Erdogan û AKP xelasiya xwe di şerekî mezin de dibînin!

Nivîskar: Tariq Hemo

Dewleta tirk di şerê giştî yê li dijî gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê de bi israr e. Li vir em dikarin behsa dewletê an jî desthilatdariya niha ya AKP/MHP bikin. AKPê bi hevkariya netewperestan dewletê bi rêve dibe. Piştî hilbijartinên xwecihî yên ku di dawiya adara 2024an de lidar ketin, ku di encamê de rêjeya AKPê ji 50% daket 35%, mayîna ser desthilatdariyê bû armanca AKPê ya sereke û li pêş. Ji bo ku dewletê bi rê ve bibin, neyên xwarê û rastî darezandin û dadgehkirinê neyên, Erdogan û olîgarşiya AKPê her karî didin pêşiya çavê xwe. Wiha xuyaye ku wan konsepta şerê giştî, êrîş û komkujî li dijî Kurdan, ji bo xwe, dewrî mijarek jiyanê kirine. Mijarek man û nemanê.

Niha tiştê sereke ji bo AKP û Erdogan, çiloniya mayîna li ser desthilatdariyê ye. Projeya wan ya avakirin û “geşpêdana” Tirkiyê bi dawî bû. Ji sala 2002 an ve û heta niha, vê partiyê û Erdogan Tirkiyayê xistin warekî xerab. Di hemû waran de ev welat bi paş ve xistin. Wan aşîtiya navxuyî têk bir. Xizanî pêşvexistin û aboriya welat anîn astek gelekî xerab. Erdogan, wek malbat û wek olîgarşiya biçûk ya ku AKP birêve dibe, di xewna desthilatdariyek mayinde û pêkanîna projeya “Osmaniya nû” de, ne tenê Tirkiyê û gelên wê, lê hemû herêma Rojhilata Navîn û pêkhateyên wê ji hev xist. Şer, gendelî û teror pêşve xist. Encam jî niha xuyaye: xezanî, şer û rewşek aborî ya kambax e.

Desthilatdariya AKP niha rojên xwe yên dawî dijî. Ew ji aliyê gelên Tirkiyayê ve hatiye redkirin. Her wiha di asta herêmî û navnetewî jî de, ew dişifre bûye. Ew niha mîna sedema kirîz û tevliheviya li herêmê tê nîşandan. Nema wek mînaka “islama nerm” û “faktorê aramiyê” tê diyarkirin. Êdî her kes dizane ku AKP faktorê tevlihevî ye. Ew şerê navxuyî pêş dixe, terorê û cîhadîstên global destek dike û dibe sedema koçberiya bi milyonan kes ya ber bi Ewropayê ve. Di asta hundurîn de jî AKPê têk diçe. Ew nema partiya pêşeng a ku Tirkiyayê birêve dibe ye. Ji ber vê yekê, Erdogan û malbata wî, olîgarşiya teng ya ku AKP birêve dibe û tevahiya aborî û ragihandina Tirkiyê girtîye dest xwe, di tirsa windakirinê de ne.

Ew ji darezandin û dadgehkirinê ditirsin. Bi gotinek din, ew ji çarenûsa dîktator û dizekên mezin yên di dîrokê de li ser destê gelên xwe bi  erdê ve hatine xweşikandin, ditirsin. Erdogan û malbat ji dawiyek wek mîna dawiya Nicolae Ceauşescu û Sedam Husên ditirsin. Ji bo ku rê li ber vî sînaroyî bigirin, wan biryara durustkirina şerekî mezin li dijî kurdan daye. Ew bawer dikin, ku ewê bi rêya vî şerî tevliheviyek mezin çêbikin, berê dewletê û gel bidin “dijminekî” din û bi vî awayî ji hesabxwestin û darezandinê rizgar bibin. Li gorî wan, dibe ku ew çend salên din jî li ser desthilatdariyê bimînin.

Meydana şerê Erdogan û AKPê Kurdistan e. Dijminên wan jî gelê kurd e. Ew niha berê artêşa tirk didin Kurdistanê. Ew hemû derfetên dewletê ji bo vî şerî didin bikaranîn û xebitandin. Armanca wan ew e, ku hemû hêzên kurdan têk bibin û jiholê rabikin. Erdogan û AKP dixwazin bi vê yekê re, ji gelên Tirkiyê re bêjin, ne aborî û jiyanek bi rûmet û ne jî demokratî girîng e, lê “yekîtî û silametiya welat” ya ku di şerê li dijî kurdan tê de parastin, girîng e. Divê her kes xizanî, birçîbûn, gendelî û dîktaroriyê tehmûl bike, da ku dewlet kurdan têk bibe û bi vê yekê re, Tirkiyê “mezin” bibe. Niha ev logîk a Erdogan û desthlatdariya AKP/MHPê ye. Bi vî şerê giştî li dijî kurdan, ew ê karibin li ser textê Enqerê bimînin û rê li ber partiyên oposyonê bigirin. Ewê rê li ber guhertinek demokratîk bigrin û rewşa awarte, ya dibe bi dehan salan dirêj bike, ragihînin.

Êrîşa dagirkeriyê ya artêşa tirk di 3 tîrmehê de li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, nîyata  vê qonaxa nû ya şerê Erdogan û AKPê yê mayina li ser desthilatdariyê ye. Ew dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin (dibêjin 40 km). Jixwe niha bajarên Amêdiyê û Dihokê jî derbas kirine. Wezîrê şer yê desthilatdariya AKP Yaşar Güler diyar kir, ku ewê êrîşa xwe berfirehtir bikin û bi dirêjahiya sînorên fermî yên Sûrî û Iraqê bi qasî 30 heta bi 40 km derbas bibin. Bi gotinek din, ew pîlana dagîrkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê qonax bi qonax dikin. Jixwe ev serê çend sala ye, ku dewleta tirk gelek herêm ji Rojava û Başûr dagîr kiriye. Dewleta tirk li Sûriyê bi qasî 10 hezar km2 girtiye dest xwe û li Başûr jî bi dehan bargehên leşker ava kiriye. Niha jî ew êrîş dike û hewl dide tevahiya herêmê dagir bike, hêzên kurd têk bibe û bi milyonan kurdan koçber û derbider bike.

Armanca dewleta tirk dagirkirina tevahiya Başûr û Rojava ye. Eşkere vê yekê dibêjin. Ew dixwazin Kurdistanê bigirin dest û bi vê yekê re xewna (Misak-i Milî) pêk bînin. Ew dixwazin hêzên kurdan hemûyan (di nav de PDK jî) ji holê rakin. Jixwe ji siyaseta AKPê diyar dibe, ku ew serê hemû hêzên kurdan dixwazin. Dibe ku ew niha PDK ji bo hin kar û peyweran bidin pêş, lê ev yek heta demekê û radeyek destnîşankirî ye. AKP dixwaze PDK bi rolek hevkarî û xulamtiyê rabe. Ji bo dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan binuximîne, rolekê dide PDK. Ew vê êrîşa xwe ya li hemberî kurdan bi PDK dinuxmîne. Lê dor dê were ser PDK. Jixwe diyar e, ku dewleta tirk pîlan dike “rêya aboriyê” ya ku ji Çînê ji bo welatên ereb ên kendavê, Iraq û Tirkiyê tê, di herêmek din, ne di herêmên li jêr desthilatdariya PDK de, derbas bike. Ew dixwaze PDK qels bike. Erdogan wek xulam, ne wek hevkar li PDK dinêre.

Li dijî vê êrîşa dewleta tirk pêwîstî bi berxwedanek giştî ya kurdan heye. Li ser hemû astan, divê li dij terora AKP/MHP xebat û kar were kirin. Divê gelê ereb jî rastiya vê desthilatdariya faşîst û dagîrker nas bike û li dijî wê helwestê nîşan bide. Jixwe niha gelê ereb li Sûriyê rûyê Erdogan û AKP nas kir. Li dijî siyaseta AKP/MHP ya hevkariyek bi rejîma Esed re, nijadperestiya li hemberî koçberan, kuştina xwepêşanderan li herêmên dagirkerî, îro helwestek nerazîbûnê ya mezin heye. Divê ev helwest were destekkirin û xurtkirin. Li vir MSD dikare rolek mezin bilîze. Ew dikare hemû hêzên sûriyayî nêzîkî xeta xwe ya bihevrejiyan, bidawîanîn li dagîrkeriya tirk û avakirina Sûriyek fedral û demokrat, bike.