• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Şingala xweser û destdirêjiya hêzên derve

May 22, 2024
Şingala xweser û destdirêjiya hêzên derve
Share on FacebookShare on Twitter

Di van rojan de bi dehan malbatên êzdî yên ku ev 10 sal in li kampên herêma Başûrê Kurdistanê dijîn, vedigerin Şingalê. Li gor agahiyan, her roj bi dehan malbat vedigerin gund û bajarokên xwe. Ev kes di sala 2014 an de di encama êrîşa DAIŞê û vekişîna hêzên PDKyê de, neçarî koçberiyê bûbûn.

Hikûmeta Bexdayê biryar dabû ku heta dawiya meha tîrmeha vê salê, divê hemû penaberên êzdî yên şingalî ji kampên li herêma Başûrê Kurdistanê derkevin û vegerin gund û bajarokên xwe. Ev kamp jî divê bên girtin. Biryara hikûmeta Bexdayê, li gorî pilana qaşo dawîanîna li koçberiya navxuyî, hatiye dayin.

Piştî komkujiya ku DAIŞ bi serê êzdiyan li Şingalê anî, bi sedhezaran êzdî neçarî koçberiyê bûn. Nêzîkî 150.000 ji wan li tevahiya cîhanê belav bûn û Kurdistan terk kirin. Lê piraniya şingaliyan hîna li Başûrê Kurdistanê dijîn. Bi giştî 23  (tenê li parêzgeha Dihokê 15) kampên ku penabrên êzdî lê dimînin, hene. Li van kampan 25.600 malbat di nav şert û mercên gelek zehmet de dijîn. Li derveyî van kampan bi qasî 38.700 malbat dijîn. Ev malbatên êzdî li bajar û bajarokên herêma Başûrê Kurdistanê belav bûne.

Li gorî rêxistina “Human Rights Watch”ê heta niha 183.000 penaberên êzdî yên qeydkirî, li derveyî herêma Şingalê dijîn. Lê hejmar ji vê yekê zêdetir e û dibe ku 300.000 derbas bike. Li Şingalê 65% ji bajarok û gundeweran tenê bi nîvê nişticihên xwe yên ku beriya fermana 2014an dijiyan, têne hijmartin. Jixwe 13 bajarok jî tam vala bûne û tu kes ji nişticihên wan venegeriyaye. Hikûmeta Bexdayê di biryara xwe de diyar kiriye, ku ew dê nêzîkî 3000 dolar alîkariyê bide her malbatekê ku dê kampê terk bike û vegere Şingalê.

Astengiyên mezin li pêşiya vegera şingaliyan, nealîkariya hikûmeta Bexdayê ya ku heta niha tu projeyên jinûveavakirina herêmê diyar nekiriye û êrîşên dewleta tirk yên li dij sazî û kesayetiyên welatparêz ên sivîl û leşkerî (YBŞ û Asayîşa Êzdîxanê, ên ku Şingalê diparêzin) û sekina aliyên siyasî li dij darizandina kesên ku di nava DAIŞ de cihê xwe girtibûn û destê wan di komkujiya êzdiyan de hebû. Her weha binsaziya herêmê ya ji sala 2015 û 2017an, dema rizgarkirina herêmê, hilweşandî maye, sedemek ji sedemên nevegerê ye. Li bajarê Şingalê tenê nexweşxaneyek demkî bi 27 textê razanê heye. Tîma bizîşikî jî nîne. Li bajarokê Guhbel tenê navendek tendurustiyê heye. Lê wekî din, herêm bi tevahî bê xizmeta tendurustiyê ye. Di warê hîndekariyê de jî, kêmasî hene. Ji 206 dibistanên ku beriya fermana 2014an hebûn, tenê 86 vekirî ne û bi hejmareke hindik a mamosteyan, karê perwerdeyê dikin. Bi kurtahî, derfetên jiyanê bi awayekî pilankirî, nayên dayîn û bi vê yekê, rê li ber vegera şingaliyan tê girtin.

Desthilatdariya PDKyê li dij girtina kampan û vegera şingaliyan a ji bo cih û warên wan e. PDK naxwaze ku êzdî vegerin Şingalê û careke din Şingal were avakirin. Ew hewl dide wan di kampan de bihêle û wek karteke siyasî bi kar bîne. Ew sûdê ji dengê êzdiyan digire û bi rêya bi dehanhezarên dengan, helwesta xwe ya li welayeta Nînewayê xurt dike. Medyaya nêzîkî PDKyê di mijara vegera êzdiyan de ji bo Şingalê, tevliheviyê dike û gelek manîpolasyonan çêdike. Ew dibêje Şingal ne ewle ye û xizmet, şaredarî û dibistan nînin. Her wiha derbarê Xweseriya Şingalê de jî, nûçeyên berevajî rastiyê belav dike. PDK dixwaze “Peymana Şingalê” ya ku di cotmeha 2020î de bi hikûmeta Bexdayê re, li jêr çavdêriya desthilatdariya AKP/MHPyê mor kiribû, pêk bîne. Ev peyman hebûna PDKyê careke din li Şingalê misoger dike û hemû destkeftiyên şingaliyan, mîna sîstema xweserî û hêzên YBŞ, YPŞ û Asayişê ji holê radike. Ev peyman dixwaze Şingalê bîne qonaxa berî fermana 2014an, dema ku herêm bê rêxistin û parastin bû û di nava gendelî û tevleheviyê de parçe bûbû.

Gelê Şingalê helwedanên PDK û dewleta tirk yên têkbirina destkeftiyên wan, red dikin. Ew careke din qebûl nakin, ku PDK sîstemeke gendel ava bike û tenê gelê Şingalê mîna “çend hezar deng” bibîne. Qonaxa berî fermana 2014an divê venegere. Gelê Şingalê bi xwîna keç û xortên xwe xweseriyek û hêzeke leşkerî ava kiriye. Ew dê ji bo parastina van destkeftiyan têbikoşe û rê nede tu hêzê ku careke din çarenûsa şingaliyan bixe bin destê xwe û bide ber bazarê. Ji ber vê yekê, çareserî tenê ew e ku şingalî vegerin ser xaka xwe û bi hev re cih û warê xwe ava bikin, xweseriya herêmî xurt bikin û li dora sazî û hêzên xwe yên sivîl û leşkerî, kozikê bigirin.

Divê hikûmeta Bexdayê projeyeke niştimanî li ser asteke mezin ji bo jinûveavakirina Şingalê terxan bike. Divê hemû gund û bajarok werin avakirin û binsaziyeke moderin (rê û tevna av û elektrîkê) were danîn. Divê nexweşxane werin vekirin û tîmên tendurustiyê amade bibin. Her wiha divê dibistan û şaxên zanîngehan werin vekirin. Di warê navxuyî de, divê Bexda vîna gelê Şingalê nas bike û xweseriya wan qebûl bike. Divê ji bo gelê Şingalê destûr bê dayîn ku ew karibin xwe bi rê ve bibin û parastina xwe bi rêya keç û xortên xwe bikin. Da ku rê li ber fermaneke din were girtin, divê careke din çarenûs û qedera êzdiyan û Şingalê nekeve destê hêzên biyanî. Divê Şingal xweser û azad bimîne û careke din nebe qurban ji berjewendiyên hêzên gendel û girêdayî neyarên êzdî û tevahiya kurdan re.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Tags: BexdayêPDKŞingalê

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN