• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Metirsiyên vejîna DAIŞê

April 11, 2024
Metirsiyên vejîna DAIŞê
Share on FacebookShare on Twitter

General Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê HSDyê, di hevpeyvînekê bi malpera “Al-Monitor”ê re, derbarê DAIŞê de nirxandnên girîng kirin. Ebdî got DAIŞ sûdê ji vê tevleheviya li heremê û şerê li Xezayê digire, xwe ji nû ve bi rêxistin dike û bi rêya êrîşên mezin (mînak: li Iran û Rûsyayê), hewl dide, xwe bi cih bike û balê bikşîne ser xwe. DAIŞ xwedî tevnek berfireh a diravî ye û hîna bi hezaran çekdar û alîger li Sûriya û Iraqê pê ve girêdayî ne. Jixwe di vê dema dawî de êrîşên ku çekdarên DAIŞê li Sûriyayê li dij hêzên rejîma Şamê û HSDyê pêk tînin, zêde bûne. Di encama van êrîşan de, bi hezaran sivîl hatin kuştin.

Li gorî Ebdî, DAIŞ sûdê ji belavbûna bêkarî û xizaniyê û nebûna projeyek navnetewî ya geşpêdan û avahiya heremê, werdigire û bi rêya diravan ciwanan digire nava refên xwe. Her weha ew heremên ku ji aliyê Tirkiyayê ve hatine dagîrkirin, wek qadek azad, dibîne û li wir amedekarî û karê xwe yê logîstîk dimeşîne û pilanên êrîşên xwe yên li dij Rojava saz dike. Diyar e ku DAIŞ sûdê ji şerê dewleta tirk yê li dijî HSD û Rojava dike, digire. Dewleta tirk bi dehan şervanên me yên ku pêşengtî ji şerê têkbirina DAIŞ re dikirin, bi rêya belafirên bêmirov, tesfiye kirin. Her wiha yekser êrîş bir ser girtîgêhên ku bi hezaran çekdarên DAIŞ lê girtîne, kir. Armanca van êrîşan ku ev çekdar derfeta revê bibînin û li himberî HSDyê careke din karibin şer bikin.

Li dij DAIŞê li ser asta navnetewî tu karekî girîng nîne. Rêbazek tekoşîna hevbeş peyda nebûye. Hevpeymana Navnetewî ya li dij DAIŞê jî li himberî êrîşên dewleta tirk ên ku DAIŞ xurt dike û derfeta jiyanê didê, bê deng e. Dewleta tirk bi rêya êrîşên li dijî HSD û rûxandina binsaziya Rojava, hewl dide DAIŞ li ser pêyan bihêle, bi hêz bike û careke din derxe meydanê. Di encamê de, DAIŞ vedije û xwe amede dike, êrîşên mezin, ne tenê li Rojava û Sûriyayê, lê li tevahiya cîhanê pêk bîne. Bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî alîkariya desthilatdariya AKP/MHPyê ya ji bo DAIŞ, sûcekî mezin e. Ev alîkarî dibe sedema mirina bi hezaran sivîl û wêrankirina heremê.

Jixwe di van mehên dawî de, DAIŞê bi dehan êrîş bir ser hêzên HSD û rejîmê. Her wiha bi sedan sivîl li çolistana Sûriyayê kuştin. Bi rêya komên çekdar yên piçûk û çekdarên takekesane, DAIŞ hewl dide aramiya heremê têk bibe, hebûna xwe diyar bike û moral û hêviyê bide girtî û alîgerên xwe.

Di dema pêş de, dê DAIŞ hewl bide êrîşên xwe zêde bike. Her weha metirsî heye, ku ew mîna êrîşên mezin li Iran û Rûsyayê, ku bi sedan kes li wir kuştin, li Rojava û Sûriyayê jî erîşan bi heman şêweyî pêk bîne. Divê bergiriyên ewlekariyê ji bo girtîgeh û kampên ku çekdar û endamên malbatên DAIŞê li wir bi cih bûne, werin girtin. Her wiha divê ji bo kampên penaberên ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî, ên li Şehba û Hesekê jî, parastin zêde bibe. Divê rê li ber DAIŞê were girtin, ku êrîşên mezin û komkujiyan li dij kurdan û pêkhateyên Rojava pêk bîne.

Di hevpeyvîna bi malpera “Al-Monitor” re, General Mezlûm Ebdî balê dikşîne ser mijarek girîng, ew jî bi hezaran zarok û ciwanên malbatên DAIŞê yên li kampa Holê tên girtin. Ev kes dikarin bibin potensyalek terorê ya mezin û tevahiya heremê dewrî gola xwînê bikin. Divê ji bo wan çareseriyek li ser asteke navnetewî were dîtin. Divê civaka navnetewî xwe nede aliyekî û bi hevkariyek fermî bi HSD û Rojava re, çarseriyekê bingehîn û dayim bibîne.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN