• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Mirov dikare çawa li rejîma Îranê binêre?

February 28, 2026
Mirov dikare çawa li rejîma Îranê binêre?

Pankartek bi wêneya Elî Xamineyî li Tehranê | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية 

Bi hatina El-Xumeynî li ser desthilatdariyê li Îranê sala 1979an de, ji bo herêmê erdhejek bû û bandora wê di avakirina tabloya herêmê de, xwedî bandor bû. Herwiha, gelek kesên ji erebperest û netewperestên kurdî û marksîst kêfxweşî bi rûxandina Şahê Îranê kirin, lê hêviyên xwe yên ku li ser El-Xumeynî girê dan, têk çûn. Di heman demê de, me heman tişt di hundirê Îranê de jî dît, ku hêzên liberal, komunist û neteweyên ji firs, kurd, ereb û azerî û oldarên nerm, bi El-Xumeynî re li dij Şah tevlî şoreşê bûn, lê El-Xumeynî ew hemû têk birin.

Dibe ku îranî bi rêya mijarên azadiyan, an jî aborî an jî bi rêya mijarên mafên taybet bi neteweyan li rejîma Îranê binêrin, lê niştecihên herêmê ji Pakistanê heta rojhilatê deryayên Navîn û Sor, nikare li rejîma Îranê ya ku El-Xumeynî piştre Elî Xamineyî ji sala 1989an ve ava kirine, binêre bê ku bandora Îranê di xêzkirina tabloya nû ya herêmê de paşguh bike. Di vê çarçoveyê de, Îran gihaşt hêzeke herêmekî ya xurtî di pêvajoya navbera salên 2003-2014an de bi rêya serweriya li ser Bexdad, Beyrût û Sena û serweriya li ser rejîma El-Esed ji pêvajoya 2013-2024an, herwiha di doza Filistînê de Îran bû xwedî bandoreke mezin bi rêya hevalbendiya bi tevgera Hemasê ku ji sala 2007an ve serwerî li ser Xezayê kir. A duyemîn, rejîma Îranê bi rêya serweriya li ser partî û tevgerên şîî li herêmê, êdî bû lîstikvanekî mezin di hundirê dewletên wekî Iraq, Lubnan, Yemen û Efganistanê. Di encamê de, şerê şîî-sunî li tevahiya herêmê gur bû. A sêyemîn, Îran bi rêya destwerdana di şerê Sûriyayê de 2013-2024an ji bo destekdayîna rejîma Beşar El-Esed ku ev yek jî bi rêya şêwirmendên leşkerî yên îranî û komên çekdar ên şîî yên girêdayî xwe ji Lubnan, Iraq, Efganistan û Pakistan, bingeha şerekî cîhanî yê şîî-sunî di Sûriyayê de ava kir, dema ku îranî  û hevalbendên wê rûbirûyê rêxistinên leşkerî yên îslamî sunî yên opozîsyona Sûriyayê bû û ev yek jî bû sedema bi hatine bi dehhezaran şerker ji dehan welatan.

Mirov dikare bi çavên dîtir li rejîma Îranê binêre: Bi çavê kurdan, ku rastî zordarî û çewisandinê di serdema El-Xumeynî û Xamineyî de hatin, ku zordariya di serdema Şahinşahiya de derbas kir. Herwiha, Tehran bi rêya hevalbendên xwe yên desthilatdar li Bexdadê piştî Sedam Hisên, li pêşiya ku kurdên Iraqê mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, asteng bû. Bi çavê Kendavê jî; eger ku ne tirsa ji Îranê bûye, wê Encûmena Hevkariya Kendavê di sala 1981ê de nedihate avakirin û ne jî dewletên kendavê destek didain Iraqê di şerê li dij Îranê de 1980-1988an de. Herwiha, eger ne ji dîtina ku hûsî berdewamiya Îran bûne, Siûdî piştî 6 mehan ji ketina Sena di îlona 2014an de, şer li dij Yemenê dest pê nedikir. Sêyem, mimkun e ku meriv bifikire ka çawa meyleke siyasî û heta rewşenbîrî-siyasî, di nav hin ereban de, bi taybetî li Ebû Dabî û Riyadê, derket holê, ku ji ber peymana Obama bi Xameneyî re di derbarê dosyaya nuklerî ya Îranê de di sala 2015an de bandor bûye, ku her du paytext li dijî wê derketin û ew bi Tilebîbê re civiyan. Ev meyl li ser bingeha “hevpeymaniya kesên ku ji wê peymanê zirar dîtine” hate avakirin, ku wan wekî dayîna Xameneyî, di berdêla danîna sînoran li ser şiyanên nuklerî yên Îranê, bêrêziyek amerîkayî ji bo berfirehbûna Îranê li herêmê didît. Divê mirov bi bîr bixîne ku “Peymanên Îbrahîmî” ku Îmarat û Behrenê bi Îsraîlê re di sala 2020î de îmze kirin, bi razîkirina Siûdî bû û hindik bû ku Siûdî jî di mehên beriya operasyona 7ê cotmeha 2023yan de hindik mabû ku bi Îsraîlê re peymana normalîzekirinê îmze bike. Di vê çarçoveyê de, gelek aliyan û di nav de jî Washington dîtin ku yek ji armancên Hemasê û pişta wê Îranê, xerabkirian normalîzekirina siûdî-îsraîlî bû.

Rejîma Îranê dikare wekî nîşana destpêkê ya pêla îslama siyasî li seranserê herêmê ku ji Îslamabadê heta Rabatê û ji Stenbolê heta Adenê dirêj dibe jî were dîtin, ku di navbera salên 1979-2013an de bi şiklê tundrewiya îslamî ya sunî û şîî û ji sala 2014an vir ve bi şiklê cîhadîzma selefî bû. Di derbarê nêzîkbûna Xumeynî bi Ixwan El-Mislimîn re, ku rehên rewşenbîrî û siyasî hene, ew ne tenê li Filistînê bi tevgera Hamasê re hatin wergerandin, lê di heman demê de li Iraqê bi têkiliya Partiya Dawa bi Partiya Îslamî ya Iraqê re jî dikarin werin hîskirin û di Lubnanê de jî bi têkiliya Hizbullahê bi Koma Îslamî ya li wir re têne dîtin.

Bi van hemû dîtin û nêrînan, me dighîne encamekê ku rejîma El-Xumeynî-El-Xamineyî, ne rejîmeke normal bû wekî rejîmên ku herêm fêr bûbûn, lê belê ew xwedî projeyekê bû wekî rejîmên Mihemed Elî Paşa li Misirê di sedsala 19an de û rejîma Cemal Ebdulnaskir. Ev hersê rejîm jî (îranî, Paşa û Ebdulnasir) xwedî taybetmendiyeke ku sînor derbas dikirin û biryardayîneke serbixwe bûn, herwiha dema ku bi hêzên navdewletî yên mezin re jî hevalbendî çêdikirin, hewl didan xwe xurt bikin bi rêya nakokiyên navdewletî, wekî çawa ku Mihemed Elî Paşa bi Fransa re li dij Birêtaniyan kir an jî Ebdulnasir bi Amerîka re li dij Birîtaniyayê di salên 1952 û 1955an kir û piştre jî bi Sovyetê heta mirina xwe sala 1970î kir. El-Xumenî di dema şoreşê de ji Amerîkayê re da nîşandan ku ew hevalbendekî gengaz e li dij Kermilne ku hevalbendiya xwe li Etiyopyayê  û başûrê Yemenê 1978 û Efganistanê 1978an belav bûn, lewra Washington destûr da Parîsê ku bibe  navenda rêveberiya şoreşa El-Xumeynî ya Îranê. Xamineyî jî di şerên Efganistan 2001 û şerê Iraqê 2003an de bi Amerîkayê re di nava hevalbendiyeke aşkere bû û amerîkî wiha difikirîn ku korîdora Kabol-Tehran-Bexdad, dîwarê ku rê nade Çîn ber bi Rojhilata Navîn û Ewropayê ve, biçe.

Di rastiyê de, Donald Trump yekemîn amerîkayî bû ku temenê “zewaca amerîkayî bi Îranê re” ku George W. Bush kur li Bexdadê û piştre jî Barack Obama bi Peymana Nuklerî îmze kir, eşkere kir. Lewra, Trump Amerîka ji peymana nuklerî di sala 2018an ve vekişand, lê Biden hewl da ku bi rêya danûstandinên bi Îranê re li Viyenayê 2021-2022yan ji nû ve vê peymanê zindî bike, lê Biden dît ku Îran bi Rûsyayê re di şerê Ukranyayê de hevalbend e û beşdariya Îranê di operasyona 7ê cotmeha 2023yan de jî eşkere kir.

Îhtîmala herî mezin ku qutbûna têkiliyên Amerîka û Îranê bi rastî li Kiyevê dest pê kir û li Xezayê jî temam bû. Herwiha, hedefgirtina şaxên Îranê li Xeza û Lubnanê û piştre jî şerê 12 rojan di hezîrana 2025an de li dij Îranê, encama qutbûna têkiliyan e. Danûstandinên Trump bi Xameneyî re di sala 2026an de nîşan didin ku ew dixwaze projeya Îranê li herêmê bi dawî bike û ji holê rake, rejîma Îranê ji hundir ve dorpêç bike û piştî ku ev rejîm hat dorpêçkirin û di quncikê teng ê navxweyî de hat sînordarkirin, bihêle ku meylên “guncaw” hilberîne, an piştî ku wê neçar bike ku di danûstandinên ku bi rîtma keştiyên balafiran ên amerîkayî pêk tên de tawîzên mezin bide, an jî piştî ku derbeyek leşkerî ya gewre werbigire.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN