Rakirina cezayan.. derfeta dibe ku Şam winda bike
Nivîskar: Şoreş Derwîş
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Piştî hefteyekê ji biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a rakirina cezayan li ser Sûriyayê li foruma Siûdî-Amerîkayê, Yekitiya Ewropayê biryar da ku ew jî wekî Washington cezayan rake. Ev yek gelê Sûriyayê bi kêfxweşiyeke mezin pêşwaz kir, di nav de jî yên ku ev piştgirî didan cezayan di serdema rejîma El-Esed de û niha rakirina van cezayan rewa dike ku ev ceza zirarê didin gelê Sûriyayê. Ev hemû di çarçoveya komek daneyan de pêk hat, ku digotin ji sedî 90 ji gelê Sûriyayê di jêra xizaniyê de ne û berhemdariya xwecihî ji sala 2011an ve, ji sedî 60 kêm bûye, li kêleka wê jî wêrankirina nîvê binesaziya welat û lêçûna jinûveavakirinê, bi qasî bi sedan milyar dolar e.
Lê rêveçûyîna rakirina cezayan, an jî kêmkirina wê, diyar dibe ku hinekî diwar û zehmet e, ji ber cehwerê desthildariya heyî û rêbazê wê yê rêvebirinê. Herwiha, li kêleka wê jî, îhtîmal heye cezayên ku hatin rakirin careke din werin nûkirin, an jî hin cezayên din werin ferizkirin, eger ku binpêkirinên mezin ên mafên mirovan çêbibin, an jî ku desthilatdarî li ser awayê sîstemeke li dij berjewendiyên hêzên rojavayî bimîne, an jî hikûmeta Ehmed El-Şeri nikaribe daxwazên Amerîkayê bi cih bîne, yên ku Trump bi awayekî eşkere diyar kirin.
Mijara rakirina cezayan serkeftineke ji bo desthilatdariya nû, bi qasî ku serkeftineke ji bo sîstema herêmî ya nû ku tê avakirina û Erebistana Siûdî hewl dide bi asteke bilind bi hevkariya Amerîkayê re bixe bin destên xwe. Herwiha daxwaza vê sîstema herêmî garantiya Sûriyayê ye, tevî lêçûnên aborî û siyasî yên garantiyê û îhtîmala vegera ramana “kîjan cezayan rake biryar dide”. Ji ber ku prosesa tevlêkirina Sûriyayê di sîstema darayî û bazirganî ya navdewletî de, pêwîstiya wê bi reformên siyasî, aborî û qanûnî-dadwerî heye, bi awayekî ku hemû aliyên derve yên pêşdarî prosesa rewakirina Şamê ji hêla navdewletî ve razî bike, bi rêya derfeta rakirina cezayan û dana alîkariyan.
Ji gav bi gav heta ragihandina yekser
Biryara Trump ji nişka ve bû, bê kordîneya bi hêzên din re ên ku ceza li ser Sûriyayê feriz dikirin, nexasim Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û Birîtaniya, herwiha bêyî ku li kongresê vegere ji ber ku wê hin ceza feriz kirin. Trump bi vê gavê re, burokrasî û şêwirên hundirîn derbas kir. Ev hemû, dihêle helwesta Trump bêtir bişibe xwebergotinekê ku ji kêliya bextewar a darayî ya li Erebistana Siûdî û pêşniyarên Trump yên ku ew xwediyê desthilatdariyên mutleq e, çêbûye. Isbata vê yekê jî, ku Trump bi xwe jî çavek li lîsteya cezayan û awayê wê û dîroka wê nexistiye, ku piştî rakirina cezayan, got: “Min nizanibû ku Sûriya ev demeke dirêj e, di bin cezayan de ye”. Dibe ku îşareta bi cezayên berê, wekî cezayên sala 1979, 2004 û 2011an, serok ji şêwirmendiya bi Wezareta Xezîneyê û Wezareta Derve re, an jî ji jibîrkirina cezayên dawî, ku wekî “Qanûna Qeyser” têne zanîn, di sala 2019an de, di dema yekem a serokatiya wî de, hatine derxistin, azad nake.
Li gorî serdana destpêkê ya li Şamê piştî rûxandina rejîma El-Esed, ku rêveberiya Joe Biden bi rêya şandina alîkarê wezîrê karê derve yê Amerîkayê Barbara Leaf destpê kir, Leaf bi hevdîtina bi Robert Satloff re derbarê hevdîtina wê bi El-Şeri re, got ku nîqaşa li otêfa Four Seasons li ser mijarên “DAIŞ, teror, cezayên Amerîkayê û hukumê bû.” Herwiha eşkere bû ku “Dateyên sîstema cezayên yên me nirxandiye û û ceza ne komek tenê bûn. Mijar ne tenê girêdayî rêxistina terorî ya biyanî ye ji bo Heyet Tehrîr El-Şam û ne jî binavkirina wê wekî teroreke cîhanî”. Leaf û li pişt wê rêveberiya Biden, cidî bûn di mijara rakirina xelata darayî ya ji bo girtina El-Şeri, Leaf û li pişt wê, rêveberiya Biden, xuya bû ku di derbarê betalkirina xelata darayî ya ji bo El-Şeri û çawaniya îlhamê ji rêya Sûdanê ya ji bo rakirina cezayan de cidî ne. Rêveberiya yekem a Trump di sala 2020î de nexşerêyek ji bo Sûdanê amade kir da ku bi bingehîn destnîşankirina wê wekî dewletek piştgirîya terorîzmê rake, ku ev tê wateya pêvajoyek gav bi gav ber bi rakirina cezayan ve.
Nêzîkatiya gav bi gav dê çarçoveya daxwazên Amerîka û Ewropayê yên li dora helwestên Washingtonê berfirehtir bikira, bi amadekirina pêvajoyeke siyasî ya berfirehtir ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bigire û binpêkirinan rawestîne. Ev yek dê nirxê bingehîn ê fikra hikûmeteke veguhêz a ku erkê wê avakirina aramiyê û misogerkirina veguhastineke siyasî ye, biparasta. Dibe ku berçavgirtina mafên mirovan, ku di axaftina Wezîrê Derve Marco Rubio ya ji Enqerayê de hatiye behs kirin, bêtir wekî sererastkirinek ji bo mijarên ku Trump di berdêla rakirina cezayan de bang lê kiribû, bû.
Ji hêla teknîkî ve, rakirina cezayan fermanên rêveberiyê yên serok an jî qanûnên ku ji hêla Kongreyê ve hatine pejirandin hewce dike. Cezayên serokatiyê bi îstîsnayan, rakirina beşî an tevahî ji hêla serok ve têne rakirin – ango serok biryarên xwe an yên pêşiyê xwe bi rêya fermanên rêveberiyê betal dike. Rakirina cezayan ku ji hêla qanûnên ku ji hêla Kongreyê ve hatine derxistin ve têne sepandin, di bin desthilata Kongreyê de ye, ku ji bo van cezayan demek diyar dike. Bê guman, cezayan bi danûstandinên di navbera serok û endamên Kongreyê de û şiyana rêveberiyê ya razîkirina Kongreyê ve girêdayî ne. Lêbelê, gerandina di nav qanûnan de dihêle ku serok ji bo cezayên ku di Qanûna Qeyser de hatine destnîşankirin îstîsnayan bide û sepandina cezayan li ser kes û saziyan li ser bingeha fikarên ewlehiya neteweyî betal bike. Wekî din, qanûn dikare ji bo 180 rojan were rawestandin, ku heke serok ji Kongreyê re piştrast bike ku hin şert êdî nayên bicîhanîn, dikare were nûkirin. Hilweşîna rejîma El-Esed dikare ji bo rawestandinek wiha hincetek baş be. Li vir, gotinên ku Rubio di rûniştina kongreyê de diyar kir û îhtîmala ku hikûmeta nû di nav çend hefteyan de, ne di çend mehan de, bikeve, têgihaştî ye. Armanc ew e ku Kongres were seferberkirin û rakirina sizayên mayî bileztir bibe, an jî ji protestokirina rawestandina hin ji wan ji aliyê serok ve dûr bisekinin. Bê guman, tu belge ji bo retorîka Rubio ya li ser hilweşîna El-Şeri tuneye, ji ber ku ew xuya bû ku ji hêla Trump ve hatiye çêkirin û li gorî xweberiya Trump a li Riyadê ye.
Li beramberî rakirina cezayan, Trump çi dixwaze?
Dibe ku kordîneya di navbera Washington, Bruksel û Londonê de, nêrînên hêdî hêdî û nerm ji bo destekdayîna desthildariya Şamê ya nû û civaka Sûriyayê, pêşkêş bike. Lê tevî ragihandina Trump a rakirina cezayan bi awayekî yekser, lê di heman demê de, bang li Şamê kir ku beramberî vê yekê 5 tiştan pêk bîne, ku naveroka wan derfeteke bibe alîkar ji bo guhartina awayê desthilatdariya Sûriyayê. Li gorî Sekretera çapemeniyê ya Koşka Spî Carolyn Levitt, daxwazên Turmp wiha ne: 1-Îmzekirina li ser peymanên Îbrahîm bi Îsraîlê re, 2- Dersînorkirina hemû terorîstên biyanî ji Sûriyayê, 3- Dersînorkirina terorîstin filstinî, 4- Alîkariya Amerîkayê ji bo ku rêxistina DAIŞê careke din venegere, 5- Berpirsyartiya girtîgehên DAIŞê yên li Bakur Rojhilatê Sûriyayê, bigire ser xwe.
Diyar e ku daxwazên Trump girêdayî du mijaran e: Rawestandina hin kiryarên diyarker û pabendbûna bi pêkanîna tiştên din. Eger ku pabendbûna bi îmzekirina li ser peymanên Îbrahîm pêwîstiya wê bi demê û erêkirina Îsraîlê li ser hebûna ev cîranê nû û bi gûman, dersînorkirina rayedarên Filistînê dibe mijareke hêsan, ji ber ku hebûna wekî van rêveberan di Sûriyayê de lawaz e û li Sûriyayê tu bertekên ji bo dersînorkirina wan, dernakevin. Li beramberî vê yekê jî, sozdayîna bi ku DAIŞê careke din dernekve û erka berpirsyartiya girtîgehên DAIŞê bigire ser xwe, li ser du xalên di berjewendiyên El-Şeri de ye. Ji aliyekî ve, “DAIŞ” metirsiyeke muhtemel e li ser desthildariya El-Şeri û rikberekî xwedî paşxaneyeke îdeolojî ye ku zehmet e bê hundirandin. Ji aliyekî din ve jî, bicihanîna daxwazeke bi vî rengî, wê girêdana bi “HSD” û Hêzên Koalîsyona Navdewletî re çêbike û vekişandina hêzên Amerîkayê bi awayekî aram çêbibe, li gorî dema Trump a vekişandinê. Bêyî vê yekê, diyar e daxwazên Trump yên herî zehmet, derbarê pirsgirîka cîhadîstên biyanî ye. Ji bilî têkiliyên di navbera cîhadîstên biyanî û rayedar û civakên ku di deh salên borî de wan hembêz kirine, rola wan a çalak di nav Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de û hewldana hovane ya tevlîkirina wan di nav civaka Sûriya û saziya leşkerî de bi dayîna pile û pileyên bilind ji hin rêberên wan re, pirsgirêka El-Şeri di vî warî de niha li dora du mijaran dizivire: Zehmetiya vegerandina wan bo welatên ku ew jê hatine, ji ber ku ew li welatên xwe têne xwestin û nebûna welatekî sêyemîn ku bikaribe wan mazûvan bike; û zehmetiya tevlîbûna pevçûnek leşkerî ya vekirî bi bloka cîhadîst a biyanî ya girîng re, ku bi çend hezaran tê texmînkirin, û îhtîmala ku ew dilsoziya xwe ber bi dijberên Şera ve, nemaze DAIŞê ve biguherînin.
Astengiyên li pêşiya Şamê
Ji rojên destpêkê ve ku El-Şeri û tîma wî Şam xistin bin kontrola xwe, mijara rakirina cezayan xist armancên xwe yên pêşîn. Ji ber ku ceza ne tenê li ser rejîma El-Esed bûn, lê belê hin ceza li dij komên çekdar û kesayetên diberî El-Esed bûn, di nav de jî ku gelek ji wan niha di desthildariyê de ne. Lewra, aliyên herêmî yên ku destek didan El-Şeri, nexasim Erebistana Siûdî û Tirkiya, ji bo wan girîng bû ku Trump û Yekitiya Ewropayê di demeke kurt de, razî bikin ku cezayan rakin.
Nayê zanîn ka saziyên Sûriyayî çiqasî dikarin bi awayekî nerm bi mijara rakirina cezayan û hêsankirina karê aliyên navneteweyî yên ku dixwazin cezayan bi awayekî nerm bi cîh bînin re mijûl bibin. Pêşanî dê ji saziyên fînansê yên sektora pêşkeftinê re were dayîn ku ji hêla welatên bexşker ve têne peydakirin da ku aramiya aborî bi dest bixin û pêvajoya jinûveavakirinê çavdêrî bikin. Her çend rast be ku dewletên Kendavê dê bexşkerên herî berbiçav û girîng bin jî, Yekîtiya Ewropayê dê roleke bibandor di pêvajoya dayîna alîkariyê de bilîze. Tevî zelaliya destpêkê ya ku di daxuyaniya wezîrên derve yên Almanya û Fransayê de hate nîşandan, dema ku wan piştrast kir ku ew ê piştgiriyê nedin avakirina avahiyên rêveberiya îslamî, tê payîn ku çavdêriya rojavayî li ser pêvajoya xerckirinê, xwezaya projeyên pêşkeftinê û jinûveavakirina binesaziyê hebe. Li vir, dibe ku dijwariyek derkeve holê, ango şiyana hikûmeta Sûriyayê ya destnîşankirina pêşîniyan û misogerkirina ku pêvajoya pêşkeftin û jinûveavakirinê li seranserê herêmên Sûriyayê hevseng e, bêyî ku alîgirî an cezakirina wan beşên ku şertên hevkariyê bi hikûmeta Şamê re ferz kirine.
Herwiha, pirbûna darayî û herikîna pereyan dibe sedema rêvebirina şaş û desteserkirina şaş û gelek projeyan vediguherîne rêyek ji bo qezenca takekesî bi rêya yekdestdarî, xerîdarî û nepotîzmê. Di encamê de, olîgarşiyeke nû derdikeve holê, ku avahiya desthilatdariya nû digire nav xwe. Ev tê vê wateyê ku tawîzdayîna şefafiyeta darayî, reforma saziyan û îstismara alîkarî û bexşan dibe ku rê li ber dabînkirina bêtir bigire, an jî dibe ku bibe sedema zêdebûna rêzikname û çavdêriya ji hêla saziyên darayî û bankayî yên navneteweyî ve. Ji bilî vê, mijara rêzgirtina mafên mirovan û rawestandina binpêkirinan û cudakariya mezhebî û etnîkî bi rakirina berdewam û mayînde ya dorpêçan ve girêdayî xuya dike. Tu garantî tune ku Şam dê astek dilovaniyê li hember civakên Sûriyayê nîşan bide, ku gefa pevçûnên çekdarî yên nû dûr dixe. Têxistina civakan û lihevhatina neteweyî berê daxwazek sereke ya rojavayî bû, lê bê encam bû. Berevajî vê, Şam israr dike ku dewletê veguherîne hebûnek mezhebî ku ji nirxên tolerans, wekhevî û pirrengiyê bêpar e.
Di navbera Washington, Bruksel û Londonê de ji bo şopandina pergalên veguhestina pereyan û operasyonên bankan de pirsgirêkên din hene. Sûriya hîn jî blokek cîhadîst û rêxistinên çekdarî diparêze ku Rojava baweriya wan pê nayê û divê bi baldarî wan bişopîne. Ev yek dê pergala bankayî û darayî ya Sûriyayê bike mijara lêkolîn û hesabdayînê ya domdar.
Li lîsteya pirsgirêkan pirsa qanûnên qanûnî û yekparçeyiya pergala dadwerî jî tê zêdekirin, ku mafên veberhêneran, hem sûriyayî û hem jî biyanî, ji bo dozê diparêze. Ev yek heger Sûriya ji qonaxa jinûveavakirinê derbasî qonaxa pêşveçûnê bibe û veberhênanê bikişîne.
Derfeta dîrokî ya ku bi rakirina cezayan tê temsîlkirin dikare veguhere derfetek ji bo veguherînên girîng ên civakî, aborî û siyasî yên li benda Sûriyayê. Lêbelê, tevgera rejîmê, di vebûna xwe ya derve û tecrîda navxweyî de, dikare sûriyayiyan ji alîkariya navneteweyî ya girîng û derfetên ji bo serfirazî û pêşkeftinê bêpar bike. Bi gotineke din, xuya dike ku rejîma nû dê nikaribe bi aqilmendî bi derfetên berdest re mijûl bibe, wekî ku ji hêla ezmûna şeş mehên borî û israra wê ya li ser navendîkirina biryar û siyasetê di nav çembereke teng de ku hewl dide hemî aliyên welat û çavkaniyên wê kontrol bike, hatiye tekezkirin.