên faris ku ber bi rojava ve berfireh dibûn. Ji aliyekî din ve jî, hêza Rûsyayê ya derketî holê ji serdema Pitrosê mezin di sedsala 18an de û belavbûna wan di aliyê başûr de, bû sedema sereke ya lawazûna Îranê û navenda wê Faris di serdema Dewleta Qacaran de 1789-1925an. Di dawiyê de, Îran di cihê rikberiya desthilatdariyê de bû ya di navbera Birîtaniya û Rûsyayê de.
Lê her kesê ku ji destpêka sedsala borî ve pêşketinên li Rojhilata Navîn dişopîne, dê bibîne ku Îran (navê wê yê fermî ji sala 1935an vir ve) her gav di qonaxên ku herêm tê re derbas dibe de di rêza yekem de bûye û evên jêrîn dikarin vê mijarê zelal bikin:
1- Sîstema destûrî wekî nîşnayeke li ser bidawîkirina dewletên kevn: Welatê Faris 1906, Dewleta Osmanî 1908 û destûrê misirî sala 1923yan.
2- Derbeyên leşkerî: Welatê Faris 1921, Iraq 1936, Sûriya 1949, Misir 1952.
3- Belavbûna komunustê: Partiya Tudeh ji payîza 1941ê, Partiya Komunust a Iraqî 1945-1959, Partiya Komunust a sûriyayî 1957.
4- Giştîkirina şerîketên biyanî: Giştîkirina Şerîketa înglîzî-farisî ya petrolê sala 1951ê, giştîkirina şerîketa Kanala Siwêsê 1957an.
5- Ketina Amerîkayê li ser herêmê li ser hesabê birîtaniyan: Derbeya 1953yan ku hikûmeta Mihemed Misdiq ya ku ji aliyê Partiya Tudeh destek digirt têk bir, projeya Eisenhower ji bo dagirtina valahiya piştî şerê Siwêsê ya sala 1957an, şerê 1967an.
6- Destpêka belavbûna îslamê li tevahiya herêmê bi hatina Xumeynî li ser desthilatdariyê 1979an: Derketina hêza îslamiyan li Cezaîrê di navbera salên 1989-1992yan, Misir 2005-2012an.
7- Alozî û têkçûna tecrubeya îslamî bi derketina aloziya desthilatdariya Xumeynî û Xameneyî (1988-2009): Têkçûna îslamiyên Cezaîrê 1992-1997, rakirina Hesen El-Turabî sala 1999an ji desthilatdariya Sudanê û Umer Beşîr desthilatdarî bi dest xist, rûxandina desthilatdariya îslamî li Misirê sala 2013an.
8- Tevger ji kolanê li dij rejîmên heyî hate destpêkirin: Tehran 2009, Tûnis 2011, Qahîre 2011.
Li vir, Şahê Îranê Mihemed Riza Pehlewî difikirî ber bi rojava ve biçe, lewra sedema dijminahiya wî ya bi serokê Misirê Cemal Ebdulnasir re di salên 60î de ji ber vê yekê bû. Herwiha, ji ber heman sedemê, nakokiyên Îranê bi desthilatdarên Bexdadê yên beisî re çêdibûn û metirsî li gel Qiral Feysel Bin Ebdulezîz Al Siûdî re. Xumeynî û Xamineyî ev hizira farisî ya kevnar ya çûyîne ber bi rojava ve, dewam kir. Ne dûrî rastiyên ku general Rehîm Sefewî (fermandar berê yê Pasdarên Îranê û piştre jî bû şêwirmendê leşkerî yê Xamineyî) sala 2013an got ku Îran hêza herêmî ya gewre ye, herwiha Îranê xwe dispart hêzên siyasî yên di aliyê îdeolojîk de girêdayî wê bûn (Partiya El-Dewa li Iraqê, Huzbelah li Lubnanê, Hûsî li Yemenê, Partiya El-Wehde îslamî li Efganistanê) û rejîmên di bin serweriya Îranê de (Rejîma Beşar El-Esed herî kêm piştî sala 2011an) û tevgerên îslamî yên hevalbend (Tevgera Hemas û Cîhadê li Filistînê).
Şah nikarîbû bibe modelek mîna Mistefa Kemal û Ebdulnasir. Lêbelê, Xumeynî û Xameneyî di berfirehkirinên civakî yên modela ku pêşkêş kirin de ji Mistefa Kemal û Ebdulnasir derbas bûn. Lêbelê, hêza bingehîn a Îranê piştî 1979an di nav şîiyên ereb de ye, bêyî ku behsa têkiliya kûr a rewşenbîrî û siyasî ya di navbera Îrana Xumeynî-Xameneyî û Ixwan El-Mislimîn de were kirin. Bi rêya Hamasê, Tehran karîbû pêvajoya aştiyê ya Filistîn-Îsraîlê ku bi Peymanên Osloyê yên 1993yan dest pê kir, hilweşîne.
Bi kurtasî, çawa ku ezmûna Mihemed Elî Paşa di şerê 1840î de piştî ku ew li herêmê berfireh bû û piştî wî şerê bi pêşengiya Brîtanyayê bi Misrê ve sînordar bû û bi heman awayî, ezmûna Ebdulnasir di şerê 1967an de bi pejirandina amerîkayî û pêkanîna Îsraîlê piştî ku bandora wî li herêmê berfireh bû, hate xirabkirin, wiha dixuye ku şerê piştî 13ê hezîrana 2025an di çarçoveyeke îranî ya mîna wê de ye. Li vir, divê em sedemên guhastina nêrîna Washingtonê ya li ser Tehranê piştî ku wê di 2003yan de Bexda û di 2008an de Beyrût radest kir û dûv re peymana navokî ya 2015an jî hate kirin, lêkolîn bikin. Ev guhastin di destpêka dema Serokê berê Joe Biden de jî çêbû, ku cîgirê George W. Bush û Barack Obama bû û dûv re di bin serokatiya Donald Trump de bû pevçûnek. Gelo ev bi tiştê ku di 7ê cotmeha 2023yan de qewimî ve girêdayî ye, an jî bi sêgoşeya Tehranê ya duyaneya Pekîn-Moskoyê di serdema piştî şerê Ukraynayê de ve girêdayî ye?