Rejîma AKP/MHP Rojhilata Navîn dewrî golek xwînê dike!

Nivîskar: Tariq Hemo

Dewleta tirk bi rêya dagîrkerî û şerê li dervayî sînor hewl dide ji kirîzên xwe yên navxuyî bireve û gelên Tirkiyê bixapîne. Wek her car, ew vê carê jî xelasiya xwe di berfirehkirina şerê li dijî gelê kurd de dibîne. Rejîma AKPê û Erdogan ji sala 2002 gelek sûc li dij mirovayetiyê kirine. Komkujî û dagîrkerî pêk anîne û destek dane terora global. Li ser asta hundirîn, dewlet dizîne, aborî têk birine û xizanî pêş xistine. Niha ev rejîm di nava gel de dişîfre bûye û welatî ji derdora wê belav bûne. Jixwe me ev yek di encamên hilbijartinên şaredariyan de dît. AKP ji rêjeya 50% daket rêjeya 35%. Ew niha di tirsa windakirina desthilatdariyê de ye. Ew dizane ku jidestçûna desthilatdariyê, li gel ewqas sûc û dizî, tê wateya darizandinê. Erdogan û malbata xwe ji wê yekê ditirsin, ku dawiya emrê xwe di girtîgehan de biqedînin.

Erdogan û AKPê bi hemû hêza xwe hewl didin berê dewletê bidin şerekî berfireh, da ku karibin “rewşek awarte“ durist bikin û bi vê yekê re rê li ber têkçûna rejîma xwe bigirin û li ser desthilatdariyê bimînin. Ew xelasiya xwe di şerekî mezin de dibînin. Bi buhaneya vî şerî, ew îradeya gel desteser dikin. Li jêr navê “şerê serxwebûna Tirkiyê“ Erdogan, AKP û MHP, rejîma xwe ya mafxwar, talanker û dizek, li ser piyan dihêlin. Ji ber vê yekê dewleta tirk dest bi dagirkeriya Başûrê Kurdistanê kir. Eşkere artêşa Tirkiyê derbas bû û li derdora bajarên mîna Amêdî, Dihok û Zaxo bi cih bû û dest bi avakirina bargehên eskerî kir. Armanca sereke têkbirina hêzên PKKê ye, lê her wiha dagîrkirina Başûr, bêbandorkirin û dîlgirtina PDKê ye.

Desthilatdariya AKP/MHP hewl dide PDK qels bike, ji hev bixe û dewrî hêzek çetewerî ya ku planên nîjadperestiya dewleta tirk bi cih tîne, bike. Li aliyekî din, ew hikûmeta Bexdayê jî li dijî doza kurd dide xebitandin. Ew dixwaze Bexdayê li dijî Başûr bi bandor bike û bi rêya hikûmeta navendî kurdan têk bibe û desteserkirina herêmên dagirkerî mîna Kerkûk, Xaneqîn û Şingal, dewam bike. Hevkariya AKP/MHP bi Bexdayê re, di asta yekem li dijî Başûr û hêzên kurd e. Tê xwestin ku Başûr qels, têkçûyî û xezan bimîne. Her wiha hêzên kurd jî, bê bandor bibin û nikaribin li hemberî Bexda û Enqerê helwestê nîşan bidin. Di serî de PDK, hemû hêzên kurd armanca dewleta tirk in. Tê plankirin, ku wek ew halê hazir bê çare ne, wiha bimînin. Tenê xizmetê ji dewleta tirk re bikin û dagîrkeriyê wê rewa bikin.

Niha artêşa Tirkiyê Başûr dagîr dike. Bi hevkariya Bexdayê agir bera mal û milekên kurdan li Hewlerê dide û dixe sukra PKK. Ew PDK jî ji bo vê armancê bikar tîne. Li gorî plana dewleta tirk, di serî de divê PKK qels bibe, piştre, dê dor were ser PDK. Ewê dewleta tirk li gel Bexdayê PDK ji hev bixe û têk bibe. Bi vê yekê re, destkeftiyên Başûr têk diçin, Bexda vedigre mîna beriya sala 1991 serwer. Jixwe ji niha ve dewleta tirk û Bexda plan dikin, ew projeya aborî ya bi navê “Riya Geşpêdanê“ di heremên ku li derveyî desthilatdariya PDK re derbas bikin. Tê xwestin ku PDK sûdê jê negire û xurt nebe. PDK jî bi siyaseta xwe ya destekdayîna dewleta tirk bê şert û merc, alîkarê vê planê ye. Ew tirba xwe bi destê xwe dikole.

Her wiha derbarê xweseriya Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê de jî, dewleta tirk xwedî planên jiholrakirinê ye. Ew niha hewl dide bi alîkariya Rûsya û Bexdayê lihevkirinekê bi rejîma Şamê re pêk bîne û bi vê yekê re xweseriyê têngav bike. Ji bo vê armancê bike rastî, desthilatdariya AKP/MHP amade ye, muxalefeta Sûriyê ya ku çetetiyê jê re dike, bi erzanî bifroşe. Jixwe em dibînin ku dewleta tirk niha çi tîne serê penaberên sûriyî yên li Tirkiyê dijîn. Her roj êrîş û talankirin li dijî wan hene. Wiha xuyaye ku dewleta tirk dixwaze van penaberan (bi milyonan hene) derbider bike û li heremên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi cih bike. Dest deyne ser mal û milkên wan ên ku wan bi keda xwe li Tirkiyê dane ser hev.

Kar û barê desthiltdariya AKP/MHP bûye afirandina tevliheviyê li hemû heremê. Ew bawer dike, ku tenê bi vî şêweyî ewê karibe xwe xelas bike û li ser textê Enqerê bimîne. Ji ber vê yekê, ew yekser an jî bi riya çete û cîhadîstan şer gur dike, xwînê dirjîne û gelan li dijî hev sor dike. Ajandeyên AKP/MHP hemû planên şerê qirêj in. Tu aramî, pêşveçûn û aşîtî nîne. Mixabin welatên DYA û Ewropayê hemû bêdeng in. Li gel ku ew metirsiyên vê siyasetê dizanin jî, lê ew li hemberî dewleta tirk hîna bê helwest in. Dewleta tirk welatekî mîna Sûriyê wêran kir, destek da DAIŞ û El Nûsrayê li hemberî kurdan (Şingal û Rojava) û bû sedema ku bi milyonan penaber berê xwe bidin Ewropayê. Ew penaberên ku hatin Ewropayê bûn sedema kirîzek aborî û ewlekarî, ku di encamê de hêzên rastger beriz û xurt bûn. Niha aşîtiya navxuyî ya Ewropayê ketiye metirsiyek mezin. Ev hemû karê tarî yê dewleta tirk li jêr desthilatdariya AKP/ MHPê ye.

Eger li hember planên dewleta tirk yên tevlihevkirina herêma Rojhilata Navîn, helwestek navnetewî neyê stendin, dê tevahiya cîhan bibe qada şer û tevliheviyê. Jixwe gelê kurd di kozika berxwedan û têkoşînê de ye. Ew mertalê mirovayetiyê ye, ku hemû cîhanê ji terora vê dewletê û çeteyên wê diparêze. Li vir divê hemû aliyên siyasî û diplomasî yên kurd û pêkhateyên din, dosyayan derbarê komkujiyên ku dewleta tirk dike, amade bikin û radestî aliyên navnetewî yên pêwendîdar bikin. Divê li hemberî vê dewleta doz li Dadgehên Navnetewî werin vekirin û sûcên wê yên li dij mirovayetiyê werin aşkerekirin û rûreşkirin. Dewleta tirk û berpirsên wê, divê wek kujêrên bêsûc û alîkarên terora global di dîrokê de werin naskirin û li ser vê bingehê werin darizandin.