• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Tiştekî ne dirust di serê Tirkiyayê de heye

October 24, 2024
xwepêşanderên alîgirên Xezayê li Stenbolê kanûna duyem ya borî / AFP

ISTANBUL, TURKIYE - JANUARY 01: People carry Turkish and Palestinian flags during an event organized for the 12 Turkish soldiers, lost their lives in the Claw-Lock Operation zone in northern Iraq and for Palestinians killed by Israeli attacks in Gaza, on January 01, 2024 in Istanbul, Turkiye. Hakan Akgun / Anadolu (Photo by Hakan Akgun / ANADOLU / Anadolu via AFP)

Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye 

Heta niha serokê Tirkiyayê Receb Teyib Erdogan tu rê ji xwe re nedîtiye ku alîkariya wî bike da ku sîstema herêmî ya kevn wek xwe bimîne, ku êdî Îran piştî ku ew û alîgirên wê rastî derbeyan hatin nema wekî Îrana berî 7ê cotmehê ye. Ji ber ku şerê ku sînorên derve yên îranî li Xeza û Lubnan û Sûriyayê da ber xwe, nêzîk e sînorên hundirîn jî bide ber xwe wekî ku siyaseta Benjemin Netanyahu dibêje, ku armanca wê sînordarkirina rola Îranê ye û rûxandina xewnên wê yên nuklerî ye. Li gor nêrîna îsraîlî, şer ne şerê sînoran û paqijkirina paş sînoran e, lê belê şer ji bo guhartinên mezin e ku bi wê sîstemeke herêmî ya nû ava bike, ku tê de Îran û jê kêmtir jî, Tirkiya, bê milîs bin û bêbandor bin.

Herdem Tevgera Hemasê xala gihandinê ya sîstema herêmî ya kevn bû. Rêbazê “yekbûna qadan” nebû çare ku pê ev tevger neyê weşandin, her wiha xezebên Erdogan jî jê re nebû çare, ku di lûtkeya xwe de Erdogan Netanyahu bi “Hitler” şiband û siyasetên îsraîlî bi “nazî”yê şiband, ku ev şibandin ji kêmfêmkirina bûyera jînosîda cihûyan hat her wiha mîna van şibandinan pir hestyar in. Daxuyaniyên Erdogan ne tenê ji ber tengezariyê bûn ku wiha bi her serokekî re derbas dibe, lê belê ev daxuyanî ji ber du mijaran bû: Tirkên muhafiz  û aliyên îslamîst iqna bike ku ew ji dil bi Xezayê re ye bi rêya parastina Tevgera Hemasê, ya duyem jî bikeve şopa Îranê li Xezayê û bikeve ser rêya agirbest û lihevhatinê di navbera Hemas û Îsraîlê de.

Erdogan dizane ku armanca şer ne gihaştina dilê Anadolyayê ye, wekî ku di daxuyaniyên xwe yên dawî de dide xuyakirin. Lê belê şer xuya ye ku dixwaze rola herêmî ya Îranê bi dawî bike û bidawîbûna vê rolê tê wateya hilweşîna sîstema herêmî ya kevn a ku Tehran û Enqera serekên wê bûn. Girîng e ku em metirsiya Tirkiyayê fêm bikin ku pêkan e teşeyê deverê bê guhartin ku pêkan e rewş ji destên Îranê derkeve heger rastî derbeyên derveyî yên tund were ku ev yek bandorê li rol û girîngiya wê bike wekî dawîtirîn welat di kembera NATOyê de li ser sînorê Îran û Rûsyayê, ku qezencê ji nakokiyên rojavayî bi van herdu welatan re digire. Lê ya girîngtir bo Tirkiyayê ew  e ku kurdên Îranê mîna kurdên Iraq û Sûriyayê nekin.

Li bara tiştê ne durist di serê Tirkiyayê de, hin hizir derdikevin holê, girêdayî pêkaniya ku rêjîma Îranê rastî derbeyeke derveyî were ku pê rewşa wê ya ewlehî û leşkerî ya hundirîn hilweşe û normal e ku ev yek rê li ber meylên rêveberiyên xweser veke.

Di nava vê rewşê de, xuya ye ku Tirkiya nêzîkî wê yekê ye ku sê hebûnên kurdî li ser sînorî wî bin. Di sala 1991ê de, serokê Tirkiyayê yê çûyî Tugut Ozal xîtabî hevalbendên xwe yên rojavayî kir ku bi sedhezarên koçberên kurdên iraqî vegerînin welatê wan û welatê wî nikare “milyon miûzî” bixwedî bike. Ev yek bû sedem ku devereke deqexeya balafiran bê avakirin li Başûrê Kurdistanê bo cihek ji koçberan re bê peydakirin li gorî biryara Encumana Ewlehiyê ya Navdewletî ya hejmara 688.

Lê şaştiya duyem ya ku Tirkiya dibîne ku ew ketiye wê, ew e piştî salekê ji desthilata AKPyê. Wê çaxê Tirkiyayê red kir ku destwerdanê di rûxandina sîstema Sedam Husên de bike, vê yekê hişt ku kurd ji destwedanên Tirkiyayê rizgar bibin, ku dê rê li ber kurdan bigirta bo rêveberiya xweser ava bikin. Her wiha Enqerayê red kir çaxa ku hêzên kurdî yên iraqî bûn hevalbendên yekser ên Washingtonê di serdema rûxandina Sedam de sala 2003yan. Piştî waneya iraqî, Amerîkayê destwedan di Sûriyayê de kir û piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê kir di operasyona şerê li dij DAIŞê de li cenga Kobanê sala 2014an. Her wiha Tirkiyayê ji binî ve red kir şerê DAIŞê bike û piştgiriya wê kir. Vê yekê rê li ber Koaîçsyona Navdewletî vekir ku bi Hêzên Sûriyaya Demokratîk re bibe hevalbend bo şerê li dij DAIŞê.

Çaxa ku van “şaştiyan” di serê xwe de dibe û tîne, hin pirsên tirsnak ji Tirkiyayê re derdikevin: Wê çi bibe heger şer bigihêje Îranê û li wir kurd hin mafan bi dest bixin mîna kurdên Iraq û Sûriyayê? Mijarên mîna hilweşêna rêjîma Îranê dê çawa Tirkiya pê re bide û bistîne? Gelo dê herdu “şaştiyên” Sûriya û Iraqê dubare bike û şer red bike û xwe ji ber wê bide alî herger qewimî? Gelo dê aştiya bi Partiya Karkerên Kurdistanê re nû bike û vê yekê bi kar bîne bo ku bi kurdên Iraq û Sûriyayê re li hev were?

Ji hêla teorî ve, nêrîneke Tirkiyayê ya yekgirtî li bara rewşa deverê tuneye. Gelo pêkan e Tirkiya ber guhartinên mezin li deverê pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi dawî bike ku ev yek rê li ber bidawîkirina pirsgirên bi cîranan re ye? Ji ber ku cewherê pirsgirêkên Tirkiyayê bi cîranan re hundirîn e ku bo derve tê vajîkirin. Mîna vî senaroyî, dihêle em li bara pêkaniya vejînkirina aştiya kurdî-tirkî bipirsin, gelo dê dîsa dubare bike piştî ku çareyên tund ceriband û kemberên ewlehiyê li bakurê Sûriya û Iraqê ava kir?

Di çarçoveya bûyerên li derdora Tirkiyayê yên li bara Îran û Îsraîlê, Dewlet Bahçelî bi wekalet silav da Ebdullah Ocalan, dema ku silav da hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakîrhan di rûniştina vekirina gera teşrîî ya nû ya parlementoya Tirkiyayê. Berî destdayînê Bahçelî didît ku partî nûnerê “teror” û cudabûn”ê û ew deng û rengê Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Dibe ku silavdayîna Bahçelî û axaftina wê li bara nûkirina “aştiyê” dide xuyakirin ku pêkan e aştî ji nû ve pêk were. Ji ber wê Bakîrhan û serekê kurd yê girtî Selahedîn Demîrtaş amaje bi wê yekê kirin e ku pêwîst e xîtabî Ocelan bê kirin, ku dan xuyakirin ku “sernavê“ ku pêwîst e dewlet berê xwe bide wê hê girtiyê Îmraliyê ye û li gel kurdan ew tenê cihê danûstandinê ye.

Lê li beramberî wê, tiştk heye neduristiya di serê Erdogan û Bahçelî de bêhtir dike. Hizira ku şer hê jî berdewam e. Nexwe bo çi Tirkiyayê hêzên xwe li Başûrê Kurdistanê kom kir? Bo çi hê jî dronên li bakurrojhilatê Sûriyayê kuştinê dikin? Çima nade xuyakirin ku ew siyasetên xwe diguhêre li deverên sûriyayî yên dagîrkirî? Di nava vê çûyîna ber bi aştiyê ve û kişandina ber bi şer ve, Tirkiya lê niştecih e. Her tiştê ku diqewime, ji tiştê ku dê bi serê Îranê bê di siberojê de û dê Tirkiya çawa bi kurdên Îranê re bide û bistîne, heta astekê partiya PJAKê roleke wê di siberoja kurdên Îranê û deverê de heye. Mîna van pêşbîniyan, Tirkiyayê datîne pêşberî du bijareyan: An zeviyê kuştinê û şer li ser sînorê xwe yê rojhilatî berfireh bike, yan jî rêyeke nû bibîne da ku bi hebûna kurdî ya ku tê avakirin bide û bistîne bêyî ku tundî û çareyên leşkerî bi kar bîne. Dibe ku bersiva van pirsan girêdayî rewşa aştiya kurdî-tirkî be û lêvegirtina wê li ser kurdan ên ku Tirkiyayê ji hêla başûr ve dorpêç dikin.

Ji bilî wê dî Tirkiya li ser xeta şkandinê be heger guhartinê kûr li Îranê pêk hatin.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN