• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Êrîşa Tedmûrê û jinûvedîzaynkirina siyaseta Amerîkayê der barê Sûriyayê de

December 20, 2025
Êrîşa Tedmûrê û jinûvedîzaynkirina siyaseta Amerîkayê der barê Sûriyayê de

Trump û Wezîrê Parastinê ji bo her du leşkerên amerîkayî yên ku di êrîşa Tedmurê de hatin kuştin rêzê digirin | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Serkîs Qesarjiyan

Made bi erebî jî heye العربية

Êrîşa Tedmûrê xaleke veguhartinê ya girîn di siyaseta Amerîkayê der barê Sûriyayê de piştî rûxandina rejîma Beşar El-Esed, çêkir. Kuştina leşkerên amerîkayî, bi yekemîn peywendiya bi hêzên Sûriyayê yên nû re û li ser destê endamekî ewlekarî ku berê endamê rêxistina DAIŞê bû, ne tenê wekî bûyereke têkçûna ewlekarî bû, lê belê piştrastkirinek bû li ser nebûna hevsengiyê di navbera daxwaz û armancên siyaseta Amerîkayê û rasteqîniya sazîbûnê ya lawaz li ser axa Sûriyayê ye.

Ev bûyer, nîqaşên kûr di hundirê Washingtonê de vekir, der barê tevlîbûna lezgîn ya bi bi Şamê re û sînorên fişara li ser HSDyê ji bo entagrasyona di artêşa niştimanî de ku heta niha nasnameya wê artêşê temam nebûye. Herwiha, ev bûyer bal kişand ser zêdebûna aloziya ne eşkere ya di navbera beşê dîplomasî yê ku Sûriya dibîne wekî qadeke ji bo jinûvebicihkirina serweriya Amerîkayê û aliyê leşkerî ku balê dikişîne ser rêvebirina metirisiyan û rênedayîna dubarekirina nimûneyên têkçûyînê yên wekî li Iraq û Efganistanê.

Êrîşa Tedmûrê, ne tenê wê ritma siyaseta Amerîkayê biguhêre, lê belê wê ji nû ve erka faktorên xwecihî organîze bike û cihê HSDyê xurt bike, ji ber ku ew hevkarê ewlekarî yê ku di dema niha de nikare dest jê berde. Li beramberî vê yekê jî, êdî baweriya bi şiyanên Şamê ku bikaribe roleke navendî di têkoşîna li dij terorê de bilîze kêm bûye, bêyî pêkanîna çeksaziyên kûr û hêdî.

Yekem: Êrîşa Tedmûrê ji bûyereke meydanî heta ezmûneke stratejîk

Êrîşa ku di 13ê kanûna pêşîn a 2025an de li nêzî Tedmûrê di dema çalakiyeke hevbeş de li dijî hêzên amerîkayî hat kirin, ne bûyerek ewlehiyê ya tenê bû. Berevajî vê, ew kêliyek eşkereker temsîl dikir ji bo mantiqa bingehîn a nêzîkatiya Amerîkayê ya li hember Sûriyayê di dema rejîma El-Şeri de. Di demek pir hesas de, dema ku Washington hewl dida ku veguherînek hesabkirî ji hevkariyek leşkerî ya taybet bi Hêzên Sûriyaya Demokratî re ber bi çarçoveyek berfirehtir ve biafirîne ku dê hikûmetek sûriyayî ya veguhêz jî di nav xwe de bigire, êrîş rasterast li dijî texmînên siyasî yên ku bi vê guhertinê re têkildar bûn derket û pirsek kevin bi awayekî nû vejand: Gelo dîplomasî dikare di hawîrdorek ku şerê dewletbûnê hîn nehatiye biryardan de pêşî li ewlehiyê bigire?

Mirov êrîşa Tedmûrê dûrî çarçoveya binesaziya dewleta Sûriyayê piştî rûxandina rejîma berê, fêm bike. Dewleta Sûriyayê ya ku ji desthilatdariya veguhêz re mîras maye, ne ku alavekî nûye ku careke din hate pêxistin. Lê belê hebûnek bû ku ji nû ve bi awayekî lezgîn ji toreyên ewlekarî yên ku di aliyê dilsozî û paşxaneyan de cudayî hev in, hate komkirin.

Rêveberiya Sûriyayê ya nû bi teşwîq û saya hêzên herêmî û rojavayî, hewl da ku valahiya ewlekarî dagire, ji tirsa guhartinê. Di encamê de, rêveberiya nû siyaseta entagrasyona berfireh ku endamên gelek komên çekdar di nava xwe de dihewandin pêk anî, ji wan koman ku li dij rejîmê şer kirin û hin ji wan jî parastina têkiliyên xwe yên ne zelal bi rêxistinên cîhadîstî re kirin û hin ji wan jî, neçarî beşdarî prosesên çareserkirina rewşa xwe bûn. Ev nêzikatî, tevî pêwîstiya wê ya siyasî, lê bi xwe re gelek metirsiyên ewlekarî anîn.

Di vê çarçoveyê de, êrîşa Tedmûrê wekî şirovekirina piratîk a têkçûna veguhastina ji “rêveberiya aloziyê” ber bi mentiqê “avakirina sazîbûnê” ye. Ev bûyer ne ku di dema şerê bi “DAIŞê” re di kûrehiya çolistanê de pêk hat, lê belê ev bûyer di dema kordîneyeke elwekarî de pêk hat, ku diviyabû bi ewle, lê bi xwe re nameyeke xeternak anî: Xeterî ne ku tenê di aliyên dervayî serwerî de tê, lê belê di hundirê saziyên ku nû çêbûne de, tê.

Duyem: Aloziya baweriyê û vegera tirsa êrîşên navxweyî

Êrîş careke din, senaryoya herî tirsanek di bîranîna leşkerî ya Amerîkayê de anî: Êrîşên(Green-on-Blue). Ev cureyên ji êrîşan, ne ku tenê bi hejmara qurbaniya tê nirxandin, lê belê bandora wê ya li pey hev li ser bawerî, dispilîn û amadebûna hêzê bi xebatên hevbeş re.

Bi çavê ewlekarî, bûyera Tedmûrê 3 pirsgirêkên sereke derxistin holê:

A yekemîn, lawaziya mekanîzmeya lêkolîna ewlekarî û îstixbaratî di nava hêzên Sûriyayê yên nû de, çi li ser asta komkirina agahiyan an jî parvekirina wan agahiyan bi hevkarên amerîkayî re.

A duyemîn, nebûna çanda sazîbûna zelal di hundirê van hêzan de, heta niha girêdanên kesayetî û îdeolojî, li şûna girêdana pîşeyî, li pêş e.

 A sêyemîn, lawazbûna binesaziya operasyonên hevbeş, ku gav bi gav nehatiye taqîkirin, lê belê bi awayekî lezgîn û siyasî hat ferzkirin.

Ji bo CENTCOMê, ev dane di aliyê piratîk de tê wateya ku berfirehbûna operasyonên hevbeş, bê ku ji nû ve sazûmaniya ewlekarî ya Sûriyayê ji kok ve were sererastkirin, wekî qumareke nehesabkirî tê dîtin, dibe ku bi xwe re windahiyên din bîne an jî vekişandinê bîne lê bi şertên xerabtir.

Sêyem: Parçebûna di hundirê Washingtonê de-Rûbirûbûna rêbazan

1- Nêrîna dîplomasî: Sûriya wekî derfetekê ji bo jinûvebicihkirinê

Ji dawiya sala 2024an vir ve, siyaseta Amerîkayê li Sûriyeyê di navbera mijûlbûn û hişyariyê de di qadeke gewr de çûye. Ji hêla retorîkî ve, rêveberiya Trump hewl da ku amadebûna xwe ya ji bo mijûlbûna bi rastiya nû ya li Şamê re nîşan bide, ku ji hêla hejmareke faktorên hevbeş ve dihatin rêvebirin, di nav de xwesteka pêşîgirtina li valahiyek stratejîk ku dikare ji hêla hêzên rikber ve were dagirtin, pêwîstiya domandina kanalên bibandor ji bo şerê li dijî DAIŞê û zêdebûna zexta navxweyî ji bo kêmkirina pabendbûnên leşkerî yên derveyî.

Nêrîna dîplomasî ew bû ku rûxandina El-Esed derfteke gelekî girîng da, ji bo avakirina Sûriyayê di nava sazûmaniya herêmî ya dijmantiya kêm bi Amerîkayê re. Li ser vî esasî jî, îzolekirina Şamê an jî lawaziya wê, wê bihêle ku ev valahî ji aliyê Rûsya, Îran an jî heta Çînê ve, were dagirtin.

Ev nêzikatî nîşan dide ku metirsiya ewlekarî ya beyî bi rêya tevlêbûnê mirov dikare çareser bike û avakirina baweriyê pêwîstiya wê bi gavên cesaret hene, tevî ku di pêvajoyên destpêkê de hin têkçûn çêbûn. Di heman demê de, dibîne ku fişara zêde ya li ser Şamê dibe ku şepêlên pragmatik di hundirê Şamê de bi xwe têk biçe û şepêlên tundraw, xurtir bike.

2- Nêrîna leşkerî: Sûriya wekî qadeke xeternak a vekirî

Li beramberî dîtina dîplomasî, CENTACOM bi Sûriyayê re wekî qadeke zêde bi girêk dide û distîne, ku serkeftin bi daxuyaniyên siyasî ve ne girêdayî hev in, lê bi hejmara êrîşên ku çênebûne. Li ser vî esasî jî, fermandariya leşkerî dibîne ku xwespartina hevkarên ku di ezmûnan de derbas nebûne, gefeke yekser li ser hêzên Amerîkayê çêdike.

Ev nêrîn li ser ezmûna tal a avakirina bilez a artêşên “niştimanî” ye ku di ceribandina yekem a cidî de qels derketin, wekî ku li Iraqê di 2014an de û li Afganistanê di 2021an de qewimî.

3- Encamên rûbirûbûna saziyan

Meyla Trump derbarê Sûriyayê de, di hundirê sazûmaniya biryardayîna Amerîkayê de hemûyan li ser hev nekiribû, bi vî awayî fermandariya navendî ya Amerîkayê li Sûriyayê bi çavekî zêdetir reşbîn dibîne, ku di lawaziya binesaziya ewlekarî ya nû de xeteriyeke yekser li ser hêzên Amerîkayî û aramiya herêmî ku piştî têkçûna DAIŞê çêbûye, dibîne.

Êrîşa Tedmûrê di gihandina van herdu dîtinan de (dîtina dîplomasî û leşkerî) pêk hat û ji nakokiyên rêveberî ya veşartî, veguherand nakokiyên stratrejîk a vekirî. Bi çavê dîplomatan, hevkariya ewlekarî ya sînordar bi Şamê re, ezmûnek bû ji bo derbasî asta hevkariya temamkar bibe û armanc jê, avakirina herî kêm baweriyeke dualî û amadekirina zemîneke ji bo xebatên siyasî û ewlekarî yên demdirêj. Lê bi çavê CENTCOMê ev hevkarî xeteriyeke hesabkirî çêkir, ku di bin fişara siyasî de hat erêkirin, ku ew bawer in ku lezkirina di berfirehkirina vê nimûneyê dê temenê wê ji sûdên wê mezintir be.

Êrîşê aliyekî pratîkî da vê hişyariya leşkerî. Rastiya ku sûcdar endamê hêzên ewlehiyê yên Sûriyayê bû, bi gumanên li ser girêdanên wî yên îdeolojîk ên berê, xwezaya pirsgirêkdar a pêvajoya entegrasyonê ya ku Şamê bi lez pejirandî ji nû ve anî rojevê. Ji perspektîfeke ewlehiyê ya saf ve, ev têkçûn divê ne tenê wekî şaştiyeke bergiriyan ​​were şîrovekirin, lê belê wekî nîşanek nekarîna dewleta veguhêz ji bo ferzkirina pîvanên hişk ên dilsozî û dîsîplînê di nav saziyên xwe yên serwer de. Ev nekarîn, di çarçoveya şerekî neasayî li dijî rêxistinek mîna DAIŞê de, ne hûrgiliyek piçûk e, lê xeterek avahîsaziyê ye.

Ev êrîşa Tedmûrê, ev rûbirûbûn bi dawî nekir, lê belê helwesta hişyariya leşkerî xurtir bû. Lewra, êdî biryarên girêdayî Sûriyayê, zêdetirî di lêvegerên ewlekarî yên dirêj de derbas dibin û nahêle ku gavên sembolîk ên mezin werin avêtin.

Bandora herî kûr a êrîşê, ji nû ve rêzkirina dînamîkên hêzê di nav Washingtonê de bû. Dema ku baskê dîplomatîk ji bo berfirehkirina sînorê manevrayên siyasî bi Şamê re dixebitî, ji nişkê ve xwe di pozîsyona parastinê de dît, neçar ma ku beşdariya xwe ji bo raya giştî ya ku ji ber mirina leşkerên amerîkayî di mîsyonek kêm-rîsk de şok bûbû rewa bike. Di heman demê de, CENTCOM pozîsyona xwe wekî saziya ku ji berê de li ser lawaziya hevkarê nû hişyarî dabû û ji bo jinûveavakirina standardên operasyonel wekî pîvana bingehîn ji bo her hevkariya pêşerojê zext dikir, xurt kir.

Ev guhartin ne tenê bandor di xîtaba naxweyî de kir, lê belê bandor di biryarên siyasî de jî kir, ku di tevger û çûyîn û hatinê de zêdetir tedbîrên tund hatin girtin û kêmkirina nîqaşên cidî derbarê navendbûna tund di Sûriyayê de. Di heman demê de, jinûverêgezên pevçûn û hevahengiya meydanî hatin nirxandin. Tevî ku rêveberiya Amerîkayê, bi baldarî êrîşa siyasî sînordar kir û bi berdewamî piştgirî da El-Şeri û ew wekî dilsoz bi nav kir, lê bê gûman bawerî kêm bû û asta texmînan jî kêm bû.

Çarem: HSD: Gencîneya stratejîk

Di vê çarçoveyê de, careke din nêrîna HSDyê ya derbarê hesabên xwe yên ewlekarî piştî êrîşa Tedmûrê, piştrast bû. Di demekê de ku beriya bûyera Tedmûrê, Washington li HSDyê dinêrî wekî hebûnekî veguhastinê ku divê entagrasyona dewleta Sûriyayê bibe û nêrîna Tirkiyayê derbarê entagrasyonê de di ber çavan re derbas dikir, lê ev êrîş careke din anî bîra xwediyên biryarê yên Amerîkayê ku HSD heta niha ew hêza garantor ya ewlekarî ya herî xwedî bawerî li ser erdê ye.

Tecrubeya HSDyê ya demdirêj di têkoşîna li dij DAIŞê de û şiyanên wê ku dikare di çarçoveya sazûmaniya fermandarî û serwerî ya wekhev bi rêgezên Amerîkayê re kar bike, hişt ku careke din bibe bijarteya lêçûna xwe kêm di atmosfêrekî xeternak a bilind de. Bi vê wateyê, êrîşê cihê HSDyê lawaz nekir wekî ku hîn dijminên wê hêvî dikirin, lê belê cihê wê xurtir kir û nîqaşên cidî derbarê jihevxistina wê an jî entagrasyona bi darê zorê, taloq kir.

Beriya êrîşê, hin kesayet û aliyên akademîst û ragihandinê yên Amerîkayê nêrînên alîgir nîşan didan ku sedemên wê eşkere bûn û HSD di hîn saziyên Amerîkayê de pêşkêş dikirin ku ew asteng e li pêşiya yekitiya Sûriyayê, lê piştî êrîşê HSD wekî faktorê aramiyê di atmosfêrekî tevlîhev de, hate nîşandan.

Hêzên ku şerên dirêj li dij DAIŞê pêk anî û sazûmaniya leşkerî yên hevgirtî ava kirin, îro zêdetir şiyanê wê heye ku garantiya ewlekariya hevkarên amerîkayî bide, bi hevrûkirina bi hêzên Sûriyayê yên nû re. Ev yek ne tê wateya ku Washington dev ji armanca entagrasyona HSDyê berda ye, lê dem û mekanîze wê êdî lêveger ji wan re çêbibe.

Di heman demê de, êrîşê hişt ku kaxezeke din a danûstandinê bikeve destê fermandariya HSDyê, ne tenê bi Şamê re, lê di heman demê de bi Washington re, ji bo piştrastkirina parastina li ser binesaziya xwe ya rêxistinî di entagrasyona siberojê de.

Pêncem: Şam di navbera ezmûna rewabûnê û fişara rastiyê de

Li beramberî vê yekê jî, Şam rastî têkçûneke siyasî di demeke pir girîng de hat. Hikûmeta veguhêz xwe dispart mijara dosyaya têkoşîna li dij terorê, ji bo ku xwe wekî hevkarê ku nayê paşguhkirin nîşan bide û dikare mîrasa komên çekdar û tundraw derbas bike. Lê ev êrîş ev çîrok têk bir û ji nû ve gûmanên rojava derbarê kûrbûna li ser guhartinên di hundirê saziyên dewleta Sûriyayê de, zindî kir. Di heman demê de, derî li pêşiya senaryoyên parçebûnên hundirîn ên siberojê vekir, di navbera şepêla ku avakirina têkiliyan bi Washington re derfetekê dibîne ji bo bi kar bîne û şepêleke din jî ku dibîne pêşkêşkirina tawîzên ewlekarî, tenê fişar û gûmanê bi xwe re tîne.

Ji bo desthilatdariya demkî ya li Şamê, di demeke pir xerab de têk hat, di demekê de ku hewl dide xwe wekî hevkarê ewlekarî yê xwedî bawerî nîşan dide û avakirina çîrokeke navdewletî ya nû ya li ser esasê “qutbûna ji cîhadîstê”. Lê vê êrîşa ku ji aliyê endamê hêzên hundirîn ve hate kirin, ji nû ve hemû gûmanên berê zindî kirin.

Di aliyê hundirîn de, vê bûyerê desthilatdariya El-Şeri anî pêşberî du pirsgirêkan: Tundîkirina di tedbîran de, dibe ku serhildan di hundir de li dij wê çêbibe, lê sistbûna di vê mijarê de wê bihêle ku baweriya navdewletî winda bike. Di aliyê derve de jî, êdî axaftina li ser baweriya navdewletî ya bêsînor, zehmetir bûye.

Şeşem: Ragihandina amerîkayî û cîhanî çawa bûyera Tedmûrê girt dest?

Di çar rojên pêşîn ên piştî êrîşê (13-17ê kanûnê) de, medyaya rojavayî gelek zêde bû, ku bi pileya bilind a hevgirtinê di vegotin û analîzê de û bi girîngîdana daneyên fermî yên amerîkayî û Sûrîyayê ve hate taybetmend kirin, digel hebûna berbiçav a analîzên ku hişyariya bandorên berfirehtir ên ewlehî û siyasî didin.

Dezgehên ragihandinê  yên lîberal û navîn

(New York Times, Washington Post, CNN, BBC, NPR)

Van platforman bal kişand ser lawaziya saziyên ewlehiyê li Sûriyaya piştî El-Esed. Rojnameya New York Timesê çend rapor weşand ku li ser paşxaneya muhtemel a êrîşkar lêkolîn dikirin, wî wekî “sempatîzanekî berê yê DAIŞê yê asta nizm” bi nav dikir ku rêyên entegrasyonê bi kar aniye û bûyer wekî delîla “ketina cîhadîstan” di nav dezgeha dewletê ya nû de hesiband.

CNN jî bal kişand ser aliyê mirovahî. Di vê çarçoveyê de, raporên berfireh li ser leşkerên hatine kuştin û malbatên wan çêkirin û dema êrîşê bi hewldanên Washingtonê yên jinûveformulekirina têkiliyên xwe bi Şamê re, girê da. Ji aliyê xwe ve jî, BBC raporên befireh derbarê zêdebûan çalakiyên DAIŞê di hundirê Sûriyayê de ji dema rûxandina El-Esed belav kirin û tê de anî ziman ku li gorî daneyên ne fermî asta rêjeya êrîşan ji sedî 40 zêdetir bûye, di demeke ku valahiya ewlekarî heye.

Dezgehên ragihandinê yên muhafezekar

(Fox News, Wall Street Journal – National Review)

Ev dezgehên ragihandinê xîtabekî zêdetir hişktir bi kar anî, ku tê de behsa rûmeta leşkerî û pêwîstiya bersivdayîna xurt, kirin. Di vê çarçoveyê de, Fox News bal kişand li ser daxuyaniyên Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û ev êrîş bi “şaştiyên normalîzekirina pêşwext” bi hikumetekê re ku endamên wê koka xwe cîhadîstên, girê da. Nivîsên seredîtorî yên Wall Street Journalê heta wê astê çûn ku li dijî xetereyên xwebaweriya bi amûrên ewlehiyê yên ji komên îslamî derketine holê hişyarî dan, bi îşaretek rasterast a bi paşxaneya “Heyat Tahrîr El-Şam”.

Çavkaniyên analîz û pispor

(Reuters, Foreign Affairs, Koma Aloziyên Navdewletî, Al-Monitor)

Van çavkaniyan şîrovekirinek jeopolîtîk pêşkêş kir û êrîş wekî derbeyek girîng li ser pêvajoya avakirina baweriyê di navbera Washington û Şamê de dîtin. Raportên ji Koma Aloziyê Navdewletî nîşan dan ku dewriyeyên hevbeş ji operasyonî bêtir sembolîk bûn û armanca wan ew bû ku Şamê tevlî şerê li dijî DAIŞê bikin. Reuters bûyer bi îhtîmala cemidandina her pêşketinek di derbarê sivikkirina cezayan de di bin Qanûna Qeyser de ve girê da.

Bi gelemperî, medyaya rojavayî ji teoriyên komployê dûr ket, berpirsiyariya xwe ya li ser DAIŞê ferz kir, di heman demê de bi awayekî neyekser mekanîzmayên verastkirina ewlehiyê di nav dezgeha nû ya ewlehiyê ya Sûriyayê de pirsî.

Heftem: Bandorên herêmî û navdewletî û senaryoyên pêşerojê

Li herêmê, êrîş dê pozîsyona kesên ku guman dikin li ser şiyana dewleta nû ya Sûriyayê ji bo kontrolkirina axa xwe xurt bike û dê şiyana Tirkiyayê ya zêdekirina zextê li ser HSDyê sînordar bike û wê neçar bike ku di ronahiya piştgiriya nû ya Amerîkayê ji bo HSDyê de hişyariyek mezintir nîşan bide.

Tirkiya niha xwe bi du dilemayan re rû bi rû dibîne: Ji aliyekî ve, ew li dijî her xurtkirina rola HSdyê ye û ji aliyê din ve, ew fêm dike ku Washington, piştî Tedmurê, kêmtir amade ye ku xetera hilweşandina hevkarek îsbatkirî û bibandor bike.

Di derbarê dewletên erebî de ku dixwazin bi berfirehtir bi Şamê re têkilî daynin, wan hişyariyeke din li ser xetereyên veberhênana siyasî û aborî li welatekî ku saziyên ewlehiyê hîn nehatine îstîqrarkirin wergirtine.

Ji hêla navdewletî ve, êrîş dê sînorên hêza Amerîkayê di şekildana veguherînan de bîne bîra xwe û hevalbendên ewropayî bi bîr bîne ku îstîqrara Sûriyayê hîn jî ne diyar e.

Senaryoya herî muhtemel rêbazek dirêjkirî ya rêveberiya krîzê ye ku balê dikişîne ser kontrolkirina rîskan bêyî çareseriyek siyasî ya dawî. Washington naxwaze vekişe û ji ber ku ew ne amade ye ku pir kûr tevlî bibe, vebijarka xurtkirina hevkariya xwe bi HSDyê re ji bo şerê li dijî terorîzmê û hêzdarkirina komikên El-Şeri li dijî herikîna cîhadîst xuya dike ku rêbaza çalakiyê ya herî guncaw ji bo Amerîkayê ye, bi kêmanî ji bo demekê.

Êrîşa Tedmurê eşkere dike ku Sûriyaya nû di bin desthilatdariya El-Şeri de hîn neketiye qonaxa dewletbûnê û di qonaxa berî îstîqrarê de dimîne. Di vê valatiyê de, Amerîka xwe di navbera xwesteka xwe ya bidawîkirina destwerdana xwe ya leşkerî û hewcedariya xwe ya pêşîgirtina jinûvevejîna DAIŞê de dibîne. Di navbera van her du armancan de, hişyarî, ji bilî azweriyê, xuya dike ku di serdema pêş de siyaseta amerîkayê bi rê ve dibe, bi hevkariyek xurtkirî bi HSDyê re û nêzîkatiyek kêmtir bi coş ji bo entegrasyona wê bi Şamê re di bin şert û mercên Enqerayê de.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN