• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Amed Dicle: Pêkan e Tirkiya di buharê de êrîşên xwe li dij Başûrê Kurdistanê zêde bike

February 19, 2024
Amed Dicle: Pêkan e Tirkiya di buharê de êrîşên xwe li dij Başûrê Kurdistanê zêde bike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) bernameyek bi zimanê kurdî derbarê guhartinên navxweyî yên ku Tirkiya tê re derbas dibe, her wiha pêşketinên li ser asta navdewletî û herêmê û bandorên wê di çêkirina guhartinê di helwest û meyla siyaseta Tirkiyayê ya derbarê gelek dozan de û di pêşî de doza kurdî di hundirê Tirkiyayê de û helwesta Tirkiyayê ya dijber ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re, çêkir.

Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hat birêvebirin, rojnamevan û pisporê karûbarê kurdan û Tirkiyayê Amed Dicle mijarên borî, nirxandin.

Rojnamevan Amed Dicle da zanîn ku Tirkiya gihaşt wê baweriyê ku bi tevgea leşkerî nikare Tevgera Azadiyê tune bike, lewra ji Amerîkayê balafirên F16yê dixwaze, her wiha dixwaze Îran, PDK, YNK û Iraqê têxe tevgerê. Dicle got: “Ji bo pêşî li kurdan bigirin, Tirkiya dixwaze têkiliyên xwe bi dewletên Rojhilata Navîn re baş bike, bi dewletên wekî wekî Misir û Îmaratê re. Armanca Tirkiyayê jî ku şerê li dij kurdan zêde bike û piştgiriyeke navdewletî bigire.”

Amed Dicle diyar kir ku hevkariya di navbera AKP û MHPyê de li ser esasê ku di vê sedsalê de kurd tune bin, eger kurd hebin jî divê ne kurdê azad be, lê ev lihevkirin bi ser neket, ji ber vê yekê, Tirkiya niha dixwaze ku Îranê bixe tevgerê.

Dicle got: “Gelê Tirkiyayê ku îro birçî ye, lê hikûmeta wê bi milyonan dolar ji bo kirîna çekan xerc dike, ji bo ku li dij kurdan bi kar bîne. Pêkan e ku ev koalîsyon ji hev belav bibe, lê ji bo kurdan gav bi paş de navêjin û wê her dijminahiya kurdan bikin. Lê divê kurd di hilbijartinan de bi ser bikevin, ji ber vê yekê qonaxa hilbijartinan, qonaxeke giring e, ji bo kurd bibêjin em li vir in. Ez texmîn dikim ku piştî wê danûstandinek çêbibe.”

Têkildarî dezgehên ragihandinê yên ne girêdayî hikûmeta Tirkiyayê ku behsa şerê gerîla û leşkerên Tirkiyayê yên dagîrker nakin, Amed Dicle ev nirxandin kir: “Li Tirkiyayê qanûn hatiye derxistin, ku ji dervayî daxuyaniya fermî ya hikûmetê, tu dezgehek nikare tiştekî li ser şerê gerîla û artêşa Tirkiyayê çêbike.”

Dicel anî ziman ku eger nefreta dewleta tirk li dij kurdan tune bûya, wê doza kurdan bihata çareserkirin, ji ber vê yekê tiştê Tirkiyayê dike ji dervayî aqil e, lewra tenê rêyeke kurdan heye, rêxistinbûn, têkoşîn û berxwedan û wiha dewam kir: “Bi rastî tiştê ku kurd dikin, tiştekî pir mezin e, çi li çiyayê Kurdistanê, tiştekî bêhempa ye, tiştekî pîroz û serkeftî ye. Ango, heta ku em encam bigirin, divê em çalakiyên mezintir bikin. Meşa li Kolnê û bi amadebûna bi dehhezeran kurdan, daxwaza bi milyonan kurdên li Ewropayê rave dike. ji ber vê yekê em neçar in ku têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Rojamevan Dicle got li gel tirkan dewlet tiştekî pîroz e, ji ber vê yekê jî rexneya li hemberî dewletê heta astekê ye, lewra li Tirkiyayê opozîsyona li dervayî kurdan, qels e. Bi gotineke din, ji dervayî kurdan, opozîsyona heyî nikare dewletê bihejîne.”

Dicle bal kişand ser rewşa Kurdistanê û got: “Hizira dewleta Tirkiyayê derbarê Rojavayê Kurdistanê, hema hizira wê derbarê kurd û Kurdistanê ye, ango fikira dijminatî ye. Berê wiha xuya bû ku berî hilbijartin wê êrîşek li dij Rojavayê Kurdistanê çêbûbûye. Belkî operasyona bejahî zehmet be, lê pêkan e li Minbic û Tilrifetê êrîşên xwe berdewam bikin. Bi nêrîna min êrîşeke bejahî li dij Rojavayê Kurdistanê niha zehmet e, lê di vê demê de dewleta Tirkiyayê giranî daye Başûrê Kurdistanê û dixwaze bi Îranê re di vê çarçoveyê de tevger bike. Di buharê de wê Tirkiya êrîşên xwe li dij Başûrê Kurdistanê zêde bike, pêkan e beriya hilbijartinan an jî piştî hilbijartinan wê vê êrîşê pêk bîne. Di aliyê stratejîk de, stratejiya ew e ku êrîşa li dij Başrê Kurdistanê berfireh bike, lewra dewleta Tirkiyayê bi Iraq û Îranê re dide û distîne. Di heman demê de, Tirkiya statuya Başûrê Kurdistanê nas nake, lê ji bo li dij Tevgera Azadiyê bikar bîne bi wê re dide û distîne.”

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Tags: Başûrê KurdistanêgerîlaRojavayê KurdistanêTirkiya

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN