• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Nasnameya Sûriyayê çi ye?

February 1, 2026
Nasnameya Sûriyayê çi ye?

Pireke wêranbûyî ya li ser Çemê Firatê li Reqayê, encama şerê navxweyî | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية 

Di 80 salî de, ya di navbera serxwebûna Sûriyayê ji Fransayê di 17ê nîsana 1946an û heta dîroka destpêkirina aloziya Sûriyayê li Derayê di 18ê adara 20211an de, hestek li gel  beşek mezin ji erebên di Sûriyayê de hebû ku kincê sûriyayî li ser wan teng bûye. Ji ber vê yekê jî partiya neteweyî ya sûriyayî di nava welatiyên dewleta Sûriyayê de lawaz bû û Partiya Gel jê xurtir bû, ku hewl da di salên 40 û 50î de Yekitiya Kevana Zêrîn bi Iraqê re çêbike, herwiha Ixwan El-Musilmîn jî hewl da girêdana olî çêbike, ku ew ne li dij erebîzm bûn berovajî hevreyên xwe yên li Qahîreyê. Ji aliyekî din ve jî, yên herî xurt di Sûriyayê de, erebperestên nasirî û beisî, ku ew di piratîkê de ji desthilatdariya li ser Şamê ji 22ê sibata 1958an, bi navbera hukimê qutbûna biçûk ji Misirê, ango di navbera 28ê îlona 1961ê û 8ê adara 1963yan de, ku diyar bû bingeha wan a civakî lawaz bû, piştre erebperest hatin û careke din bi rêya hevalbendiya di navbera nasirî-beisî di 8ê adara 1963yan bûne desthilatdar. Piştre Beis ji 18ê îlona 1963yan ve, tena xwe bû desthilatdar.

Îhtîmala herî mezin jî sedema vê yekê jî ew bû ku Padîşahiya Sûriyayê ya ku di adara 1920î de hate ragihandin beriya ku fransiz piştî 4 mehan werin û wê tune bikin, ku Şerîf Hisên û kurê wî Feysel li ser projeya “Şoreşa erebî ya mezin”ya li dij Osmaniyan di 10ê hezîrana 1916an de hatibû damezrandin. Niyet ew bû ku avakirina dewleteke erebî ji çiyayê Anatolyayê heta Kendava Edenê û ji Deryaya Navîn û Sor heta Çiyayê Zagrosê. Lê Feysil tenê bi padîşahiya xwe di sala 1920î de sînordar ma ku desthilatdariya xwe li ser (Sûriyaya mezin bi çar beşên xwe) ragihand, lê ev yek tenê li ser kaxezê bû, ji ber ku rastiyên li ser erdê çêbûn dibêjin ku dewleta Lubnan ya mezin piştî 40 rojî ji Şerê Meyselonê (24ê tîrmeha 1920î) çêbû, piştî wê jî xanedana rojhilatê Urdunê di adara 1921ê de hat û ya herî metirsîdar jî Weed Bilfor li Filistînê, ku Birîtaniyayê dest bi amadekirinê jê re dikir, ji dema ku general Alenbî di kanûna 1917an de kete Qudisê. Feysel Hisên xwe radestî vê çarenûsê kir, ku erê kir bibe padîşahek li ser Iraqê di tebaxa 1921ê de ku ji aliyê Londonê ve hate diyarkirin. Lê wî û malbata Haşimî li Bexdadê heta 14ê tîrmeha 1958an hewldanên xwe her dewam dikirin ku Şam û Bexdadê bixin bin desthiltdariya Haşimî.

Ev meyla giştî ya Sûriyayê ji ber biservekirina li ser axa Tirkiyeyê ji aliyê Fransayê ve hate xurtkirin, ku rûbera Sûriyayê ya di bin mandata Fransayê de ji 25ê tîrmeha 1920î ve kêm kir. Ev dikare bi Sûriyayê di bin Mandata Fransayê de di Peymana Sevrê (tebaxa 1920î) de were berhevkirin, ku sînorê Sûriya-Tirkiyayê heta xeta Pirsûs-Gazîyantep-Urfa-Mêrdîn-Cizre (Cizra Botan) dirêj dibû, heta Peymana Lozanê (tîrmeha 1923yan), ku ew sînor kêm kir sînorên wê yên niha. Piştre, di dawiya salên 1930î de, Fransayê Senceqa Îskenderûnê da Enqerayê û ew ji sînorên ku di Peymana Lozanê de hatine destnîşankirin, ku ew jî bi Enqerayê re hatibû girêdan, veqetand. Ev binpêkirinek eşkere ya Fransayê ya belgeya Mandatê bû, ku li gorî Neteweyên Yekbûyî, destnîşan dikir ku hêza mecbûrî divê sînorên axa mandatkirî biparêze û nede aliyekî din. Parîsê bi îlhaqkirina beşek ji Sûriyayê bo aliyekî din, belgeya Mandatê binpê nekir; herwiha hewl da ku axa Sûriyayê bike çend dewletan (Şam, Heleb, Dewleta Cebel El-Durzî û Dewleta Elewî). Ev projeya parçekirina Fransayê têk çû dema ku Parîs di peymana 1936an de jê paşve gav avêt. Di pratîkê de, Fransayê damezrandina dewleta Sûriyayê ya yekgirtî di sala 1943yan de qebûl nekir ji bilî ku Şamê dewleta Lubnanê nas kir, ku çar navçe berî ku valakirina Fransayê di 17ê nîsana 1946an de pêk were girt.

Li vir, tiştê ku di navbera 10ê hezîrana 1916-17ê nîsana 1946an çêbûye, ew derûniya sûriyayî ya erebîzm ava kir û ev yek jî hişt ku li kincê xwe binêre ku li ser wî teng bûye. Di nava erebên sûriyayî de, hestekî erebîzm li gel beşek mezin ji wan çêbûbû bû ku ji ya hemû ereban xurttir bû. Ev yek jî di bingehê xwe de, xwe dispêre tiştê di navbera herdu rojan de çêbûye, herwiha Dewleta Emewiyan ragihandina damezrandina dewleta erebî bû, lê bi şêweyekî îslamî, berî ku Ebasî werin û Emewiyan hilweşînin, bi rêya serekekî ereb û laşekî faris ber bi projeyek dewletek Misilman a navneteweyî ve ku paşê di navbera ereb û farisan de hate dabeşkirin, berî ku tirkên selçûkî sê sed sal piştî damezrandina dewleta ebasî werin û berî ku cîhana îslamî di navbera osmaniyên sunî û sefewiyên şîî de bi rêya Şerê Çaldiranê di 1514an de were dabeşkirin.

Derbarê nasnameya erebîzm ya Sûriyayê di navbera 17ê nîsana 1946an-18ê adara 2011an de, tu nîqaşekî cidî çênebûye. Di dema aloziya Sûriyayê de ku di sala 2011an de dest pê kir, pirsên xurt derbarê nasnameya Sûriyayê ji aliyê kurdên Sûriyayê ve hatin kirin, ku hêza wan jî zêde bû bi saya destekdayîna Amerîkayê ji wan re di şerê li dij DAIŞê de û kurdan jî ev yek bi kar anî û di hevkêşiya aloziya Sûriyayê de, kurd bûne xwedî cihekî girîng. Herwiha ev pirs ji aliyê sekularîstan ve jî têne kirin ku bi fobiya îslamiyan dijîn, di hevkêşeyên derûnî û rewşenbîrî de ku Seyîd Qutb wekî wekhevî erebîzmê dibînin, tevî ku ew ramanwerekî navneteweyî bû û ji aliyê sembola herî mezin a erebîzmê, ango Cemal Ebdulnasir, di sala 1966an de hat îdamkirin. Di heman demê de, gelek xiristiyanên sûriyayî jî li dij erebîzmê ne, ku dibînin nasnameya Sûriyayê hate desteserkirin, ji dema têkçûna Bîzansa li pêşiya musilmnan di şerê Yermûk di sala 636. Ji aliyê din ve jî, desthilatdariya Sûriyayê ya Beisî 1963-2024an, girêdana wan a xurt bi erebîzmê hebû û di xîtaba wan a fermî de, yekitiya nasnameyê di navbera(erebîzm) û(îslamê) de hebû, li gorî teoriya Mîşêl Efleq ku dibîne îslam giyanê erebîzmê ye. Ev yek rê li ber rejîma Sûriyayê negirt ku di şerê xwe yê li dijî îslamîstan de herî dijwar be, wekî ku bi ezmûnên salên 1979-1982yan û 2011-2024an hatiye îspatkirin. Ev teoriya Efleqî hevpeymaniya Hafiz El-Esed û kurê wî di warê çandî-qanûnî de bi (îslama şêxlî ya fermî) re rave dike.

Bi rûxandina rejîma Beisê li Şamê di 8ê kanûna 2024an de, mirov dikare bêje ku sîstema siyasî ya erebîzmê ya dawî hate rûxandin, piştî tecrubeya beisiyan li Iraqê 1968-2003yan û piştî tecrubeya Ebdulnasir li Misirê 1952-1970. Di nav piraniya erebên hemdem de wiha têgihaştî ye ku îdeolojiya erebîzmê di warên (yekîtiya ereban), (Filistîn) û (modernîzasyonê) de têk çûye, heya ku berevajî vê yekê çênebû dema ku beisiyan Iraq û Sûriya di rewşek parçebûna mezhebî de hiştin û pirsgirêka kurd di rewşeke aloz de hiştin.

Îhtîmala mezin ku erebîzm wê bibe girêdaneke çandî-civakî di nava erebên sûriyayî de, ne girêdaneke siyasî, piştî ku tecrubeyên wê yên siyasî ku di salên 50 û 60î de dest pê kir, têk çûn. Di heman demê de, tevgera erebîzmê êdî nebûye tevgereke siyasî an jî îdeolojî ya xwedî giraniyeke mezin. Erebîzm hestekî nasnameyeke şaristanî-çandî ya taybet e ku dikare ereb û neereb jî di nav xwe de bigire û ew ne nasnameyek e ku li ser kesekî hatiye ferzkirin an jî nasnameyeke mecbûrî ye ji bo welatekî.

Hinek pirs hene ku divê li Sûriyaya piştî Beisê werin pirsîn, piştî ku erebîzm, wekî tevgereke îdeolojî-siyasî, di ezmûna desthilatdariyê û di gihaştina armancên xwe de têk çû. Ev tê vê wateyê ku hewldanên avakirina nasnameyeke erebî ji bo welat gihaştine rêyeke bê encam, bêyî ku ev were vê wateyê ku Sûriya ne aîdî derdora xwe ya ereb e, an jî erebên Sûriyayê bi erebên din re têkiliyên wan tunene, mîna ku kurdên Sûriyayê bi kurdên Tirkiyayê yan ên din re têkiliyên çandî-civakî dibîne.

Ev pirs jî wiha ne: Nasnameya Sûriyayê çi ye?.. Gelo (sûriyayîbûn) têrê dike bibe nasnameya sûriyayiyan, an jî taybetmendiyeke ji bo dewleteke pêkhateyan û parên olî-mezhebî-neteweyî, wekî (iraqîkirina) li Iraqê piştî 2003yan pêk hat?.. An jî divê lêgerîn li ser welatekî bê nasname çêbibe ku tenê wekheviya welatiyan di azadî û erkan de pêk were, dûrî ol, mezheb, netewe, etnîk, zayend û meyla siyasî û ev welatî azadiya demokrasî bi kar bînin?

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN