Dr. Tariq Hemo
HSD û hikûmeta Şamê di pêkanîna bendên Peymana 29ê Çileyê de berdewam in, ku li gorî peymanê agirbest di navbera herdu aliyan de were pêkanîn, entegrasyona leşkerî û îdarî ji HSD û Rêveberiya Xweser di nava sazûmanî û saziyên dewleta Sûriyayê de, pêk were. Tevî gelek têbîniyan û derketina hîn astengiyan û rewşa sistbûnê derket holê û dibe ku bi zanebûn ev sistbûn pêk hat bi armanca fişar û tengavkirinê, lê peyman bi awayekî giştî baş diçe û gelek xal û bendên peymanê bi rastî pêk hatin. Lê divê em balê bikişînin ku hîna dorpêç li ser Kobanê ranebûye ji bo ku desthilatdarî armancên xwe pêk bîne, an jî dibe ku ji erk û berpirsyariyên xwe yên di peymanê de, bireve. Ev peyman piştî şerekî berfireh û giştî di navbera hikûmeta demkî û HSDyê pêk hat, ku desthilatdariya Şamê hewl da bi rêya vê yekê gel li dij HSD û alîgirên HSDyê (pêkhateya kurd) sor bike û bikaranîna kom û milîsên gelêrî wekî alavên nerm ji bo kirina kiryarên qirêj ku paşê înkar dike û heta piştî eşkerekirina tirs û mezinahiya tiştê qewimî, xwe wekî “dewlet” nîşan dide ku dikare wan koman kontrol bike û wan ji kirina sûc, kiryarên tundûtûjiyê û kuştinên girseyî yên zêdetir asteng bike û bi vî rengî xwe wekî garantorek ji bo parastina pêkhateya kurd li derveyî sê deverên ku piraniya nifûsê wan kurd e û li wir hêzên “HSD” û “Asayîş”ê hebûneke xurt hene, bazar dike.
Tevî ku HSDyê erê kir ji Dêrhafir û Meskenê (rojavayê Çemê Firatê vekişe), piştî rêzepêşketinên herêmê û navxweyî ku helwesta Şamê xurt kir, lê desthilatdariya Şamê biryara berdewamkirina êrîşê da, di demekê de ku hêzên hikûmeta Şamê ketin nava herdu taxên kurdan li Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û wekî serkeftineke li dij bi dehan endamên hêzên Asayîşê ku çekên sivik bi wan re bûn bi nav kirin. Ev endamên Asayîşê jî red kirin ku ji herdu taxan derkevin û parastina taxan kirin ku rastî topbaraneke dijwar hat û di encamê de, zirareke mezin çêbû û bi dehhezaran ji welatiyên kurd ji cihê xwe koçber bûn. Diyar bû ku desthilatdariya Şamê xwe dispêre hêzê û xwe ji peymana 10ê adarê û peymana 1ê nîsanê ya derbarê Helebê vekişand, piştî civîna wê bi Îsraîlê re li paytexta Fransayê Parîsê 5ê çileyê. Êrîşên li pişta HSDyê yên ku ji herêmên rojavayê Firatê vedikişiyan û aktivîkirina şaneyên li Reqa û bejahiya Dêra Zorê û parçebûna di nava şervanên HSDyê yên ereb û banga eşîrên ereban ji bo serhildanê, ev yek bû sedem ku komkujî û kuştinên komî derheqê şervanên HSDyê yên ku xwe vedikişandin çêbûn, herwiha heman komkujî derheqê kurdên ku ji Tebqa û Reqayê derketin û berê xwe dane Kobanê, Hesekê û Qamişlo û di encamê de, bi dehan ji malbatên kurd li ser rê û têketinên bajarok û bajaran, hatin tasfiyekirin. Ev hemû bi veşartin û hevkariya desthilatdaran û piştî amadekariyên medyaya fermî û medyaya erebî ya girêdayî wê qewimî, dema ku gelek derewên mezin li dijî HSD û kurdan hatin belavkirin û wekî her carê hîle û pîlan hatin bikaranîn da ku sûcên desthilatdaran veşêrin û bi qestî vegotina kurdî reş dikirin û heta ji bo gumanbarkirina baweriya wêne, dîmen û klîbên vîdyoyê yên ku tunekirina kurdan li ser bingeha nasnameya wan a neteweyî nîşan didin, di heman demê de medyaya çêkirî bal kişand ser mijar û hûrguliyên din ên wekî “tunel” û “girtiyên sivîl ên bêguneh” di zindanên HSD de.
Hêzên desthilatdariya Şamê ber bi bajarên Hesekê û Qamişloyê ve çûn, piştî ku şervanên ereb ên ji Reqa û Dêra Zorê dev ji HSDyê berdan û çûne malên xwe û beşek ji wan jî ji HSDyê qut bûn, ku di demeke berê de têkiliyên îstixbaratî bi wan re hatibûn çêkirin. Di vê çarçoveyê de, hêzên hikûmetê li Şedadê, Til Birak, Til Hemîs û Til Koçerê bi cih bûn ango bajarokên ku piraniya xwe ji welatiyên ereb in di parêzgeha Hesekê de. Herwiha, hêzên desthilatdariyê êrîş li dij bejahiya herêma Kobanê pêk anî û nêzî 70 gund dagîr kirin. Hevdemê êrîşê de, kiryarên dizî, talanî, kuştin û koçberkirin pêk hat û şêweyên din yên binpêkirinên şermîn û kiryarên bêrûmetkirina mirovan, ku bi rejîma Şamê re hevwate ne û bûne beşek ji dîroka wê, di dema serweriya wê ya kurt û rêveberiya wê ya li Sûriyayê de qewimîn. Gurkirina fermî ya li dijî kurdan, ku ji Şam û medyaya wê, û herwiha ji kanal û platformên erebî (bi taybetî yên Kendavê) dihat, gihîşt lûtkeya xwe. Hedefa din parêzgeha Hesekê bû, ku xetera herî mezin di derketina pevçûn û komkujiyên xwînî di navbera nifûsa ereb û kurd de bû.
Ji bo ku HSD derbasî şerekî kurdî-erebî nebe ya ku desthilatdariyê ev şer dixwest, biryar da ku xwe ji Reqa û Dêra Zorê vekişîne û li herêmên kurdan xwe bi cih bike û şer bike, ji ber ku li gorî xwesteka Şamê diviyabû şer berfireh bibe (dibe ku bigihaşta herêmên ku kurd û ereb tê de bi hev re dijîn li Sûriya û Iraqê: ji Efrînê bigire heta Şengal û Xaneqînê). Ji ber vê yekê jî HSD li parêzgeha Hesekê bi cih bû ku kurd û eşîrên ereban tê de dijîn yên xwedî têkiliyeke dirêj ji cîrantî, zewac û têkiliyên civakî bi kurdan re hebûn û di encamê de peydakirina zemînekî û binigehekê ji bo aramî û lihevkirinê. Ev yek jî ji bo desthilatdariyê zehmet bû ku van eşîran li dij kurdan bi kar bîne. Lê Reqa û Dêra Zorê, di rastiyê bargekî giran bû û HSD û Rêveberiya Xweser xwe jê xelas kirin û rojekê jî nedifikirîn ku di wan herdu cihan de bimînin û herdem li formuleke digeriya da ku saziyên leşkerî û rêveberiyên sivîl radestî xelkê li wir bike û xwe vekişîne parêzgeha Hesekê lê bi awayekî lihevkirina bi desthilatdariya Şamê re ku xelkê Dêra Zorê û Reqayê rengek ji rengên nenavendiyê bi dest bixin, ji bo rêzgirtina qurbaniyên ku dane di rizgarkirina herêmên xwe ji DAIŞê de û hewlên ku wan di avakirina saziyên rêveberiya xweser û parastina aştiya sivîl û herwiha saziyên dewletê (bendav, kargeh û zeviyên petrol û gazê) de dane li ber çavan digire. Lêbelê, pişta rejîma Şamê bi pevçûn û çalakiyên leşkerî piştî êrîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û pabendbûna wê bi nêzîkatiya partî ya dabeşkirina etnîkî û mezhebî li Sûriyayê – bi baweriya ku ev yek dê hesta neteweyî ya yekgirtî ya li ser bingeha hemwelatîbûnê hilweşîne û komên etnîkî û mezhebî yên Sûriyayê ber bi çeper û tecrîdê ve bibe, bi vî rengî wan qels bike û wan bi deverên erdnîgarî yên taybetî ve sînordar bike, di heman demê de kontrola rejîmê li ser tevahiya nifûsa erebên sunî xurt bike – ew e ku beşdarî têkçûna diyalogê û derketina rewşek eşkere ya şerê navxweyî bû ku li ser bingeha dewletê ku beşek ji nifûsa xwe li dijî beşek din gur dike.
Desthilatdariya Şamê di wê baweriyê de bû ku civaka navdewletî wê destwerdana şerê wê yê li dij HSD û kurdan neke û bêdengî nîşaneya vê yekê be, piştî ku Şamê di civîna Parîsê de tawîz dane Îsraîlê bi serpereştiya Amerîka û Tirkiyayê, herwiha Şam piştrast kiribû ku Şamê razîkirina Amerîkayê bi dest xistiye û soz ji Îsraîlê girtibû ku beşdarî şerê li dij HSDyê nebe, wekî ku çawa li Siwêdayê çêbû. Di lûtkeya êrîşa xwe de û pêşketina hêzên hikumeta Sûriyayê li Reqa û Dêra Zorê, nûnerê Amerîkayê li Tirkiyayê û nûnerê taybet ji bo Sûriyayê Barack daxwaz ji HSDyê kir ku ji herêmên ereban vekişin û piştre bi daxuyaniyeke dirêj ku li ser “X”ê belav kir, ragihand ku wê welatê wî ji Sûriyayê vekişe û hevkariya xwe bi HSDyê re bi dawî bike. Beriya wê jî serokê demkî yê Sûriyayê Ehmed El-Şeri biryarnameya 13 derxist derbarê kurdên Sûriyayê û da nîşan dan ku qaşo doza kurdan di Sûriyayê de hatiye çareserkirin û êdî pêwîstî bi HSD û Rêveberiya Xweser nemaye.
Li vir rewşê dest bi têkçûnê kir û şêwazek zelal a çalakiyên bi zanebûn û plansazkirî derket holê: rejîmê civîna di navbera serokatiya Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) (General Mazlûm Ebdî) û Artêşa Sûriyayê (Wezîrê Parastinê Merhaf Ebû Qesra) de, ku di 4ê çileyê de li Şamê pêk hat û mekanîzmaya entegrekirina HSDyê di nav tugayan de nîqaş kir, xirab kir. Piştre, di 5ê çileyê de, rejîmê Wezîrê Derve Esed El-Şeybanî şand Parîsê, bi bandor tawîzan da Îsraîlê. Ev yek binpêkirina lihevkirinên bi HSD re bû û bi bandor peymanên 10ê Adarê û 1ê Nîsanê betal kir. Di encamê de, rejîmê dest bi aktîvkirina vebijarka hêzê kir, êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kir û ji bo şerê “Rojhilatê Firatê” amadekarî kirin. Ev hemû li ser du rêyên paralel pêk hatin: A yekem, ya siyasî, ku ji bilî sozên piştgirî û çavdêriya leşkerî ya Tirkiyayê û veguheztina medyaya Kendavê, destûra kesk ji Amerîka û Îsraîlê digirt nav xwe. Armanca duyemîn leşkerî ye: Ji destê HSDyê kontrolkirina deverên ereban (Reqa û Dêra Zorê), hilweşandina Rêveberiya Xweser li wir û radestkirina karûbarên welatiyan (erebên sunî!) bo Şamê û berpirsên wê yên tayînkirî, ku bê guman hevkarên nêzîk ên Heyet Tehrîr El-Şam in. Bi gotineke din, li gorî vîzyona rejîmê, Reqa û Dêra Zorê dê ne xwediyê kesayetiyeke qanûnî bin û ne jî ji tu şêweyekî nenavendî an jî rêveberiya herêmî ya berfireh sûd werbigirin, berevajî Parêzgeha Hesekê piştî peymana 29ê Çile. Berevajî vê, her du parêzgeh dê bi navendîbûneke tund rasterast ji Şamê, di bin wesayet û çavdêriya fermandar û berpirsên ji paytextê hatine tayînkirin û rasterast ji hêla serokê demkî ve werin birêvebirin.
Li hemberî êrîşa rejîma Şamê ya li ser Hesekê û Kobanê, Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD), Rêveberiya Xweser û kurdan ji bilî ragihandina seferberiya giştî û amadekariya şerkirina heta dawiyê, tu bijardeyek din nemabû. Vê daxuyaniyê hestên kurdan li beşên din ên Kurdistanê û li çaraliyê cîhanê geş kir. Rêberê kurd Ebdullah Ocalan destwerdan kir, bi dewleta Tirkiyeyê re têkilî danî û eşkere kir ku pêvajoya aştiyê û çareseriyê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tirkiyayê de dê hilweşe ger Enqera di gurkirina rejîma Şamê de ji bo berdewamkirina êrîş û çewisandina kurdan li Sûriyayê de israr bike. Wî tekez kir ku nayê qebûlkirin ku hikûmeta Tirkiyayê îdîa bike ku ew aştî û xurtkirina “biratiya dîrokî di navbera tirk û kurdan de” li Tirkiyayê dixwaze, di heman demê de bi eşkereyî beşdarî kuştina kurdan li Sûriyayê dibe û şer sor dike. Wekî din, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (bloka sêyemîn a herî mezin a parlementoya Tirkiyayê) ji bo fişara li ser hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar seferber bû da ku pevçûna li Sûriyayê kêm bike û rêyên diyalog û çareseriyek siyasî veke. Herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve çalakiyên dîplomatîk û siyasî yên girîng hatin kirin. Li Hewlêrê di navbera rêberê kurd Mesûd Barzanî, fermandarê Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Balyoz Tom Barrack de civînek pêk hat da ku li ser rawestandina êrîşa rejîma Şamê û dîtina çareseriyek siyasî nîqaş bikin. Bi hezaran ciwanên kurd jî ber bi Hesekê ve çûn da ku tevlî berxwedana HSDyê bibin û êrîşa ku hêzên hikûmeta Sûriyayê amadekariyên wê dikirin li dijî deverên ku piraniya niştecihên wan kurd in li Hesekê û Qamişloyê pêk bînin, bişkînin. Piştî weşandina wêne û vîdyoyên ku nîşan didin komên artêşa Sûriyayê laşên şervanên kurd binpê dikin, bi tankan li wan dixin, mezargeh û goran dişkînin û sivîlên reviyayî li ser rêyan dikujin, bi sedan xwepêşandanên kurdan li çaraliyê cîhanê hatin lidarxistin. Ev xwepêşandanên girseyî bi kampanyayek dîplomatîk û medyayî ya kurdî re hatin lidarxistin ku bandorek girîng li raya giştî ya navneteweyî kir, zextek mezin li ser hikûmeta Sûriyayê kir da ku êrîşên xwe yên li ser Hesekê û Kobanê rawestîne û diyalogek nû bi Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser re bide destpêkirin. Senatorê navdar ê amerîkayî Lindsey Graham ragihand ku ew û endamên din ên Kongreya amerîkayî li ser pêşnûmeqanûnekê ji bo “parastina kurdan li Sûriyayê” dixebitin û rola kurdan û HSDyê di şerê li dijî terorîzmê de destnîşan kir û tekez kir ku pêwîst e Amerîka hevalbendên xwe biparêze û rê li ber hêzên tundrew bigire ku wan hedef bigirin û wan tepeser bikin.
Hevgirtina kurdan li herêmê bi kurdên Sûriyayê re, tevlîbûna bi hezaran ciwanên kurd bo hêzên berxwedanê, xwepêşandanên girseyî yên dîasporaya kurd li çaraliyê cîhanê, çalakiyên Kongreya Amerîkayê û Parlamentoya Ewropayê ji bo cezakirina rejîma Şamê ji ber sûcên li dijî kurdan li Heleb, Reqa û Kobaniyê hatine kirin, rola siyasî û dîplomatîk a hem Herêma Kurdistanê û hem jî bloka Partiya Wekhevî û Demokratiyê ya Gelan li Parlamentoya Tirkiyayê û fişarên medyaya kurdî û navneteweyî, hemû rejîma Şamê neçar kirin ku paşve gav bavêje û pêşveçûna xwe ya leşkerî li ser Hesekê û Qamişloyê rawestîne. Wê agirbestek çar rojî pêşkêş kir, ku paşê ji bo du hefteyan hate dirêjkirin. Piştre, serokkomarê demkî Fermana Hejmar 13 derxist û di dawiyê de, Peymana 29ê Çile derket holê. Di nav bendên wê de entegerekirina Hêzên Sûriyaya Demokratîk, destnîşankirina parêzgarekî kurd ji bo Hesekê, çareserkirina rewşa li Kobanî, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vegera kurdên koçber bo Efrîn, Serê Kaniyê û Reqayê hebûn.
Li Dêra Zorê û Reqayê, deverên ku vê dawiyê ji aliyê rejîma Şamê ve ji HSDyê hatine “rizgarkirin”, rewş niha ji ber nerazîbûna berfireh a gel aloz û nearam e. Kesên ku berpirsiyarê van parêzgehan in bi tevahî ji nifûsa herêmî bêxeber in û fikara wan a sereke kontrolkirina bîrên petrolê û çavkaniyên din ên dahatê ye. Wan herwiha dest bi derxistina fermanên keyfî kirine û bi awayekî ku bandorek kûr li ser jiyana welatiyan kiriye tevdigerin. Rewşa jiyanê xirab bûye û xizmet kêm bûne. Xelk niha gefê li serhildaneke çekdarî li dijî dewletê dixwin. Di nav vê rewşa xirab, valahiya ewlehiyê û têkçûna qanûnê de, DAIŞ dest bi jinûvederketin û jinûverêxistinbûnê kiriye, piştî ku ji berdana bi sedan şervanên xwe yên xwedî ezmûn ji zindanên El-Eqtan û Şedadiyê sûd wergirtiye. DAIŞ daxuyaniyek dirêj weşand, ku ji aliyê berdevkê xwe Ebû Huzeyfa El-Ensarî ve hatiye girêdan, ku bang li sûriyayiyan dike ku li dijî hikûmeta Ehmed El-Şeri, ku wî wekî “parêzvanê hevpeymaniya cîhanî” bi nav kiriye, rabin û îdia bikin ku Sûriya “ji dagirkeriya Îranê derbasî dagirkeriya tirk-amerîkayî bûye”. Ev daxuyanî bi êrîşên çawanî re hat, hin ji wan êrîşên “destwerdanê” bûn, ku ji aliyê şervanên rêxistinê ve hatibûn destpêkirin, baregeh û xalên leşkerî yên girêdayî desthilatdariya Şamê li hem Reqa û hem jî Dêra Zorê kirin armanc, di encamê de bi dehan leşkerên sûriyayî hatin kuştin û birîndar bûn.
Bicîhanîna peymana 29ê Çileyê di navbera hikûmeta Sûriyayê û Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) de hêdî hêdî lê bi awayekî domdar pêş dikeve. Di nav aliyên wê yên erênî de ev e ku piştî pevçûnên dawî û serdemeke dijberî û aloziyê, qeşa di navbera Şam û HSDyê de şikandiye. General Mazlûm Ebdî, ku bi awayekî çalak beşdarî hewldanên siyasî û dîplomatîk bû, di serkeftina peymanê de roleke sereke lîst. Beşdarbûna wî di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, ligel siyasetmedar Îlham Ehmed û tevlîbûna wî di şandeya fermî ya Sûriyayê de, bandorek girîng li ser kêmkirina aloziyê û vegerandina baweriyê di navbera her du aliyan de kir. Hevdîtinên bi rayedarên amerîkayî û navneteweyî re, bi taybetî Lindsey Graham, jî beşdarî aramkirina aloziyan û teşwîqkirina hikûmeta Sûriyayê kirin ku pabendî şertên peymanê bibe. Ev ji bo dûrketina ji cezayên amerîkayî, jinûvesepandina Qanûna Qeyser û sepandina dorpêçeke siyasî û aborî li ser Şamê hate kirin. Astengkirineke wiha dê bi bandor tevahiya qonaxa berê, ku piştgiriya amerîkayî û navneteweyî ji bo rejîma Sûriyayê dît, bidaya wê, dem û derfet bi hêviya bidestxistina lihevhatina navxweyî, jinûveavakirin û xurtkirina aştiya sivîl.
Astengiya herî mezin a li pêşiya bicîhanîna peymana 29ê Çileyê hebûna komên ku pêvajoya lihevhatina neteweyî red dikin û gefa bikaranîna çekan dixwin, dimîne. Ev heman kom in ku rejîm demek dirêj e di kampanyayên xwe yên leşkerî (seferberî) de li herêma peravê, Siwêda, Reqa û Kobanê teşwîq kiriye û bi kar aniye. Ev komên derveyî qanûnê li hin deverên gundewarî yên parêzgeha Hesekê jî hene û red dikin ku teslîmî rayedarên herêmî yên ku niha ji hêla Muhafiz Nûredîn Ehmed ve têne rêvebirin bibin. Wekî din, hin malbatên ku li Efrînê bi cih bûne, hîn jî red dikin ku malên welatiyên kurd ên ku piştî dagirkirina Tirkiyayê di 2018an de desteser kirine vala bikin. Ew herwiha red dikin ku zeviyan vegerînin xwediyên wan ên rastîn û hin ji wan ji bo vegerandina wan mîqdarên pir zêde yên pereyan dixwazin. Kampanyaya teşwîqkirin û seferberiyê ku ji hêla rejîm û medyaya wê ya fermî ve, digel dezgehên medyaya erebî yên alîgirê rejîmê, li dijî kurdan tê meşandin, bûye sedema xurtkirina hestên dijminatiyê li hember nifûsa kurd a Sûriyayê di nav qatên jêrîn ên civaka Sûriyayê de. Ev beş niha peymanê red dikin û heta bi eşkere gefê li dijî rejîmê dixwin ku çekan hilgirin. Herwiha îşaret bi tevlîbûna DAIŞê dikin, eger rejîm rê nede wan ku kurdan kontrol bikin û axên wan bigirin. Divê rejîm niha ji bo van beşan çareseriyekê bibîne. Divê wan bêçek bike û wan bixe bin serweriya qanûnê. Herwiha girîng e ku bernameyeke jinûveavakirina hişmendiyê were destpêkirin ku van koman hedef bigire û entegrebûna wan a serketî di nav civaka Sûriyayê de hêsan bike, ku tê hêvîkirin ku bibe civakek ku nirxên welatîbûn û wekheviya tevahî biparêze û di heman demê de hemî şêweyên gurkirina mezhebî û etnîkî sûcdar bike.







