Îran.. Biyografiyeke nû ya “peyala jehrê”
Nivîskar: Mihemed Seyid Risas
Serokwezîrê Îsrîlê Benjamn Netanyahu di hevdîtina xwe ya bi serokê Amerîkayê re Donald Trump di 7ê nîsana borî de, matmayî ma ji ber ku Trump jê re ragihand ku ew ê dest bi danûstandinên bi Îranê re derbarê bernameya nuklerî di hefteya bê de bike. Di xîtaba Netanyahu ya dawî de, piştî çend saetan ji destpêkirina êrîşa 13ê hezîranê ya Îsraîlê, eşkere kir ku dihate plankirin di dawiya nîsanê de êrîş pêk bihate. Rojnameya “New York Times”ê di hejmara xwe ya 16ê nîsanê de, ev yek eşkere kir û ragihand ku ev êrîş wê bi hevkariya Amerîkayê bi Îsraîlê re, pêk bihata. Piştî derbeya Îsraîlê jî, Trump ragihand ku haya wî ji êrîşê hebûye. Tevî axaftina Amerîkayê ragihand ku di nava 60 rojî de, Tehran wê bersiva daxwazên Amerîkayê bide, ku ev jî bi dema di navbera destpêkirina danûstandinan û êrîşê de re têkildar e, Trump (û xuya ye ku li gorî mantiqa danûstandina piştî agir) Tehran vexwend ser maseya danûstandinan da ku asta nermbûna wê di rewşa nû de nas bike.
Tevî vê yekê jî, roja 13ê hezîranê bi xwe re gelek razan tîne, ji ber ku razên 7ê nîsanê di hejmara “New York Times”ê ya borî de hate eşkerekirin, dema ku eşkere bû ku Amerîka ji plana êrîşkirina Îranê dûr ketiye piştî ku “Tulsi Gabbard, Rêvebera Îstîxbarata Neteweyî ya Amerîkayê, piştrast kir ku êrîşa plankirî ya ku Washington dê roleke navendî tê de bilîze… dikare pevçûneke berfirehtir bi Îranê re ku bide destpêkirin ku ev Amerîka wê naxwaze.”
Çi hat guhartin piştî du mehan?
Dibe ku bersiv di xîtaba Netanyahu ya dawî de be, dema got: “Îran di 9 salên dawî de, uranyuma dewlemendkirî pêş xist ji bo çêkirina 9 bombeyên nuklerî. Di mehên dawî de jî, Îranê gavên mezin avêtin ji bo leşkerkirina vê uranyuma dewlemedkirî, heger em ranewestînin, wê di demeke pir nêz de, ji salekê kêmtir, çekeke nuklerî çêke.”
Îhtîmala mezin jî, ev yek razên vê derbeya beriya çend rojan eşkere dike, di nav de israra Netanyahu ya li ser pêkanîna wê û destûra Washingtonê ji bo wê, da ku Îsraîl ji ber şkandina yekalîtiya xwe ya nuklerî ya Rojhilata Navîn matmayî nebe, wekî ku di sala 1998an de ji hêla Pakistanê ve bi Hindistanê re qewimî, an jî wekî ku Washington di sala 2006an de bi ceribandina nuklerî ya Koreya Bakur mat ma.
Lê tevî vê yekê jî û eger ku em gotinên Netanyahu di ber çavan re derbas bikin, nîşan dide ku Îran ji nuklerî ber bi bombeyê ve çûye, sedema wê hest kir ku ew di aliyê stratejîk de lawaz bûye, piştî ku şaxên xwe li Xezayê û Lubnanê ya şerê piştî 7ê cotmehê û têkçûna hevalbendê xwe Beşar El-Esed, winda kirin. Lewra, ku bibe hêzeke nuklerî, xisara xwe vedigerîne, piştî ku hêza wê di şaxên wê de bû, ne di serî de bû. Diyar e ku erêkirina bi danûstandinên ji aliyê Xumeynî ve, ji bo qezenckirina demê ye. Îhtîmala mezin jî, siyaseta Trump a nû ku nîşan da altirnatîfê Peymana Nuklerî şer e, encama tiştê ku Netanyahu ew kifş kiriye. Dema ku Trump ji Peymana Nuklerî bi Îranê re sala 2018an vekişiya, siyaseta dorpêça aborî bi kar anî.
Ev hemû tiştên borî, me dibe gihandina roja ku Xumeynî di sibata 1979an de, gihaşt desthilatdariyê û çawa ku şoreşa Îranê ji Parîsê bi rê ve bir û çawa ku Washington nehişt leşkerên îraniyan tecrubeya general Zahedî sala 1953yan dubare bibe, dema ku tecrubeya serokwezîrê Mihemed Misdiq yê destekê ji Pariya Tudeh komunîst bi rêya derbeya leşkerî bi serpereştiya îstixbaratên navendî yên Amerîkayê têk bir. Diyar e ku di kêliya belavbûna Sovyetê li Etiyopya û Efganistanê, serokê Amerîkayê yê wê demê Jimmy Carter û şêwirmendê ewlekariya neteweyî Zbigniew Brzezinski ku eslê xwe Polonî ye û pisporê tecrubeya komunîst e û hevjîna wî nêzî serokê Çekoslovakyayê ku komunîstan sala 1948an ew têk bir, hizirî ku oldarê îranî li dij Kremlinê bi kar bîne, mîna ku ew difikirîn ku tevgera tundrew a îslamî ya sunî ya cîhanî li Afganistanê li dij desthilatdarên komunîst ên ku di darbeya leşkerî ya sala 1978an de ji aliyê Moskoyê ve hatibûn ser desthilatê, bi kar bînin.
Lê Xumeynî di dawiya wê salê de bi dagîrkirina balyozxaneya Amerîkayê li Tehranê zû ji plana amerîkayî dûr ket. Tewra dema ku Amerîkayê destûr da Îranê ku çekan ji bo şerê li dij Iraqê peyda bike, wekî ku di “Irangate” de hate eşkere kirin, bi beşdariya Îsraîlê, Tehran bi Washingtonê re di nakokiyê de ma. Ev yek ji sala 1989an vir ve di bin desthilata cîgirê wî, Xameneyî de berdewam kir. Dema ku di sala 2001ê de li Afganistanê li dij Talîbanê û di sala 2003yan de li Iraqê li dij Sedam Husên peymanên îranî-amerîkî hatin çêkirin, Tehran destkeftiyên xwe yên herêmî bi kar anî da ku projeyên berfirehbûnê li Lubnan, Filistîn û Yemenê bişopîne, desthilatdarên nû yên Iraqê bixe bin kontrola xwe û Beşar El-Esed bixe bin kontrola xwe. Ev yek bi bernameyeke dewlemendkirina uranyûmê re hevdem bû, ku di berdêla sînorên ku ji hêla Barack Obama ve di peymana 2015an de hatine danîn de, rê da Amerîkayê ku çavê xwe ji berfirehbûna herêmî ya Tehranê re bigire. Ger em siyaseta amerîkayî ya li hember Tehranê lêkolîn bikin, em dibînin ku Trump tenê kesê ku di sedsala bîst û yekê de pê re pevçûn kiriye, di heman demê de Bush Jr., Obama û paşê Joe Biden ew aram kirin. Wiha xuya dike ku sala 2025an dê bibe sala veqetîna Amerîka-Îranê, an jî sala pevçûnê, heya ku Xameneyî rastiyên nû yên li ser erdê nexwîne û “qedeha jehrê venexwe”, wekî ku Xumeynî kir dema ku di sala 1988an de agirbestek bi Iraqê re qebûl kir û wekî ku Cemal Ebdulnasir kir dema ku biryara 242 piştî çend mehan ji têkçûna 1967an qebûl kir, ku rê li ber cîgirê wî, Enwer Sedat, vekir da ku piştî têkçûna leşkerî ya duyemîn di şerê 1973yan de Peymana Camp David îmze bike. Bi îhtîmaleke mezintir, rewş dê Xameneyî, bi dilxwazî an bêdil, an jî dibe ku piştî serdema Xameneyî, ber bi Sadat an Gorbaçovekî îranî ve bibe, di ronahiya pevçûna piştî 13ê hezîranê de ku tê de Tehran qels û ne wekhev xuya dike li hember Îsraîlê û li pişt wê Washington jî.