• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Neteweyên Yekbûyî û çêkerên aloziya Sûriyayê

February 26, 2024
Neteweyên Yekbûyî û çêkerên aloziya Sûriyayê
Share on FacebookShare on Twitter

Di destpêka sala 2022yan de, ajansa Îranê ya nûçeyan “IRNA” daxuyaniya rayedarekî di hevdîtineke li Tehranê weşand ku tê de hate gotin “Rewş li Sûriyayê aram e.. Tu alî di van rewşan de behsa guhartina rêjîmê nake” Heman rayedarî li ser parastina serweriya niştimanî û aramiya siyasî û yekbûya axa Sûriyayê, piştrast kir.

Tiştê balkêş ew e ku ev daxuyanî ji aliyê nûnerên Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyayê Geir Pedersen ve hate gotin, ê ku peywendîdar e bi biryarên navdewletî ji bo birêxistina prosesa “veguhestina siyasî” li Sûriyayê, pêk bîne. Di vê çarçoveyê de, Encûmena Ewlekarî ya Navdewletî di 18ê kanûna 2015an de  biryara 2254 derxist ku naveroka wê şer raweste û rê li ber çarekirina siyasî veke ku xwe dispêre çar xalan, ew jî hukimê veguhastî, çêkirineka destûrekî nû, lidaxistina hilbijartinan û şerê li dij terorê.

Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û aliyên din ên di bin sîwana opozîsyonê de, biryara navdewletî 2254 wekî rêya pêkanîna çareseriya siyasî ya aloziyê dibînin, ji ber ku garantiya veguhastina rastî ji desthilatê û çareya giştî ya ku şer bi dawî bike, dike.

Bi her halî, Pedersen bi metoda piraniya nûnerên Neteweyên Yekbûyî yên çareserkirina aloziyan pabend e, ku ew jî metodeke gelek caran piştrast kiriye ku bêkêr e. Di demekê de ku erka nûneran pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ye, lê bi borîna demê û dirêjbûna aloziyan re, erka bû tenê xatirkariya krîzan. Lewra hêdî hêdî tevgerên nûneran çi li Yemen, an jî li Lîbyayê an jî li Sûriyayê, di rêyekê de ku di hin kîtekîtên wê de xuya dibe ku li dij birayên Neteweyên Yekbûyî û qanûna navdewletî bi xwe ye. Ji ber vê yekê jî, eger ku em têgeha zanista siysî formule bikin, tê wateya ku nûnerê ku diviyabû nûnerên qanûna navdewletî bike û bi awayekî rij piştgiriya bendên ragihandina cîhanî ya mafên mirovan bike, bibe nûnerek ku berjewendiyên “dewleta neteweyî” di ber çavan re derbas bike.

Bê guman, karê di atmosfêrekê de ku dewletên neteweyî tê de hene û naxwazin çareseriyê pêk bînin û girêdana bi desthildariyê û xwînrijandina gelê xwe eger were  xwestin jî hişik in, ne hêsan e.  Ev dewletên neteweyî jî têkçûna erkên nûnerên Neteweyên Yekbûyî bi kar tînin, ji ber ku alozî ji şiyanên wan ên rêvebirina çareseriyê, mezintir e. Ji ber vê yekê jî, hin hêsnakirinên destnîşankirî pêşkêş dikin ku ji derve ve tê xuyakirin ku xwestekên Neteweyên Yekbûyî ye û ji hundirû ve xizmetekê ji Neteweyên Yekbûyî re dike ew jî bi rêya ku “bide xuyakirin” ku ew çalak e û roleke wê di rêxistinkirina çareya krîzê de heye. Dewletên Astanayê jî vê yekê dikin ew jî bi rêya ku cihekî bingehîn ji Pedersen re cuda dikin da ku tê de xuya bike û wî bi destpêşxeriyên wekî “komîteya destûrî” mijûl dikin, her wiha nûnerê navneteweyî hizira “gav bi gavê” pêşkêş kir ku heta niha û piştî derbasbûna salan tu aliyekî ji wan tu gav neavêtiye.

Tiştê ku heta niha nûnerê Neteweyên Yekbûyî pê radibe, ew e ku fenûfûtên birêxistinkirî yên ku çêdibin normal bibîne, ku dewletên peywendîdar pêk tînin da ku rewşa li Sûriyayê wekî xwe bimîne bê tevgereke rasteqinî ya çareseriyê. Pederson heta niha cesaret nake şirove bike çawa alozî were çareserkirin, bi dûrxistina hêzekê ku ji sedî 29 ji Sûriyayê bi rê ve dibe? Her wiha çima Pederson bi xwe bi rêzikên sala 2015an girê dide û li xwe mukur nayê ku rewş piştî wê salê hatiye guhartin û xîtaba çareseriyê ku di civînên Neteweyên Yekbûyî de mizgîniya wê dide, li ser krîzê dereng e?

Di dehan salên borî de, ku tê de hizira “nûnerê navneteweyî” ji bo serpereştiya çareserkirina alozioya li tevahiya cîhanê pêş ket, ev hizir li gel dewletên ku binpêkirin û sûcan pêk tînin nebû cihê fikarê. A herî xerab jî, dewletên ku beşdarî gurkirina şerê navxweyî û çewisandina hundirî bûne, bi awayekî eşkere Neteweyên Yekbûyî şantaj dike bi rêya tengavkirina nivîsgeh û çalakiyên Neteweyên Yekbûyî. Di piraniya rewşan de, “şandeyên navneteweyî” serê xwe li ber lîstikên “dewleta neteyî” diçewisînin û di rêya wan de dimeşin bi hêviya ku guhartin çêbibe, an jî bûyerek rû bide û aliyê alozker neçar bike ku çare bike, ev hêviyê bi demê bi piranî bi kêr nayên.

Wekî encam, rêya siyasî ya heyî parçekirî ye û hemû aliyên çalak nagire nava xwe û aloziyeke nû diafirîne û neragihandina têkçûna çareyê ji hêla garantorê navneteweyî yê rêya siyasî, wekî xizmetê ye bo çêkerên aloziyê.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Tags: Neteweyên YekbûyîPedersenRêveberîya XweserSûriyayê

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN